图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,668
图片 105,493
书籍 19,438
相关文件 97,472
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Erdogan komkujiya Helebceyê li Kurdistanê dubare dike
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Erdogan komkujiya Helebceyê li Kurdistanê dubare dike

Erdogan komkujiya Helebceyê li Kurdistanê dubare dike
Dewleta Tirk a dagirker a li hemberî berxwedana #gerîla# li çiyayên #Kurdistan#ê derbên giran dixwe û bê çare maye û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Ev êriş tevî desteka hêzên PDK’ê û bêdengiya civata navneteweyî tên kirin.
Zêdetirî sal û nîvek di ser êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlayan azadiyê re derbas bû. Dewleta Tirk di van êrişan de çekên giran û yên qedexekirî li dijî gerîla û xwezaya Kurdistanê bi kar tîne.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) roja sêşema borî nasnameyên 17 gerîlayên ku di mehên Îlon û Cotmehê de bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne, eşkere kirin.
Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî yên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, li djiî gerîlayan bi kar tîne. Li gorî gelek daxuyaniyên HPGʹê, dewleta Tirk di 18 mehan de 2 hezar û 834 caran çekên kîmyewî, gazên bijehr, bombeyên nukleer taktîk û bombeyên fosforê li çiyayên Kurdistanê bi kar anîne.
Dewleta Tirk ruxmî ku çekên qedexekirî li Zap, Metîna, Avaşîn û Garê yên Başûrê Kurdistanê bi kar tîne, di şer de nikare bi pêş de biçe.

CIVATA NAVNETEWEYÎ ÇAVÊ XWE LI DEWLETA TIRK DIGIRE
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) van çekan qedexe dike û li ser vê yekê peymana qedexekirina çekên kîmyewî sala 1997ʹan ket meriyetê. Li gorî peymanê hilberandina van çekan û depokirina wan qedexe ne. 193 dewletan, di nav de Tirkiye, ev peyman îmze nekir.
Fransayê eleqeyeke mezin da vê mijarê û di Çileya 2018ʹan de bi mijara têkoşîna li dijî bikaranîna van çekan û darizandina bikarhênerên wê hevkariyeke navneteweyî ragihand. Derdora 40 dewletên cîhanê di vê tevkariyê de cih girt. Lê dewleta Tirk a dagirker a endama NATOʹyê, di sala 2019ʹan de li ber çavê cîhanê çekên ku di asta navneteweyî de qedexekirî ne, bi taybet fosfora spî li Serêkaniyê li dijî welatiyan bi kar anî. Her wiha ji 2 salan ve bê navber van çekan li dijî gerîlayên li çiyayê Kurdistanê bi kar tîne. Pirsa ku derdikeve pêş ev e; çima civata navneteweyî bi rêxistinên xwe yên hiqûqî li hemberî dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî bi kar tîne, bê deng e?
HPGʹê bi bomdarî banga şandina şandeyên lêkolînkirina bikaranîna çekên qedexekirî li çiyayên Kurdistanê li rêxistinên hiqûqî yên têkildarî bikaranîna van çekan dike, lê heta niha ev bang bê bersiv tê hiştin.
HPGʹê bi dehan delîlên bi wêne û dîmen pêşkêş kirine ku dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî li dijî gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê bi kar tîne.
Tevî hemû îsbatan ku piştrast dike dewleta Tirk a dagirker qanûnên navneteweyî binpê dike û bi rêya çekên qedexekirî komkujiyan pêk tîne, lê rêxistinên hiqûqî yên têkildar, di serî de OPCW, guh nade van delîlan.
Bêdengî û bêhelwestiya li hemberî êrişên qirkirin û dagirkirnê yên dewleta Tirk a dagirker ên li çiyayên Kurdistanê, operasyonên wê yên qirkirinê yên di navbera salên 2015 û 2016ʹan de yên li Bakurê Kurdistanê û wêrankirina derdora 15 bajarên Kurdan tîne bîra mirovî. Heman demê bikaranîna çekên kîmyewî di sala 2018ʹan de li Efrînê li dijî şervanên YPG û YPJʹê û bikaranîna fosfora spî ya qedexekirî li dijî welatiyên Serêkaniyê di sala 2019ʹan de tîne bîra mirov.

DI ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ DE PDK DESTEKÊ DIDE DEWLETA TIRK
Dewleta Tirk a dagirker derbasî Başûrê Kurdistanê bû û qadeke berfireh dagir kir û nêzî bajarê Mûsilê yê bakurê Iraqê bû. Li gorî raporan bi dehan baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Ev baregeh bi desteka PDKʹê hatine avakirin. Her wiha PDK di êrişên wê yên li ser gerîlayan de cih digire.
Dîroka PDKʹê bi komplo û siyasetên qirêjî ku li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê pêk anîne, tijî ye. PDK destekê dide êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayan, gerîlayan dorpêç dike, rê ji dagirkeran re vedike. Her wiha rêxistinên hiqûqî yên ji bo lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk ên li çiyayên Kurdistanê asteng dike.
Ya herî balkêş ew e ku di dema rejîma Sedam Huseyîn de, desthilata PDKʹê tecrubeya çekên kîmyewî dît. Lê niha alîkariyê dide dewleta Tirk a dagirker a ku çekên kîmyewî li dijî gerîlayan bi kar tîne. Hêzên PDKʹê di Nîsana par de, derbaskirina hezar û 200 maskên parastina ji çekên kîmyewî ku ji gerîlayan re dihatin şandin, asteng kir û dest danîn ser maskan. Ev kiyar sûcekî din li sûcên wê yên li dijî gelê Kurd zêde dike.
Di Îlona borî de jî PDKʹê nehişt Komîteya Ewropayê derbasî gundê Hirorê yê navçeya Kanîmasiyê bibe da ku bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk lêkolîn neke. Komîteyê ji desthilata Başûrê Kurdistanê xwest ku destûr bide wê da ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk lêkolîn bike û rê li ber senaryoya Helebceyê bigire.
NÊZÎ HELEBCEYÊ KOMKUJIYÊN TIRKIYÊ YÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ
Bikaranîna çekên kîmyewî û pêkanîna sûcên şer li çiyayên Kurdistanê, komkujiya Helebceyê ya ku rejîma Sedam Huseyîn di 1988ʹan de pêk anîbû tîne bîra mirov. Di encama komkujiya Enfalê de û Helebce jî di nav de derdora 180 hezar Kurd bûne qurbanî.
Lê Helebceyê bala cîhanê kişand ser sûcên rejîma Sedam Huseyîn û ev komkujî wekî ya herî xetere di sedsala 20ʹan de hat naskirin. Bi qasî bi dehan kîlometreyan nêzî Helebceyê bi sedan gerîla li dijî êrişên rejîma Enqereyê yên bi çekên kîmyewî li ber xwe didin û bi dehan gerîla şehîd bûn. Ev her du komkujî nîşan didin ku armanc tunekirina hebûna Kurdan e.
Li Rojavayê Kurdistanê jî Kurd ji êrişên bi çekên kîmyewî bêpar neman. Di Gulana 2016ʹan de komên çete yên girêdayî dewlet Tirk a dagirker bombeyên bi gazên jehrê li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi kar anîn. Di encamê de hejmarek welatî xeniqîn. Di sala 2019ʹan de dewleta Tirk a di êrişên xwe yên dagirkirinê yên li ser Serêkaniyê de li ber çavê cîhanê çekên kîmyewî bi kar anîn.
Ruxmî van hemûyan, gelê Kurd bi çand û hêza xwe ve girêdayî ye. Bi taybet Kurdên Rojava û çiyayên Kurdistanê bûne lîstikvanên sereke li herêmê ku bi pêşengiya tevgera rizgariya Kurdistanê Kurd şerê gel ê şoreşgerî dimeşînin.[1]
ANHA
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,262
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 23-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 23-10-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-10-2022
此产品最近更新( سارا ک ):23-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,262
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1144 KB 23-10-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,668
图片 105,493
书籍 19,438
相关文件 97,472
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!