图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,620
图片 105,477
书籍 19,433
相关文件 97,456
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Zanista Zarawa
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zanista Zarawa

Zanista Zarawa
Çemkê zanista zarawa kilîta hemî zanistîyan e, zimanvanî yek ji wan zanistîyan e, ji ber ku ew dibe derîyê vekirî li ser cîhana rojavayê (Dewletên Ewropî) hemî, û ji derencama peqîna zanistî ya berfireh û pêşveçûna pîşesazî û hunerzanî (tiknolojîya) ya mezin ku her roj afirandin in nuh em dibihîzin mirov dixe sergêjîyê de.
Lewra tiştekî dîyar e, ku ji hemî alîyan ve pêvajoya miletê Kurd bi miletên welatên rojavayê re nayê pîvan û ji hev û din pir dûr in.

Ev zanist (terminology) ji zanistîyên nûjen e, ku îroj pêdivîya pê heye, û em tê de dixebitin. Di dawîya sedsala hejdehan de li Almanîyayê peyda bû, û derhat dunyayê, lê derkevtina zarawa ya (terminology bi xwe jî li Firisayê di sala 1801z derkevt, û zanyarê Nimsayî (Eugen Woster) damezrênerê zanista terminologyaya serdemê ye. Ev zanist mirov karî bêje ku tayek yan jî çiqek ji tayên nûjen ji zanista zimanzanîya karkinîyê (kartêkirinê) ye, hingê li binemayên zanistî dipirse ji bo danîna zarawayan û yekgirtina wan, ji bo vê kêşeyê jî em serrast bikin divê danîna zarawa bi şêweyekî tekane neyê danîn, lê belê li gora pîver in bineretên ku ji zimanzanînê û ji bîrastîyê (jîrbêjîyê) û ji bîrdoza agahî û zanyarîyan, û ev pîverên han bi çespandinê geş dibin, daku bibe binereta zanista zarawa.

Li gora Eugen pênasîna zanista zarawa ku dibêje (zanista ku bayexê bi xwendina rêzkirin û darvekirina têgehan û darxistina van têgehan di babet in jîrbêjîyê de). Lê li gora Alian Rey ku dibêje zanista zarawa (Xwendineke rêkxistî ye ji bo zarawayên likar di navlêkirina tixumên her tiştî de û têgeh û pirinsîbên giştî yên ku vê lêkolîn û xwendinê kontirol dike (destgirîyê li ser) dike). Û li gora zanyar H. Felber ku dibêje zanista zarawa (komek ji rêgeh û rêbazên danheva zarawa ye û polpolkirina wan û çêkirin û peydakirina wan û pîverkirina wan jî paşê belavkirina wan zarawan).
Em vegerin ser mijara xwe ku di Fîlolocya (علم اللغة) de tiştekî heye bi navê zarawa zarî (المصطلح اللساني) (linguistic term).
Em karin bêjin ku ev roj em di têkdaneke zarawayî de dijîn bi Ingilîzî jê re dibêjin (chaos of terminology) li ser asta zarawayên xwe, ev ajawe û têkdan vedigere li gora zanîna min, nebûna zimanekî pispor, û mixabin ji ber nebûa ferhengeke etîmolojî, ku em bişên hemî peyvên bi guman ji zimanê xwe derînin, heta nuha yekxistina zaraw jî peyda nebû ye, ferhenga etîmolojî ya zimanê #kurd#î, çi peyva biyan ku ji derdora xaknîgarîya Kurdî kevtî be nav zimanê me, were eşkerekirin, û heta nuh bi şêweyekî zanistî ev ferheng dirust nebûye, daku em li peyva xwe vegerin û têrmekê bafirînin yan dirust bikin, û ya din jî nebûna ferhengeke bêjeyî û danpêdayî ji her çar parçeyan.

Û ev jî dibe giringtirîn alozî û arîşe, ku yê wergêr rûbirûyî vê kêşeyê dibe. Ev jî dibe hoya ku gelek wergerdinên ji hev cuda (different translations) ji bo zarawayekî tenê hebe û hindek car jî ji ber hemecûreya çandan (diversity of cultures) nakokî berz bibin.
Lew re Pêdivî ya me bi xwendina Zanistîya dengsazîyê û zimanvanîyê heye, anku bi (Phonology) (علم الأصوات التطبيقي) heye neku jî bi rêziman ji ber ku rêziman ji bo biyanîyan pêwîst e, daku bi vî zimanî baxivin û wî nas bikin û ev mijareke din e. Li xwemalîya zimanê Kurdî hingê pirsa dariştina zarawa bi zimanê Kurdî estem e, ji ber ku Kurdî zimanekî bi rêjeyeke bilindtir lêkdayî û hevedûdanî ye. Hingê pêdivî ye ku zarawa jî lêkdayî be wê baştir be!

Bi min jî divê zarawa pir kurt be, û heta radeyekê amaje bi ya biyanî bike, yan jî peyveke pêkhatî be ku bişê wê têgehê helbigire, û ev zarawa ne ristek be, û serbarî wê jî divê li gora zengil û awazên #kurdî# be.
Nimûne: Ev nêzîka serê sîh salî ye, ji gava Kurd li başûr dest bi wergerandinê kirin qeyran û giriftarîya zarawa derkevt pêşberî yê wergêr û xwendevan. Em karin di vê biyavê de wek nimûne amaje bi ferhenga REHNAS ya daner Husên Muhammed di biwarê etîmolojî ya kurdî de bike, ku dibêje:
Jixwe wergerandin zêdekirina peyvên zimanekî û berfirehkirina ferhenga wî zimanî ye, anku di peyvsazîya zimanî de roleke giring û bingehîn heye û di rastiyê de herdem hebûye.

Gava ku pêaxivên zimanekî tiştekî nû yê li nav axiverên zimanekî din heyî dibînin, ew dixwazin navekî ji tiştê nû re peyda bikin. Li vê derê mebesta me ji” tişt” berfireh e: ew” tişt” dikare tiştekî heyber be, diyardeyek be, ramanek be, heywanek be, riwekek be û hwd. Di binavkirina tiştê nû de çend rê û rêbaz li ber axiveran heye:

Ew dikarin navê wî tiştî ji zimanekî ku navê wî tiştî heye wergirin û bi kar bînin.
Ew dikarin navê wî tiştî li zimanê xwe wergerînin.
Ew dikarin navekî bi dilê xwe li wî tiştî bikin.
Binavkirina tiştên di zimanên din de navheyî li gor dilê axiverên zimanê ku hêj ti nav ji wî tiştî re nîne diyardeyeke degmen e, anku kêm caran axiver navekî bi temamî bi dilê xwe li wî tiştî dikin.
Her du rê û rêbazên din gelek zêdetir li kar in: Yan navek yekser ji zimanekî din tê wergirtin yan jî navê di zimanekî din de heyî li zimanê nû tê wergerandin. Bo nimûne, Internet û malper du berî ku di nav kurdan de belav bibin û kurd navan ji wan re peyda bikin, ew di nav inglîzîzimanan de belav bûne û di vî zimanî de nav ji wan re hatine çêkirin. Inglîzîzimanan navên” Internet” (ji inter = navber û net = tor / torr) û” homepage” (ji home = mal û page = rûpel, rûper, per / perr) li van tiştan kir.

Gava ku ev tiştên têkilî hev di nav kurdan de jî belav bûn, hewcedariya kurdan jî bi navên wan hebû. Di nav #kurdîzimanan# de peyva” Internet” wek xwe belav bû anku kurdan ew ji zimanê inglîzî wergirt. Di piraniya zimanên din de jî çarenûsa vê peyvê wek di kurdî de ye. Ew yekser ji Inglîzî hatîye wergirtin û wisa tê bikaranîn.

Lê peyva têkilî Internetê anku” homepage” ya inglîzî ne di kurdî de û ne jî di piranîya zimanên din de yekser cih girtîye. Li cihê wergirtina yekser a vê peyvê, hem kurdî û hem jî gelek zimanên din ev peyv ji Inglîzî li zimanê xwe wergerandî ye. Di zimanê nivîskî yê kurmancî de beramberî” homepage” ya Inglîzî niha bi piranî peyva” malper” bi kar tê ku peyv bi peyv ji Inglîzî hatiye wergerandin.
li dûmahîkê em karin bêjin ku zimanê Kurdî ji bo wergerandinê û nemaze ji bo peydakirina zarawayan bi şîyan e, lê belê ji bo lihevkirinê pêdivîya me hêj bi rêkxistina mala Kurdî heye, neku ji sedema nepeydakirina zimanê yekgirtî ye, lew gilî û gazinc ji neyekrêzîya dezgehên rewşenbîrî ye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,104
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | welat-press.com
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 13-05-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 科学
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 21-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on22-10-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):21-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,104
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,620
图片 105,477
书籍 19,433
相关文件 97,456
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!