图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,107
图片 106,571
书籍 19,301
相关文件 97,360
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ÇANDA DAYIKTIYE
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ÇANDA DAYIKTIYE

ÇANDA DAYIKTIYE
Serdema 4000-2000 B.Z demek bi kirîze, di van salan de pêşketinên muazem çêdibin, weke me li jor jî anî ye ziman li dora jin dayikê pergalek û çandek pir dewlemend hatî avakirin. Mêr ji nêçîrê vegeriya ye û êdî beşdarî jiyana #civak#ê buye, di mijara çandinî û karên din de alîkarî dide jinê. Ji bo destekê û alîkariya jinê bike, bi jinê re di hindirê malekê de dimînê. Heya wê demê jî di têkilya civakî de, mêr weke bavê zarokan nayê naskirin, dayik û xal hîn zêde diyarkerin. Rola mêr di vê çalakiya civakî de zêde ne diyare. Lê di van salên me anîne ziman de, ev guhartin û pêşketin gihêştine zirwê. Di nava komên civakî de aqilê analitîk pêşdikeve, lêgerîn û lêpirsînên mirovan zêde dibin. Di hişmendiya mêr de guhartinek neyînî ji rê derketin çêdibe. Ji ber van ji rê derketinê mêr di aliyê hişmendî de jiyan dike, lêgerîna xwe rêxistinkirinê derdikeve pêş. Her çiqas ev weke despêk ne bi niyeta ku li dijî jinê be û bi xweze jinê berteref bike be jî, lê di piratîka wan de ev derdikeve holê.
Di mêr de aqilê analitîk, qurnazî pêşdikeve. Dema mêrê qurnaz û bi hêz, şaman û şêfê leşkerî tên cem hevdu, fikra nerazîbuna ji pergala jinê diyar dibe. Ew xwe ji derveyî vê pergalê dibînin, weke ku bê rol hatine hiştin dibînin, li vir hesudî pêşdikeve nerazîbun kûr dibin. Ev dem weke demek bi kirîz Rêbertî pênase dike. Ji bo wê mînaka şerê İnana û Enkî di mîtolojiya someran de dide. Bi rastî jî dema mirov li şerê İnana û Enkî temaşe dike, mirov fêm dike bê çiqas ev pêvajo bi sancî û kirîz derbas buye. Yanê hem pir dem dirêj kişandî, hem jî bi hêsanî jin nehatî bê bandor kirin. Esas Rêbertî dubare dubare ji me re dibêje ku, dibe hun pergal û avahiya Someran pir baş lêkolîn bikin û fêm bikin. Ji ber ew dem dema ku jinê di aliyê hişmendî, çandî, avahî û pergalê de wenda kirî ye. Di vê demê de sapmayên hişmendî hatine çêkirin û hevsengiya navbera cinsan hatî xirab kirin. Wê demê têgîna xweda hatî îcadkirin, xwedawendiya jin yanê (xwebuna ) xwe ji dest daye. Ev dema 2000 B.Z weke dema herî dawî ya dîroka berî zayînê ye. Ew guhartinên wê demê pêktên heya roja me ya îro didomin. Guhartina yekem di edobayên nîpor de çêdibe, wê demê ev edoba weke zanîngehên roja me ya îro rol dilîzin. Yanê piştî hîyerarşî pêşdikeve jin hêdî hêdî serwerya xwe ango otorîta xwe ya xwezayî wenda dike. Civak ji çanda xwedawendî derbasî çanda xweda yên mêr dibe, ji dayîkbunê derbasî babik salarî dibe.
Di van deman de çanda El Ubeyd bi awakî hiyerarşîk pêş dikeve. Ev çand weke malbatek mezin li bajarê Uruk û derdora wê pêşdikeve, paşê jî weke sulale xwe berdewam dike. Ev çanda El Ubeyd weke despêka şaristaniya navendî jî tê qebulkirin, bandora vê çandê li ser gelên samî pir heye, bi herikîna dîrokê re derbasî dînên yek xwedayi bûye. Ev çand bi rê ya ol heya roja me ya îro hatî û her ku çûye hatî pîroz kirin. Wateyên cûda ên pîrozî lê hatine barkirin. Ev guhartina civakî bandora xwe ya pir cidî li têkilyên nava civakê û bi taybetî jî ya cinsan dike. Ji ber ev sazîbuna malbatgerî û sulale, li ser cinsê mêr hatî avakirin, yanê nêre. Di wê demê de têghîna mêrek dikare bi pir jina re bizewicê, ji mêrikî pir zarok û bi taybetî zarokên kur peydabibin pêş dikeve. Di despêkê ji bo gasp, talan û şeran weke pêwîstî tê xwestin û kirine, lê paşê ev dibe weke têghînekê û bi sîstem dibe. Ji vir yanê ji malbata hinekî mezin berbi sulalê ve diçe, paşê sulale jî dibe desthilatdarî, ev desthilatdarî jî dibe şeklê dewletê yê despêkê. Sulale hem weke pîrozî hem jî weke alyê xwe yê bunyewî di nava hevdu de ye û hevdu tamam dike. Ev çawa di hemêza qebîlê de pêş dikeve, bi heman şêwazî xwe mezinke û bi zêdekirina zarokên kur re weke sulale ber bi desthilatdarî ve diçe, xwe dike desthilatdar. Di vê mijarê de Rêber APO di paraznama xwe ya rojhilata navîn de dibêje; “bê sulale ne gengaze mirov li rojhilata navîn hebuna şaristaniya dewletî bifikirê” piranî dewlet netewên roja me ya îro çavkaniya xwe ji vê çanda sulalê girtine. Malabata ku tê de mêr seroke jî ji wir de tê. Peyva sermiyanê malê “Reb el beyt” ji wê dema sulelê û şûn de tê gotin heya roja me ya îro jî hatiye. Dema mirov li vê şêwazê têkilya civakî ya malbatgerî û sulale dinirê, mirov dibînê bi temamî li ser ketina cinsê jin hatî ava kirin.
Ev şêwazê têkilyê, li ser hîmê bîrdoziya desthilatdarî hatî avakrin. Kîngê mêr dibe sermiyan, jin hemû mafên xwe ên azadî û wekheviyê wenda dike. Mêr dibe xwediyê malê, di civakê de malbat dibe saziya herî bi çûk ya temsîla pergala mêrtî dike. Di nava malbatê de nîzîkatiya ji jin re hîn xirabtire, jin weke eşya, weke nesne, weke her amorekî madî yê nava malê lê tê temaşekirin. Êdî jin weke mirov weke hebunek, cinsekî xwedan çand nayê dîtin. Jin weke milk tê dîtin, jin dikeve bin desthilatdariya mêr û qanûnên malbatê. Li vir mijar tenê zewaca navbera jin û mêr de nîne. Mijar stetuya ku ji cinsê jinre hîn ji zaroktî de jê re hatî diyarkirine, yanê hîn di zikê dayika xwe de ye heya dimre li gora vê statuye jê re nêzîkatî çêdibe. Sitetuya jê re hatî diyar kirin, ew eşya ye, ew milke, ew koleya bê muçe ye, ew erda ku mêr toximê xwe lê diçînê ye, ew ya ku werê tecewizkirin, ya ku xeber jê re werê kirine. Ya ku ji zik dehşik ji ser serê wê dar nayê kêm kirine, ya ku bê hêze. Hewceyî parastinê ye, ya ku mêr tetmîn dike ye, weke eşyayeke birqonek mal pê tê xemilandine. Yanê sitetuya jinê bi kurtasî eve.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,654
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 11-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( سارا ک 17-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on17-09-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):17-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,654
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.167 KB 17-09-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,107
图片 106,571
书籍 19,301
相关文件 97,360
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!