图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,859
图片 106,295
书籍 19,332
相关文件 97,310
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Osmanlı'da Kürt kadını
小组: 图书馆 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Osmanlı'da Kürt kadını

Osmanlı'da Kürt kadını
Navê pirtûkê: Osmanlı'da Kürt kadını/ Di serdema Osmanî de jinên Kurd
Navê nivîskar: Mehmet Bayrak
Cihê çapkirina pirtûkê: Ankara
Navê çapxaneyê: Özge
Sala çapê: 2007
[1]
Gravür, fotoğraf ve kartpostallarla Osmanlı'da Kürt kadını
Bi gravur, wêne û kartpostalan Di serdema Osmanî de jinên Kurd

Faktorên eslî yên ku di civakekê de têkilîyên navbera takekesan û zayendan tayîn dikin, têkiliyên hilberînê yên ku pergala civakî tayîn dikin û avasazîya çandeyî û ya bawerî ye. Bi gotineka dinê, di navbera rewşa civakî û têkilîyên zayendî de yekîtîyeka diyalektîkî heye.
Berîya olên asîmanî derên holê, bêyî ferqa zayendî, Mezopotamya û Enedol bûbûn welatê xwedayan, lê piştî ku olên asîmanî zayenda nêr derxistin pêş û ya mê dan paş, nasnameya jinê hingî çû qels bû.
Lê di dema berê de di hemû warên jiyanê de û li gora hemû taybetmendîyan li kêleka xwedayên mêr, yên jin jî hebûn.
Civaka Kurd ji berî û piştî zayînê ve, em dikarin bêjin heta îro jî bi xwedîkirina ajelan û cotemenîyê diabire. Ji ber ku xwedîkirina ajelan milkiyeta hevpar û hilberandina hevpar bi xwe re tîne, ev têkilîya hilberînê bi awakî bivênevê jinê dikşîne nav jiyana xebatê û bi vê awayî nêrînên olî yên hişk û bi vê rastîya jiyanê re lihevnekir, ya dihatin piştguh kirin yan jî dihatin sivikkirinê.
Piştî pejirandina îslamîyetê û pêkhatina mîrîtîyên derebegî ye ku bi tesîra fikra îslamîya ummetparêzî û bi belavbûna milkiyeta taybetî, jin hêdî hêdî ji jiyana civakî vedikişe û mêr di hemû warên jiyanê de dibe zayenda sereke. Têkilîyên derebegî û îdeolojîya wê ya fikra ummetparêzî, faktorên herî mezin bûn.
Ji ber vê sedemê ye ku, di navbera civatên Kurd yên xwedî bawerîya îslamî û civatên Kurd yên xwedî bawerîyên heterodoks de, di warê têkiliyên mêr û jinan de ferqên berbiçav hene. Dema em civaka Kurd ya beriyâ îslamîyetê û ya piştî îslamîyetê didin ber hev jî, em vê yekê bi asanî dibînin.

Wek mînakî, di bawerîya Zerduştîyan de ya ku Kurd berê li dû diçûn û di nêrînên Mezdekiyan de ku wek dewama wê ya nûxwaz bû, têgihîştineka li ser bingehê wekhevîya mêr û jinê heye. Heta piştî kuştina Mezdek, jina wî Hurem dikeve dewsa wî û belavkirina bîr û baweriyên wî didomîne. Ji yên ku li pey wê diçûn re jî digotin Huremdîn. Huremdînî li îran, Kurdistan û Mezoptamyayê li gelek warên fireh bawerîya xwe belav dikin. Gelek ramanên ku mora xwe li Alewîti, Ehlîheqî û Ezîdîtîyî dixin, ji kaniya Huremîtiyê dihatin ya ku Hurem rêbaza wê danîbû û navê wê lê hatibûkirinê.
Ji ber vê yekê, di van civakên ku li pey Kulta Melek in û jin û mêr bi hev re tevlî rêwresmên ayînî dibin de, rola jinên Kurd gelek girîng e.
Beriya ku bikeve bin tesîra avasazîya îslamiyetê, em dibîn ku di civaka Kurd de jin jî wek meran, li kêleka têkilîyên aborî, di warên polîtîk, olî û leşkerî de cî digrin û wezîfe digrin ser milên xwe. Hejmara jinên Kurd yên ku bi deh salan eşîreta xwe îdarekirine ne hindik e.
Di sedsala 19an de piştî jihevketina mîrîtîyan û serîhildana gelê Kurd li hember -Osmanîyan, jin ji nû ve dertên ser dika ceng û polîtîkayê. Seyahatnameyên rojavayî yen sedsala 19an, bi pesindarî behsa siwarîya jinên Kurd dikin û li gora jinên gelên cîran bêtir azadbûna wan derdixin pêş. Di sedsalên borî de rojavayî bêtir bi nêrîneka ekzotîk û romantik li jinên Kurd nihêrtine, Kurd jî di nav de ronakbîrên rojhilatî, ji xwe behsa jinan nekirine. Ji ber vê yekê ye ku di warên bi taybetî jinên Kurd û bi gelemperî jinên rojhilatî de nebûna literatüre û qelsîya hafizayê heye. Ji ber vê sedemê, ji alîkî ve armanca vê xebatê ew e ku hafıza însanan ji nû ve geş û xurt bike û dîroka berçavkîya jinên Kurd derxe ber çavan.
Bingehê vê xebatê li ser Di serdema Osmanîyan de Jinên Kurd hat danînê, pê re jî me cî da hin afirandinên balkêş yên wênekêş, lêkolîner û gerrokên rojavayî. Divê em car din bêjin, ew diyardeya jinên rojhilatî ku ji alîyê ronakbîrên rojhilatî ve qet nehatiye bahskirin, pêşekî rojavayîyan anîye rojevê.
Ji bo ku em mijarê çêtir zelal bikin, di vê Albumê de me cî daye gelek afirandinên berçavkî yên ku ji gravür, karpostal û wêneyên Osmanîyan yên di warê jinên Kurd de pêk tên.
Berê, herweka ku ji alîyê gerrokên rojavayî ve jî hatiye tesbîtkirin û resim hatine çêkirin, bi têkiliyên aborî ve girêdayî û li gora taybetmendîyên exlaqî û etnîkî biguhure jî û bi awakî îzafî meriv karibe behsa azadîya jinên Kurd bike jî, bê şik di civaka Kurd de jî jin ew zayende ku dipelçiqe û pirsgirêka wê ya zanayî di roja me de hê jî girantir û aloztir bûye.
Jı ber ku pelçiqandina wê zêdetir bûye û jinên Kurd îro ketine bin tade û sitemkarîya.
Ji ber vê jî, wek zayendeka ku dipelçiqe û di bin tade û sîtemê de ye azadbûna jinê a rastîn, bi avakirina civakeka demokratik gengaz e (mimkin e) ku dawî li çanda şiddete / şerr hatiye anîn û tê de herkes bi nasnameya xwe ya xwezayî / xweser li ser bingeha wekhevîyê dijî.
Ji bo xebata wan a wergerandina Kurdî ji dostên xwe i hêja İkram Oğuz, Haluk Öztürk, Mehmet Tanrikulu û Veysi Aydın ku jêrenivîsên wêneyan sererastkir û ji biraya hêja İhsan Türkmen re ku Albüme amade kiriye gelek spasdarîyên xwe peşkeş dikim.

Mehmet Bayrak

注:这本书的PDF文件不可用,请帮助得到这个Kurdipedia文件! 发送本书
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览809
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | institutkurde.org
挂钩项目: 4
小组: 图书馆
Publication Type: No specified T4 1434
Published more than once: Yes
城市: Ankara
文件类型: 原文
方言: 土耳其
普罗旺斯: 土耳其
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 89%
89%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 10-07-2022
本文已被审查并发布( ڕۆژگار کەرکووکی )on10-07-2022
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):10-07-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览809
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.170 KB 10-07-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,859
图片 106,295
书籍 19,332
相关文件 97,310
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!