图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,847
图片 106,154
书籍 19,345
相关文件 97,366
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
FİLOZOFÊN KURD - MANÎ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

FİLOZOFÊN KURD - MANÎ

FİLOZOFÊN KURD - MANÎ
Me di nivîsa xwe ya yekem de gotibû felsefeyê bi kurdan destpê kiriye û ji bo peyitandina vê angaştê jî me Zerdeşt mînak dabû ku du hezar û şesed sal berê çawa bi fikr û ramanên xwe rê li ber fîlozofên yewnanî vekiribû.
Niha di vê nivîsê de jî em dê li ser fîlozofê kurd yê duyemîn rawestin. Fîlozofê kurd yê duyemîn Manî ye. Navê bavê Manî Fatak babak e. Bavê wî kurdekî medî ye. Ji ecbatanayê (hemedan) ye. Navê dê ya wî Marmarjam e. Manî di 14'ê avrêl a 216'ê dawiya zayînî de, li mêrdîna babîliyan jidayik bû. Manî rêyeke nû li pêş bawermendên xwe vekir û fikr ûramanên wî hema bêjin li hemû cîhanê belav bû. Ji çînê heya hindê,ji îranê heya tirkistan û kafkasan, ji efrîqayê heya romayê di bin bandora fikr û baweriya Manî de man. Her çiqas felsefeya Manî bi pirranî ji Zerdeşt, Bûda, Hz.Îsa û çanda mîtraî bandordar bûbe jî, Manî felsefeyeke taybet lidar xistiye. Niha em derbasî felsefeya Manî bin.
Manî felsefe û ramana xwe di kitêbên xwe de haniye ziman.Şeş kitêb nivîsiye:
1- Sahberden
Manî di vê kitêba xwe de behsa mirovên nebaş dike. Behsa ehrîmen dike ku ehrîmen çawa dikeve nava wan û wan dixapîne.
2- Sendokojîne
Di vê kitêbê de Manî behsa çeyiyan û mirovê çê dike. Behsa dilşadiya mirovê ronakbîr û di ronahiyê de dike.
3- Riya rast
Weka ku ji navê pirtûkê jî tê fehm kirin Manî di vê pirtûkê de behsa riya rast û yên di riya rast de dike.
4- Olperestî
Manî di vê pirtûkê de behsa paqijiya dil, bawerî û ramanê dike.
5- Veşartî
Behsa peyamber û olên wê demê û berê wê demê dike.
6- Nivîsa gernasan
Manî di vê kitêba xwe ya dawî de behsa mêrxas û lehengan dike. Yên ku ji bo welatên xwe heya mirinê şer kiribin û di ber xwe dabin dike.
Van kitêbên ku me li jor jimartin ji alî Manî ve hatine nivîsandin û digel ku ji navên wan jî tên fehm kirin ji sedî sed kurdî ne. Manî baweriya xwe di van berhemên xwe de diyar kiriye. Baweriya xwe bi awayekî olî haniye ziman. Ji ber vê yekê jî weka pêxemberekî hatiye zanîn û felsefeya wî jî weka olekê hatiye dîtin. Serqisê deh fermanê Manî ji bawermendê wî re hene. Van fermanên wî bi awayekî dişibin deh fermanên Hz.Mûsa. Van fermanên wî jî ev in.
1- Bawerî bi dîrokê ango dema borî hanîn
2- Bawerî bi dema pirxwedayî yê hanîn
3- Xwe ji derewan parastin
4- Nebaş nebûyîn
5- Qedexekirina xwarina goşt
6- Çavbernedana namûsa yekî din
7- Dizî nekirin
8- Ji bo jihevdanalîkirina rastî û sêhrê xwendin
9- Di nava civakê de xwedî bawerî bûn
10- Di karê xwe de guhsûkar û keslan nebûn
Ji ber van fermanan weka pêxemberekî tê zanîn lê gava meriv li ramanên wî baş binêre meriv dê bibîne ku felsefeya xwe kiriye ol. Weka konfuçyus û bûda.
Felsefeya Manî felsefeyeke dualîst e. Li gorî Manî qencî ronahî û gîyan e. Neqencî jî Tarîtî û laş e. Ji ber vê dibêje ku, di xwezayê de qencî û neqencî bi hev re ne. Ji ber vê mirov bi xwe jî ji gîyan û laş hatîye çêkirin. Birastî ev dualîzm di Zerdeşt de jî heye. Di gelek waran de bandor ji Zerdeşt girtiye lê her çiqas bandoreke mezin jê girtibe jî gelek cudatî di nava felsefeya wan de heye. Wekmînak li gorî Zerdeşt laşê meriv gelek girîng e û divê meriv baş lê binêre. Lê ji bo Manî tu taybetiya laş tuneye divê laş were eciqandin. Bi êş û eleman divê laş bihata terbiyakirin. Lewra bilindbûna giyan di dest êşkişandina laş de ye. Giyan di nav laş de zindanî ye û divê bi vê aravê were rizgarkirin. Armanca mirovan ya sereke şerkirina li dijî hêzên tarîtiyê ye. Alîkariya ronahiyê ye.
Li gorî Manî zordarî ji gunehên mezin e divê meriv bi xweşbînê tevbigere. Kes ji kesî çêtir û rasertir nîn e.[1]
Weka ku me li jor jî hanî ziman fîlozofê kurd Maniye Mêrdînî bi felsefe û ramana xwe ji pêşiya gelek fîlozofên din ronî kiriye û gelek fîlozofan ji ramanên wî bandor girtine serqisê ji vana yek fîlozofê ewrûpayî yê mezin Augustinus e.
Manî di jiyana xwe de felsefeya xwe neda pejirandin gelek tehde û astengî dît. Di dema wî de cîhan ji alî çar împaratoriyên mezin ve hatibû parvekirin. Sasanî, Çînî, Romaî û Asûrî. Di dema xwe de fikrên wî rûmet nedît. Behramê yekemîn ê şahê sasaniyan Manî li çarmêx xist,dû re laşê wî çêrm kir, ka kir laşê wî û di nava bajêr gerand ji bo çavtirsandina hezikiriyên wî.
Lê li dû mirina manî felsefeya wî di di gelek welatan de bû baweriya fermî weka tirkên ûygûrî.haberdiyarbakır
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,312
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Google sites
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 15-06-2022 (2 年份的)
Original Language: 土耳其
Publication Type: Born-digital
城市: 马尔丁
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 15-06-2022
本文已被审查并发布( ڕۆژان نوری عەبدوڵڵا )on15-06-2022
此产品最近更新( ڕۆژان نوری عەبدوڵڵا ):15-06-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,312
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.114 KB 15-06-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,847
图片 106,154
书籍 19,345
相关文件 97,366
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!