图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,811
图片 106,252
书籍 19,333
相关文件 97,295
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Girê Mozan
小组: 考古的地方 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
1 投票 5
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Girê Mozan

Girê Mozan
Girê Mozan, cihê bajarê Urkeş ya huriyan, şûnwarekî dîrokî û arkeolojîk yî girîng e ko dikeve Rojavaya Kurdistanê, li Sûriyê.
Cih
Vekolîna li Girê Mozan ji sala 1984an ve dibin birêvebiriya Marilyn Kelly-Buccellati û Giorgio Buccellati de berdewam dike. Xerîte piraniya cihê vekolînê diyar dike. Dirêjayiya girê bilind nêzîkî 600 metrî ye, bajar û derdora wî nêzîkî 1500 metrî ne û bilindayiya gir ji erdê 28 metr e. Li gor vê êdî ev cih di dema boşiya xwe de dibe yek ji mezintirîn cihan li tevayiya Sûriyê, di salên hezarê sisiyan de yên Berî Zayînê. Ji bilî mezinbûnê rasitiyke dinî balkêş, ya Girê Mozan heye, ew jî homojeniya radeya niştecihbûna wê ye: weke ko em dibînin, delîlên darîçav, yên niştecihbûnê vî cihî diyar dibin, ji serê gir bigire ta binê wî û ta derdorên derve yên bajêr jî, hê ji hezarên sisiyan ve yên Berî Zayînê.
Herêm
Deşta Xabûr li rojhilatê Sûriyê roleke sereke di pêşveçûna avakirina bajarvaniya kevn de leyistiye. Dibe ko wê di hin radeyan de bûye hemberê bajarvaniya bilind, ya Sûmeran li deşta heryane li başûr. Çandinî yek ji faktorên vê pêşveçûnê ye. Herêm weke îro, di heyamên berê de jî bi xêr û bêr bû. Çandiniya bi ava baranê her û her têrê dikir û pêwist nedikir, ko cotkar zeviyên xwe avbidin. Bi saya vê axa bi bereket, bajarên nû peydebûn, û hê di destpêka dîroka şaristaniyê de ev bajar mezinbûn. Bajarên mezin weke Chuera, Birak, Mozan û Leylên şahidên diyar, yên vê yekê ne.
Mirov dikare bi ewlekarî bibêje, ko sedema sereke ya mezinbûna hêza bajarekî weke Girê Mozan, cihê bajêr bû. Ew cih kilîta bazirganiya di nav çiyayên Anatoliyayê de, ev çiyayên bi madenê sifir (û dibe ko bi pîlê jî) zengîn û bajarvaniya mezin li, ya başûr de bû. Di vî warî de çiyayê Mêrdînê, yê di dîmenê Mozan de pir darîçav e, nîşan e; hejmara mezin, ya tiştên bronzî, di vekolînên me de, dibe ko delîlên giringiya Mozanê kevnare bin, çawa ko dergehê bazrganiya maden bû di dîroka Sûriyê ya kevn de.
Dîrok
Weke hîpotêza kar, em goman dikin ko Mozan digehe bajarê kevnar Ûrkîş, yê ko li vê herêmê diket û ji mêj ve tê goman kirin, ko li cihê girê bajarê Amûdê be. Ji dema ko me karîbû, em xwe bispêrine rastiya, ko girêdana Ûrkîş bi girê Amûdê ve şaş e, em dibînin ko hemû argumentên ji bona Amûdê û Ûrkîş hatibûn bikaranîn li ser Mozan (ko li nêzîkî Amûdê girê herî mezin e, yê ji dema sê hezar salî ve BZ) û Ûrkîş pêktên. Tevlî ko armanca vekolînên piştre ew bû, da diyar bikin, ko Mozan ne Ûrkîşa kevnar e, lê dîse ev cih û profîlê navenda Hûriyên kevnare li hev tên: Hişkere ye ko Mozan sê hezar salên BZ gehabû radeya xweyî bilind, û du hezar sal BZ melûl bûbû û dawî gişt di nîvê du hezarsaliya BZ de wêran bûbû.
Sê hezar salên BZ heyama Ebla li rojava ye, û heyama Marî û Sûmeran li başûr e. Dibe ko rengekî taybetî ji çanda wêyî materyalî (arkîtektûr û nemaze sîramîk) bi destpêka bajarvaniya Hûriyan ve girêdayî be, çaxê ko Ûrkîş weke navenda siyasî û olî, ya sereke dihate naskirin. Di hebûna bajarvaniya Hûriyan de, ya sê hezar salan BZ de hinekî dîtinên cuda hene. Lêbelê dawiya dawî ko mirovên heyamên berê, yên li Mozan dijîn bigehine çi resenî jî, dîse rastî ew e, ko li vir bermayên bajarvaniya sûriyî kevnar darîçav in.
5000 sal BZ Tel Xalaf
4000 sal BZ destpêka Birak û Leylên; bandora Sûmeran
3000 sal BZ destpêka Mozan û Chuera
2500 sal BZ sûrha bajêrî hundur li Mozan; serê girê Mozan; pûtxana BA li Mozan
2300 sal BZ Akadan Birak bindestkirin
1800 sal BZ Heyama Xabûr: Herêma C1 li Mozan; serê girê Marî û Leylên
1500 sal BZ Heyama nûzî: Herêma BH li Mozan; wêranbûna Mozan
Sûrha Bajêr
Di bingeha jêr de, girê bilin bi sûrheke mezin hatibû rapêçan. Me li du cihên gir, yên cuda vekolabû, herêma K û S1. Mixabin, ko ew li ti deran bi mezinaya xwe, ya ko bêgoman di wextê xwe de çavên serdanvanan didagirt, nayê dîtin. Dîwarên sûrhê gelekî stûr bûn, ew ji kelpîçan hatibûn avakirin û dibe, ko bingeha wê gehabû latê (hê dive bi vekolanê were derxistin), û bircên zêrevaniyê jî li hawîrdor di sûrhê de hatibûn avakirin. Kaşekî bilindî lihevhatî ji nav bajarê nizim dirabû û digeha binê sûrhê (çawa mirov bi rengekî ferehtir di kelehên heyama navîn de dibîne, weke li keleha bi nav û deng, ya Helebê); di dora vî girî de, dibe ko sengerekî ferehî tijî av jî hebû, lê eger wilo be jî, hê em di vekolanên xwe de negehanê. Dereng, di dawiya sê hezar salên BZ de, xwiya dike ko bajar tev dikeve bin rûdana jibîrkirinê, ji wê jî hew erkê parastinê yê gir dimêne û senger bi ax û kevirên ji avayiyên bajêr, yên hêrivtî tê dagirtin. Di parçê, ko me kolayî de, me kavilê embarekê dît, ew ji cihekî ji hundurê bajêr hatibû dagirtin û bi xitmeke giring hatibû muhrkirin, dibe ko xitma li ser derî be, dema wê jî ji nîvê sê hezarê sisiyan yên BZ ve ye (Destpêka Xanedaniya III).
Ji ber berdewamiya ferehbûna demografî, gerek e bihatana xwiyakirin, ko sûrheke din di wê demê de li derbedrê bajêr hatibû avakirin: di vî warî de lêkolîn ne bi misogerî hatine piştrastkirin jî, lê ferehbûneke ko dora bajêr tev dorpêç dike, tê dîtin. Di her radeyê de bêşik e, ji lêkolînên me û ji lêgerînên li herêma derveyî bajêr, ko ew jî parçekî ava bû ji bajêr, û ko ew jî tevayiya girê bilind ji heyama sê hezarên sisiyan yên BZ ve ye. Li herêmekê li derveyî bajêr, goristaneke hemdem hate dîtin û tê de jî komeke giranbuha, ya firaxên ji sîramîk û bronz hatine dîtin. Bo agahiyên nû li ser vê mijarê hûn dikarin kovaraDas Bild der Wiessenschaft bixwînin.
Peykertiraşiya hezarsalên sisiyan BZ
Di cihekî şewitî de, hema hinekî li pişt mihraba pûtxanê, me peykerê şêrekî dît. Peyker ji kevn bû û li gor delîlên stratîgrafî ew ji nîvê hezar salên sisiyan yên BZ ve ye. Peykerên şêran di embarên peykerên Sûmeran de têne dîtin, yên ko adetên wanî hunerî ji heyama şêrê me ne, lê stîlê wan ji hev cuda ye. Sûmeran şêr bi riheke darîçav dineqişandin, ew rih bêhtir weke berstika cilên heyama navîn bû, û kêm weke pirça ber sînga şêran bû. Gelekî stîl didane çavên şêran, weke ko yên hunermend ti caran şêr nedîbin! Dibe ko şêrê meyî Mozan ne weke yê hevrikê xweyî başûr şahîk be, lê ew ji wan bêhtir weke şêrekî rastî ye. Neqşên pirça sînga şêrê Mozan, tevlî ko hinekî gijol e jî, lê ew weke pirça rastî xwiyadike, lep bi xwe jî hatine neqişandin. Bi gelemperî mirov yekser di şêrê Mozan de têkeliyê di nav spehîtiya hesan û jîndariyê de dibîne, ko ew têkelî li derên din, di wê heyamê de kêm bû. Dibe ko bi tenê du şêrên ji Ûrkîş, yên niha li Motropolitan û Louvreyê ne dikarin bibin hempayê şêrê Mozan. Ev şêrên bronzî bi awayekî reyalîtir hatine neqişandin û bi destên peykertiraşên jêhatîtir hatine çêkirin, lê mirov di wan de şengî û jiyandariyê, weke ya di şêrê Mozan, dibîne.
Li herêma pûtxanê ferşekî kevirî hate dîtin, ew ji her dû aliyan ve neqişandî bû. Li aliyekî vî abîdeyê bi serê xwe, neqşandineke neadetî hebû, ew komeke lawiran bû, hemû jî di haleta lebatê de bûn. Ev jî cudabûneke tûj di nav mijara lawirên xaçkirî de, yên ji aliyê hunermendên sûmerî li başûr dihatin neqişandin. Li cem wan lawir ji ber teşeyê xwe giring dihatine dîtin, ji ber vê yekê jî wan ew bi awakî sîmetrî û gelekî bêliv bi cih dikirin. Di ferşikê me de neqş ne bi bang, lê bêhtir bi awakî xwezayî hatine çêkirin, ew jî dihêle mirov biheste, ko ev komek ji garana lawiran e.
Bi mijara xwe, aliyê din ji ferşik hê balkêştir e. Yekî cotkar, haletê wî li pey dewarên cot di dest de ye û kûçikek di ser re hatiye danîn. Cotkar di dawiya dîmenekî de hatiye danîn û li pişt wî cihekî ferehî vala hatiye hiştin. Ev herêma ferehî vala, xêzên qurçikî, yên ber bi jêr de beldike. Tiştê din jî yê ko dihêle ew bêhtir dramatîkî be, lingê cotkarî ji erdê tê hildan e, ew weke ko ji qurçikê hatibe. Ev berveçûna bi pêş de, bi ling, laş û serê cotkar ber bi pêş ve hê xurtir dibe û lebt di lingên dewêr de jî xwiyadike. Dîmenê ji ferşikê Mozan bi levanîna xwe, gelekî ji hunerê hevrikê xwe li başûr pêşketîtir e, yên ko li ber xwe nedidan lebatê bi awakî wilo dramatîkî bineqişênin.
Sîramîk
Dema sîramîkê pêşî ta yê dawî, ko li Mozan hatine dîtin bi tenê drêjayiya hezar û pênc sed salî dikişêne. Sîramîkên herî kevn (destpêka sê hezar salên BZ) firaxên xweşikî rengê pirteqanî bûn, ew ji hudurû ve neqişandî bûn (weke ko li jor tê dîtin). Ji ber ko cara pêşî Sir Mallowan ew li taqê kûr, yê pêncan li Nînewa dabûn naskirin, êdî navê Nînevîte V li wan hatibû kirin. Teşeyên pêşî, yên firaxên hatibûne çêkirin, cêr bûn û piyaleyên piçûk bûn, ko dibe ji bona vexwarinê dihatin bikaranîn. Piştre cêrên mezintir dihatin çêkirin, lêbelê êdî ew nema ji wê kîla baş bûn.
Di dema dawiya Nînevîte V de, berhemekî nû ji sîramîkên gelekî rind dihate çêkirin, ew bi Firaxên madenî bi nav dibûn, ji ber ko bi şewtandina kîlê rengê alavên madenî bi wan diket. Firaxên madenî li vê herêma Xabûr hatine afirandin û pê bazirganî bi bakur û başûr re dihate kirin. Firaxên bi vî rengî li herêmeke fereh têne dîtin. Texlîtekî din ji sîramîk li herêmê bi ferehî tê dîtin, ko êdî navê Firaxên xabûrî lê bûye. Ew texlît digehe destpêka du hezar salên BZ, û ji ber kemberên ferehî ji rengên qaweyî û sorî tarî li dora firaxan, ew hesanî têne naskirin.
Di nav sîramîkên herî dawî de (ji nêzîkî sala 1500 BZ) piyalên risimandî hene, yên bi navê Firaxên nûzî hatine naskirin û ew gelekî, çi li qesr û qûnaxan û çi li avayiyên cemawerî be, her li bareş û her li baxerbê Mozan jî peyde dibin. Ji ber ko ev heyama dawî ye, ya niştevaniya Mozan, êdî ew nema li herêmê têne dîtin, lê teşeyên wan nazik in û motîvên wan xweser in (li jor xwiya ne).
Pûtxana şêr
(Pûtxana BA) Avayiya sereke di gir de hate vekolan: emê nefermî navê Pûtxana şêr (nîşana fermî pûtxana BA ye) li gor peykerekî piçûk, yê şêr ko li cihekî bel di hundurê avayiyê de hatibû dîtin, lê bikin. Fazên destpêkî, yên avakirinê (Faza A1a), ko hema bêje bi tevayî di vekolînan de hatiye vekirin, mirov dikare bigehêne nîvê sê hezar salên BZ (Destpêka Xanedaniya III di mijara Mezopotamiya de). Ew struktûreke mezin e (15 x 24.5 m), mirov ji başûr di ser rampeke bêdûzan re derbasî dibe. Serdanvanên derbasî eywanê dibûn divabû di rêke gelekî kûr ve herin, hingê bala wan diçû ber bi rexê rastê ve, li wir li cihekî hinekî navendî, lateke mezinî (gişt 1 x 1.5 m) stûnî hatibû danîn. Xwelî di kortikeke di serê wê de hate dîtin, û cokek jê diherikî nav cêrekî ko di erda xênî de hatibû çandin. Tê gomankirin, ko ew masa pêşkêşkirina goriyan ji xwedê re bû.
Guhertina modelê berê bû sedma avakirina du dîwaran li pey hev, û ber bi dawiya vê eywanê ve. Dîwarê pêşî zirav bû û ji kevir bû, ew yekser li pişt masa goriyan bû, û yê mezin ji kelpîçan bû, û nêzîkî dîwarê paş bû. Ev dîwar di şûna perda pişt şanoyê de bûn (faza A1b, li plan binere!). Peykerê şêr nêzîk li banî di nav kavilê dîwêr de hate vedîtin, û dibe ew di pûtxanê de di nav koma peykerên, ko nûneriya payebilindiya xwedê dikirin be. Herdû dîwarên dirêj, yên pûtxanê nêzîkî 1.6 metrî stûr in, û herdûyên kin du caran ji wilo stûrtir in. Dîwar ji kelpîçan hatine avakirin û bingeha wan gehaye latê. Berazên pala dîwaran û bircên anîşkan avayiyê bi hêz dikirin û ev hemû didine xwiya kirin, ko dive di asoyê heyama kevnare de, ew be cihê desthilatdariya bingehî li herêmê. Nêzîkî 100 parçên bronzî li herêma pûtxanê hatine dîtin.
Erê, ne bi gewdê xwe, lê Mozan Pûtxana şêr li Sûriyê ji wê heyamê ji yên herî mezin e, ferehiya wê gişt weke, avayiya Pûtxana D li Ebla û Aussenbau û Steinau I li Chuera ye (dibe ko ew jî weke pûtxanên tîpên atîs bêne hijmartin). Lê di wextê ko pûtxana Ebla li gor stûrbûna dîwarên xwe ji hundurû ve gelekî zirav bû, avayiyên Mozan (dibe ko Chuera jî) ji hundurû ve gelekî fereh bûn (gişt 9 m fereh). Ev kêşeya avakirina banê xênî derdixe meydanê. Ji nû ve avakirina avayiyê, li gor lêkolînên kûrî endazyarî, dipejirênin, ko dibe formeke destpêkî, ya banên sêçikî hatibe bikaranîn (çawa li jor tê dîtin).
Sê fazên din, yên avakirnê hatine naskirin, ya dawî ji heyama Xabûr ve ye (nêzîkî 1800 BZ). Vê yekê kir ko danîna avayiyan bi awakî radîkal were guhertin, dibe ko bi rastî ev be sedema ko êdî ew hê ji dawiya sê hezar salên BZ ve, hew weke pûtxanê hatibe bikaranîn.
Di vekolînên bi sînor de, çend srtuktûrên piçûk li herêma bakur û rojhilatê pûtxanê hatine dîtin, dibe ko, ew bi erkê xwe bi pûtxanê ve girêdayî bin û dibe, ko ne wilo be jî. Li cihekî ji wan, ew ferşikê bi dîmenê cot û cotkar neqişandî, û yê garana dilivî hatine dîtin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览605
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ku.wikipedia.org/
相关文件: 1
挂钩项目: 5
城市: Amuda
广场: 众议院
广场: 神器
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-06-2022
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on03-06-2022
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):03-06-2022
URL
此产品已被浏览605
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.411 KB 03-06-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
照片文件 1.0.310 KB 03-06-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
照片文件 1.0.210 KB 03-06-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
照片文件 1.0.121 KB 03-06-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,811
图片 106,252
书籍 19,333
相关文件 97,295
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!