图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,091
图片 106,708
书籍 19,299
相关文件 97,348
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurmancîya Laçîn ê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurmancîya Laçîn ê

Kurmancîya Laçîn ê
Kurmancîya Laçîn ê
Kamîz Sheddadî
Di warê ziman de hin xebat hatibû kirin. Lê paşê dever hat lexvkirin û xebatên li ser ziman jî hat rawestandin.

NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ
Kurdistana Sor li rojavayê Azerbaycanê ye, dikeve navbeyna Ermenistan û Qerebaxa Çiya. Ji bajarên: Kelbecer (Kavilbajar), Laçîn, Qubadlî, Zengilan û Cebraîl û gundewarên wan pêk dihat. Gundên azeriyên tirkîaxêv û kurdên kurmancîaxêv nav hev de bûn. Salên 1923-29 bi fermana hikumeta Sovyetê weke deverekî taybet bi navê Kurdistana Sor hatibû veqetandin. Li gorî statîstîka fermî sala 1929 hejmara kurdan li deverê 79 000 kes bûye (yên kurdî zanibûn).
Di warê ziman de hin xebat hatibû kirin. Lê paşê dever hat lexvkirin û xebatên li ser ziman jî hat rawestandin.
Şêniyên deverê mislimanin, şîemezheb in. Xwe weke kürmanc, zimanê xwe jî kürmancî binav dikin.
Dîroka peydabûna kurdan li Qafkasya û Azerbaycanê digihêje beriya îslamiyetê.
Sedsalên 10-12 dewleta Şeddadiyan bi serbajarê Gence beşekî mezin ê başûrê Qafqasyayê bi xwe ve diigirt. Bi hatina Selcuqiyan hukmê wan ne ma.
Assîmîlasyona ziman li wê herêmê hêj ji sedsala 19-an destpê kiriye.
Ta salên 1990-î 11gund li Laçîn, 6 gund li Kelbecer, 9 gund li Qubadli, 6 gund li Zengîlanê zimanê xwe (duzimanî) parastibûn. Lê dîsa jî zimanê esasî azerî bû. Lewma jî tesîrê azerî gelek li ser devokê heye, bi taybetî di fonetîk û sîntaksîsê de.
Salên 1992-93 ew devera bi navê Kurdistana Sor ji aliya Ermenistanê ve hat dagirkirin û şêniyên wê bi tevayî jê derketin û belavî tevaya Azerbaycanê bûn.
Vê gavê li wê deverê ne kurd, ne jî azerî tunene.
Di encamê de dever ji kurdan hat paqijkirin û zimanê kurdên wê deverê jî heta hetayê winda bû! Vê gavê kesên ji 50 salî jêrtir ji şêniyên Kurdistana Sor kes bi kurdî nizane.
Devokê Kurdistana Sor nêzî devokên Xorasan, Meraş, Meletî, Dîlok, Sîvas (qismen Rûha, û Efrîn) ê ye.
Taybetmendyên devokê:
.Gelek caran dengê ê di dawiya peyvê de dibe e:
.bave min; biraye min;
.Emî je Laçîne (Lêçîn) ten (Em ji Laçînê tên)
. Carna b dibe p:
.mînak: bin – pin
.Le pin siye dareke – Li bin siyê darekê;
.pîn – bîn (bîhn);
.pîstin – bihîstin: ezî depîzim – ez dibihîzim;
.parîn- barîn; şilli depari – baran dibare.
.peref kirin – berhev kirin;
.p`ar – bahar
Carna d dibe t:
.tîyan – diran, didan; tî – dîh, dêh, gund. (Dema Sovyetê de li Laçînê navê gundekî kurdan Zêrtî bû; bi wateya *Gundê zêrîn – ji ber rengê komunîstan);
.Dengê H-ya wek li deverên din di peyva “heft” (ح) di vê devokê tune/nîne.
.Komdengê “xw-“:
.xwe (xue, xwe)
.xuşk
.xorun (xwarin), xostin (xwastin) :ezî dexozum
.xandin, lê dexunum;
.Gelek caran di peyvên pirhêca de dengdêrê navîn tê şidandin:
.avva sar
.bavve min (bavê min); dakka wî (diya min, dayka min);
.lakka birê min (zaroka birayê min)
.ezî dellîzim; ezî deppîzim (ez dibihîzim)
.dellegur (dêlegurg, gurga mê)
CÎNAV
.Cînavên kesî yên xwerû:
.ez, tü, ew, em hûn, ew (îde, îne)
.Cînavên kesî yên çemandî/tewandî:
.min, te, we//wê, (e)wî, me, we, wan (ew(a)na)
.Cînavê veger: xwe (xue, xe).
.Cînavên nîşandêr:
.va, vî, ve, van;
.ew – van, ewan;
.yên nêzîk: îva (nêr) – eva (mê), ew;
.yên dûr: îha (nêr) – êha (mê);
.Cînavên nisbî (di devokê de li gorî cinsan nagorin):
.yehejmar: yê (ê); î, eha; pirhejmar: Mînak:
.Du lakkêne minî hene, yê gir doxtire, yê biçûk hu debi.
.Va texta kurt e, î dirêj bide min.
.Jina Husên mangan dedoşi, yê min pez dedoşi.
.Mange te pir şîr dedi, emma î min kem şîr dedi.
.Keçikêne min dexûnin, eha gir le sinfa heştan i.
.Ede ku van geppana depîstin, dekenîn (Yên ku ew gotin dibihîstin dikenîn).
.kes (ek), her kes, tukes, her teba (her tişt), qet teba, tu teba (tu tişt)…
.Cînavên enklîtîk/pêvekirî: -ê. Mînak:
.Ew zû dirave merik dejmiri, ded-ê (Ew zû perê mêrik dijmêre û didi-yê).
.Misto kerî xwe wenda deki, ew pir l-ê (le+wê/wî) degeri.
BERHEVDANA RENGDÊRAN
.komparatîv paşgira -tir tê bikaranîn; bo nimûne: çe – çetir; mezin- mezintir
.sûperlatîv: en mezin, lap mezin… je safk mezin (ji hemûya mezin)
HOKER
.çir(g), çiter (çawa)
.kînge, çiqas/çend
.safk (hemû),
.kujan (kîjan)
.Nimûne:
Tu çirg e? (Tu çawayî?)
Min weqas (weqes) be te got ku meçe mala cîrên, te ko neda geppê min! (Min ewqas bi te re got ku neçe mala cîran, lê te guh ne da gotina min).
– wer(g) (bi vî awayî), hawa, hawer (bi wî awayî), weqas;
Wer meke, hawa bike! – (Wisa neke, weha bike!)
– nalî, nastirê (mîna, weke);
Hokerên demî:
.cara, car-cara; (carinan, hin caran)
.duho (roja berî îro), huro (îro), suve (roja piştî îro), dusuve (du roj piştî îro), suve (danê sibê); nîro, êvarê, hişev, pêr (du roj berî îro), petrpêr (sê roj berî îro), hisal, par (sala berî îsal), pêrar (du sal berî niha).
.dêy (erê, belê), na/ne, belke
.dê çe! – gelek baş!
.da xarin nemaye.
.Komdaçeka komîtatîv: peve:
.Ez peve hevale xwe deçime Lêçîn (Ez bi hevalê xwe ve diçim Laçinê);
.Tu huro peve ke deşuxulu? (Tu îro bi kê re kar dikî?
.le rev (li gel, li cem):
Were, le rev min rûni (Were, li cem min rûne).
GIRÊDEK
.le, emma (ema, feqet, lakin)
.çunku, bevika (ji ber …):
.Emî nikayin heqqîde xwe bixozin, bevika ku dewlete me tunnu. (Em nikarin mafên xwe bixwazin, ji ber ku dewleta me tune).
loman
HEJMAR
Hejmarên tekane 1-9 : yek, dü //düdü, sê//se// sise, çar, pyenc, şeş, heft, heşt, nehe.
Hejmarên ji 11 ta 19: 11- dew//tew yek; 12- tew du; 13-tew se; 14-tew çar; 15- tew pyenc; 16-tew şeş; 17-tew heşt; 18-tew heşt; 19-tew neh.
Hejmarên dehane bi du şêwazî tên hejmartin:
1) de//deh(e), bîst, si//se, çel, penci//pencdeh, şest, hefta, heşta, no//noh.
2) 10-de(he); 20-bîst; 30- bîst deh; 40- du bîst; 50-du bîst deh; 60- se sê bîst; 70- se bîst deh; 80- çar bîst; 90-çar bîst deh.
21-bîst-i-yek; 22-bîst-i du; 23-bîst-se….
Hejmarên sedane: sed, dused, sesed, çarsed, pyencsed….
123 – sed-i bîst-i sise; 456 – çar sed-i pyenc-i şeş.
Hejmarên hezarane: hezar, duhezar, sehezar….
Hejmarên rêzî:
Ji bo çêkirina hejmarên rêzî paşgira “-an” tê bikaranîn:
roya şeş-an; sala pyenc–an…
NAVDÊR
Raveka pirhejmariyê : ”-an”, –ene, ”-îde”, ”-êde”, -in; nimûne:
Le Qûbadliye ti-y-êde kurmanc–an pir in (Li Qubadliyê gundên kurmancan pir in). Du-se ro-yan be şunda (Piştî bi du-sê rojan). Zaro-y-îde avva dekevin (Zarok(an) dikevin avê).
Manga–y-îde le çiyan deçeyrin. (Çêlek(an) li çiyan diçêrin)
Elîyî be tore masî-y-an degiri (Elî bi torê masiyan digirî).
Dar-îde le dor re-ne. (Dar(an) li dor rêne).
Be ro bav – dakke min-îde terin şuxul, ezekî le mektebe dexunim (Bi roj bav-dêya min diçin kar, ez jî li dibistanê dixwînim).
Pir hevale me-y-îde hene (Pir hevalên me hene).
Du lakke min-îde le Moskove dexunin (Du kurên min li Moskowê dixwînin).
Ew çû je dukane je Leyla ra kitab–ene hilgirt (Ew çû ji dikanê ji Leylê re kitêban kirî).
Le tiye me du bîst mal–ne hene, ew her du bîst mal–ne kurmanc in (Li gundê me çil mal hene, ew her çil mal kurmanc in).
Du-se kew-ede li sere tate hebûn (2-3 kew li serê zinarê hebûn).
Weke li zimanê edebî, di devoka KS de jî hemû navdêr raveka pirhejmariyê nagirin. Hin navdêr tenê bi yekhejmarê têne bikaranîn:
a) navdêrên eşya (herî (hirî), rûn, pendir, ard, ar (agir), şîr, k’ha (ka), toz, newut (neft), germî (pilaw) .. wd);
b) navdêrên abstrakt, ên ku bi alîkariya suffîksên -î, -tî hatine çêkirin (dirêjî, mezinî, bilindî, hevaltî, merîtî (mirovatî),…);
c) navdêrên hereketê, yên ji lêkeran çêbûyî (viyexistin (a ar: vêxistina agir), tirsandin, çûyîn, hilgirtin…);
d) navdêrên hereketê, yên bi alîkariya lêkerên “kirin” û “bûn” (paqişkirin, gewrkirin (sipîkirin), tewlihevkirin, dirêjbûn, sarbûn, girbûn û wd);
e) navdêrên , ku wateya bûyer an kiryaran nîşan didin (ba, serma, hewa, arsim (grîpp), şuxul û wd).
Raveka cinsan:
Nêr ( -î, -i, -e, -ê):
bivirek-î min
zaroyek-î be aqil
merîyek-î pîr
tîyan-ê wî têşi, lê tîyanek-î min têşi (diranekî min dêşe);
cîran-i me ademek-i çe yi (mirovekî baş e.)
Va lakk-ê min gir e (Ev kurê min ê gir e);
Çemandina navdêrên nêr:
ar-êr; aş-ê, k(h)a-kê, ga-gê, bira- birê
Eslan- Eslên
Laçîn- Lêçin
nêçîrvan- nêçîrvên, nan-nên, xizan-xizên; genim-gênim
Navdêrên mê (-a, -eki; -eke):
avv-a kaniye pir sar e
dakk-a min
xûşk-a min
mal-a met-a min
Le tiye me da malek-i filan heye (Li gundê me malekî ermeniyan/fileyan heye)
min sêvek-i sor da wî
Keçik-eki min le mektebe hu debi (Keçeke min li dibistanê hîn dibe)
ÇEMANDINA LÊKERAN
Gelo pêşgira berdewamiyê demên niha û roboriya domdar ”de-” (kêm caran t-) ye:
ezî de-şuxilim (ez kar dikim)
ez de-şixulim//de-şixuliyam
ezî ve-de-kim
min ve-de-kir
ezî te-rim (d(ih)erim, diçim)
ezî le-te-xim (lê dixim)
Xizanî hevdi te-xin (Zarok hevdu dixin);
Neyînîkirin:
ezî na-şixulim
ez ne-de-şixulim//ne-de-şixuliyam
ezî le-ne-xim
Pêşgira dema bêt (dema were, future): –e ye:
ez-e bi-şixulim
ez-e bixum; ez-e
Formên raweya indikatîv:
Dema niha (şixulîn, şandin, bûn)
ezî deşînim, deşixulim, debim emî deşînin, deşixulin, debin
2. tuyî deşînî(i), deşixulî(i), debî(i) hûnî deşînin, deşixulin, denin
3. ewî deşîni, deşixuli; debi ewî, ewîde deşînin, deşixulin, debin
Dema bêt:
1. eze bişînim, bişixulim, bibim eme bişînin, bişixulin, bibin
2. tuye bişînî(i), bişixulî(i), bibî(i) hûne bişînin, bişixulin, bibin
3. ewe bişîni, bişixuli, bibi ewe bişînin, bişixulin, bibin
Formên raweya subjunktîv
şertanî: ez bişixuliyama; min î bixwara
Neyînîkirina raweya fermanî bi me- ye. Bo nimûne:
meke, mexwe, vemexwe, meşixul, wemeyîn (neyîne), rûmeyîn (rûnene), vemeyex, rameyex, lemeyex (vênexe, ranexe, lênexe)!
PEYVNASÎ
Hin peyv di wê devokê de hene ku pir tên bikaranîn, lê li deverên din yên kurmancî nayên bikaranîn an kêm tên bikaranîn:
efsirin (ezî tefsirim): serma kirin
gep kirin: axaftin, xeberdan
safk: hemû, gişk
peve (peve hevdi): bi hev re, pev re, bi … ve (bi hevdu re)
xizan: zarok
çolik: toraq, lor
bivil: poz, bêvil
beçi:: tilî+pêçî
herd: erd
hisal; hiro; hişev: îsal. îro, îşev
tat: teht, zinar
rehet bûn: westiyan
vederketin: derketin
vederxistin: derxistin
bûy: dewet, zemaven
bevika: (ji ber …, ji ber sedema..)
dêy: erê,belê
PS: Strangotin û govendgirtina bi kurdewarî êdî nemaye. 40 sal berê tenê govenda Qaz-qaz dizaniyan…
Tiştek ji folklorê jî ne maye.
Mînakeke biçûk ji folklorê (Ji bo hezkirina zarokan):
Le pin siye dareke (Li bin siyê darekê)
Ez bikujim kareke
Her maleke pareke.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,363
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | zimane.me
相关文件: 1
挂钩项目: 11
小组: 文章
书: 语言
城市: Yerevan
文件类型: 原文
普罗旺斯: 前苏联
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 07-04-2022
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on07-04-2022
此产品最近更新( زریان سەرچناری ):07-04-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,363
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.169 KB 07-04-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,091
图片 106,708
书籍 19,299
相关文件 97,348
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!