图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,791
图片 106,048
书籍 19,350
相关文件 97,415
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Melayê Bateyî
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Melayê Bateyî

Melayê Bateyî
Melayê Bateyî
(1689-1755)

Navê Melayê Bateyî yê rastînî ‘Husên’ e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê (cild 6 r. 1113) de hatiye nivîsandin ku navê wî ‘Ehmed e. Her wisan nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Sêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.
Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê wesanxaneya Firatê ve, di sala 1992’yan de, li Stenbolê hatiye çapandin. Li ser pista wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertosî (Hesenê Ertosî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertos jî navê esîra wî ye. Ji xwe Bate gundê Ertosiyan e. Nivîskarê “Dîwana Kurmancî” Evdireqîb Yûsiv jî dibêje ku navê wî Huseyn e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv Huseyn bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Huseyn e'
Dibe ku navê wî Hesen- Huseyn be û Ehmed jî leqeba wî be.
Di helbestên xwe de tenê mexlesa Batî bi kar aniye. Lê belê di Mewlûda xwe de “Bate” xebitandiye û bi vê mexlesê wiha dibêje:
Bo cemî'ê muslêmîn û salîhe
Bo feqîrê Bate yê el fatîhe
Ji jînenigariya wî, tenê têzanîn ku ji esîra Ertosî ye. Li gundê Bateyê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Gora wî jî li wir e. Tê gotin ku li bajarê Miksê, di Medreseya Mîr Hesenê Welî de, digel mîrê Miksê xwendiye. Lewre di nav gel de, tê gotin ku Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hev du bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Ji ber vê yekê, her sal du sê mehan li cem hev diman û ev yek ji helbesteke wî jî tê zanîn.
Dibêjin ku sala dawiya temenê xwe, wekî gelek caran, demeke dirêj li cem mîrê Miksê maye û di dawiya werza payizê de, ji bo biçe mala xwe xatir ji Mîr xwestiye û bi rê ketiye. Dema gihîstiye Zozanê Berçelan tê gotin ku berf û bagerê dest pê kiriye û li wir çûye ber rehma Xwedê. Termê wî heta biharê li wir dimîne. Biharê termê wî dibînin ku serê wî li ser kitêbên wî ye û ev helbesta jêrîn di berîka wî de derdikeve.Helbest hinek hesifiye, besa ku hatiye xwendin ev e:

Ji çirya pasiyê pê da
Melayê Bateyê kanê
Sefer kêsa bi Miksê da
Li ser weqtê zivistanê

Zivistanê evî yolê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derdolê
Xwinavê girtî kêstanê

Xwinavê girtî nesrîne
Cemed çêbû li sewlîne
Girya me tê ji bo asmîne
Zerî nayêne seyranê

Zerî tên û diyar nabin
Cosil tên û sitar nabin
Çi cindî tên siyar nabin
Bûye tarî li kolanê

Bûye tarî û zulmate
Sir û serma ji nû hate
Yeqîn kanûn eda hate
Binêrin dax û kovanê

Binêr daxa me êxsîra
Xezam zer bûn rezê mîra
Reyhan barî di avê da
Reyhan barî di eywanê

Perîsan in li hingorê
Ji Comerza gola jorê
Mecalêd Berçela borî
Zerî nayêne seyranê

Melayê Bateyî, hem zanayekî pir mezin bûye û hem jî helbestvanekî sehraza. Bi qasî ku tê zanîn, ev berhemên wî hene:

1 - Mewlûda Pêxember Eleyhî Selat û Weselam
2 - Bi helbestên hêja xemilandî dîwanek
3 - Destana Zembîlfiros

Ev helbest ji dîwana wî ye:
Sibh û êvarê seva tarî semala kî yî tu
Leyletil Qedr û Beratin nûrê mala kî yî tu
Çîçeka Baxê Êrem soxî bala bejn û bala kî yî tu
Bo Xwedê key bêje min kanê sepala kî yî tu
Dêm ketîbe zulf û hasê serhê xala kî yî tu

Dilbera gerden sefîfî da newa dura eden
Nazik û mewzon letîfî nexlî ya selwa çîmen
Gul lêbasî gul qiyasî gultenî gul pîrehen
Ahoya desta Tetarî rehzena aska xeten
Horiya baxê bihistê çavxezala kî yî tu

Qiblegaha asiqan î sengela ebro zirav
Hate birca sanisînê sed melaîk çûn silav
Dax û kovana evînê sotî canê min tevav
Extera subha seîdî resreyhana ta belav
Filfila Hindistanî zulf û xala kî yî tu

Ew çi dêm e sahebax e gulsena daril qerar
Sed hezaran nal û awazê bilbil çar kenar
Helqe pêda besto hatin eqreb û îlan û mar
Nêrgîza sehla sepalî asemîna merx û zar
Leb xemosî mey firosî dêm piyala kî yî tu

Pêncî salî Sahlewendî kevtime çala resed
Min nizanim çerxî dêm e tê heye birca esed
Çengelek avête dil kun kir li min dad û meded
Qelbekî hisk û sefalîn min divêt can tê ebed
Sah li textî dilberî fikr û xiyala kî yî tu

Sefhe kêsa katibê xeybê ji nûra layezal
Xaleke wa l gerdenê mislê Berê Res mah û sal
Sed hezaran rekbe hacî tên tewafa zilf û xal
Netrek û setriy û îlan dane ber bayê simal
Layibali çarde xalî çarde sala kî yî tu

Sehkitêbek min divêt behsa muhubet bittemam
Sed tilism û sêhrê tê da pêk ve Suryanî meqam
Ebceda isqê me xwend û eql û winda kiro mam
Horiya baxê bihistê totiya tawus xeram
Xeyrê Batî padisaha min delala kî yî tu

Melayê Bateyî, di berhemên xwe de, kurmanciyeke gelek têkûz û bêçewtî bi kar aniye. Wisa dixuye ku di dema xwendina medreseyê de, li gelek medreseyan geriyaye û ji gelek seydayên zana û dilovan ders girtine; his û bîra wi jî di cih de bûye. Di helbestên wî de dixuye ku ew li gelek deverên Kurdistanê geriyaye û welatê xwe û cîhan bas nas kiriye.
Melayê Bateyî sala 1755’an, di temenê 66’an de, koçdawî kiriye û li gundê Bate hate vesartin. .

Çavkanî:
1) Borekeyî (Sefîzade), Sidîq; Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, cild 2, r. 418
2) Kurdo, Prof. Qanat; Tarîxe Edebiyata Kurdî, r. 65, Özge Yayincilik, Anqere 1992
3) Islam Ansiklopedisi, cild 6, r. 1113, Stenbol
4) Yûsiv, Evdireqîb; Dîwana Kurmancî, r. 45, 48, 50, 53,56, 137
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,003
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | saradistribution.com
相关文件: 3
挂钩项目: 5
小组: 传记
Cause of death: No specified T4 625
Country of death: 北库尔德斯坦
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Hakary
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
Place of death: Hakary
Place of Residence: Kurdistan
人键: 作者
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 21-03-2022
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on21-03-2022
此产品最近更新( زریان سەرچناری ):21-03-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,003
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.222 KB 21-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
照片文件 1.0.114 KB 21-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,791
图片 106,048
书籍 19,350
相关文件 97,415
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!