图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,804
图片 106,147
书籍 19,342
相关文件 97,361
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nirxandinek rexnegir li ser sîstema ezmûnan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nirxandinek rexnegir li ser sîstema ezmûnan

Nirxandinek rexnegir li ser sîstema ezmûnan
Nirxandinek rexnegir li ser sîstema ezmûnan

Dema behsa ezmûnan tê kirin, rasterast dibistan, mamoste û xwendekar tên bîra me. Di rastiyê de ezmûn ji yên di dibistanan de bi gelekî firehtir in. Ezmûn bi awayekî giştî tê wateya bi armanceke diyarkirî, lêpirsîna tiştekî yan jî kesekî ye. Derbarê wan de, hewldana naskirina rastiyan e. Ezmûn bi qad, dem û cih ve ne girêdayî ne, li hemû qadan, di her demê de û li her deverî dibe. Weke mînak; dema textor bi armanca naskirina nexweşiyê, pirsan ji nexweş dike. Dema zanyar tecrubeyan li ser zindiya yek şane dike. Dema xwediyê kargeha tirimbêlan beriya wan bifiroşe, tirimbêlan di ezmûnê re derbas dike...
Di tablêtên Sûmeriyan de diyar dibe ku wan 3000 sal B.Z ezmûn di dibistanan de bikar anîne. Tê gotin ku Çîniyan jî nêzî 2000 sal B.Z bi armanca naskirina asta karmendên xwe, her sê salan di ezmûnan re derbas dikirin. Di sala 1855’an de Zanîngeha Cambridge li Birîtaniya bi awayekî fermî ezmûn ji bo xwendekaran bikar anîn. Di sîstemên perwerdê yên heyî de armanca ezmûnan pîvandina asta têgihştina xwendekaran a mijarên di pêvajoyekê de bi wan re derbasbûyî ye. Li gorî sîstemên perwerdê ezmûn, lêpirsîneke giştî ye ku bi rêya wê têgihiştina mijarekê ji gelek aliyan ve tê pîvan. Eger ezmûnên dibistanan bi vî awayî bin, ew vê tiştê pêk tînin. Gelo bi rastî vê yekê dikin?
Di civakê de gelek caran pirsname tên pêkanîn. Di wan pirsnameyan de tenê beşek biçûk ji civakê tê armancgirtin (ji 500 heyanî 1000 kesî). Li gorî bersiva wan, nerîn li ser civakê tê giştîkirin. Di rastiyê de beşê mezin ji civakê (dibe ku bi milyonan be) nerîna xwe nedaye û li gorî vê, encama pirsnamê şaş e. Di dibistanan de jî heman tişt dubare dibe. Di yek saetê de û tenê bi pênc şeş pirsan derbarê qadeke fireh weke bîrkarî, dîrok an zanyarî ku xwendekar herî kêm çend mehan pê ve mijûl bûye, asta wî bi pileyekê tê diyarkirin. Ezmûn tenê beşek biçûk ji agahiyan dişopîne, asta têgihiştina xwendekar di beşê mezin de nayê şopandin. Di avakirina ezmûnan de bijartina hin parçeyan ji naverokê, qet nikare bibe nimûneya têgihiştina giştî.
Her tim behsa sê taybetmendiyên bingehîn ên ezmûnên serkeftî tê kirin; objektîfî, durustî û domdarî. Ya yekem, dema bandora mamoste li ser pileya xwendekar tune be, wê demê dibêjin ezmûn objektîf e. Gelo ji bilî mamoste, tişteke din bandorê li pileya xwendekar nake? Her kes behsa mafê zarokan û parastina wan ji tûndî, lêdan, tirsandin, tecawiz, pêkenîn û hwd dike. Ti kes qet behsa sîstemên ezmûnan û bandorên wan yên xirab li ser xwendekar û malbatên wan nake. Di demên ezmûnan de tirs û heyecan ji dilê xwendekar dernakeve, bandora wê li malbata wî jî dike, gelo wê karibe derbas bike yan na? Pêşeroja wî bi ezmûnan ve tê girêdan. Bandora herî xirab ne tenê li ser pileya xwendekar, li ser jiyana wî jî ye (gelek xwendekaran ji tirsa ezmûnan xwe kuştine). Ya duyem, durustî ye. Dema ku ezmûn tişta tê xwestin bipîve, wê demê tê gotin ezmûn durust e. Tê zanîn ku armanca ezmûnan naskirina asta têgihiştina xwendekar a zanistî ye. Weke me li jor diyarkirî, gava ezmûn tenê beşekî biçûk ji naverokê çarçove dike, wê demê pîvana asta têgiştina xwendekar jî nîvçe dimîne. Dibe ku ezmûn karibe asta ezberkirin, fêmkirin, analîzkirin an jî şîrovekirina mijarekê bipîve, lê belê gelek tiştên din hene ezmûn bi ti awayî nikare bipîve weke cesaret, biryardayîn, rêbertî, mereq, dilnizmî, dilovanî, bawerî û hwd. Ya sêyem, domdarî ye. Gava ezmûn di heman rewşê de li ser heman kesî were dubarekirin û heman encamî bide, wê demê tê gotin ku ezmûn domdar e. Gelo ev pêk tê? Bi rastî ev qet û bi ti awayî pêk nayê. Ji ber ku her mirov di du deman de heman rewşê jiyan nake. Gelek tişt bandorê li mirov dikin. Dibe ku îro bersivên wî bi rengekî bin û sibe bi rengekî din bin. Hestên di wê kêliya ezmûnê de jiyan dike, bandoreke mezin li bersivên wî dike. Ji ber vê yekê ne mumkin e ku encamên xwendekarekî di dubarekirina ezmûnekê de heman be.

Zagona Kampbell
Civaknasê Emerîkî Donald T.Campbell hîn di sala 1976’an de dît ku wê bi ezmûnan re pirsgirêkeke mezin derkeve: “dibe ku ezmûnên destkeftinê di rewşên dersdayînên normal û bi armanca jêhatîbûna giştî de, nîşaneyên serfiraziyê bin. Lê belê dema ku armancên dersdayînê bibin di ezmûnan de bidsetxistina pileyan, nirxê xwe wekî nîşaneyên rewşa perwerdê winda dikin û pêvajoya perwerdê berovajî dikin.” Kampbell vê mînakê li ser civakê giştî dike: “Çiqas ku di warê polîtîka û endezyariya civakê de ji bo biryardanê nîşaneyek hejmar (rêjeya ji sedî, hejmarek, yekeyeke pîvandinê, rêzkirin û hwd) weke hêmanek sereke were bikaranîn, her ku dibe faktora xirabkirina pêvajo, pergal û sazûmanên civakî a ku ji bo şopandina wan hatiye amadekirin.” Ev gotin wek ‘Zagona Kampbell’ tê naskirin.
Pirsgirêka herî xirab, ew e ya ku Kampbell beriya nêzî pêncî salî destnîşankirî. Sîstemên perwerdê yên heyî her tiştî li gorî ezmûnên dawiya sala xwendinê ava dikin. Mamoste, xwendekaran tenê ji bo ezmûnan amade dikin û xwendekar jî ji bo di ezmûnan de baş binivîsin, dixwînin. Dibistanên taybet, korsên taybet û mamosteyên taybet (hemû bi pere ne) tev ji encama vê sîstemê ne. Xapandin dibe encama herî xirab a vê sîstemê. Xwendekar ji bo pileyeyên zêde kom bike, mamoste dixapîne, mamoste jî ji bo asta xwendekarên xwe bilind nîşan bide, rêveberiyê dixapîne û rêveberî jî bi heman sedemî otorîteyê dixapîne. Li gorî zagona Kampbell di civakê de jî heman nexweşî dubare dibe. Dema ku di her qadeke civakê, her sazî û her dezgehekê de bi hejmarekê yan jî rêjeyekê pîvana serkeftina karekî nîşan didin û biryar jî li gorî wê hejmarê be, wê demê wê mereq û armanca wan ne serkeftina kar be, wê armanc rêje be ango ew hejmar bi xwe be. Ji xwe xirabûn ji wir dest pê dike. Êdî pêkanîn û pêşketina civakî li paş dimîne, di çîna otorîteyê de ya herî li pêş dimîne nîşaneyên pêşketinê ne, ne pêşketin bi xwe ye. Ango dîsa ew hejmar bi xwe ne.
Sîstemên perwerdê yên heyî afirandinê weke metayeke di qaliban de hatî çêkirin, dikujin. Her tişt di qalibên ezmûn û encamên wan de tên dorpêçkirin. Hiş û aqilê xwendekar di feleka pileya dawiya salê de digere. Piştî ezmûnan jî, her tişt tê jibîrkirin. Piştî ku xwendekar xwendina xwe diqedîne û derbasî karekî dibe, weke ku qet ew kar nedîtî ji nû ve fêr dibe. Di jiyana rastî de gelek zehmetiyan dikişîne.
Pêwist e were zanîn ku bingeha perwerdê ne pêşbirk e, lê belê li ser kêrhatin û pêşketina civakî avabûn e. Tişta ku zanînê bi xwendekaran şêrîn dike, mereq e. Dema ku perwerde ji ezmûnan rizgar bibe, bi civakê ve rasterast girêdayî be, wê mereqa xwendekaran jî zêde bibe. Ji bo pîvana asta xwendekar, li şûna qalibên ezmûnan, şopandina çalakiyên rojane were bikaranîn. Nirxandin jî li ser bingeha wê şopandinê esas were girtin. Ev jî rasterast bi minhac ve girêdayî ye. Pêwist e minhacê di qalibê teorîk de û ji civakê dûr were guhertin. Dibe ku ev karekî zehmet be, ji bo mamosteyan barekî giran be, lê belê rêyên derbaskirina vê tiştê jî hene. Destpêkê pêwist e mamoste baş werin perwerdekirin “perwerdeya destpêkê”. Ji bo mamosteyên li ser kar jî “perwerdeya berdewam” hebe. Dibe ku bandora kesayeta mamoste “alîgirî” li ser nirxandinê hebe, çavdêrî û şopandina berdewam wê vê pirsgirêkê çareser bike. Di dawiyê de ji bo guhertineke rastîn, pêwist e pile ne wek dawiya nirxandinê lê belê wek xala destpêkê were dîtin.

Rûbar Mihemed[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览589
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | pndk.org
相关文件: 1
挂钩项目: 1
小组: 文章
Publication date: 28-07-2021 (3 年份的)
书: 教育
城市: Qameeshly
城市: 萨南达季
城市: Amed
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 19-03-2022
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on19-03-2022
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):19-03-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览589
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.173 KB 19-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,804
图片 106,147
书籍 19,342
相关文件 97,361
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!