Nivîskar: Abdusamet Yigit
Şêwe: felsefe
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2015
Weşanxane: Soran
Rûpel: 135
Aqil, zêhn û ziman, pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e. Pirtûk, weke pirtûkeka felsefeyê, li ser aqil re hebûna zêhnê û ziman bi hevdû re şîrove dike û tînê ser ziman. Di pirtûkê de ji zaroktiya mirov û heta mazinatiya mirov, pêşketina mirov li ser aqil re bi zêhnê wî û ziman re tînê ser ziman. Pirtûk, weke pirtûkeka felsefeyê ya aqil û ziman e. Çerçoveya pirtûkê jî, weke çerçoveyeka ku bi gotina zêhnê re tê ser ziman. Li ser ziman re teorîya zêhnê û pêşketina aqil a mirov re bi dîrokê re çawa bûya, bi berfirehî li ser wê disekinê. Pirtûk, di vê çerçoveyê de weke pirtûkeka felsefîkî û zanistî ye.
Pirtûk, ji destpêkê û heta dawî, hewl dide ku zêhnê mirov, pêvajoya pêşketina zêhnê mirov bi asta zanista roja me re werêne ser ziman. Di vê çerçoveyê de weke pirtûkeka zanistî jî, mirov dikarê bêne ser ziman. Pirtûk, di çarçoveya teoriya zanista zêhnê de hatiye nivîsandin. Di pirtûkê de gotinên bi zêhnê ku di nava civatên kurdan de hatina ser ziman, hatina naqandin û bi wan zêhnê mirov, pêşketin û pêvajoyên wê ên pêşketina hatina hanîn ser ziman. Bizanistî, teoriya zêhnê bi pêşketina mirov a di jiyanê de çawa divê ku mirov fahm bike, nivîskar di pirtûkê de pirr zêde li ser wê serî wastandiya. Pirtûka aqil, zêhn û ziman, teoriya zêhnê bi pratîka jiyanê re û bi ziman re tîne ser ziman. Têkiliya di nava aqil û ziman, ziman û pêşketina mirov û zêhnê mirov de çawa ye, li ser wê disekinê. Nivîskar, bi berfirehî, di pirtûkê de li ser têkilîya di nava zêhn û ziman de disekinê.