ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,771
画像 106,063
書籍 19,347
関連ファイル 97,376
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Kurd û mucîzeya cîhana modern
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurd û mucîzeya cîhana modern

Kurd û mucîzeya cîhana modern
Kurd û mucîzeya cîhana modern
Diyako Şasiwar

Gelo hikmetek li Kurdistanê heye ku bangî Žižekan bike û wisa bike ku dema ew feylesof hatine Kurdistanê, poşman nebin?
Tora Medyayî ya Rûdawê vê dawiyê hevpeyvînek bi feylesof û profesorê navdar ê cîhanê #Slavoj# Žižek re kiriye, fikir û nêrîna wî ya herî dawiyê derbarê kurdan de belav kiriye. Žižek bi zelalî û bê ti xwe vedizînekê, behsa kurdan dike. Berî niha jî nêrîna vî feylesofî derbarê kurdan de, bi taybet derbarê kurdên Rojavayê Kurdistanê de hatibû belavkirin. Tevgera azadîxwaz ya rojavayê Kurdistanê ji ber girêdana wê bi hizra çepgiriyê re, demeke dirêj e ku bala beşek ji feylesof û hizirmendên cîhanê kişandiye. Weke mînak, berî niha jî feylesof û zimazanê navdar ê amerîkî Noam Chomsky, çend caran derbarê kurdan de, bi taybet kurdên Rojavayê Kurdistanê de axiviye û tevgera wan weke rizgarkerê cîhanê daye nasandin. Ji bilî wê beşeke zêde ji çepgirên cîhanê hevsoz û piştgirê vê tevgerê ne. Weke mînak, tevgera Êlekzerên Fransayê” (yellow vests) wê demê bi fermî ragihandin ku ew sîstemeke weke sîstema Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dixwazin.
Slavoj Žižek jî berî niha li ser kurdên rojhilat û rojavayê Kurdistanê axivîbû. Weke mînak derbarê bandora kurdên Rojhilat li ser şoreşa nû ya Îranê de axiviye ku bi şoreşa jin jiyan azadî hate naskirin. Ew di wê baweriyê de ye ku slogana jin jiyan azadî sloganeke pêşketinxwaz û şoreşgêrane ye û sloganeke weha ji bilî Kurdistanê li çi devereke din a Îranê nikare serî hilde.
Slavoj Žižek di hevpeyvîna xwe ya vê dawiyê de dibêje demeke dirêj e hêvî dike ku bikare serdana Kurdistanê bike, berî belavbûna vîrûsa koronayê xwestiye serdana Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê bike. Lê xuya ye ku nekariye, niha jî hêvî dike, eger derfet çêbe bikare serdana her parçeyeke Kurdistanê bike. Tevî ku ew di gotinên xwe de dibêje ku Başûrê Kurdistanê jî mînakeke cuda ye, ji tevahiya Iraqê cuda ye û sîstema wê ya siyasî û akademîk taybet e, lê dibêje ew weke pêwîst çeprew nînin.
Di vê hevpeyvîna Žižek de du mijarên giring hene. A yekem ev e ku berdewam dibêje ew hez dike serdana Kurdistanê bike, ji ber ku bi navçeyeke ciyawaz ji tevahiya Rojhilata Navîn dide zanîn, ji ber wê dixwaze wî welatî bibîne. Ya duyem ev e ku behsa şiroveya rojhilatnasan li ser erdê kurdan dike.
Wek tê zanîn niha kurd giringiyê bi vê yekê didin ku berî niha biyaniyan û bi taybet ewropiyan derbarê kurdan de çi gotine. Gelek pirtûk li ser vê mijarê li Başûrê Kurdistanê tên weşandin, ku beşeke herî zêde ya wan bê mifah in û bi hederdana samanê giştî ye. Weke mînak behsa kurdan di sefernameyên îraniyan de hwd ku ev cureyên pirtûkan ji bilî wê yekê ku bi zimanekî xerab, ne kurdî û ne zanistî hatine wergerandin, di naveroka wan de jî tiştek nîne.
Armanca min ji vê nivîsê nîşandana nêrîna nivîskarên rojavayî ye derbarê kurdan de. Bi dehan pirtûk li ser vê mijarê hatine nivîsandin.
Slavoj Žižek bi çavekî rexnegirane behsa wan nivîsên rojhilatnasan dike û behsa wê yekê dike ku ev nivîsîn û rastiya Kurdistanê çiqas dûrî hev in.
Žižek dibêje ew dîmenê ku di dema gencîtiyê de li ser Kurdistanê di bala wî de bû, ji encama nivîsên wan pirtûkan bû ku kesên rojavayî derbarê Kurdistanê de nivîsîne. Ew di vê baweriyê de ye ku wan nivîskaran wêneyekî nerast û dijminkarane ji kurdan nîşan dane. Ew dibêje ku ev nivîskar xelkê kurd weke kesên şêt û bêhuner didin nasandin. Lê bi têgihiştina xwe ya niha, piştî ku kurd nas kirine û zanyarî li ser wan kom kirine, ew têgihiştina berê bêwate bûye. Ew dibêje, niha Kurd mînaka kesên jêhatî û têgihiştî yên Rojhilata Navîn in û ne tenê dikarin hemû Rojhilata Navîn biguherin, lê ew dikarin cîhanê jî biguherin. Ji ber wê Žižek dibêje kurd mucîzeya cîhana modern in. Her ji ber wê yekê dibêje; kurd ne tenê dikare bibe mînak bo welatên derdora xwe, lê ew dikare bo hemû cîhanê jî bibe mînak. Žižek dibêje kurd li Rojhilata Navîn di warê hizrî de gelek pêşketî ye.
Di dawiyê de ew feylesofê navdar pêşniyar dike ku kurd bi rêya cîhana dîjîtal û bernamesaziyê bibe pêşengê pîşesaziya serdemê, bê ku li pîşesaziya kevin vegere. Ew dibêje ku hêviya min a herî dawiyê ev e ku ez serdana Kurdistanê bikim, îcar her parçeyekî Kurdistanê be.
Tevî ku Žižek kesekî navdar û giring ê cîhana hizrî ya vê serdemê ye, bo kurdan jî pir giring e ku yek ji feylesofên herî navdar ên cîhanê hêviya vê yekê dike ku ji nêzîk ve wî welatî bibîne û serdana zanîngehên wê bike.
Li vir a ku giring e têgeha siyasetvan û zanîngehên Başûrê Kurdistanê ye. Eger hewlek derbarê têkiliyên fikrî û peywendiyên siyasî û lobîkirinê li Kurdistanê hebe, divê zanîngeh û siyasetvanên Başûr bi hembêzeke vekirî, Slavoj Žižek weke hizirmend, akademîsyen û feylesofekî mezin bang bikin û amadebûn û nêrîna wî bi rêya medyayê bigihînin hemû cîhanê. Heta ku ereb, tirk, faris û rojavayî carekê ji zimanê vî feylesofê mezin rastî û dirustiya, hez û hêviyên mirovê kurd nas bikin.
Bêguman hebûna kesekî wek Žižek li Kurdistanê pileya fikir û hizra siyasî û rewşenbîrî ya xelkê kurd nîşan dide. Ne wek derbasbûna hin sîxurên –nivîskarên kurd ên îranî ku xwe bi navê Rojhilatê Kurdistanê ve mijûl kirine lê di rastiyê de ew ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine erkdarkirin, henekan bi kurdên Rojhilatê Kurdistanê dikin, mişexoriyê li ser nebûna siyaseta çandî li Başûr bûye karê wan ê sereke. Ya ku niha ji dîplomasiya çandî û plana ferhengî giringtir e, hebûna kesayetiyekî bibandor ê biyanî û kurdên xwedî ezmûne li cihên giring ên Kurdistanê ye. Nek ev kesên ku qaşo nivîskar in û ji aliyê kesên nezan û gendel bi navên nivîskar û wergêr ji Tehranê ve bo Silêmaniyê bo festîvalên wek Gelawêjê tên bangkirin û piştre henekan bi aqil û statuya kurdan dikin. Gelo hikmetek li Kurdistanê heye ku bangî Žižekan bike û wisa bike ku dema ew feylesof hatine Kurdistanê, poşman nebin?[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは28表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 13-05-2024
リンクされたアイテム: 6
グループ: 記事
Publication date: 17-09-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
ブック: クルド発行
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 10-05-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 14-05-2024
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 13-05-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは28表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.18 KB 13-05-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,771
画像 106,063
書籍 19,347
関連ファイル 97,376
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.125 秒(秒) !