ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,439
画像 105,007
書籍 19,489
関連ファイル 97,486
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Mekanîzmên desthilata Tehranê ji bo asmîlekirina gelê Kurd
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mekanîzmên desthilata Tehranê ji bo asmîlekirina gelê Kurd

Mekanîzmên desthilata Tehranê ji bo asmîlekirina gelê Kurd
Mekanîzmên desthilata Tehranê ji bo asmîlekirina gelê Kurd
Roj Qadirî

Desthilata #Tehranê# hertim hewl daye ku bi mekanîzmên “zext û hêz” yan “çewtekarî, propagende û şerê nerm”, xwe bi ser gelên wek Kurd, Belûç, Ereb û yên dinê de bisepîne û rê nede ew gelane bîr ji nasnameya xwe bikin û li pey maf û daxwazkariyên xwe bikevin. Setratejiya Tehranê bi mebesta jêrdesthêştina gelên dinê, asmîlekirina wan e. Bi vî rengî, desthilatên Tehranê di berdewamiya dîrokê de hewl dane Kurd kêmreng bikin û di navxwe de bihelînin; Bo mînak hewl dane Kurd bi neteweya Îranê yan jêr girûpa Îranî pênase bikin. Herwisa zimanê Kurdî wek zareveyekî Îranî pênase bikin û hilkeftên Kurdî yên hevşêweyên Newrozê wek hilkeftên Îranî di saziyên navdewletî de bi navê xwe tomar bikin.
Di vê gotarê de em ê bi kurtasî tekeziyê li ser wan mekanîzmên ku desthilata Tehranê bo asmîlekirina gelê Kurd jê sûd wergirtiye, bikin.
Şerê derûnî
Yek ji mekanîzma asmîlekirin û hewldan bo piçûkkirina gelê Kurd, şerê derûnî ye ku Fars li Îranê û Tirk li Tirkiyê li dijî Kurd bi rê xistine; Bo mînak, sivakayetîkirin, bi gundî nîşandana Kurdan, bi paremayî nîşandan û nîşandana Kurd wekî xelekî kovî û nexwendevar di nav medyayên fermî û çapemeniyên xwe de. Ev tenê hinek ji wan şerên derûnî ne li dijî Kurdan.
Hevdem Kurdan wek “sînorparêzên bi xîret” (merzdaranê xeyûr), “Kurdên delal” (Kurdhayê ezîz) û “Kurdê Îranî” bi nav dibin û bi vî rengî mehtê Kurdan dikin ku di rastî de bi mebesta xapandin û bi gêjzanîna wan e û di çarçoveya şerê nerm û siyasetmedariya dagîrker de tê hesibandin. Encama vî şerê derûnî ew e ku takê Kurd hişyar û bi ageh nebe, hest bike ku Kurdî axiftin û lixwekirina cilê Kurdî şerm e, lewma hewl bide bi curekê reftarê bike û bipeyive ku rizamendiya dagîrker bi dest bîne ku çiyê din wan bi pêkenok hesab nekin! Eger takê Kurd bikeve wê davê, dagîrker gihîştiye armanca xwe, lê eger takê Kurd hişyar be, nakeve wê davê û hewl dide dagîrker pûç bike.
Koç û veguhastin
Bi dehan hezar Kurd bi neçarî ve bera xwe dane karê kolberiyê û rojane xwîna wan dirije û tevî wê yekê jî, rejîma Tehranê rêya geşebûna aborî ya Kurdan girtiye û bi dehan sal e Kurd ji bo dabînkirina debara xwe, bi neçarî ve avareyê parêzgehên navendî yên Îranê û welatên dinê bûne.
Givaşa jiqasderçûyî ya aborî, hin ji Kurd neçar kiriye ku warê xwe bi cih bihêlin û koçberê navçeyên dinê bibin. Ewa jî rêyek dinê ye ku rejîma Tehranê girtiye berahîka xwe, çimkî hin Kurdên ku nîştecihê parêzgehên dinê dibin, bi hêsanî têne asmîlekirin û di nav gelên dinê de têne helandin, lê tevî wê yekê, em hêşta jî dibînin ew Kurdên ku bi neçarî ve koç kirine yan di berê de bo navçeyên Xorasan û Qezwînê hatine veguastin, heta astekê Kurdbûna xwe parastine yan mijûl in nasnameya xwe peyda dikin.
Berfirehkirina bê hêvîtiyê
Mekanîzmek dinê bo asmîlekirina gelê Kurd, berfirehkirina bê hêvîtî ye. Netewa bê hêvî û bê çare, bi yekcarî dev ji xwe berdide û dest ji şoreş û serhildanê hildigire û xwe radestê desthilata serkutkar dike. Gelê Kurd, neteweyeke serkêş û şoreşvan e ku ti carî serê xwe bo zilmê netewandiye. Dagîrkerên Kurdistanê ji bo wê ku Kurdan bixine qedeman, şerekî derûnî û westandinê daye meşandin. Rojane kolber û şoreşvanan dikuje, bi berdewamî girtiyan bi dar vedike, bi kom wan digire û xelk bi hejar hêlaye. Eva tevlîheviyek ji şerê “nerim û zext”ê ye.
Rejîma Tehranê bi sîstematîk û rojane, Kurdan dixe girtîgehê yan dikuje; Bi vî rengî, girtin û rijandina xwîna takê Kurd asayî dike û hewl dide siya tirsa xwe bi ser civaka Kurdistanê de tarîtir bike. Armanca vî şerê derûnî, bê hêvîtîxistin di nav dilê takê Kurd de ye. Ger rejîma dagîrker a Tehranê xercek zêde ji bo vî şerî daye, lê em dibînin roj li pey roj ew beşên Kurdistanê (wek Kirmaşan û Îlamê) ku bi salan e hewl daye Kurdayetî tê de reş bike, hesta nasnamexwazî tê de mezintir dibe.
Sepandina zimanê Farsî
Yek ji girîngtirîn emraz bo helandina gelê Kurd, sepandina zimanê Farsî ye. Rejîma Tehranê ku sedan sal e “çek” û “desthilat” di ber dest de ye û wan hemûyan wek emrazekê bo piçûkkirin û jinavbirina zimanê Kurdî bi kar aniye. Sivikatîkirin bi zimanê Kurdî, yek ji xuyatirîn mekanîzman e ku sûd jê wergirtine bo wê ku takê Kurd şerm bike bi Kurdî biaxive. Heta sûd ji saykolojîk û zanista derûnnasî wergirtine û bi henekkirin û sivikzanîna zimanê Kurdî, hewl dane kasayetiya takê Kurd biherifînin da ku axavtin bi zimanê dayîkiya xwe li cem wî\wê şerm be û Farsî axavtin bi pêşketîbûnê bizane.
Ev di demekê de ne ku ji ber bihêzî û resenetî, dewlemendî û serbixwebûna zimanê Kurdî, em dibînin ev zimane roj li pey rojê zêdetir ber bi pêş ve diçe, lê di hember de tevî xercek zêde ya salane ji bo ferhengên zimanê Farsî û tiraşîn û dizîna peyvan ji zimanên dinê, zimanê Farsî nekariye xwe di bin serdestiya zimanê Erebî de derbas bike.
Di encamê de ziman, ew nasnameya girîng e ku ger neteweyek neparêze, bi derbasbûna demê re ew gele piştî guherîna zimanê xwe, kultûr, adet û resenatî û hemû pênaseyên xwe didorîne û xwe di nav kincê gelê serdest de dibîne û tê helandin û bi tevahî tê asmîlekirin.
Dawî
Asmîle, çekek metirsîdar e ku rejîmên totalîtare û dagîrkerên Kurdistanê ji bo helandina gelê Kurd sûd jê werdigirin û pêwîst e takê Kurd bizane di kîdera wê lîza siyasî de cih girtiye, çimkî te takê Kurd şêwaza şerkirina wan zanî, wê demê dizanî pêngava te ya paşerojê divê çi be û ew jî berevanîkirin e ji nasnameya Kurdî bi hemû beşên wê ve.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは23表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 08-05-2024
リンクされたアイテム: 6
グループ: 記事
Publication date: 25-11-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
ブック: クルド発行
プロヴァンス: Kurdistan
プロヴァンス: イラン
プロヴァンス: 東クルディスタン
都市: Taran
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 08-05-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 20-05-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 20-05-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは23表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,439
画像 105,007
書籍 19,489
関連ファイル 97,486
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - PDF - 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - Publication Type - 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 伝記 - 性別 - 女性

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.578 秒(秒) !