ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,707
画像 104,774
書籍 19,297
関連ファイル 97,585
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Newroza Meşxelên Rizgariyê remzek bo yekgirtina netewa Kurd e
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Newroza Meşxelên Rizgariyê remzek bo yekgirtina netewa Kurd e

Newroza Meşxelên Rizgariyê remzek bo yekgirtina netewa Kurd e
Newroza Meşxelên Rizgariyê remzek bo yekgirtina netewa Kurd e
Keyhan Mihemedînijad

Newroz ku yekemîn hilkefta dîrokî ya gelê Kurd e û hebûna Kurdan nîşan dide, ji bo tak bi takê Kurd taybetmendiya xwe heye û her sal gelê Kurd bi şêweyên cuda vê hilkefta dîrokî û folklorî bi rê ve dibe.
Bi sedema wê ku netewa Kurd welatek serbixwe nîne û bi ser çar parçeyan de hatiye parvekirin û beşeke axa wê di bin destê dagîrker de ye, neçar e Newroza xwe bi şêweyên cuda pîroz bike. Lê îsal bi saya hin saziyên kultûrî û kesayetiyên xuya û navdar yên gelê Kurd, Newroza Kurdewarî bi şêweyekî cuda tê lidarxistin ku ew jî “#Newroza# Meşxelên Rizgariyê” ye.
Ger mirov mêze dike keç û xort û pîr û kalên Kurd bi awayekî hişyarane ve ber bi pêşwaziya Newroza Meşxelên Rizgariyê ve hatine û bi lixwekirina cilûbergên netewî û bikaranîna hin nîşaneyên netewî yekgirtina gelê Kurd ji hemû demekê zêdetir bihêztir û xurtir dikin.
Di Newroza îsal de çend tiştên gelek girîng têne dîtin, ya yekem meşxelên agir in ku bi ronahiyek bi hêz ve têne dîtin ku gelê Kurd çanda xwe ya hezar salan ji bîr nekiriye û bi meşxel û agirê ronahî ve ber bi yekgirtinek giştgîr ve diçe; ya duyem lixwekirina kincên Kurdî û li stûkirina axabanî yan gulwenî ye ku nasnameya gelê Kurd e, bi taybetî kincên Kurdî ku çendîn sal e dagîrkerên Kurdistanê dixwazin bi hemû şêwazekî wan li ber çavên takên Kurd bilewitînin (lekedar bikin) û bi cileke çiyayî bidine nasandin, lê takên Kurd ên hişyar û nasyonalîst, derbeyeke giran nav çavê neyaran xistin û nasnameya xwe lixwe kirin û bi dîlankirinê dane zanîn ku eva axa bav û kalên me ye û hûn nikarin bi darê zorê me biçewsênin; a sêyem dîlankirin e, dîlan û govenda Kurdî tijî ye ji çîrok û biserhatiyên gelê Kurd û bi zimanê nimayişî û hereketên pê û destan ji me re dîrokek tejî ketin û rabûn nîşan dide; lewma keç û xortên Kurd di Newrozê de bi dîlanên rengareng wê hilkeftê pîroz dikin.
Dirûşmên Newroza îsal bi rastî hêvîbexş in û em dikarin wan dirûşmên netewî bibînin: “Di Newroza îsal de em ê bi gurr û ronahiya meşxelên xwe yekîtiya neteweya Kurd û Kurdistaniyan geş bikin. Giştgîrbûna Newroza Meşxelên Rizgariyê, dikare sînorên destçêkirî yên neyaran bo parçekirina Kurdistanê bê wate bike. Bi xwedîderketin ji Newroza Meşxelên Rizgariyê, em dikarin dîwar û astengiyên berbelav yên di nav malên Kurdan de hilweşînin û yekîtiya gelê Kurd xurtir bikin. Divê takê Kurd girîngiyeke zêde bide cilûbergên Kurdî, ji ber ku ew sembol û nasnameya me ya netewî ne. Em ê bi meşxelên xwe çiya û bajarên Kurdistanê ronahî bikin”.
Ev dirûşmane û çendîn dirûşmên dinê nîşana yekrêzî û yekîtiya nav malên tak bi takê Kurd e ku dûr ji siyaset û hizbayetiyê, bi yekdengî û hevgirtinek netewî ve di hilkeftek dîrokî de li dora hev kom dibin û ji Amedê ve bigire heta Îlama Rojhilatê Kurdistanê û Kerkûk û Afrîna dagîrkirî û hwd ve bi yekrengî Newroza Meşxelên Rizgariyê pîroz dikin.
Bila em wê yekê jî ji bîr nekin ku saziyeke wekî Kurdşopê bi tevahiya hewla xwe ve piştgîriyek mezin da Newroza Meşxelên Rizgariyê û bi dorahevkomkirina hunermned, kesayetiyên navdar û nîştimaperwer û belavkirina berdewam ya vîdyo û tîzerên taybet bi Newroza Meşxelên Rizgariyê û hişyarkirina takên Kurd di vê derheqê de, karek pir pîroz û nîştimanperwerî kir.
Bi giştî Newroza Meşxelên Rizgariyê remza yekgirtina gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê ye û divê takên Kurd bi yekgirtî ve pêşwaziya wê Newrozê bikin û hewl bidin dirûşmên netewî bi kar bînin û xwe ji her cure rêûresmeke dagîrkerî û dirûşmên dijî netewî dûr bigirin û bi meşxelên xwe yên ronahî yekgirtina gelê Kurd bi tevahiya cîhanê bidine îsbatkirin.
Em bila şehîdê xwe yê Newroza Meşxelên Rizgariyê jî ji bîr nekin ku yekemîn xortê Kurd li welatê me yê dagîrkirî ji ber bilindkirina meşxelê agirê Newrozê bi destê neyarên Kurd hate şehîdkirin ku ew jî şehîd “Ehmed Mamo” yê temen 17 salî bû û wî di demekê de ku tenê dixwast hilkefta xwe ya netewî bi meşxelên Newrozê pîroz bike, ji aliyê girûpeke tundajo ya dagîrkerê Kurdistanê ve li Efrînê bi awayekî nemirovane hate şehîdkirin û xelkê Kurdistanê wî xortê nasyonalîst û Kurdperwer ji bîr nakin û her wekî xelkê Efrînê bi dirûşma “şehîd xwîna te heder naçe” pêşwazî ji termê Ehmed kirin, divê bajarên dinê yên Kurdistanê jî wî xortî Kurd ji bîr nekin û ruhê wî di vê Nerwozê de bi yekgirtinek netewî şa bikin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは42表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 05-05-2024
リンクされたアイテム: 22
グループ: 記事
Publication date: 18-03-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 05-05-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 22-05-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 22-05-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは42表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,707
画像 104,774
書籍 19,297
関連ファイル 97,585
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - ブック - クルド発行 記事 - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - PDF - ライブラリ - Publication Type -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.266 秒(秒) !