ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,607
画像 105,464
書籍 19,433
関連ファイル 97,448
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Gelo netewperweriya (nasyonalîzma) Kurd, bi destên dewletên biyanî çêbû?
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Gelo netewperweriya (nasyonalîzma) Kurd, bi destên dewletên biyanî çêbû?

Gelo netewperweriya (nasyonalîzma) Kurd, bi destên dewletên biyanî çêbû?
Gelo netewperweriya (nasyonalîzma) Kurd, bi destên dewletên biyanî çêbû?
Beşekî mezin alimên siyasî û nivîskar û lêkolîner û sosyologên Tirk îdia dikin ku netewperweriya (nasyonalîzma) kurd tune ye, ne xwezayî ye, xwediyê bingehekê civakî û dîrokî nîne, bi destên dewletên biyanî hatiye çêkirin. Ev dewletan jî, dewletên Ewrûpayê ne. Dewletên ku ji Dewleta Tirk re piştgir in, dewleta Tirk li hemberî Yekîtiya Sovyetan ava kirine. Dewletên, bi taybnetî jî dewleta Fransayê û Îngiltereyê ne ku Kurdistan parçe kirine.
Ez di destpêkê bibêjim ku ew alimên siyasî û nivîskar û sosyolog û lêkolîner ne xwediyê ew karên xwe ne, ew di xizmeta dewleta Tirk de ne. Ji pîvanên ilmî jî dur in. Ew li dijî neteweya Kurd in û neteweya kurd tune qebûl dikin; li dijî Kurdistanê û mafên neteweyî yên kurd in. İşgal û îlxak û kolonyalîzma Dewleta Tirk diparêzın û piştgir in.
Ew çarenivîsiya û dewletbûna neteweyên din û Filîstîniyan diparêzin, lê li dijî çarenivisî û dewletbûna Kurdan e.
Loma jî dibêjin ku netewperweriya (nasyonalîzma) kurd tune ye, ji aliyê dewletên biyanî ve hatiye çê kirin. Ev tê wate ye ku neteweya kurd jî tune ye û delwetên biyanî neteweya kurd çêkirine. Gelo ji vê ehmaqiya mezin tiştek dibe?

Ev nêrîna, nêrîna Dewleta Tirk e. Ew nêrîna îdeolojiya fermî ya Dewletê û Kemalîzmê ye. Wek tê zanîn, Kemalîstan ji bona ku desthilatdariya Osmaniyan ji holê rakin û desthilatdariya xwe ava bikin, dewletekê ji bona xwe çê bikin, di destên wan de neteweya Kurd û Kurdistan mabû. Netewqeyn din ji destên wan derketibûn û deletên xwe yên serbixwe ava kiribûn. Kemalîstan ji bona ku desthelatdariyê qezenç bikin û dewleta xwe ava bikin, hewcedarî Kurdan bû. Di pêvajoyuê de jî piştgiriya beşek kurdan qezenç kirin.
Dema ku ji kurdan piştgirî girtin jî, soza Kurdistan a xweser ya ji dema Împeratoriya Osmanî firehtir dan. Kemalîstan piştî ku Împeratoriya Osmanî tasfiye kirin û desthilatdariya Osmaniyan dawî anîn, dewleta xwe ava kirin, Kurdistan dagir kirin, hewcedar bûn ku neteweyekê ji xwe re çêkin. Neteweya Tirk jî, ji bona desthilatdariya wan ya otorîter û faşîst têrê nedikir. Xxwestin ku ji kurdan û ji kêm neteweyên din neteweyekî Kemalîst çê bikin.
Ji bona ku neteweyekî çê bikin, diviyabû ku neteweya kurd tune qebûl bikin; vê yekê jî wek îdeolojiyekê bipejîrin. Wusa jî kirin. Got in ku “neteweyeke kurd tune ye, Kurd jî Tirk in.”
Ji bona ku ev nêrîna xwe ya nîjadperest û faşîst û metîngehkar jî bide îspat kirin, diviya bû ku hêjayiyên neteweyî yên kurd tune qebûl bike, xesip bnike, ji holê rake. Wê demê jî asîmîlasyona nîjadperest ku neteweya kurd tune bike û jiholê rake wek stratejî pejirand. Ji bona tunekirina neteweya kurd siyaseteke gelek hişk û faşîst û nîjadperest meşand. Heta îro jî ev siyaseta dewletê tê meşandin.

Şik tune ye ku neteweya kurd û berpirsiyarên wê, encama netewepereweriyê (nasyonalîzmê) li hemberî ev siyaseta nîjadperest, faşîst, kolonyalîst bêdeng neman. Li dijî ev siyaseta dewletê rabûn û mafên xwe daxwaz kirin. Kemaslîstan, bersîva daxwazên wan yên xwezayî, rewa, heq; bi şidetê û qetlîaman bersîv kirin. Loma jî têkoşîna û xebata nerteweya kurd û berpirsiyarên wan bi şer domand.
Dewleta Kolonyalîst ya Tirk ji bona ku ev xebat û têkoşîna neteweya kurd û neteweperweriya (nasyonalîzma) kurd ne rewa nîşan bide û bi hêsanî bitemirîne:
1- Dewleta Tirk ji hûndir û ji gel re re got ku “ji ew serhildan û xebata neteweyî ya Kurdan re dewletên biyanî piştgirî dikin.” Dîsa îdia kirin ku “neteweperweriya (nasyonalîzma) kurd jî bi destên dewletên biyanî çêbûye.”
2- Dewleta Kolonyalîst ya Tirk, ji dinyayê re jî got ku “ew xebat û têkoşîna neteweya kurd, kevneperest e, li dijî komarî ye, armanc wan dewleteke îslamî û şerîatê avakirine.”
Loma jî Dewleta Tirk gelek bi hêsanî xebat û têkoşîna neteweya kurd bi qetlîaman bi hesanî temirandin. Dinyayê jî ji wan re piştgirî kir. Neteweyên Yekbûyî, li hemberî Qetlîamên Dewleta Tirk bêdeng bûn.

Neteweperweriya (nasyonalîzma) kurd rastiyek e. Gelek aşkere ye ku tuneqebûlkirina neteweperweriya (nasyonalîzm) kurd nerîn û îdeoljiya dewleta Tirk e. Ji aliyê ceribandina Dewleta Tirk ve jî derewîn tê derxistin. Lewra neteweperweriya (nasyonalîzma) kurdbûn sedem ku li dijî Dewleta Tirk têkoşîna dewletbûn û rizgariya welat û qezençkirina mafên neteweyî bê meşandin.
Di hemandem de rastiya dinyayê û neteweya kurd jî vê nêrîn û îdeolojiyê derewîn derdixwe.
Wek îdia kirin neteweperwerî (nasyonalîzm) di şefaqa kapîalîzmê de derneket holê û neqewimî. Bes dewletên neteweyî (milî) di şefaqa kapîtalîzmê de ava bûn. Hestên nasyonalîst (neteweperest) dema ku netew û gelên cûda çêbûn û li dinyayê qewimîn, neteweperweriyê dest pê kir. Neteweperwerî, neteweya xwe parastin e. Welatê xwe parastine. Dewlemendiya welatê xwe yên binerd û sererd û çandî parastine.
Şiûra xweserîbunê ye. Şiûra xwe bi xwe birêvebirinê ye. Ji bona xwe sttuyeke cûda avakirin e. Bi neteweyên din ve di navbera xwe de sînor kişandine. Dewleta xwe ya mşlî ava kirine.
Ji welatê xwe hez kirine. Welatê xwe ji biyaniyan û ji işgal û ilxakê parastin e.
Ev rewşa û hestan li dinyayê di merhelekê de îdeolojîzebû û ew jî bi nasyonalîzmê hat bi nav kirin.

Kurd dema wek civatekê, gelekî, neteweyekî qewimî xwediyê hestên neteweteperwerî (nasyonalîzmé) bûn. Ji bona xwe dewlet ava kirin. Hêjayiyên xwe yên neteweyî parastin. Ji welatê xwe hez kirin. Xwestin ku li welatên xwe desthilatdar bin û ji bona statuyekee serbixwe ava bikin û bidin jiyandin.
Neteweya kurd ji bona ku dewleta xwe ava bike ew wetanperwerî û hestên nasyonalîst bûn sedem ku li dijî du împeratoriyan û 4 dewletên neteweyî û nîjadperest ji bona azadî û rizgarî û dewletbûnê û desthilatdariye; li dijî îlxak û dagirkeriyê û kolonyalîzmê şer kirin. Ew şerên neteweya kurd jî di vê qonaxê bi hestên neteweperwerî didomîne.
Kurd dixwazin ku welatê xwe ji Dewletên biyanî xelas bikin û biparêz in.
Loma jî wetanperweriya kurdan jî, dewletên biyanî çênekirine. Neteweperweriya (nasyonalîzma) kurd jî dîrokî ye, di laşê neteweya kurd de ye, hestên ku di dîroka hezar salan de çêbûnî ye.
Dema dîroka neteweya kurd baş bê zanîn û bê xwendin ev rastiya baş tê nas kirin û dîtin.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは44表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 23-04-2024
リンクされたアイテム: 6
グループ: 記事
Publication date: 10-03-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
プロヴァンス: トルコ
Technical Metadata
アイテムの品質: 96%
96%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 23-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 24-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 23-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは44表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,607
画像 105,464
書籍 19,433
関連ファイル 97,448
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
地図 - プロヴァンス - Kurdistan ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - PDF - 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - Publication Type -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:4.219 秒(秒) !