ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,870
画像 106,230
書籍 19,341
関連ファイル 97,348
Video 1,397
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Serokê Rêxistina Îstiqlala Kurdistanê: Xalid Begê Cibrî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Serokê Rêxistina Îstiqlala Kurdistanê: Xalid Begê Cibrî

Serokê Rêxistina Îstiqlala Kurdistanê: Xalid Begê Cibrî
Serokê Rêxistina Îstiqlala Kurdistanê: #Xalîd Begê Cibirî#
Nivîsandin û Amadekirin: #İbrahim Güçlü#
Di dîroka Kurdistanê de deme ku ji serhildana millî ya Kurdistanê ya 1925an bê qal kirin, du navên dîrokî û hêja derdikevin pêş; Yek ji wan Xalid Beg e, yê din jî, Şêx Seîd Efendî ye. Xalid Beg, serokê Rêxistina Azadiyê (Komîteya Îstîklala Kurdistanê) ye. Şêx Seîd Efendî, serokê Tevgera 1925an e.
Serokê Rexistina Azadî Xalid Beg û hevalê wî Yisûf Ziya Beg di 14 Nîsana 1925an de hatin şêhîdkirin. Ew û hevalê wî Yisuf Ziya Beg bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin.
$Jiyana Xalid Beg a malbatî û leşkerî û siyasî û rêxistinî$
Xalid Beg, di sala 1882an de li Gimgimê (Wartoyê) tê dinyayê. Bavê wî Mehmûd Beg e. Mehmûd Beg him serokeşîra Cibran e û him jî li Wanê qeymeqamî kiriye. Diya wî Xaltiya Şêx Seîd Efendî ye. Xalid Beg, di heman dem de bi Şêx Seîd Efendî û Şêx Abdûllahê Melekan re kûrmet û kûrxaltiyê hev in.
Xalid Beg, dibistana Eşîretî ya li Kabataşê û Dibistana Leşkerî ya Bilind xelas dike. Ew yek ji yaverên leşkerî yê jîr e. Wezîfeya wî ya yekem Fîlîstîn e. Erebî û Farisî jî baş dizane. Ew kesekî çand û edebîyadhezê kurdî bûye jî. Loma li ser çand û edebiyata kurdî û li ser zimanê kurdî jî xebat kiriye.
Mirovê doza miletê kurd bûye. Kemalıstan xwestine ku dema ew dest ji doza kurd berde, dê îmkanên mezin ji wî re pêk bînin. Ew van yekan red dike.
Di dema Şerê Osmanî û Rûsyayê de di bin serokatiya Xalid Beg de çend hêz ava dibin. Ew hêzan di şer de gelek serkeftî dibin.
Dema ku leşkerên Rûsyayê tên Xinûs û Wartoyê, wê demê Alaya Xalid Beg tê Elazixê û zivistana xwe li Palûyê derbas dike (1915). Di sala 1916-an de hikûmet wezîfaya avakirina Qonaxa Ovacık a Dersîmê dide Xalit Beg. Wê demê ji Apê kevneparlamenterê SHPê Mehmed Elî Eren Xidir Beg re dibe mêvan. Leşkerên xwe li ser erdê wî bi cîh dike.
Xalid Beg li Ovacıxê ji pêwendiya dewlet û gel eciz dibe. Loma jî li hemberî siyaseta dewletê helwestekî rexnegirî bi awayekê nîşan dide. Loma jî dewlet ji ew helwesta Xalid Beg eciz dibin û loma jî alaya wî paşve digrin.
Di sala 1918an de Eşîretên elewiyan êriş tînin ser Eşîreta Cibraniyan. Mehmet Şerîf Firatê ku nivîskarê “Dîroka Wartoyê”, giliyê Xalid Begê ji dewletê re dike. Dibêje ku: “Halid Begê Mîralay yê Cibrî û Halid Begê Mîralaya yê Eşîra Hesenan eşîretan çekdar dikine. Bi cilûmergên kurdî li gûnda digerine. Propagandaya kurdewarî dikine. Li gûndan pitûkên xwe yên bi kurdî nivîsandine û pirtuka Ehmedê Xanî Mem û Zînê li gûndan bela dikine.”
Xalid Beg pişt re li Erziromê dibe Şerleşker.
Nûrî Dersîmî,, endamê Cemîyeta Tealî ya Kurd bû. Ew yek ji serokatiya Koçgiriyê bû û di serpêhatiyê de dibêje ku Xalid Beg li Kurdistanê li gelek bajaran rêxistinên Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê ava kiriye.
Ew agahdarî jî derdixin holê ku Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê li gelek herêmên Kurdistanê di bin serokatiya Xalid Beg de rêxistin bûye.
Ev rastiya bi nêrînên M. Şerîf Firatê ku Dîroka Wartoyê nivîsandiyê û li dijî kurditî bûye jî derdikeve holê.
Xalid Beg, piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn dest bi xebata rêxistinkirina kurdan dike
Piştî ku Cemiyeta Tealî ya Kurd belav dibe, Xalid Beg ji bona ku rêxistinek nû ava bike, bi mîr, axa, şêx, serokeşîr, mele û munewerên Kurdistanê re danûstandin dike. Encama van danûstandinan jî di sala 1921-an de Rêxistina Azadiyê ava dikin.
Wek tê zanîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di 10 Tebaxa 1920an de Peymana Sevrê pêk hat. Vê peymana şer qedand.
Peymana Sevrê, peymanek naverok dagirtî bû. Ji sê sed xalî zêdetir bû. Di Peymanê de ji bona kurdan jî mafê dewletbûnê hatibû pejirandin. Ew xalên Peymana Sevrê, xalên 62-65an bûn. Di Peymana Sevrê de hatibû tespıt kirin ku: Komîsyonek dê ji îngilîzan, fransızan, îtalyayiyan ava bibe. Ev Komîsyona dê li beşek Kurdistanê li Rojavayê Firatê sîstema rêvebiriyek herêmî çê bikin.
Piştî salekê dema Kurdan xwestin dê serî li Cemiyeta Miletan bidin dê bibin serbixwe û dewletekê.
Xalid Beg her çiqas ev peymana ji bona miletê kurd û Kurdistanê peymanek têr û tijî nedidît jî, piştgiriya Peymana Sevrê dike. Ji bona ku xalên Peymana Sevrê yên di derbarê miletê kurd û Kurdistanê bikevin jiyanê xebat dike. Hezar mixabin Xalid Beg, di ev hewildana xwe de bi sernakeve. Lewra Kemalîst li dijî vê xebatê derdikevin. Kurdan berdidin hevûdu.
Wê demê Xalid Beg ji bona doza Kurdistanê vekirî û profesyonelî xebat bike, dixwaze ji wezîfeyaxwe dest berde û îstîfa bike. Lê îzin naye dayîn. Encama vê rewşê Xalid Beg, tê sirgûn kirin.
Xalid Beg dişînin Dersîmê. Dema ku Xalid Beg diçe Dersîmê Ovacikê, ji bona ku kurdên elewî û sûnî di armanca milî û Kurdistanî de bibin yek xebat dike.
Ev yeka Kemalîstan û dewleta wan eciz dike, Alayîya Xalid Beg li Dersîmê xeter tê dîtin, loma jî emir tê dayin ku ew paşve vegere. Ew vedigere Wartoyê (Gimgimé) li wir xebata xwe didomîne.
Di wê demê de Kongreya Erziromê tê li darxistin. Ji bona kongreyê Xalid Beg jî tê vexwendin. Lê Xalid Beg vê vexwendinê red dike û beşdarî kongreyê nabe. Ev helwesta Xalid Beg zêdetir Kemalîstan eciz dike. Loma jî biryar tê girtin ku Xalid Beg ji serokatiya eşîrê were dûrxistin bête şandina Erziromê. Ev di sala 1920-an de sirgunî Erziromê dibe.
M. Şerîf Firatê Wartoyî ew hewildana Xalid Beg ya di derbarê Peymana Sevrê de di pirtuka xwe ya “Doğu İlleri ve Varto Tarihi” de qal dike. Wusa dibêje:”… Di vê navberê de Mîralay Xalid Begê Cibrî, li herêma Gimgimê, Kopê, Melezgirtê, Kela Xinûsê, Kanîreş, Boglan û Çewligê ji serokeşîr û şex û mela û keyayên gûndan mezbetayên morkirî berhev dikir û bo Cemîyeta Tealî ya Kurd dişand. Ji wira jî, qaşo ji bo vî karî bo Mistefa Nemrûdî û Şerîfê Kurd ku li Yekîtiya Netewan dixebitin, dihatine şandin.” (s. 156-157)
Piştî ku Xalid Beg sirgunî Erziromê dibe, êdî navenda xebata wî ya milî Erzirom dibe. Ew bi hevalên xwe re dest bi rêxistineke nû dikin. Di ev xebatê de leşkerên payebilind yên kurd di vê xebatê de cîh digrin. Di xebatê de rola Mıralaybûna Xalid Beg gelek mezin e.
Ew rêxistinekê ava dikin. Ev rêxistina “Komîteya îstîklalê ya Kurdistanê (Azadî)” ye. Rêxistin di sala 1921-an de ava dibe. Rêxistina Azadî, ji mîran, axayan, serokeşîran, şêxan, munewerran, meleyan, esferên kurd ava dibe.
Di derbarê Rêxistina Azadî de agahdariyên zêde di belgeyên îngilîzande hene.
Beşek damezrênêrên Azadiyê ew in: Xalidê Begê Cibrî, Dr.Fuat, Ekrem Cemîlpaşa, Hecî Mûsa, Husên Paşayê (kor) Heyderanî, İhsan Nuri Paşa, Şêx Tahir, Seyid Ebdilqadir, Hecî Axdî (Bavê Tûjo), Hecî Mûsa Beg, Wusif Ziya, Xalidê Hesenan.
Rêxistina Azadiyê, heta sala 1923an xebata xwe îllegal (veşartî) û di qadeke teng de dimeşîne.
Lê piştî ku Peymana Lozanê teyê îmza kirin, Rêxistina Azadiyê dest bi rêxistinek giştî li Kurdistanê dike. Di demek kurt de 23 bajar û bajarokan şaxên wê tên ava kirin. Ji hemû çîn û tebeqeyan gel dibe endam û piştgirê Rêxistina Azadiyê. Xebata xwe gurr dikin ku di rewşek musaît de dest bi serhildanê bikin.
$Dîlketin û îdama Xalid Beg û Dadgeha Dîwanê Herbîya Bedlîsê$
Pêşketina xebata Rêxistina Azadiyê bala dewletê bi xurtî dikşine. Agahdarî ber bi Enqereyê di derbarê Rêxistina Azadiyê de û xebata Xalid Beg de diherike.
Mistefa Kemal, piştî van agahdariya di dawîya sala 1924 de diçe Erziromê. Di şîvekê de Mistefa Kemal û Xalid Beg hevûdu dibînin. Xalid Beg, ji Mistefa Kemal re dibêje ku “ez dixwazim ji wezîfeya xwe ya leşkerî îstîfa bikim. Ez nizanim ku çima hûn nahêlin yekî ku bi were îxanetîyê dike ji kar veqete?” Axevtin germ dibe. Xalid Beg derdikeve devre.
Mistefa Kemal û hevalên wî, baş fahm dikin ku Xalid Beg ji wan dûr e û ew xwediyê armancek din e û dixwaze ku ji bona Kurdistanek serbixwe xebat bike.
Dema ku birayê wî Ehmed Beg (Ahmet Sever) vê yekê tespît dike ew diçe Erziromê Xalid Beg re hevbûdîtin çê dike.
Ehmed Beg dibêje “Dema ku min ji Xalid Beg re got, jiyana te di xetereyê de ye, divêt tu ji Erziromê derkevî”.
Wê demê wî ji min re got: “Ez hay jê heme ku li dora min xetere heye lê çi dema ku ez vê serê zivistanê ji Erziromê derkevim ev dê ji bo kurdan bibe felaket, teqez divêt em li benda biharê bimînin.”
“Piştî van gotinan, lê zêde dike û dibêje “Herin, xwe amade bikin lê bisekinin heta ku bihar têye.”
Xalid Beg, wê demê gelek aşkere biryar dide ku biharê dest ji wezîfeya xwe berde, bi profesyonelî karên rêxistinê bike û amadekariya serhildanê bike.
Hezar mixabin beriya wê, serîhildana Beytuşebabê dest pê dike. Wê demê di derbarê Rêxistina Azadiyê de operasyon dest pê dike.
Xalid Beg, di roja 20 kanûn 1924 de li Erziromê tê girtin û wî dibin zindana Bidlîsê. Wê demê Yisûf Zîya Beg jî dîl dikeve.
Xalid Beg û Yisûf Zîya Beg di Dîwana Herbê ya Bedlîsê de bi awayekî ne hûqûqî û bi lezûbez tên darizandin.
Xalid Beg û Yisuf Ziya Beg di dadgehe de parêznameyek gelek cidî û naverok dagirtî pêşkêş dikin. Di parêznameyê de Rêxistina Azadiyê, armancên wê, mafên miletê kurd, mafê çarenivîsiya miletê kurd diparêzin.
Di derbarê Xalid Beg û Yisûf Ziya Beg de biryara îdamê hat dayin.
Ew di 14ê Nîsana 1925an de bi gulebaraniyê hatin kûştin. Piştî serhildana 1925an ji demekî kurt şûn da hatin îdamkirin.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは38表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 23-04-2024
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 13-04-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
プロヴァンス: 北クルディスタン
都市: Badlees
Technical Metadata
アイテムの品質: 98%
98%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 23-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 24-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 23-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは38表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,870
画像 106,230
書籍 19,341
関連ファイル 97,348
Video 1,397
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.766 秒(秒) !