ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,403
画像 105,311
書籍 19,451
関連ファイル 97,494
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Dîroka Alfabeyên Kurdî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991) – beşa 2yem
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dîroka Alfabeyên Kurdî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991)

Dîroka Alfabeyên Kurdî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991)
Dîroka Alfabeyên Kurdî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991) – beşa 2yem
Têngîz Siyabendî


Me di beşa yekem a vê gotarê de bi awayek kurt behsa dîrok û destpêka berhevkirin û amadekirina #alfabeyên Kurdî# kir li Ermenistana Sovyetê, ku bi çi qonaxan de derbas bûye û bi ser çend qonaxan de tê dabeş kirin. Di vê beşê de em berdewam dibin li ser nasandina qonaxên alfabeyên Kurdî.
Alfabeya Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov (1929)
Di sala 1925an li Lenînakana Ermenistanê de ji bo Kurdên ji welatên wek Azerbaycanê, Gurcistanê, Turkmenistanê we derbareyê jiyana civakê û her wekî din konferans tên lidarxistin û tê de li ser çend mijaran gotûbêj tê kirin. Di biryarnameyên kongreyê de her wiha pêwîstiya rakirina nexwendewariyê û şandina keçan bo dibistanê jî hatiye destnîşankirin. Kongreya jorîn biryar dide ku ji hukumeta Ermenîstanê daxwaz bike ku alfabeya Kurdî ya li ser bingeha tîpên Ermenî were rakirin û alfabeyeke din li ser bingeha tîpên Latînî were çêkirin. Alfabeya Lazo ya bi navê Şems ku li ser bingeha tîpên Ermenî di sala 1921an de hatibû amadekirin, heta sala 1928an di dibistanan de dihate bikaranîn. Lê belê divê em destnîşan bikin ku hin kêmasî û şaşiyên wê pirtûkê hebûne. Ji ber wê yekê jî daxwaza alfabeyeke nû tê kirin. Hikûmeta Ermenistanê ew pêşniyar red nekir û ferman da ku alfabeya nû were amadekirin. Di sala 1926an de Erebê Şemo û Îshaq Morogûlov projeyek nû ya alfabeya Latînî ava dikin. Ev jî di sala 1929an de li Bakûyê tê pejirandin. Di heman salê de, pirtûka “Xo-Xo Hinbuna Xondьna Nvisara Kуrmançi”(Xwe bi xwe hînbûna nivîsandina Kurmancî) tê çapkirin û weşandin. Êdî ji sala 1930an û vir de gelek pirtûkên wêjeyî, perwerdeyî, zanistî, felsefî û hwd têne çapkirin. Ji sala 1929an li Ermenîstanê dibistanên Kurdî dev ji alfabeya Kurdîya Ermenî berdan û bi fermî alfabeya Latînî pejirandin. Ev alfabeya nû herwiha di dibistanên Kurdî yên komarên Sovyeta berê Azerbacan, Tûrkmênistan û Gurcistanê de jî cihê xwe girt. Şagirtên Kurd bi alfabeya latînî dest bi xwendin û nivîsandinê kirin. Gelek pirtûk bi tîpên latînî hatin çapkirin. Ji Adara sala 1930î rojnama “Riya Teze” bi vê alfabeyê tê çap kirin. Ew di 1937an de tê qedexekirin, piştî mirina Stalîn (1955) cardin dest bi weşanê dike êdî bi tîpên krîlî. Li vir pêwîst e destnîşan bikin wekî rojnama “Riya Teze” beriya kovara “Hewar”ê (1932) ya Celadet Elî Bedîrxan bi tîpên Latînî derçûye.
Alfabeya Kîrîlî ya H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî (1944)
Piştî demekê ji hêla Stalîn ve alfabeya Latînî ya Kurdî tê qedexekirin û li şûna wê alfabeya kirîlî cih digire. Di sala 1941ê de hikûmeta Ermenîstanê biryar dide ku alfabeya Kurdî bi kirîlî bê amadekirin û bo vî karî jî Heciyê Cindî tê peywirdakirin û di sala 1944an de alfabe tê amadekirin, ku bi dehan sal xwendekarên Kurdî bi vê alfabeyê hatin perwerdekirin. Di vî karî de nivîskarên Ermenî G.Xapantsyan, H. Açaryan û hinek ên din û herwiha nivîskarên Kurd wek mîna W. Nadirî,E. Evdal û N. Maxmûdov jî bûn alîkar. Heyanî di van salên dawîn de jî pirtûk bi tîpên Kîrîlî dihatin çapkirin.
Encam:
Bêguman dîroka kurdên YKSS-ê (Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan) di nav tevahiya dîroka Kurdan de xwedî cihekî, xwedî rolekî taybet e. Piştî şoreşa 1918an Împeratoriya Rûsya tê hilweşandin û Komara Sovyeta Sosyalîstan tê avakirin. Di salên 20-î de gelek derfet û destkeftiyên mezin ji bo neteweyên kêmjimar bi taybetî ji bo Kurdan peyda dibin.
Divê em bi şahî diyar bikin ku sedsala 20an ji bo gelê Kurd bidestxistineke nû di gel xwe anî. Beşek ji Kurdan ji welatê xwe dûr li Ermenistanê di tevahiya dîroka Kurdan de roleke mezin lîstin. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê Kurd bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok, çîrok, zargotin, stiran, destan, wêje û hwd. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.
Di nav YKSS-ê de ji salên destpêkê (1922) bigre heya hilweşîna Sovyetê (1991) gelek bi Kurdî gelek xebatên wêjeyî, dîrokî û çandî hatine çapkirin û weşandin. Enstîtûyên ku avabûne de li ser Kurdnasiyê qadro gîhîştine û berhem dane. Ev dem hem ji bo edebiyeta Kurdî û hem jî ji bo Kurdnasiyê demeke gelek girîng e. Divê bi hemû hêlan ve pêşî nimûneyên van xebatan ji bo Kurdên parçeyên din bên transkirîbekirin û li ser van lêkolîn bên kirin. Mînak salên 1921 – 1937an, ji bo pêşveçûna çanda Kurdî û pêşketina rewşenbîriyê, mirov dikare wek demek girîng binirxîne. Di dibistanan de perwerdehiya zimanê zikmakî hebû. Di otonomiya Kurdistanê de, pirtûk û rojname bi zimanên Kurdî hatin weşandin, dibistana mamostetiyê ya Kurdî vebû. Li Ermenistanê dibistanên Kurdî û saziyên çapemenî û weşanê hatin damezirandin. Şanoya neteweyî ya Kurdî vebû. Ev rûdan li Gurcistan, Ermenistan û Tirkmenistanê pêk hatin.
Bêguman Ermenistan ji bo Kurdan navendeke çandî bû. Hejmarek hêja Kurd li Ermenistanê hebûn. Li Ermenistanê gelek xebatên Kurdî dihatin kirin. Di navbera salên 1921 û 1929ê de bi elfebaya Kirîlî berhemên Kurdî dihatin weşandin. Li sala 1929ê bi biryara hikûmeta Ermenistanê alfabeya Latinî ya Kurdî hate bikaranîn. Li sal 1921ê pirtûkên gramera Kurdî hate weşndin. Li sala 1931ê de li Erîvanê ji bo perwerdehiya mamosteyên Kurd, akademiyek hate vekirin. Li sala 1922yê hejmara pirtûkên Kurdî 32 bûn ku hatine çap kirin. Lê êdî di sala 1937an de 70 pirtûkên giranbiha wek berhevok, çîrok, destan, roman, şano û hwd jî ji aliyê nivîskarên me ve têne nivîsandin û çapkirin. Xebatên edebî yên pêşî werger bûye, ji edebiyata Rûsî û Ermenî nêzîkî 15 kitêb tên wergerandin ku ev kar bêtir ji aliyê Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Qaçaxê Mirad, Cerdoyê Gênco, Ruben Drampyan û Erebê Şemo ve tê kirin.
Li sala 1930ê de bi navê Riya Teze (rojname) rojnamyeke hate weşandin.
Li sala 1931-ê de li Rewanê têxnîkûma mamostetîya Kurdî tê vekirin.
Li sala 1932-an de Yekîtîya Nivîskarên Kurd tê avakirin.
Li sala 1934ê li Erîvanê yekemîn Konferansa Kurdolojiyê hate lidar xistin. Wê demê kurmancî wek zimana wêjeyî ji bo Kurdên Yekîtîya Sovyetê hate hilbijartin.
Li sala 1938ê li Elegezê şanoya Kurdî hate ava kirin.
Her wisa bi navê Zare (1926) û Kurdên Êzdî (1933) film hatin çêkirin.
Li sala 1954ê radyoyay Kurdî dîsa serbest bû. Her wisa li sala 1955ê rojnameya Riya Teze dîsa dets bi kar kir.
Li Ermenîstanê 21 gundên Kurdan hene. Û di wan gundan de zarokên Kurd heyanî pola 12-an dersên zimanê Kurdî hîn dibin.
Ermenîstana Sovyetê de beşa Kurdnasîyê ya serbixwe hebûye,lê piştî hilweşîna Sovyetê ew hate girtin. Niha li Fakulteya Rojhelatnasîyê ya zanîngeha Rewanê de zimanê Kurdî wek ders tê derbas kirin.
Çavkanî:
1. X. Abovyan, Kurd, Êzidî (bi ermenî), 1986, Yêrêvan.
2. A.Û. Derboyan, Çêkirin û Pêşketina Kurdiya Wêjeya Li Ermenistana Sovyetê de (bi ermenî)
3. Hecîyê Cindî, Akademiya Zanistî ya Ermenistanê, Zanistên Civakî (bi ermenî) № 5, 1962
4. V.A. Baybûrdyan, Peywendiyên Ermenî û Kurdan di Împaratoriya Osmanî de (bi ermenî), Yêrêvan-1989
5. X.M. Çatoyêv, Kurdên Ermenistana Sovyetê (bi Rusî), Yêrêvan, 1965
6. N.X. Maxmûdov,Gelê Kurd (bi ermenî), Weşana Dewleta Ermenistanê, Yêrêvan, 1959
7. K. Çaçanî, Dîroka Çapemeniya Kurdî Rya Teze 1930-1955 (bi kurdî), Yêrêvan, 2008
8. Pirtûka «Şems» (bi ermenî), Êcmiyasîn, 1922
9. “Xo-Xo Hinbuna Xondьna Nvisara Kуrmançi” (bi ermenî) ,Î. Marogûlov û E. Şemo, Weşanxaneya Dûgelî, Yêrêvan, 1929
10. L.G. Xaçêryan, «Teoriya Pêjdahatin û Pêşketina Ziman li gorî Vardan Arêvelsî»
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは42表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 18-04-2024
リンクされたアイテム: 3
グループ: 記事
Publication date: 30-12-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
ブック: の言語
プロヴァンス: 旧ソ連
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 18-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 22-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 22-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは42表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,403
画像 105,311
書籍 19,451
関連ファイル 97,494
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - ブック - ストーリー

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.36 秒(秒) !