ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,968
画像 106,406
書籍 19,323
関連ファイル 97,287
Video 1,397
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Mezintirîn navenda berhemanîna masî û bedewtirîn zeviya topa pê li gundekî Kurdistanê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mezintirîn navenda berhemanîna masî û bedewtirîn zeviya topa pê li gundekî...

Mezintirîn navenda berhemanîna masî û bedewtirîn zeviya topa pê li gundekî...
Mezintirîn navenda berhemanîna masî û bedewtirîn zeviya topa pê li gundekî Kurdistanê
Çiro Hewramî

Gundê Dêweznaw dikeve quntara çiyayê Şaho û 45 kîlometreyan dûrî bajarê Sewlava yê ser bi parêzgeha #Sinê# ye. Dêweznaw xwedî dîrok û şaristaniyeke kevnar e û herwisa gundên derdorê vî jî ev in: Palingan, Delemerz û Colane.
Dêweznaw yek ji wan gundan e ku heta niha nehatine çolkirin û hertim avedan bûye û jiyan li wir berdewam bûye. Niha 160 mal li gund dijîn û ji bo debara jiyana xwe mijûlê ajeldarî, pîşeya destî û ya herî girîng jî xwedankirina masiyan in. Ev gund xwediyê yek ji mezintirîn binkeya xwedankirina masiyan e.
Gundê Dêweznaw xwediyê dîrokeke çend hezar salî ye û cihê nakokiya Zerdeştî û Mîtrayiyan bûye. Li gorî belge û çavkaniyan, tê gotin ku piştî derketina ola Zerdeşt û serkeftina wê bi ser ola Mîtra de, Dêweznaw veşartingeha zilamên olî yên Mîtrayî bûye û piştre bi derbasbûna demê re ev nakokiye bo navbera Yarsan û Îslamê hatiye veguhastin. Ev yeka jî bûye sedem ku şer û nakokiyên îdeolojîk û olî çê bibe û wekî dîrokeke tevlihev hatiye nivîsandin.
Derbarê navê vî gundî bîr û rayên cuda hene, hinek peyva Dêweznawê bi împeratoriya Yûnanî ve girêdidin û li ser wê bawerê ne ku ew peyveke kevnar a Yûnanî ye û bi wan çiyayan re tê gotin ku kanî û sûlav jê derdikevin. Hinekên din vê nerînê red dikin û dibêjin ku di serdema Mîtrayiyan de navê wî gundî “Pawî” bûye û piştî hatina Zerdeştiyan bûye penageha dijberê Zerdeştiyan, û lewma jê re gotine “Dew û Yesna” wate cihê ew kesên ku bêbawer in, paşê piştî guherinkariyan navê vî gundî bûye Dêweznaw.
Dêweznaw gundekî naskirî û navdar e, yek ji sedemên navdarbûna wî gunî jî sirûta wî ye. Herçend em nikarin bedewiya sirûşta Hewramanê bi giştî înkar bikin, lê sirûşt û dîmenên Dêweznawê bêmînak in. Gund li quntara çiyayê Şaho ye û ji rex gund çemê Sîrwan derbas dibe. Çiya û daristanên derdora Dêweznawê bêhempa ne û di her demsalek salê de bedewiyeke xwe ya taybet heye. Çiyayên derdora Dêweznawê bi giya û darên cur bi cur yên wekî dara Qezwan (ku ji vê darê benîştê Kurdî tê berhemanîn), dara Erxewan û dara Berûyê hatiye veşartin. Ev darên han tev sirûştî ne, lê bi piranî darên Erxewanê li wir in û yek ji taybetmendiyên vê darê ew e ku bi hêsanî diçeme û naşkê û gelek cure kereste jê têne çêkirin ku ew kerestane taybet in bi pîşeya destî ya Hewramanê û di heman demê de jî dara Erxewanê bedewiya gund û sirûşta wî pir zêde kiriye.
Di destpêka gotarê de min behsa wê yekê kir ku Dêweznawê yek ji mezintirîn navendên berhemanîna masiyan li navçeyê heye. Xelkê Dêweznawê di çend salên borî de ji ber rewşa baş a hewa û ava paqij ku ji çiyayên Hewramanê ve tê çavkanîgirtin, biryar dan pirojeya xwedankirina masiyan bi rê ve bibin û bi kêfxweşî ve pirojeya wan sereftî bû û heta niha jî berdewam e û bûye dahatek bo beşek ji xelkê gund û masiyên Dêweznaw bo bajarên dûr û nêzîk têne hinardekirin.
Herçiqas divê em bi wê yekê jî îşareyê bikin ku li gundên din ên Hewramanê jî navendên berhemanîna masiyan hene.
Xwedankirina masiyan li Dêweznawê ya wan çend salên dawî nîne, belkî her ji mêj ve ev pîşeye hebûye û di demên berê de ku pêşketin kêm bû, xelkê Dêweznawê ji bo hewcedariyên xwe li gund û bajarekî din masî bi kelûpelan re guherîne, lê di van salên dawî de bi awayekî pêşketîtir navenda berhemanîna masiyan ava kirine û ev pîşeye pêş xistine.
Gundê Dêweznaw hertim cihê geştyaran bûye, berê xelkê gund û bajarên derdorê wek Merîwan, Pawe, Sine û hwd diçûne vî gundî, lê di çend salên borî de ji ber pêşketina pêwendiyan, soşyal medya bûye sedema wê ku gundê bedew û bêhepa yê Dêweznawê bê naskirin û ev yeka bûye sedem ku ne tenê ji bajarên din ên Kurdistanê, belkî ji navçeyên din ên Îranê jî xelk ji bo serdankirinê gundê Dêweznawê biçin û heta geştyarên cîhanî jî diçine vî gund.
Ji xeynî çiyayên bilind û sirûşta Dêweznawê, tiştek din ku ew gunde pir ciwan kiriye, çêkirina meydaneke fotbalê li rex çem e, ev meydane bûye şûna werziş û derbaskirina demê ya zarok û ciwanên gund û herwisa geştyaran.
Bêguman eger kesek carekê çûbe Dêweznawê û sirûşta paqij û bedew dîtibe, bîra dubaredîtina wî gundî û sirûşta wî ya bêmînak dike.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは32表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 09-04-2024
リンクされたアイテム: 6
の単語&フレーズ
ライブラリ
引用&フレーズ
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 05-02-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 地理
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 09-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 29-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 29-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは32表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.134 KB 09-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,968
画像 106,406
書籍 19,323
関連ファイル 97,287
Video 1,397
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.344 秒(秒) !