ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,453
画像 105,206
書籍 19,477
関連ファイル 97,360
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Zirêbar mezintirîn kaniya şîrîn ya cîhanê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zirêbar mezintirîn kaniya şîrîn ya cîhanê

Zirêbar mezintirîn kaniya şîrîn ya cîhanê
Zirêbar mezintirîn kaniya şîrîn ya cîhanê
Pêşewa Kurdistanî

Li du kîlometriya bakurê rojavayê bajarê #Merîwan# ê û li ser sîngê deşteke hêşîn û pir bi bereket, golek piçûk a hertimî heye ku ev beşa Kurdistanê xemilandiye. Xelkê Merîwanê bi salan e bi vê golê re dibêjin: “Zirêbar”. Di ferhenga “Xal” de ji bo wateya Zirêbar nivîsîye: “Zirêbar” bi erdekê re dibêjin ku rû çûbe û bûbe bi gol. Ev danînaberhev a ku di zaraveyên zevînasî de jê re dibêjin “Girabin”. Lêkolerên wî warî hemûyan di lêkolînên xwe de derbarê “Zirêbar” û deşta Merîwanê behsa rûçûna zevî li vê navçeyê di dehan hezar sal beriya niha de dikin. Lêkolerên zanistî dibêjin: “Zirêbar” ji ber rûçûna zevî hatiye afirandin ku hemû bi “Girabin” navê wê tînin û pêka pisporan, dîroka çêbûna vê golê vedigere bo qonaxên duyem ên zevînasî û bi “mezintirîn kaniya ava şêrîn ya cîhanê” dizanin.
Şûna hilkeftina vê golê 1285 metre ji asta deryayê bilind e, di navbera hêlên 32/35 paniya erdnîgarî û 48/8 dirêjahiya rdnîgarî de hilkeftî ye û ji cureya golên “teknonîkî” ya zevî ye. Qasa Zirêbarê ji ber guherîna avûhewayê di salên pir baran û kêm baran de cuda ye û zû zû di guherinkariyê de ye. Di demsala pir baranî de rûberek 20 kîlometre çargoşe li xwe digire û di demsala hişksaliyê de rûbera wê bo 6 heta 7 kîlometreya çargoşe kêm dibe.
Kûrahiya Zirêbarê li gor salên behskirî di diguherinkariyê de ye, lê bi şêweyê navîn pênc metre kûr e û bi şêweyek giştî firehiya vê golê di navbera 800 û 900 donim de diguhere. Ava Zirêbarê ji dehan kaniyên binê avê derdikeve (Melikî, 1396 a Rojî: 130). Di van salên dawî de ji ber hişkesalî û nebarîna baranê, ava Zirêbarê kêm bûye û ji bo ku nehêlin Zirêbar neyê hişkbûn, beşek ji ava çemê mezin ango çemê Bêlû xistine ser ava Zirêbarê.
Hêjayî gotinê ye ku berê çemek ji ava Zirêbarê vediqetiya û ji deşta Merîwanê diçû çemê Sîrwanê, lê di sala 1957ê Rojî de, li ber vê çemê bendavek çê kirin û Zirêbar kirin bi bendav û pêka gotina piraniya karnasên warê jîngehê, girêdana vê bendavê kareke şaş bûye û bandoreke xirab li ser av û jîngeha Zirêbarê daniye. Di nav ava Zirêbarê de çendîn cureyên masiyan heye û herwisa mêrg û qobiyên derdora Zirêbarê bûne cihê jîngeheke guncaw ji bo sedan cureyên baldar û ajalan, û her ji qaz, quring, wurdek û miraviyan ve bigire heta beraz û seyê avê li derdora vê golê dijîn.
Çend sal e ku pêlên nasik ên gola Zirêbarê biskê aloz ê mêrgên deşta Merîwanê dihewînin. Bayê hênik ê Zirêbarê bi bedewiya dîmenên xwe yên rengîn, dilê her rêwîngek westayî direvîne û bi rûyê xwe yê şil û pak, bi bêhnxweş û tama xwe ya hestiyar evîndar dike. Dîmenên xweş û bêhempa yên gola Zirêbarê ku mezintirîn kaniya xwezayî ya cîhanê ye, salên dirêj e bala geştyaran kişandiye bo aliyê xwe û her sal bi hezaran geştyar ji çar aliyên Kurdistan, Îran û cîhanê ve serdana Merîwan û Zirêbarê dikin.
Peyva Zirêbar navek e ku ji aliyê rûniştiyên deşta Merîwanê ve bi vê diyardeya sirûştî re hatiye gotin. Zirêbar navê vê golê ye û wate Zirêbar “Şûnnav” e, lewam pêwîst e em li vir “Şûnnav” an jî navê wê yê erdnîgarî bikin ku beşek girîng a kelepûra çanda ya xelkê tê hesibandin û bi “dîroka zindî” nav û bang bûye (Xîrandîş, 1382 a Rojî: 3-4).
“Şûnnav” ji peyva Îngilsîzî ya (Toponym) hatiye wergirtin ku di bingeh de Yûnanî ye, û ji du beşên (Topo) wate “şûn û cih” û (noma) bi wateya “nav” pêk hatiye (Ferhenga Oxford, 2004). Navên cihan li jêr bandora çendîn sedemên cur bi cur de ji aliyê xelkê nîştecihê wê navçeyê ve bi wê navçeya erdnîgarî yan şûna sirûştî re tê gotin ku tê de dijîn. Bo peydakirina rastirîn û bê şaşîtirîn navê “şûnnav”ê pêwîst e destpêkê bê zanîn ku xelkê nîştecih yan derdora wê derê çi jê re dibêjin. Paşê çavkaniyên çapkirî û tomarkirî binêrin. Her wek em dizanin hem xelkê deşta Merîwanê û bajar û gundên wê ji mêj ve ji vê diyardeya xwezayî re gotine “Zirêbar” û hem jî di pirtûk û çavkaniyên kevnar de, ji vê diyardeyê re her “Zirêbar” gotine. Xudê peyva Zirêbar ku peyvek hevdudanî ye û ji du beşên “Zirê = bar” pêk hatiye. Beşek yekam a vê peyvê wate “Zirê” di hemû ferhengên Kurdî de tê bi wateya zeriya û deriya. Tevî vê yekê jî di zimanên kevnar ên Îranî de, bi taybetî di zimanê Pehlewî de, “Zirê” her bi heman awayê navê peyva “Zirêbar” bi wateya deriya hatiye. Beşa duyem a vê peyvê wate “bar”, dikare ji paşgirên kevin be ku di zimanê Kurdî de wateyên cur bi cur heye, wek: “Qirax û teniş” di peyva “rûbar” de ku dibe qiraxa çem yan bi wateya (wek) ku her di vê peyvê de wate wek “çem” û herwisa wateya “teşk, şikl û şêwe” dide û di peyva “nabar de tê wateya (bed şikil û bed teşk) û di peywa “lebar” de tê wateya “şêwe ciwan”. Ferhenga “Emîd”a Farsî jî derbarê paşgira “bar” dinivîse: “Bar: (Pehlewî-bār) yek ji paşgiran e ku di dawiya hin peyvan de tê, bi wateya “rox û qirax û cihê bi daristan” ji peyvê “coybar, deryabar, rûdbar, zeng û barda”. (Ferhanga Emîd.J1.E292 ). Ku wisa ye li gorî tiştên ku hatine behskirin, peyva hevedudanî ya “Zirêbar” tê wateya “şiklê derya” yan jî “wek deryayek”.
Dîmenên efsûnî yên Zirêbarê hertim xelkê Merîwanê rastî matmayî û ecêbgirtî aniye û çawaniya çêbûna wê golê bûye metelok û hertimî hiş bi xwe re mijûl kiriye, lewama ji dîtingeha girseya xelkê ve derbarê çêbûna Zirêbarê efsaneyek çê kirine ku bi kurdî wiha ye: “Efsaneya Derwêş”, efsaneya pêşînan e ku derbarê Zirêbarê di Merîwanê de heye. Pêşîniyan bi wê efsaneyê re, çîroka çawahiya avabûna Zirêbarê ji me re vedibêjin. Ev efsane behsa bajarekî dike ku ji ber zilma padîşahekî rû çûye û di bin ava Zirêbarê ketiye. Navê padişahê zalim ê bajêr Feyleqûs bûye, ku ji ber duayên derwêşekî, ew bi xwe û bajarê wî binav dibin. Niha jî gorek li bilindahiya aliyê bakur-rojhilatê Zirêbarê heye ku dibêjin gora wî derwêşî ye ku dua kiriye.
Gora derwêş
Çavkanî:
-Melikî, Hisam (1396 a Rojî) Cuxrafiyayê Merwîwan, Merîwan, Weşanxaneya Evîn.
Xeyrendîş, Ebdul Resûl (1380 a Rojî) Sûretşinasiyê Tarîxhay Mehelî, pirtûka Mah û Tarîzx û Cuxrafiya, sala pênce, hejmar 46 û 47. Murdad û Şehrîwer: 41 –3
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは46表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 09-04-2024
リンクされたアイテム: 2
グループ: 記事
Publication date: 09-03-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 地理
プロヴァンス: 東クルディスタン
都市: Mariwan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 09-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 09-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 09-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは46表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.132 KB 09-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,453
画像 105,206
書籍 19,477
関連ファイル 97,360
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.078 秒(秒) !