ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,500
画像 104,714
書籍 19,271
関連ファイル 97,552
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Dîroka alaya Kurdistanê 2
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dîroka alaya Kurdistanê 2

Dîroka alaya Kurdistanê 2
Dîroka alaya Kurdistanê
Şehab Xalidî

Di derbarê alaya kurd an ya berê de nivîskar #Lokman Polat# nivîsiye: “Wek tê zanîn Med bapîrên Kurdan in. Medan di dîrokê de împaratoriyeke mezin damezirandin. Alaya Medan wiha bû:
Li aliyê jor rengê sor heye, ku di nav vê rengê sor de taceke zer heye. Li nîvekê rengê spî heye ku wêneyê şêrekî li ser heye, û li pey şêr jî tîrêjên rojê derketine, roj bi rengê zer e û şêr jî bi rengê gewher e, li aliyê jêr rengê kesk heye ku di nav de ti wêneyek tuneye”.
Em dikarin bêjin alaya împeratoriya Medan jî wek a niha rengê sor li jor û spî li nîvekê û kesk li xwarê bûye, tenê wêneyên tê de naşibhin hevdu.
Bêguman piştî Medan jî deshilat û mîrnişînên Kurdistanê logo û alayên taybet bi xwe hebûne, lê di vê derheqê de zanyariyên piştrastkirî tunînin.
Di serdema modern de
Sala 1919 (1297an a rojî) Memdûh Selîmbegê Wanî yekemîn alaya Kurdistanê dîzayn dike û “Komeleya Rêkxistina Civakî” jî li Stenbolê vê alayê pesend dike ku dîzayna wê wiha bû:
Li aliyê jor rengê sor, li nîvekê rengê spî, li xwarê rengê kesk. Herwiha wêneyê rojê jî di nîveka alayê de bû.
Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Paşa) jî di pirtûka “Doza Kurdistanê” de ew zanyarî piştrast kirine.
Lê serbarê van zanyariyan hindek çavkanî behsê vê yekê dikin ku ew ala yekem car ji aliyê Komeleya Te`alî a Kurdistanê ve hatiye dîzayn û pesendkirin. Ew komeleya ku sala 1918`an li Stenbolê bi armanca avakirina dewleteke serbixwe a kurdî hate avakirin.
Nivîskar Mehmûd Lewendî di lêkolîneke xwe de li derheq karta pênasê a Komeleya Te`alî a Kurdistanê nivîsiye: “Karta pênasê a Komeleyê ku ji aliyê nivîskar “Zeynelabidîn” ve hatibû çêkirin, rengê wê kesk û li ortê jî rojek hebû.”
Nivîskar û lêkolîner Konê Reş, di derbarê çêkirin û pejirandina alaya Kurdistanê de nivîsiye:
“Li destpêka sala 1919an di civîneke Komeleya Te`alî a Kurdistanê de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê duyemîn Mîr Emîn Alî Bedirxan, (Serok Şêx Ebdulqadirê Nehrî bû) biryar hate standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin û serxwebûna Kurdistanê rabigehînin. Ew Kurdistana azad û serbixwe alayek jê re hewce bû, hingê di wê civînê de Emîn Alî Bedirxan ev rengên alaya Kurdistanê ku bijartibûn, ji hevalên xwe re pêşniyar kirin, hevalên wî jî bi yek dengî ew pêşniyar qebûl kirin. Ku rast wek alaya niha bû.
Ew alaya sê reng çi ya Komeleya Rêkxistina Civakî be, an jî a Komeleya Te`alî, li gor zanyariyan li adara sala 1921an ji aliyê şehîdê leheng Elîşêr û Dr. Nûrî Dêrsimî ve li ser çiyayê Qoçgiriyê li Dirsîmê hate bilindkirin.
Li sala 1921an Mistefa Paşa Yamulkî yek ji avakerên Komeleya Rêkxistina Civakî ku bi eslê xwe xelkê Silêmaniyê bû, ji Tirkiyê diçe Silêmaniyê, û di merasima ragehandina hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî de (10.10.1922) beşdariyê dike, û dibe Wezîrê Perwerdehiyê. Herweha berpirsyariya rojnameya nîvefermî a “Bangî Kurdistan” jî bi wî tê spartin.
Serbarê vê ku Yamulkî pêştir wek endamekî Komeleya Rêkxistina Civakî rola wî di pejirandina alaya Kurdistanê de hebû, lê belge tuneye ka Şêx Mehmûdê Berzencî jî (1878 -1956) derheq dîzayna alayê pirs bi Yamûlkî kiriye an na. Li gor hindek çavkaniyan alaya hikûmeta Şêx Mehmûd rengê wê kesk bû ku wêneyê heyvê bi rengê spî di nav bazineyeke sor de bû.
Heman alaya ku Komeleya Rêkxistina Civakî pesend kiribû, sala 1927an ji aliyê Rêkxistina Xoybûnê ve bi fermî hate naskirin û bo Îhsan Nûrî Paşa hate şandin, û wî jî ew ala li ser çiyayê Agirî daçikand.
Îhsan Nûrî Paşa (1893-1976) Lehengê serhildana Agiriyê di bîranînên xwe de li ser alaya Kurdistanê dinivîse:
“Min desteyeke leşkerî ji xortên qehreman ên Kurdan amade kir, û alaya Kurdistanê li serê çiyayê Agiriyê daçikand. Hêzên Romî li dora bajarê Bayezîdê bûn. Parêzvanên qehreman ên Agiriyê ji dûr ve ji bo alayê hurra dikişandin û li çepikan dixistin. Wê çaxê li Agiriyê rêkxistineke leşkerî, û îdareyeke kurdî hebû.”
Heman ala li ser bergê pirtûka Sureya Bedirxan, ku ew jî yek ji xebatkar û avakerên Xoybûnê bû, bi awayê rengî hatiye çapkirin û di binê alayê de jî bi îngilizî “Flag of Kurdistan” ango Alaya Kurdistanê hatiye nivîsîn.
Nivîskar Konê Reş dibêje: Ew alaya ku Xoybûnê pesend kir, heman ala li cem Rewşen Bedirxana hevjîna Celadet Bedirxan bû. Rewşenê ew ala dabû min, min jî dema ku Sînem Bedirxana keça Rewşenê hate Qamişloyê mala min, min ew ala radestî wê kir ku niha jî li Hewlêrê li ba wê maye.
Rojnameya “VAKIT” a Tirkiyê di hejmara 31 a roja 17.08.1930î de nûçeyek derbarê operasiyona hevpar a Tirkiyê û Îranê li dijî şoreşgerên Agirî belav kir, ku digel nûçeyê alayek jî danîbû ku di bin de nivîsîbû “Alaya Komeleya Xoybûnê” (Huybon cemiyetinin bayrağı).
Kovara Hawar hejmara 11 jî li rêkeft 10.11.1932 (19.08.1311an a roji) alaya sê reng a Kurdistanê li ser bergê xwe çap û belav kiriye.
Nivîskarê Amerîkayî ê pirtûka (Komara Kurdistan 1946) “William L. Eagleton” derheq alaya Kurdistanê de dinivîse:
“Li meha gulana 1942`an endamên “Komeleya J-K”ê digel endamên Partiya Hîwa alayek çêkiribûn ku rengên wê berevajiyê rengên alaya Îranê bûn, wate rengê sor li jor, spî li nîvekê, kesk li jêr. Di naverastê de wêneyê rojê hebû, li qeraxa rojê du gulegenim hebûn, herwiha wêneyê pênûs û çiyayekî jî di nav de hebû.
Cara yekem li Rojhilatê Kurdistanê li 17ê çileya pêşîn a 1945 (26`ê sermaweza 1324an) alaya Kurdistanê li ser banê avahiya bajêrvaniya Mehabadê hate hildan, û piştre li 22.01.1946an Komara Kurdistan ji aliyê Pêşewa Qazîmihemed ve hate ragehandin û dîsan alaya Kurdistanê hate hildan. Ew ala jî heman alaya kesk û sor û zer bû ku ji aliyê Xoybûnê ve hatibû pesendkirin, lê cudahiya wê tenê eva bû ku du simbilên genim li qeraxa rojê bûn, û pênûsek jî li serveyî rojê bû, û ew roj jî bi tewahî derneketibû.
Mûsa Enter di bîranînên xwe de qala rêxistinekê dike ku di salên 1948an de li gel Yûsif Azizoglu û çend Kurdên din ava kiribûn. Tê de behsê alaya Kurdistanê jî bi vî rengî dike: “Wezîfeya çêkirina alayê li ser milê min bû. Min çar rengên qumaşan kirîn. Rengên sor, spî, kesk û zer. Sembol û nîşana reng û roja li ser alayê jî weha ye; Spî aştî ye, sor xwîn û şoreş e, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê Kurdan Zerdeştî ye…”.
Sala 1999an parlementoya Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) bi rengekî fermî alaya Kurdistanê pesend kir, ku heman alaya pesendkirî ji aliyê Xoybûnê ve bû. Tenê cudahî ew bû ku bedela 18 tîrêjan, 21 tîrêj ji rojê re danîn.
Herwiha sala 2009an parlementoya Herêma Kurdistanê biryar da ku roja 17ê çileya pêşîn wek roja Alaya Kurdistanê bê diyarîkirin. Li 17ê çileya pêşîn a 1945 (26ê sermaweza 1324an) alaya Kurdistanê li Mehabadê hatibû bilindkirin.
Ala Kurdistanê ya ku bû alaya fermî ya Başûrê Kurdistanê wiha ye;
Li jor rengê sor e, ya navîn spî ye û ya jêr jî kesk e.
Roj bi 21 tîrejên wekhev hatiye xemilandin, ku nîşana 21ê adarê û destpêka buharê ye.
Roj sembola azadî û ronahiyê ye. Rengê sor, nîşana xwîna şehîd û pakrewanên Kurdistanê ye.
Rengê kesk xwezaya Kurdistanê nîşan dide.
Rengê spî jî sembola aştîxwaziya gelê kurd e.
Li ser alaya rengîn a Kurdistanê gelek helbest hatine nivîsîn, ku helbestên herî naskirî, ji aliyê van helbestvan û nivîskaran ve hatine nivîsîn:
Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Osman Sebrî, Cigerxwîn, Tahayê Mayî, Ehmed Namî, Mîr Celadet Bedirxan, Herekol Azîzan, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, Hejar Mukiryanî û … hwd.
Çavkanî:
- Dîroka ala Kurdistan, ala Rengîn N: Qado Şîrîn
- (مێژووی ئاڵای کوردستان – گۆڤاری تیشک (govartishk.com)
-Alaya niha a Kurdistanê alaya hemû Kurdistanê ye N: Dr. Ziryan Hacî
-Vakit 17 Ağustos 1930 sayfa 1 | Gaste Arşivi (gastearsivi.com)
- Dîroka Ala ya Kurdistanê (kurdistan24.net)
- ئاڵای کوردستان - ویکیپیدیا، ئینسایکڵۆپیدیای ئازاد (wikipedia.org)
- مێژووی ئاڵای کوردستان دەگەڕێتەوە بۆ پێش کۆماری کوردستان | ڕۆژپڕێس | Rojpress (wordpress.com)
-یاسای ئاڵای هەرێمی کوردستان ژمارە -14 ی ساڵی 1999 پیرۆزبێت ڕۆژی ئاڵای کوردستان 17-12-2021 یاسا | By ‎Parezar Diyar Dilshad پارێزەر دیار دڵشاد‎ | Facebook
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは134表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 05-03-2024
リンクされたアイテム: 7
グループ: 記事
Publication date: 17-01-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 05-03-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 06-03-2024
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 05-03-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは134表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,500
画像 104,714
書籍 19,271
関連ファイル 97,552
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - ブック - クルド発行 伝記 - 方言 - クルド - Badini ライブラリ - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.343 秒(秒) !