ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,996
画像 106,683
書籍 19,298
関連ファイル 97,307
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Kelha Bestam
グループ: 考古学場所 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English1
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kelha Bestam

Kelha Bestam
=KTML_Bold=Kelheya dîrokî ya Bestam a Urartuyan li Rojhilatê Kurdistanê=KTML_End=
Şadî

Kelha Bestam weke yek ji cihên geştiyarî yê parêzgeha #Urmiyê# tê destgirtin û nêzîkî gundê Bestamê ya ser bi bajarê Qereziyadînê ye.
Kurdshop – Kelha Bestam ku li kêleka gundê Bestamê yê ser bi bajarê Qereziyadînê ya li parêzgeha Urmiyê ye. Tê gotin, ev kelheya herî mezin a şaristaniya Urartuyane, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê. Herwaha tê gotin ku li Cîhanê jî weke kelha 3emîn ya herî mezin a şaristaniya Urartuyane. Kelha Bestam bi qasî 2 hezar û 800 sal berê ji aliyê gelên Urartuyî ve hatiye çêkirin û heta demekî jî yek ji cihên girîng ên parastinê û nehatî şikandin a şaristaniya Urartuyan bûye ku ti kesî nekariye bikeve wê derê. Kelha dîrokî ya Bestam yek ji cihên hêjayî dîtinê yê li bajarê Çaldiran a Rojhilatê Kurdistanê ye û di sala 1352 ya hicrî şemsî ango sala 1972’yan di lîsta mîrateya netewî ya Îranê de hatiye tomar kirin.
Kelha Bestam weke yek ji cihên geştiyarî yê parêzgeha Urmiyê tê destgirtin û nêzîkî gundê Bestamê ya ser bi bajarê Qereziyadînê ye. Herwaha gundê Bestam yê ku di armanca geştiyaran de ye dikeve rojavayê bajarê Qereziyadînê û di 10 kîlometriya rojavayê bajarê Qereziyadînê de cîh digre.
Kelha Bestam, ji aliyê firehiya xwe ve sêyemîn şûnwarê dîrokî yê Urartuyan tê hesibandin û li Cîhanê jî weke mezintirîn kelha Urartuyan tê hesibandin. Li gor kevirên nivîsandî yên ku hatine dîtin, ji aliyê qralê Urartuyan ê bi nave ‘’Rosayê duyem’’ yê di navbera salên 645 û 685 berî zayînê hatiye çêkirin.
Tîmeke arkeolojîk a Alman di kolandinên xwe yên ku di sala 1969 heta 1978ê, li herêma Bestam û derdora wê pêk anîne, 4 kelehên Urartuyan ku yek ji wan Bestam bû ye, nivîseke Urartuyî ya ji nav çûyî û gelek kelûpel û firaqên metal peyda kirine.
Urartuyî şaristaniyetekî kurdî ya 1500 sal heta 600 sal berî zayînê ye û navenda paytexta wê jî Tuşba ango Wan a Bakurê Kurdistanê ye. Dewleta Urartu sînorên wê Kurdistan û bilindayiyên Ermenîstanê jî li xwe digirt.
Ev keleh li ser çiyayekî li kêleka gundê Bestamê ye û xwedî diwarên sitûr yên ku bi şêwaza mîmariya serdema Urartuyan, hatine xêzkirin û li ser newala jêrîn bi temamî kontrola wê heye. Kela Bestam di wê demê de bi armanca kontrol kirina rêyên bazirganiyê yên ku ji aliyê Bakurê Kurdistan û bajarên Tebrîz, Erdebîl yên Îranê û gola Urmiyê ve hatûçûn dihat kirin, hatiye çêkirin. Herwaha li gorî agahiyên gelê wê herêmê, ev keleh di şêwazê tûnelekî parastinê de bûye ku wê bi bajarê Çurs, ku bajarê pêncemîn yê herî mezin ya wê demê bû ye, bi hev re girê dide û bircên biçûk, ji bo çavdêrî kirinê li dora wê hebûne. Ew bajarê Çurs naha jî wek gundekî dîrokî û geştyarî yê ser bi bajarê Qereziyadînê ya parêzgeha Urmiyê ye.
Ev kelhe piştî serdestiya Medan a li wê herêmê hatiye terikandin, tevî ku di serdema navîn de di heman demê de di dema Moxolan de, ji aliyê komeke Xirstiyanan ve hatiye bikaranîn û bermahiyên ku ji wan mane, nîşanên xaçperestan hene ku li ser zinarên bajarê Rosaye tên dîtin.
Kelha dîrokî ya Bestamê xwedî giringiyeke dîrokiye, ku di wî warî de dosyeya wê berhema dîrokî ji bo tomarkirina di lîsteya berhemên Cîhanê de hatiye amade kirin. Herwaha ev keleha dîrokî ya Bestam di sala 1972’an de di lîsteya mîrateyên netewî yên Îranê de hatiye tomar kirin.
Beşên cuda yên kelha Bestamê.
Li gor zanyariyên arkeolog û lêkolîneran kelha Bestam ji sê beşên jêrîn yên kelhê pêktên ku ji navenda kelhê û serê kelhê pêk hatiye. Beşa yekemîn ji bo leşker û hespan, beşa duyem ya perestgehê û beşa sêyem jî ji bo Qralê Urartuyan hatiye veqetandin.
Nivîsa ku ji kelha Bestamê ku bi zimanê Urartuyî hatiye dîtin, ji bo lêkolîn û sûd jê wergirtina lêkolîneran, li Muzeya netewî ya Tehranê tê parastin.
Mîmariya Kelha Bestam
Kelha Bestam yek ji bajarên herî bi navûbang yê Urartuyan bûye û ji ber wê yekê jî weke bajarê Rosayî jî tê naskirin. Bajarê Rosayî bi qasî 32 hektariye ku derdora kelhê jî di nava xwe de hildigre.
Di nava abîdeyên di serdema Urartuyan yên li ser mîmariya kelhê, avahiya rojhilat, qada niştecîhbûnê ya kelhê û kanalên ji bo temîn kirina avê jî cîh digrin. Vekolînên arkeologan nîşan didin ku ev kelhe di nava 50 salan de û di sê qonaxan de hatiye ava kirin û xwedî perestgeh, bazar, cihê hikumetê, birc, bend û dergeh û rêyên derketina taybet yên veşartiye.
Kelha Bestam xwedî dîwarekî xurt yê keviriye ku li ser zinarekî bilind hatiye honandin, li deşt û newaleke berfireh dinêre. Di nava kelheyê de çend beşên cuda hene ku ji bo mêvanan, leşkeran, perestgehan hatiye bikar anîn û cîhên lê mayînê û îdareyan hene.
Keleha ku ji bo parastina qada dîrokî hatiye çêkirin, di salên dawî de bi qasî 620 metreyî bi perjînan hatiye dorpêç kirin.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは241表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 04-01-2024
リンクされたアイテム: 14
グループ: 考古学場所
No specified T3 57: No specified T4 1489
No specified T3 57: No specified T4 1439
プレイス: No specified T4 1513
プレイス:
プレイス: 観光名所場所
プレイス: No specified T4 1109
プレイス: No specified T4 991
プロヴァンス: 東クルディスタン
都市: Urumiya
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 04-01-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 05-01-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 05-01-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは241表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.19 KB 04-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,996
画像 106,683
書籍 19,298
関連ファイル 97,307
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.547 秒(秒) !