ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,174
画像 104,652
書籍 19,254
関連ファイル 97,497
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Çîrokek Zarokan: Dîkil Axa û Pîra Du Diran
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çîrokek Zarokan: Dîkil Axa û Pîra Du Diran

Çîrokek Zarokan: Dîkil Axa û Pîra Du Diran
Çîrokek Zarokan: Dîkil Axa û Pîra Du Diran.
Nivîskar: #Konê Reş#
Serê zivistana vê sala nû/ 2024, ev çîroka zarokan (Dîkil Axa û Pîra du diran), ku ji berî dor 60 salî ve min bihîstiye, hat bîra min. Min ev çîrok di zaroktiyê de, li gundê me Doda ku gundeke ji gundên Beriya Mêrdînê guhdarî kiriye.. Xweş li bîra min e dema ku di şevên zivistanî de diya me an pîrik û meta me, berî razanê ev çêrok ji me re digotin û em bi guhdariya wê re di xew re diçûn.. Gelek caran me lihev nedikir; birayekî min digot bela çîroka Kêzê Kêzxatûnê bêje, yekî din digot bela a Pîra Sehirdar bêje, xwîşka me digot bela Şengê û Pengê bêje, min digot na, bela çîroka Dîkil Axa û Pîra du diran bêje.. Çîrok bi vê rengî ji me re dihat gotin:
(Hebû nebû rehma Xwedê li dê û bavê min û we bû. Carekê ji caran li gundekî Beriya Mêrdînê pîrek feqîr hebû, çend mirîşk û dîkekî wê hebûn. Rojekê di hewşa malê de danê xwe bi şûnikê dikuta. Dîk û mirîşkên wê li dorê diçûn û dihatin.. Ji nişkê ve dîkê wê nikilê xwe li libek danê wê xist û xwar.. Pîrê ji qehra liba danê xwe ve, şûnika dankutanê avêt dîk û çavekî dîk rijand.. Dîk giriya û ji pîrê re got: Ez ê herim Hemedan bînim leşkerkî giran, ser te pîra du diran, te cavê min rijand ji bo libek dan..!. Dîk xeydî, ji hewşa pîrê derket û berê xwe da Hemedan. Dîk meşya û meşya.. bi rêkê de pêrgî marekî hat.. Mar bang dîk kir û got: Ha Dîko tê bi kû de here? Dîk lê vegerand: Quzelqerta bavê Dîko, nebêj dîko. Mar lê vegeran ma ez çi bêjim? Dîk got: Bêje Dîkil Axa. Mar got: Dîkil Axa berê te li kû ye lo? Dîk bi girî lê vegerand: Êêêê.. ez ê herim Hemedan bînim leşkrkî giran ser bîra du diran cavê min rijand ji bo libek dan... Mar got; ma tu min jî bi xwe re nake heval? Dîk got; çima na.. Mar jî da pey dîk û berê xwe dan Hemedan.. Piştî pêlekê ji meşê, rastî tûpişkekê/ Dulpiyekê hatin. Wê jî wek Mar jê re got dîko, dîk xeydî û got ez Dîkil Axa me.. Ew jî wek mar bû hevalê wan û rêya xwe berdewam kirin..
Di ber gundekî re derbas bûn, gundorek li ser banê xaniyekî bû, gundor çav bi wan ket, berê xwe da dîk û got; berê we li kû ye dîko? Dîk lê vegerand; Quzelqerta bavê dîko.. nebêje dîko, bêje Dîkil Axa.. em ê herin Hemedan bînin leşkerekî giran ser pîra du diran cavê min rijand ji bo libek dan. Gundor got ma hûn min jî bi xwe re nake heval? Dîk got; çima na.. Ew jî bo hevalê wan û berê xwe dan Hemedan.. Piştî pêlekê ji meşê, dîk sekinî, berê xwe da Mar, Tûpişk û Gundor û ji wan re got; em têra xwe çêbûn, haceta me bi leşkerê Hemedan nema ye, em vegerin şerê pîrê..! Piştî ku vegeriyan gun, mala pîrê, tûpişk ket tifika pîrê de, mar xwe li stûna mala pîrê gerand, gundor çû ser xanîkê pîrê û dîk ket nav mirîşkên hewşê de û got Qîqîqî.. qîqîqî.. Dema ku qîqîna dîk çû pîrê, pîrê got wey, va dîkê min vegeryaye malê.. kêfa wê hat.. Di wê navê re pîrê divîbû agirê tifika xwe dade ku xwarina xwe çêbike.. bi vêxistina qirş û qalên di tifikê de tûpişkê bi tiliya wê veda.. hawar kir û got; pepo.. waweylê tûpişkekê bi tiliya min veda.. destê xwe avêt stûna malê, mar jî bi qemçika stûyê wê veda.. hawar kir û bazda ku ji hundir derkeve.. bi derketina ji hundir, gundor bi ser de hat xwarê û pîrê hat kuştin.. Dîk hilkişiya ser tingê gund û bang da; Qîqîqî.. Qîqîqî.. Min heyfa xwe ji pîra du diran hilanî..).

Wiha çîrok bi dawî dibû. Belê di dawiya çîrokê de ji me re digot: Çîroka min ji we re xweş, hûn bibînin xewnên xweş, kanî telaşek şebeş!.

Mebesta min, ne tenê nivîsandina vê çîroka ku min di biçûkaniyê de guhdar kiriye û ji nû ve divejînim, belê hem jî ku ez wê girêdana di navbera xelkên Beriya Mêrdînê û bajarê Hemedanê de diyar bikim.. Çawa xelkên Beriya Mêrdînê hawara xwe digîhandin Hemedanê..! Gelo! Wê hingê Beriya Mêrdînê di bin hukmê Hemedanê de bû? Ji ber ku ta niha navê Hemedanê di nav hin çîrokên xelkên Beriya Mêrdînê tê gotin..? Tevî wilo, hîn jî hin şovînîst dibêjin hûn ne xelkên vî cihî ne! Wek ku diyar e di wextekî de Hemedan an Akbatan paytexta dewleta Mîdiyan bû û beşekî mezin ji Rojhilata Navîn di bin destê qeralê wê Korşê Mezin de bû.. Di baweriya min de, ev çîrok jî belgeyeke ji hebûna me a dîrîn re ku em xwediyên xaka Beriya Mêrdînê ne. Û ez bi xêr û hûn bi selametî.

Qamişlo/ 03-01-2024
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは232表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xelat.org/ 03-01-2024
リンクされたアイテム: 2
伝記
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 03-01-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: ストーリー
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Qameeshly
Technical Metadata
アイテムの品質: 96%
96%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 03-01-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 03-01-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 03-01-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは232表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1103 KB 03-01-2024 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,174
画像 104,652
書籍 19,254
関連ファイル 97,497
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - PDF - 伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 伝記 - 方言 - クルド - Badini

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.437 秒(秒) !