ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,668
画像 105,734
書籍 19,411
関連ファイル 97,455
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Deshilatdariya Mîrnişîna Hezar Espiyan
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Deshilatdariya Mîrnişîna Hezar Espiyan

Deshilatdariya Mîrnişîna Hezar Espiyan
=KTML_Bold=Deshilatdariya Mîrnişîna Hezar Espiyan=KTML_End=

Bavûbapîrên Mezin yên #Lorî# stan iyan Hezar Espiyan yan jî Benî Fezlewiye, navê zincîre deshilatdariyekê ne ku nêzîkî 300 salan (ji sala 550 heta 827 koçî-1155 heta 1424 zayînî) hukumraniya navçeyên Loristan û Xûzistanê li rojiavayê Îrana serdema Selcûqiyan dikirin
Kurdshop - Bavûbapîrên Mezin yên Loristaniyan Hezar Espiyan yan jî Benî Fezlewiye, navê zincîre deshilatdariyekê ne ku nêzîkî 300 salan (ji sala 550 heta 827 koçî-1155 heta 1424 zayînî) hukumraniya navçeyên Loristan û Xûzistanê li rojiavayê Îrana serdema Selcûqiyan dikirin. Nasnavê Etabek, ku di zimanê tirkî de wateya bavê mezin dide, di serdema Selcûqiyan ji wan mîran re dihat gotin ku şahzade di warê siyasî de perwerde dikirin û hevdem deshilatdariya navçeyekî jî bi navê şahzadeya bin proseya perwerdeya xwe jî werdigirtin. Lê wê demê ji ber ku deshilata Selcûqiyan ber bi lawazbûnê ve diçû, êdî her mîr û serkirdeyekî ku karîba navçeyek ji xwe re digirt û hukumraniya wê dikir û nasnavê Etabek dida xwe, bêyî ku tu şahzadeyek perwerde kiribe.
Bavûbapîrên Lorê Mezin jî bi wî rengî hikûmetdarî bidest xistine. Ebû Tahîr avakerê wê zincîra deshilatdariyê bû ku beriya wê di xizmeta Etabekên Selxorî de bû. Selxorî, hozek bû ji turkmanên Oguz ku hevdem ligel rabûna Tugrul, avakerê zincîra paşatiya Selcûqî, pê re derbasî navçeya Xurasnê bibûn û li wir bicîh bibûn. Lê ew jî hevdem ligel têkçûna deshilata Selcûqiyan, êrişî navçeya Fars li başûrê Îranê kirin û deshilatdariya xwe bi navê Etabekên Selxorî ava kirin û bajarê Şîrazê jî kirin paytexta xwe.
Li gorî ku dîroknivîsê navdar Hemdula Mustofî nivîsiye, binetara Etabekên mezin yên Loristanê vedigere kurdên ku li Şamê dijiyan. Dîroknivîsekî din bi navê Xefarî jî li ser Etabekên mezin yên Loristanê heman tişt nivîsiye û vê jî dide zanîn ku binetara wan vedigere Key Xusro, şahê efsaneyî yê Îranê. Birahîmê kurê Elî, ku neviyê Fezlewiye bû, piştî ku hinek mirovên wî ji aliyê deshilatdarên Şamê ve hatin kuştin, ligel hoza xwe berê xwe dan navçeya Farqîn ya Diyarbekirê. Lê paşê Kînoye, kurê Birahîm, tola mirovên xwe ji hakimê Şamê vekir û paşê ligel hoza xwe berê xwe da Azerbaycanê û ji wir jî derbasî Gîlanê bûn. Piştî Kînoye, pismamê wî Mekkî, kurê Ebûlhesen, cihê wî girt û wî jî hoza xwe bir Loristanê û li wir bicîh bûn. Piştî demekî, Ebû Tahîr, ku yek ji kurên Mekkîyê kurê Ebûlhesenê kurê Fezlewiye bû, çû xizmeta Etabekên Selxorî li navçeya Fars. Ji ber jêhatîbûn û wêrekî û mêrxasiyê, dibe serkirde û ji aliyê Etabekê Selxorî ve bo şerê li dijî kurdên şivan li navçeya Fars tê şandin û tê de serkeftî dibe. Piştî wê serkeftinê, Ebû Tahîr li ser daxwaza xwe diçe şerê Loristanê û bi behaneya ku Loristanê bo Etabekê Selxorî dagîr dike, êrişî wir dike, piştî ku di wî şerî de bi ser dikeve, êdî guh nade Etabekê Selxorî û serxwebûna xwe radigehîne. Piştî 34 salan, kurê wî Nusredîn Hezar Hesp cihê wî digire û bajarê Îzec (Îze) dike paytexta xwe.
Hezar Esp deshilatdarekî jîr û jêhatî bûye û di warê avedankirinê de gavên davêje û bala hozên din yên Lor û Ereb dikşîne ser xwe. Bi rengekî ku hozên wek Eqîlî, Haşimî û Bextiyarî ji Cebelul Simaq ber bi Loristanê ve tên û alîkariya Hezar Esp dikin bo avedankirina deverê. Hezar Esp navçeya bin deshilata xwe heta nêzîkî Îsfehanê berfireh dike û ligel Etabekên Fars jî şer dike û hinek ji deverên di bin destê wan de jî kontrol dike.
Hevdem ligel êrişa Muxulan, Hezar Esp bo Sultan Celaledîn Xarezmşah pêşniyar dike ku biçe Kurdistanê lê Sultan guh nadê, tevî wê yekê ku mirovên hev bûn jî, keçeke Hezar Esp, jina birayê Sultan bû.
Dema Sultan Celaledîn diçe Bexdayê, Hezar Esp bi germî pêşwazî li wî dike. Paşê, Îmaededînê kurê Hezar Esp li cihê wî rûnişt û deshilata wî nêzîkî 20 salan berdewam bû û ji aliyê xelîfeyê Ebasî ve jî rêz û hurmet lê dihat girtin. Piştî Îmadedîn, kurê din yê Hezar Esp yê bi navê Tokle li cihê bav û birayê xwe rûnişt. Etabek Seid, ku ji Etabekên Selxorî Fars bû, sê caran êrişî deshilata Tokle kir lê nekarî wî têk bibe û Toke bihêztir bû. Helbet pêwîst e ev jî were gotin ku Tokle ji aliyê xelîfeyê Ebasî ve, îcazeya etabekî û desthilatdariyê wergirtibû. Tokle ji kuştina xelîfe bi destê Hulakûcanê Muxul, gelekî êşiyabû û razî nebû teslîmî Hulakûxan bibe. Tokle beriya hingê, ligel Hulakûxan bû lê piştî kuştina misilmanan û xelîfe, dest ji wî berdabû û vegeriyabû Loristanê. Lê herî dawî Tokle bi fermana Hulakûxan hat girtin û birin Tewrêzê û li wir kuştin û hukumraniya wî sala 656 koçî bidawî hat.
Paşê, dîsa bi fermana Hulakûxan, birayê Tokle yê bi navê Şemsedîn Elb Erxûn, dibe Etabek. Şemsedîn bo qerebûkirina êrişên muxulan, çend salan bacê ji xelkê nastîne û hewla avedakirinê dide. Paşê kurê wî yê bi navê Yûsif Şah, li cihê wî rûdinê û di xizmeta Ebaxa Xan paşayê muxul dibe û deshilata xwe jî diparêze. Carekî jî Ebaqa Xan ji êxsîriyê rizgar dike û nasnava Behador ji aliyê Ebaqa Xan ve werdigire. Ebaqa Xan deshilata navçeyên Kohgîloye û Gulpayganê jî dide wî û rêzê lê digire.
Yûsif Şah, piştî Ebaqa Xan jî di xizmeta xanê piştî wî Tekûdar û Erxûn de dibe. Piştî Yûsif Şah, Efrasiyabê kurê wî li cihê wî rûdinê û ji ber ku wê demê deshilatdariya muxulan li Loristanê lawaz dibe, Efrasiyab çavê xwe berdide deshilatdariya hemû Îranê û bo wê jî gelek hewl dide lê serkeftî nabe. Paşê ji aliyê Xazan Xanê muxul ve bi tawana wan hewlên ku bo wergirtina deshilatê dabû, tê kuştin. Piştî Efrasiyab, birayê wî Nusredîn Ehmed tê ser kar. Piraniya dîroknivîsan behsa jêhatîbûna wî dikin û wek Qurretul Eynê (nûrê çavan) zincîre deshilatdariyên Etabekên Mezin yên Loristanê dibînin.
Ew di navbera salên 695 heta 733 koçî deshilatdar bûye. Yûsif Şahê Duyem û Efrasiyabê Duyem, du deshilatdarên din yên etabekên Loristanê bûn. Piştî Efrasiyabê Duyem, kurê wî Nûrulwerd deshilatê digire destê xwe lê xwe tevlî şer û nakokiyên navbera Etabekên Alê Încû û Etabekên Alê Muzefer (şerê wan li wîlayeta Fars bû) kir û piştî Alê Încû girt. Ji ber wê jî Alê Muzefer êrişî wî dikin û ji aliyê yek ji mirovên xwe ve (pismam yan jî biraziyekî wî) bi navê Şemsedîn Peşeng dîl tê girtin û korkirin û Şemsedîn dibe etabek û zêdetirî 30 salan li ser deshilatê dimîne. Paşê kurê wî Pîr Ehmed li cihê wî rûdinê. Wek dîroknivîs jî dibêjin, wê demê hêdî hêdî deshilata Etabekên Mezin yên Loristanê ber bi lawazbûnê ve diçû. Pîr Ehmed yek ji birayên xwe dikuje û ji ber wê jî birayên wî yên din jê dûr dikevin.
Ligel hatina Teymûr, Pîr Ehmed xwe dide aliyê Teymûr û dikeve bin fermana wî lê Teymûr yek ji birayên wî dike şirîkê deshilata wî, ji ber wê jî di navbera wî û birayê wî de şer derdikeve. Pîr Mihemedê neviyê Teymûr, ji ber wê yekê Pîr Ehmed digire û dixe zîndanê. Lê xwe rizgar dike û dema vedigere, dest bi kuştin û qirrkirina xelkê dike û di dawiyê de ji aliyê endamên hoza Esterkî ve tê kuştin û Ebû Seîdê kurê wî, bi piştevaniya Eskenderê neviyê Teymûr dibe Etabekê Loristanê û piştî wî jî, Şah Husênê kurê wî dibe deshilatdar, lê ji aliyê yek ji xizmên xwe ve bi navê Xiyasedînê kurê wî Kawûsê kurê Hûşengê kurê Peşeng ve tê kuştin.
Birahîm Sultan, neviyê Teymûr ji ber wê yekê bo vekirina tola Şah Husên, êrişî Xiyasedîn dike û Xiyasedîn direve û bi vî rengî deshilata Etabekên Mezin yên Loristanê yan jî Benî Fezlewiye yan Hezar Espiyan bi dawî dibe û navçe dikeve destê hozên lorên Bextiyarî.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは243表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://a.kurdonline.info/- 14-12-2023
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 22-04-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
プロヴァンス: 東クルディスタン
都市: Lurrstan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 14-12-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 14-12-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 14-12-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは243表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1135 KB 14-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,668
画像 105,734
書籍 19,411
関連ファイル 97,455
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - PDF - 伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 伝記 - 方言 - クルド - Badini

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:4.766 秒(秒) !