ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,781
画像 105,898
書籍 19,376
関連ファイル 97,467
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Awayê Nivîsîna Qertafa Dema Bê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zana Farqînî

Zana Farqînî
Awayê Nivîsîna Qertafa Dema Bê
#Zana Farqînî#

Di zimanê me yê niviskî de qertafa dema bê bi awayên ji hev cihe tê nivîsandin. Heta her redaksiyona weşanekê der barê awayê nivîsîna vê qertafê de xwedî biryarekê ye. Niviskar bi awayekî dinivîsîne, redaksiyon bi awayeki din ji xwe re sererast dike. Ev yek jî dibe sedema tevlîhevî û nerazîbûnan.Tiştekî balkêş e, tenê der bare vê qertafa hanê de du awayen nivîsînê hene. Qertafên demê yên din hemû bi lêkerê ve tên nivîsandin. Tenê ev qertafa dema bê yan bi cînavkê ve yan jî bi tena sere xwe tê nivîsandin. Divê ev cudatî ji holê rabe.Niha em li ser ve yekê rawestin û ramana xwe derpêş bikin. Di zimanê me de deh cureyên peyvê hene ku nemir Celadet Bedirxan ew bi navê birên qisetê navandine. Em van cureyên peyvan (ango texlîtên bêjeyan) bidin xuyakirin: Navdêr, veqetandek, pronav (cînavk), jimarnav, lêker, rengdêr, hoker, daçek, gihanek û baneşan.Ji van her pêncên pêşîn guhêrbar û her pêncên din jî neguhêrbar in. Di nav van birên qisetê de tenê veqetandek bi tena sere xwe nayên nivîsandin. Lê her neh cureyên din bi sere xwe ne û bi peyvên din ve nayên nivîsandin. Ji bilî ku gava bi wan navên hevedudanî û dariştî bên çêkirin. Wekî din jî hin awarte hene. Li aliyê din, ew ji cureyên peyvan cuda tên nivîsandin. Vekîta wan ango rastnivîsa wan wiha ye. Ligel vê yekê, gava terkîb bên çêkirin, an jî peyv bên tewandin, dengin bi hin cureyên peyvan ve dibin.Em dikarin encameke wiha ji ve rewşê derxin. Nexwe ji ber ku cînavk jî cureyeke peyvê ye,  ji bilî ku di hin rewşan de qertafa tewangê lê zêde dibe, dive ku ew bi tena serê xwe be. Lê  mixabin nemir Celadet Bedirxan qertafa dema bê ê bi cinavkê ve nivîsiye, îcar gava ku qertafa dema bê mina dê bi kar aniye, ji cînavkê cuda nivîsiye. Her wiha gava ku ev qertafa dema bê wekî wê tê bikaranîn jî dîsan, bi tena serê xwe tê nivîsandin. Em wiha bibêjin: Qertafa dema bê di rastiya xwe de dê ye, lê bi awayeki giştî mîna ê tê bikaranîn. Îcar carinan mîna wê jî tê bilêvkirin ku ev şêwe tenê ji bo kesê sêyemin ê yekejimar û yê pirejimar tê bikaranîn.Li vir pirs ev e, gava ev qertaf wek ê tê bikaranîn bi cînavkê ve, lê belê gava wek dê û  wê tê bikaranîn, îcar ji cînavkê cuda tê nivîsandin.Çimaş Bi ya min tu sedemeke rêzimanî  û ya wateyî nîn e. Ji bo hin kesan bûye adet an jî, li gorî hin kesan di zimanê devkî de gava ev qertaf mîna ê tê bikaranîn, wekî bi cînavkê ve be, tê bilêvkirin, loma jî bi cinavkê ve tê nivîsandin.Vekita zimanekî li gorî zimanê devkî nabe ku bê tespîtkirin. Ji bo vekîtê divê ku rêziman esas  be. Jixwe pîrê vî karî Celadet Bedirxan bi xwe jî di Hawarê de, (hejmara 28, rûpel 11) der barê vekitê de wiha dibêje: Qeydeyên vekîtê ji tevayiya gramêrê dertên. Di bihevebûna bêjeyan de qeyda gelemper ew e ko her bêje bi serê xwe tête nivîsandin û bi bêjeyên din ve nabin; ji hin awartan pê ve. Bi rastî jî gava em li gorî zimanê devkî vekîta xwe tespît bikin, gerek em niha dev ji gelek  rêzik û qaydeyên xwe yên vekitê berdin. Hema bala xwe bidinê ku hemû qertafên lêkera bûnê,  em di dema kişandina navdêr û rengdêran de cuda dinivîsin, lê di wexta bilêvkirinê de mîna ku pê ve bin, em dixwînin û bi lêv dikin. Nexwe, divê em xwe bispêrin gramerê, ne ku awayê zimanê devkî ji xwe re rast û durist bibînin.Wek encam; hewce ye ku em qertafa dema bê (ê, dê û wê) ji cînavkê cuda binivîsin. Jixwe em tev qertafa dema bê dê û wê (ku ev ji ew ê pêk hatiye) ji cînavkê cihê dinivîsin. Lê bi tenê di warê awayê nivîsîna qertafa dema bê ê de cudahî heye. Hin ji me bi cînavkê ve û hin ji me jî, ji cînavkê cihê dinivîsin. Bi ya min gerek ew jî, ji cînavkê cuda bê nivîsandin. Ji bo ku bi cînavkê ve bê nivîsandin ez sedemeke mantiqî nabînim. Eger dê be jixwe em cuda dinivîsin, lê eger bi awaye ê be em bi cînavkê ve dinivîsin, gava pê ve be gelo wateyeke  din jê diçeş Na. Hinceta ku ji aliyê telafûzê ve wisan sivik e jî, bi ya min ne rast e. Çimkî em nikarin xwe bispêrin rêzik û qaydeyên zimanê devkî.Sûd û kelk di dubarekirinê de heye. Ji bo mijar û dabaşa vekît û rastnîvîsê jî, divê ku em xwe bisperin rezikên rêziman û gramerê. Rênîşander û rênima divê ku ev rêziken rêzimanê bin. Ne tiştên tercîhî û subjektîf bin ku ev li gorî kesan guhêrbar in.Kaynak: Awayê Nivîsîna Qertafa Dema Bê - Amîda Kurd
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは365表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 17-11-2023
リンクされたアイテム: 4
の単語&フレーズ
1. qertaf
伝記
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 25-06-2007 (17 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: の言語
ブック: 文学
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 17-11-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 18-11-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 18-11-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは365表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,781
画像 105,898
書籍 19,376
関連ファイル 97,467
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ブック - クルド発行 伝記 - 方言 - クルド - Badini ライブラリ - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.781 秒(秒) !