ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,996
画像 106,683
書籍 19,298
関連ファイル 97,307
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Bêrîvan: Dayika Zerdeşt
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bêrîvan: Dayika Zerdeşt

Bêrîvan: Dayika Zerdeşt
=KTML_Bold=Bêrîvan: Dayika Zerdeşt=KTML_End=
Can Şeker

Ji gelekî kevn de li welatê Medan li derdora gola Ormiyê li bajarê Raga, keçikek bi malbata xwe re dijiya. Navê wê Dughdova bu. Di zimanê Mediyan de Dughdova tê wateya Şîrdoş di kurdiya modern de jî Bêrivan.
Navê bavê wê Frahim Rava navê diya wê jî Freno bû. Dughdova, ango Bêrîvan keçek gelek bedew bû. Rûyê wê wek stêrka sibê geş, bejnek narîn li ser, wek tayê rihanê, porek dirêj li ser wek qetranê. Kê ew bidîta dê bigota Bêrîvan keçikek ji Periyan e.
Bi qasî bedewiya xwe jî, bi bîr û merîfet bû. Di kar û barên malê de jî jêhatî û çeleng bu.
Rojekê Bêrîvan dike ku here bêriye. Di nav mêrgekê re dimeşe. Gîya û nefela mêrgê kesk, kulîlkên di nav de, sor û zer dikin. Bêhna gul û nêrgizan li hawîrdor belav dibe. Kî bidîta dê bigota ev der bihişt e, Bêrîvan jî horiyek e di nav de.
Dema Bêrîvan kulîlk didane hev dengek hate guhên wê. Bêrîvan!.. Bêrîvan li derdora xwe nihêrî lê kesî nedît. Car din deng dubare bû: Bêrîvan!.. Bêrîvan carek din li dora xwe nihêrî û dîsa kesî nedît. Bêrîvan serê xwe bilind kir li jor li esîmanê şîn nihêrî. Li ser serê wê ewrek mezin û sipî peyda bû. Ewr ji hev belav bû, di nav de ronahiyek da der. Ronahiya rojê bû ew. Ew deng jî ji wir dihat.
Deng: Bêrîvan netirse! Navê min Vohuma ye. Ez melekê Yezdanê mezin, Ahura Mazda me. Ez ê mizgîniyekê bidime te; dê kurek ji te re çê bibe. Bi zanyariya xwe dê di cîhanê de wek roja li asîman biçirise. Dê rêberiya gelan bike da ku gel werin ser rêya rast. Me qevdek ji giyayên taybet û kasek bi sêr ji te re amade kiriye. Divê tu giya bixwî, şîr bi ser ve vexwî da tu bi hêz û wêrek bî.
Ewrê sipî belav bû û ronahiya ku ji nava ewr derket, bi ser Bêrîvanê ve bariya. Tirs û xof ket dilê Bêrîvanê. Wê nizanîbû êdî çi bike. Ji xwe re ketibû nav hizran. Paşê, Bêrîvan çû ser Kaniya Xezalan. Kanî ji nav du zinarên li tenişta mêrgê ve şûş dibû. Ava kaniyê bi qasî du aşan bigerîne gur, wek neynikê zelal, wek cemedê qerisi û derdora xwe hênik dikir. Bêrîvanê nihêrî ku qevdek giya û kasek bi sêr li wê derê ye. Wek ku melekê Ahura Mazda jê re gotibû. Bêrîvanê giya xwar û tasa bi sêr bi ser xwe dakir û vexwar. Li ser kaniye bêhna xwe veda. Beriya ku vegere malê, wê xwest kasê bişo. Xwe bi ser ava kaniyê ve daqûl kir, di avê de xwe dît û veciniqî. Car din xwarî ser avê bû. Li pişt serê xwe sîwanek (hale) mîna ronahiya rojê dît. Wek ku roj biçûk bûbe û li pişt serê wê danîbe. Rûyê wê wek roja sibê diçirisî.
Bêrîvan bi lez û bez rêya malê girt. Di rê de hin gundî ew dîtin. Gundî ecebmayî bûbûn. Hinek ji wan ji tirsan direviyan, hinek jî matmayî mabûn û ji hev re digotin: De ji xwe re li Bêrîvanê binêrin! Gelo çi hatiye serê wê? Ma çi rû daye? Bêrîvanê xwe bi zor gihand malê. Roj çûbû ava, hêdî hêdî dinya tarî dibû. Bêrîvanê derî vekir, lê hundir tarî bû. Dema ew derbasî hundir bû ji ronahiya sîwana li pişt serê wê hundir bûbû wek naverojê. Dema dê û bavên wê ew dîtin ecebmayî man û bavê jê re got: Bêrîvana min, delala min ev çi hale, gelo çi hatiye serê te? Bêrîvanê ji serî heta dawî ji dê û bavê xwe re bûyerê bi ta û derzî vekir.
Roja din bûyer li seranserê gund belav bûbû. Êdî gundiyan dizanîbûn bê çi qewimiye. Gundî ketibûn nav fikaran, ji vê buyerê ditirsiyan û ji hev re digotin: Ev bûyer ne nîşana xêrê ye! Wê bela werin serê me! Gelo kî dê me biparêze? Gundiya qerar dan ku herin ba Karapan gilî bikin. (Karapan rahibê ola Mîthra û Zurvana ye) Gundiyan heyetek hilbijartin û şandine ba Karapan. Karapan jî ket nav fikaran û fêm kir ku text, tac û ola wî di bin talûkeyeka mezin de ye û ev bûyer destpêka oleke nû ye. Karapan da pêşiya gundiyan û ber bi mala bavê Bêrîvanê ve meşiyan. Dema gihîştîn ber mala bavê Bêrîvanê, Karapan bang li bavê Bêrîvanê kir û got: Frahim Rava, tu halê keça xwe dibînî. Çi qewimiye jî, tu pê dizanî. Ev bûyera hanê elamet û nîşana xêrê nîne. Hacûc û macûc (Demon, Cin) ketine ruhê keça te. Divê em wê bişewitînin da em ji hacûc û macûcan, gund, mal, ol û canê xwe biparêzin. Di vê navberê de gundiyan li meydana gund agirek geş û mezin vêxistibûn. Her ciqas Frahim Rava li berxweda û keça xwe parast jî lê disa wan bi darê zorê Bêrîvanê ji hundir derxistin û birin meydana gund. Gundiyan bi emrê Karapan, Bêrîvana pêxwas, por dirêj û bejna narîn, avêtin nav agir. Agirê pîroz xwe ji bin piyên Bêrîvanê da alî. Li çep û rastê Bêrîvanê belav bû û wê ji gundiyan û Karapan parast. Ji tirsa agir re kesî nikarîbû xwe nêzî Bêrîvanê bike û wê biêşîne. Gundî û Karapan ecebmayî û neçar mabûn. Wan meydana gund vala kirin û korpoşman ber bi malên xwe ve çûn.
Karapan ketibû nav dek û dolaban. Bê ka bi çi awayî Bêrîvanê ji holê rake. Bi destê çend mirîden xwe ve bi dizî jahrê dide mange û hespên gundiyan û ji ber vê yekê Bêrîvanê tewanbar dike. Gundî carek din li hev dicivin û bi hêrs, gilî û galegal, car din êrîşê dibin ser mala Frahim Rava. Yek ji gundiyan dibêje: Bêrîvanê ev çi nebixêrî ye te bi serê me ve aniye? Mange û hespên me hemû hatine kuştin sebeb jî tu yî. Divê tu ji holê rabî. Yekî din: Frahim Rava, keça te em malwêran kirin. Êdî kes nikare wê ji nav lepên me derxe. Gundiyan derdora mala wan girtin û çaralî agir berdanê. Bêrîvan û malbata wê ji tirsa dilerizîn û nizanîbûn dê çi bikin. Ji wan re tenê dua mabûn.
Ewrek reş û tarî li asîman xuya bû. Baran wisa barî ku tu şopek ji agir nema. Ba û bahozê dest pê kir û her yek ji gundiyan bi ciyekî ve avêt. Dek û dolabên Karapan dîsa bê encam mabûn. Frahîm Rava baweri anî ku keça wî di bin talûkeyeke mezin de ye. Gazî keça xwe kir û got: Bêrîvan, delala min, tu dizanî ez çiqasî ji te hez dikim. Heger tu li vî bajarî bimînî em ê werîne kuştin. Min biryara xwe daye, ez ê te bişînim Gundê Patiragtaraspa (ev nav navê bapîrê Zerdeşt e jî) cem eşîra Spîtamayan (Spîtama bi kurdiya îro tê wateya pir spî an jî çîl spî) ew malbatekî baş in û dostê min in. Ew dê li te xwedî derkevin û te biparêzin. Gundê wan li qerexa çemê Dareja ye (Daryai). Ev çem milek ji çemê mezin Araxeyê ye (Aras) ku nêzî çiyayê Sabalaneyê ye. Û rê ji keça xwe re terîf kir.
Bêrîvan çu tewlê, hespê bavê xwe yê herî baş ji tewlê derxist, gem kir devê wê, zîn avet piştê û li hespê siwar bû. Ji dê û bavê xwe xatir xwest. Pişta xwe da felekê û berê xwe da gundê Patiragtaraspaya eşîra mala Spitama.
Di rê de piştî sê roj û sê şevan rast li xortekî tê. Dibîne ku ev xort jinek li pişta xwe kiriye û bi zor û zehmet dimeşe. Bêrîvanê jê dipirse: We xêr e hûn bi ku ve diçin? Xort: Dayika min nexweş e, ez wê dibim ser hekîm. Bêrîvan ji hespê xwe peya dibe û dibêje: Li pêşiya we hê çiyayekî din jî heye, ne pêkan e tu wê bi vî halî bigihênî ser hekîm. Hespê xwe da wan, xatir ji wan xwest û peyatî bi rêya xwe ve çû.
Piştî çend roj û çend şevan, çiyayekî asê derketibû pêşiya wê. Di nav wî çiyayî de rêya xwe wenda kiribû. Bê av û bê nan, pêxwas digeriya da ku rêya derketina ji vî çiyayî bibîne. Li binê dareke mazî runişt, bêhna xwe veda û hizirî. Heta ku çav çavan bibînin, çaralî dar û ber bûn. Ji xwe re difikirî; gelo ew dê hîn çi were serê min? Ez ê çawa ji nav vî çiyayê asê derkevim? Hê di nav wan xiyalan de bû, hîrîna hespek hat. Bêrîvanê li paş xwe nihêrî û ber bi hespê ve çû. Lê çi bibîne, Hespek çîl sipî û xurt, gemek ji zêr di dev de, zînek ji zîv li ser pişta wê ye. Bêrîvan li hespê xwe siwar bû û çiyayê asê li pişt xwe hişt.
Li kêleka çiyayekî din çemek diherikî. Ava çem şîn dikir. Li aliyê din gundek xuya bû. Bêrîvan têgihîşt ku ev gund, gundê eşîra Spîtama ye. Berê hespê xwe da nava gund û bû mêvanê mala Patiragtaraspa. Bêrîvan silav û rêzên bavê xwe ji wan re pêşkêş kirin. Serpêhatiyên xwe yek bi yek ji serî heta dawî ji Patiragtaraspa re vegot.
Patiragtaraspa yekî têgihîştî û jîr bû, kêfa xwe ji Bêrîvanê re anî. Fêmkiribû ku Bêrîvan keçeke taybet e. Ewî wê wek keçe malê dît û ezimand. Du kurê Patiragtaraspa hebûn, navê yekî Erestî, yê din jî Pourushaspa bû. (Pourushaspa tê wateya pir hesp, an jî xwediyê gelek hespan) Pourushaspa Xortekî ciwan, zana û bi mêraniya xwe navdar bû. Roja ku çavên Pourushaspa û Bêrîvanê bi hev ket û pê ve, agirê evînê jî, wek roja li asîmanan di nav dilê wan de vêketibû. Evîna wan bûbû çîrokên şevbêrkan, sitranên ser devê xort û keçan.
Daweta wan heft roj û heft şevan bi coşeke mezin dom kir. Piştî neh mehan kurek ji wan re çê bû û navê wî kirin ZERDEST.
Can Şeker
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは494表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 08-10-2023
リンクされたアイテム: 15
グループ: 記事
Publication date: 27-07-2007 (17 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: ストーリー
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 08-10-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 09-10-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは494表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,996
画像 106,683
書籍 19,298
関連ファイル 97,307
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.984 秒(秒) !