ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
ビデオ
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
アーキビスト
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
ビデオ
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
アーキビスト
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 アーキビスト
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
伝記
ニザーミー
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
統計
記事
  537,284
画像
  109,542
書籍
  20,232
関連ファイル
  103,800
ビデオ
  1,533
言語
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,504
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,805
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,992
عربي - Arabic 
30,500
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,997
فارسی - Farsi 
9,686
English - English 
7,553
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,664
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
4
イメージと説明 
1
地図 
1
ファイルリポジトリ
MP3 
324
PDF 
31,293
MP4 
2,528
IMG 
200,846
∑   合計 
234,991
コンテンツの検索
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
伝記
ニザーミー
Dr. Nûredîn Zaza: 1919 – 1988
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
کرمانجی0
هەورامی0
لوڕی0
لەکی0
Zazakî0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Français0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Catalana0
Cebuano0
Čeština0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Lietuvių0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
балгарская0
қазақ0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ترکمانی0
हिन्दी0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Dr. Nûredîn Zaza: 1919 – 1988

Dr. Nûredîn Zaza: 1919 – 1988
=KTML_Bold=Dr. #Nûredîn Zaza# : 1919 – 1988=KTML_End=
#Konê Reş#

(Pêşmergeyê ku ji berî 35 salan ve li Lozanê ji hespê xwe peya bûye!)
Bi helkeftina ku 35 sal (di roja 07-10-2023an de temam dibe) di ser koçkirina lehengê Kurd Dr. Nûredîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, xweş e ku em kurtiyekê ji têkoşîna wî, ked û xebata wî ji xwendevanên xwe re bêjin û şanî wan bikin. Mixabin ku heta niha, me ew mafê wî, yê ku ji me tê xwestin lê venegerandiye. Me navê wî, baş bi nifşê nû re nedaye naskirin. Evê ku jiyana xwe bi van çend gotinên kurt li ser kêla gora rêhevalê xwe Dr. Nûrî Dêrsimî daye zanîn:
Li ser vê riya dijwar
Min jî kire pir hawar
Da ji bo we rojekê
Dinya bibe gulbihar.
Erê, Dr. Nûredîn Zaza, tev jiyana xwe di ber gelê Kurd de xerc kiriye, tevî ku gelek zilm û zor hatin serê wî ji girtin, zindankirin û sirguniyê. Lê wî negot ez poşman im. Îro, bi min xweş e ku ez wî, di vê nivîsê de wek nivîskarekî kovara Hawarê ji we xwendevanên kovara The Hall Kurdî re bidim naskirin.
* * *
Di sala 1930î de, dema ku bi birayê xwe Dr. Nafiz Beg Zaza re ji neçarî binxetî Sûriyê bûn, temenê wî 11 sal bûn. Di sala 1931ê de tevlî kerwanê penaberên kurd li Şamî bûn. Ewên ku ji tirkiyê, ji ber Kemalîstan reviyabûn Sûriyê, piştî serhildana Şêx Seîd û Agiriyê. Li Sûriyê desthilata Fransî ew kiribûn bin rûniştina zorê de li Şamê, ew kes jî ev bûn: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Memdûh Selîm Beg Wanî, Hemza Beg Miksî, Osman Sebrî, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Bedrî û Mihemed Beg Cemîl Paşa, Haco û zarokên xwe. Hingê welatparêzê Kurd Elî Axa Zilfo yê ku ji Kurdên Zaza bû, mala xwe tevî xulam û xizmetkarên xwe ji wan re terxan kiribû. Di wê mişextiyê de Dr. Nafiz birayê xwe Nûredîn di dawa Mîr Celadet Bedirxan de sinet kir û bûn kirîvê hev. (Her ku ez diçim serdana dotmîr Sînemxan Celadet Bedirxan li Hewlêrê û dibe qal û behsa Dr. Nûredîn Zaza, ew navê wî hilnade, bi tenê dibêje; Kirîvo).
Li Şamê, Dr. Nafiz, birayê xwe Nûredîn bi perwerde, şîret û xwendin mezin kir. Ew di dibistana Layîk a Fransî de li Şamê bi xwendin da. Paşê di zankoyên Beyrûtê de. Piştî ku Dr. Nafiz bû bijîşkê artêşa Fransî û hat Eyndîwerê û Qamişlo, her pêlekê Nûredîn dihat serdana wî, bêhinvedanên xwe li cem derbas dikirin û di encam de serwextî jiyana civaka xelkên Cizîrê dibû. Di sala 1941ê de dema ku li Beyrûtê dixwend, dest bi nivîsandina zimanê Kurdî kir û gotar û çîrokên xwe ji kirîvê xwe Mîr Celadet Bedirxan re dişandin, Mîr jî di kovara Hawarê de belav dikirin.
Mirov dikare li kovara Hawarê vegere, gotar û çîrokên wî yên ku di bin navê (Nûredîn Ûsif) de nivîsandine, bixwîne:
Yekemîn nivîsa wê bi navê (Xurşîd), di kovara Hawarê, hejmara 27, sala 1941an de hatiye weşandin. Du çîrokên wî bi navê Derketî û Gulê, di hejmara 29, sala 1941an de belav bûne, Du çîrokên wî bi navê Keskesor û Ji xortan re, di hejmara 30, sala 1941an de belav bûne. Du çîrokên wî bi navê Şîretên Ehmedê Xanî û Stêrk, di hejmara 32, sala 1941an de belav bûne. Çîrokek bi navê Perîşan, di hejmara 35, sala 1941ê de belav bûye. Hevîna Perîxanê, di hejmara 37, sala 1941ê de belav bûye, Xatûn an Piling, di hejmara 44, sala 1942an de belav bûye, Dê An Xûşk di hejmara 47, sala 1942an de belav bûye.
Di gotarên “serpêhatî” û “Keskesor” de wiha dibêje:
Di sala 1925an de bû, wê salê ez hîn nû diçûm dibistanê, lê dibistana tirkan bû. Rojekê kurd hatin. Xelk li dora serayê kom dibûn. Em zaro jî çûn; ew tiştê rengîn di ser serê me re sekinî bû. Lê ew ne keskesora ezmên bû. Ez bê sebir bûm. Li bavê xwe geriyam. Leşker rêz girtî bûn. Stranek digotin. Çavên wan ên tûj têrken bûn. Min ew li ser hespê dît, ez çûm cem; wî ez danim ber xwe. Min jê pirsî:
– Bavo! Ev çi keskesore li ser serayê?
– Ev ala me ye; kurê min! Ev şan û şerefa milettê kurd e!
– Berê yek sor hebû; ew çi bû bavo?
– Ew ya neyaran bû. Neyarên ku bi zor ketibûn welatê me. Em kurd îro wan ji erdê xwe derdixînin û dibin xwediyê wê.
Ev hal pir dom nekir! Rojekê dijminan dora bajêr girt. Weke gurên birçî ketin bajêr. Ala rengîn şan û rûmeta me çirandin.
Ev şanzdeh sal in ko ev hal di Kurdistanê de hikimferma ye. Û disa şanzdeh sal in ko ala rengîn di dilê min û dilê hezar xortên kurd de pêl dide.
Di gotara “Şîretên Ehmedê Xanî” de wiha dibêje: Eger hûn dixwazin her gav bextiyar bibin, û tu caran pir bedbext nebin li du tiştan bigerin: Hezkirin û xebat. Kî hez ji we dike hez ji wî bikin. Îro hez ji merivên xwe bikin; hez ji diya xwe, hez ji bavê xwe bikin, hez ji hevalên xwe bikin, piştre hûnê hînî hezkirina diya me gişan Kurdistanê bibin.
Di çîroka “Derketî” de wiha dibêje: Derketî li her derê tenê ye! Heval, bav û bira, xweşî, rehetî û serbilindî, bi tenê li welêt hene. Derketî li her derê bi tenê ye.
Digel ku Dr. Nûredîn ZAZA di serê salên 1950î de “Destana Memê Alan” çap kiriye. Ewa ku kurdînasê Fransî Rojê Lêsko (Roger Lescot), di sala 1942an de bi alîkariya Mîr Celadet Bedirxan li Beyrûtê çap kiribû. Dr. Nûredîn careke din ev Destana Memê Alan çap kiriye, piştî ku kurmanciya wê paqij kiriye, bi çend wêneyan xemilandiye û pêşgotinek dirêj û zor bedew di pêşiya wê de, di bin nasnavê xwe (Çîroknivîs) de nivîsandiye. Di vê pêşgotinê, beşê “Rewşa Edebî” de wiha dibêje:
Di hemî stranên şer û çîrokên mewzûn ên kurdî de, beytên dirêj û beytên pir kurt hene. Ev tişt li gor bêhna dengbêj tête saz kirin. Li gor rêza si’re yên kevin, ev awayê ha bê qîmet tête jimartin. Lê li gor edebiyata îro, li gor si’rên serbest, bi erebî (الشعر الحر), (Le vers libre) bi fransîzî, dibin eserên pir hêja. Eger şair û edîbên me usûlên erebî û farsî berdin û di folklora xwe de li çare ya xwe bigerin û ilhama xwe jê bistînin, ne bi tenê ewê tiştên bijarte bînin meydanê, lê ji cîhanê re serweta xwe ya milî, ya mezin bidin zanîn û wan heyran bihêlin.
Sê bijarte ji fikrên Dr. Nûredîn Zaza (Çîroknivîs), ji pêşgotina Memê Alan:
– Memê Alan dibe şahesereke exlaqî û nemir, wek ên Sophocle/ Sofokle ê Yewnanî, an Shakspear/ Şekespîr ê Îngilîzî û yên din..
– Divê em bizanin ko Ehmedê Xanî çiraya kurdîtiyê 100 salî berî Hêgel û 150 sal berî Markes aniye dine. Di dîtina wan de, bê şik ferq hene.
– Ma ne gereke ku jin û mêrên me adetên xwe yên kevin û hêja vejînin û ji dinê re nîşan bidin, ku kurd ne li paş miletê din in!
Hem jî di rûpelê pêşî de ji wê pêşgotinê, bang li Kurdan kiriye û gotiye:
Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
* * *
Berî ku navê Pêşmerge di nav kurdan de belav bibe û deng vede, wî pêşmergetî di bajaran de dikir. Pêşmergetî ne tenê bi hilgirtina tevingê û şerê çekdariyê ye, pêşmergetî bervedêriya di ber azadî, parastin, bilindkirin û pêşketina navê kurd û Kurdistanê de ye. Di vî warî de ez Dr. Nûredîn Zaza di pey Dr. Kamîran Bedirxan û Tewfîq Wehbî beg re dibînim. Ew sêyemîn pêşmegeyê Kurd e li Ewropa ku xebat û bizavek ji dil û can di ber gelê xwe de kiriye. Ew ji pêşengên xwendekaranên kurd bû li Ewropa.
Di serê sala 1949an de, wî û çend hevalên xwe (Komela Xwendekaranên Kurd li Ewrûpa: Kurdish Students Society in Ewrope/ KSSE) damezirandin û wî ji hevalên xwe bêtir, xwe di ber de diwestand û serkêşiya wê dikir. Vê komelê yekemîn rojname bi navê (Dengê Kurdistan), bi zimanê Fransî, Inglîzî û Kurdî li Ewropa weşandin. Têde zilm û zora dagîrkerên Kurdistanê ji Ewropiyan re diyar dikirin. Û Navê Kurd û Kurdistanê bilind dikirin.
Piraniya babetên vê rojnameyê “Dengê Kurdistan” yên bi zimanê Kurdî, Fransî û Ingilîzî, Dr. Nûredîn dinivîsand, hem jî wî, tev babetên wê berhev û çap dikirin.
Di sala 1956an de, dema ku xwendina xwe li Swêsrayê bi dawî tîne û dizîvire Sûriyê, rojnameyên Sûriyê li Şamê, bi manşeteke stûr, wiha dinivîsînin: (Vegera kurê Sûriyê yê wefadar Dr. Nûredîn Zazaعودة ابن سورية البار الدكتور نور الدين ظاظا/ ). û di zanîngeha Şamê de dersên sosyolojî û pedagojîyê dide.
Di roja 14-06-1957an de dema ku Partiya Demokratî Kurdistan li Sûriyê hat damezirandin Dr. Nûredîn Zaza dibe serokê wê.
* * *
Di roja 15-02-2019an de, bi helkeftina ku (100) sal di ser rojbûna Dr. Nûredîn Zaza re derbas bû, weşanxaneya SÎTAVÊ ev pirtûkeka ku min bi navê “Dr. Nûredîn Zaza/ Kurdê Nejibîrkirinê”, berhev kiribû, çap kiriye. Min di vê pirtûkê de xebat, çalakî û berxwedanên wî li Sûriyê, Libnan û Ewropa baş anîne ziman, herwiha berhemên wî. Hem jî, min du eserên wî yên giring têde belav kirine; yek jê ew raporta ku sala 1960î, di zindana Mezê de li Şamê nivîsandiye û pêşkêşî dadgeha Şamê ya bilind kiriye, ya din, ew pêşgotina bedew û bi nirx ku ji destana Memê Alan re nivîsandiye.[1]

この商品は(Kurmancî)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは629表示された回数
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
HashTag
ソース
リンクされたアイテム: 4
グループ: 記事
記事言語: Kurmancî
Publication date: 12-07-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: の回顧録
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 11-09-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 26-09-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 26-09-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは629表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
伝記
ニザーミー
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
ニザーミー
新しいアイテム
伝記
ニザーミー
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
統計
記事
  537,284
画像
  109,542
書籍
  20,232
関連ファイル
  103,800
ビデオ
  1,533
言語
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,504
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,805
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,992
عربي - Arabic 
30,500
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,997
فارسی - Farsi 
9,686
English - English 
7,553
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,664
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
4
イメージと説明 
1
地図 
1
ファイルリポジトリ
MP3 
324
PDF 
31,293
MP4 
2,528
IMG 
200,846
∑   合計 
234,991
コンテンツの検索
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.83
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.766 秒(秒) !