ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,826
画像 106,151
書籍 19,344
関連ファイル 97,366
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Warzer Yasîn - Andok Axîn
グループ: 殉教者 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Andok Axîn - Warzer Yasîn

Andok Axîn - Warzer Yasîn
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Andok Axîn
Nav – Paşnav: Warzer Yasîn
Cihê jidayikbûnê: Helebce
Dê û Bav: Zuhre – Yasîn
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 03-06-2021 / Zap

$Kurtejiyana şehîd:$
ANDOK AXÎN
Xelkê me yê Başûrê Kurdistanê ku gelek welatparêz e, zêdeyê sed salan e, ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe û berdêl dibe. Ji dewleta Osmaniyan a talanker, ta bi emperyalîzma Îngilizan û ta bi dewleta Iraqê ya ku vê paşê hat avakirin, kengî azadî û hebûn ketibin xeteriyê têkoşiyaye. Bi taybetî li dijî hemû êrîşên bi armanca qirkirina fîzîkî yên rejîma Sedam her li ber xwe daye. Bi êrîşên rejîma Sedamê faşîst ên bi ser Helebce û Enfalê de qetilkirina bi sedhezaran mirovên me, xelkê me yê Başûrê Kurdistanê yekcar li ber xwe daye û ji bo azadiya welatê xwe bêyî sekin û bi fedakariya bi her awayî têkoşiyaye.
Xelkê me yê hêja yê Başûr tevî xizanî, birçîbûn û sirgûnê her ji bo azadî û rûmeta xwe têkoşiyaye û hin destkeftî bi dest xistine, giringî bi yekitiya neteweyî daye û li ser vî asasî li derên din ên Kurdistanê jî ji bo têkoşîna azadiyê bûye piştgir.
Malbata hêja ya Andok Axîn (Warzer Yasîn) jî malbateke welatparêz a ji Başûrê Kurdistanê ye. Bavê hevrêyê me Andok Mam Yasîn emrê xwe bi pêşmertiyê buhurandiye, ji bo azadiya gelê me her fedakarî kiriye û ji dayîna berdêlan xwe nedaye paş. Dayika hêja ya hevrêyê me Dayê Zohre jî ewladên bi exlaq û hişmendiya neteweyî mezin û amadeyê têkoşîna ji bo azadiyê kirine. Hevrêyê me Andok li Helebceya Şehîd çêbûye. Hêj ji piçûkahiya xwe ve têkoşîna me ya azadiyê nas kiriye. Tevlêbûna têkoşîna azadiyê ji malbatê bandor li ser hevrêyê me Andok kiriye. Hevrêyê me Andok ku serê pêşîn tev li xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz bûye, bi demekê xebata hişmendiyê û birêxistinkirina ciwanên Başûrê Kurdistanê kiriye. Ku ev xebat kirine li ser xwe gelek sekiniye û tê gihîştiye ku esasê têkoşîna li Kurdistanê şerê îdeolojîk e. Dîtiye ku derdorên bi îdiaya azadiya Kurdistanê bi rê ketine piştî hin destkeftiyan şibiyane dijberên xwe. Ji wê boneyê fikiriye ku ya asas têkoşîna azadiyê ye ku bi feraseteke demokratîk û sosyalîst bê birêvebirin. Gelek giringî bi şoreşa hişmendiyê daye û ji xwe dest pê kiriye. Bi hişmendiya desthilatdarparêz re têkoşiyaye. Hevrêyê me Andok ku di van xebatan de gihîştiye heta bi astekê û di warê rêxistinî û îdeolojîk de gelek tecrûbe pê re çêbûye, xwe her tim kêm dîtiye û her ketiye wê hewilê ku zêdetir têbikoşe. Hevrê Andok ku fikiriye wê ev bi tevlêbûna nava refên gerîla pêkan be, sala 2017’an gihîştiye gerîla.
Di serdemekê de ku êrîşên herî dijwar hatine kirin, bi îdia û biryardariyeke zêde hevrê Andok gihîştiye gerîla û bûyê xwedanê sekineke li gor vê biryardariyê û ji rojên pêşîn ên jiyana xwe ya gerîlatiyê ve xwe daye ber rolê pêşengtiyê. Ji hûrguliya herî piçûk a jiyanê ta bi perwerdehiyê her tim li pêş bûye. Bi hestyarî, dîsîplîn û jîriya xwe ya pratîk, bi hevrêyên xwe re ku perwerde dîtiye bûye alîkar, bi saya kesayeta xwe ya gihîştî hemû hevrêyan rêz jê re girtiye. Bi zelaliya xwe ya îdeolojîk û girêdayîbûna bi Partiya me ve bi awayekê ji dil, ji xeynê perwerdehiyên jiyanî di perwerdehiyên leşkerî de jî encamên serkeftî bi dest xistin û xwe daye ber her erk û berpirsyariyê.
Piştî perwerdehiya şervanên nû, hevrêyê me sala 2018’an çûye herêma Zapê, pratîka xwe ya pêşîn li vê herêmê kiriye. Ji ber gerîlayekê pratîkxwaz bûye li herêma Zapê tu zehmetî nekişandiye û tev lig elek xebatan bûye. Di çêkirina tûnêlên şer de ked û hewila wî gelek e, bi projeya vesazkirina gerîla ji dil û can bawer kiriye. Li ser projeya vesazkirina gerîla gelek sekiniye û bi rabûna bi erka xwe ya pêşengtiyê kiriye ku hevrêyên wî jî li projeya vesazkirina gerîla hûr bibin. Hevrêyê me li Zapê di gelek waran de bi erka xwe rabûye. Yekê jidil, nefspiçûk bûye û hez ji hevrêyên xwe kiriye. Ji lew ma hevrêyên wî rêz ji rê girtiye. Ji lêhûrbûnên wî yên sereke yek jî ew bûye ku li dijî pergala qirker a Tirk têkoşîna xwe geş bike û bibe bersiv li dijî êrîşên hatine kirin. Li ser vî asasî her xwestiye ku tev li çalakiyên li dijî dijmin bibe. Hevrêyê me ji wê boneyê xwe di warê leşkerî de kiriye yekê şareza. Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên xwe zêde kirine, her roj qetlîam li gelê me kirine û tecrîda li ser Rêbertiya me mayînde kiriye; hêrsa hevrêyê me Andok rabûye. Li ser vî asasî li dijî artêşa Tirk a mêtinger ku bi armanca dagirkirina hatiye Zapê, her amadeyê lidarxistina çalakiyan bûye û kiriye ku derbeyên giran li dijmin bên xistin. Bi tecrûbeya ku bi van çalakiyan pê re çêbûye, hevrê Andok bi bûye fermandarekê pêşeng ê hêvîbexiş.
Dewleta Tirk a mêtinger, sala 2011’an gelek amadehî kirin û bi der û dorên xiyanetkar re bû hevkar û got qey wê bikare Herêmên Parastinê yên Medyayê zû bi zû bikare dagir bike. Ji wê boneyê berpêyî Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi êrîşên dorfereh kir. Hevrê Andok her tim bi awayekê amade li ber van êrîşên dagirkeriyê yên li Zapê têkoşiya. Bi taybetî di pevçûnên dijwar de li Ciloya Biçûk li pêşiya pêşîn şer kir. Bi şerê xwe yê fedaiyane li Qada Berxwedanê ya Cîloya Biçûk ji bo hemû hevrêyên xwe bû mîlîtanekê mînak. Ji xeynê tevlêbûna çalakiyên pêvajoya şer, di jiyanê de jî pêşengtî ji hevrêyên xwe re kir, bû hêz û moral ji bo hemû hevrêyên xwe.
Li dijî êrîşên dijmin bi hemû derfetên xwe kirin; bi hêza ku ji hevrêtiyê girt, bi girêdayîbûna xwe ya bi Rêbertiya me û şehîdan ve hevrê Andok ku bi awayekê fedaiyane şer kir, tevî hevrêyê me Destan Dersim di êrîşekê ku dijmin kir, bû şehîd û cihê xwe yê bi rûmet û şeref di dîroka azadiyê ya gelê me de girt. [1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは219表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 08-09-2023
リンクされたアイテム: 2
日程&イベント
殉教者
グループ: 殉教者
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 南クルディスタン
No specified T3 82: ハラブジャ
No specified T3 85: 南クルディスタン
ネイション: クルド
パーティー: No specified T4 1515
人タイ: ミリタリー
性別: 男性
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 08-09-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 08-09-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 08-09-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは219表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.132 KB 08-09-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,826
画像 106,151
書籍 19,344
関連ファイル 97,366
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.391 秒(秒) !