ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,791
画像 106,250
書籍 19,333
関連ファイル 97,276
Video 1,397
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Kê kilîda serxwebûna Kurdistanê ji Şerîf Paşa stand?
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Azad Ehmed Elî

Azad Ehmed Elî
=KTML_Bold=Kê kilîda serxwebûna Kurdistanê ji Şerîf Paşa stand?=KTML_End=
Azad Ehmed Elî

Di destpêka sedsala bîstan de, korgeneralê dîplomatkar Şerîf Paşa Xandan wekî yek ji girîngtirîn kesayetên serkirde yên gelê Kurd derket holê. Di navbera salên 1898 -1908 an de, wekî balyozê dewleta Osmanî li Swêdê hat destnîşankirin. Lê destê xwe ji posta balyoz kişand û paşê çû Parîsê û partiyeke dijber bi nave Partiya Reformên Bingehîn a Osmanî li wir damezrand.
Herwiha Şerîf Paşa li derveyî welêt bû berdevkê fermî yê hêzên dijberiya Îttîhad û Terakkîyê. Ji ber ku Paşa doza mafên gelên li jêr desthilata Osmanî dikir û herwisa ji ber piştevaniya wî ya darîçav bi gelê ermen re, bi Îttîhadiyan re rû bi rû ma û tev li nav refên tevgera niştimanî ya Kurdistanî bû.
Di nav serkirdayetiyên Kurdistanî yên pêşeng de, Şerîf Paşa nola rewşeke awarte tê hesibandin. Di sala 1865 an de hat ser rûyê dinyayê. Di eslê xwe de vedigere bajarê Silêmaniyê, neviyê malbata Babanî ya bi navûdeng e ku paytexta wan bajarê Silêmaniyê bû û li başûrê Kurdistanê desthilatdar bûn. Bavê wî Seîd Paşa (1834-1907) yek ji mezintirîn kesayetiyên dewleta Osmanî bû. Gelek postên bilind jî di wê dewletê de wergirtibûn, geh mîna wezîrê derve û geh jî fena şêwirmendê siltan Evdilhemîdê Duyemîn.
Şerîf Paşa bi Emîna xanimê re zewicî. Ev xanim neviya paşayê Misrê Mihemed Elî Paşayê mezin bû. Bi rêya vê zewacê, Şerîf gelek pere û zevî bi dest xwe ve anîn û mîna yek ji zengînên dewleta Osmanî hat hesibandin. Bi gelek zimanên biyanî dizanîbû. Gava derbeya Îttîhadiyan sala 1908an pêk hat, destpêkê hevkariya wan kir, lê paşê dijberiya siyaseta wan a şoven a tirkperest kir. Tev li nav refên opozîsyona
Îttîhadiyan bû û piştî ku zanî ew dijî hêvî û rizgariya gelên kurd û ereb in, li dij wan xebitî.
Şerîf Paşa li Parîsê dest bi çalakiyên xwe yên siyasî û dîplomatîk kir. Bi tundî berevaniya mafên hemî miletên li jêr desthilata Osmanî dikir, xasma bi xurtî piştgiriya ermeniyan di çaxê fermana wan de kir. Sala 1909 an Partiya Reforman ava kir ku partiyeke dijberiyê ya çalak bû. Bû berdevkê fermî yê hêzên dijberiya Îttîhad û Terakkîyê li derveyî welêt. Çalakiyên wî li Ewropa û Parîsê zêde bûn. Li Parîsê, li navbera salên 1909-1914 an, rojnameya Meşrûtiyetê ya reformxwaz weşand. Wî bi xwe tê de dinivîsî û ew fînanse jî dikir.
Şerîf Paşa merivekî karîzmatîk bû. Di qada siyasî ya dijberiya tirkan de li Ewropayê derketibû rêza pêşî. Amadebûna xwe wekî kesekî ronakbîr û pêşverû û her wiha dijî paşverûtî û zordestiyê tekez kir. Li Parîsê bi Partiya Sosyalîst a Osmanî re di nav têkiliyên xurt de bû. Di navbera salên 1899-1920an de çalak û bibandor bû. Yek ji kesên pêşîn bû ku li Rojhilêt bangewazîya wekheviyê di navbera netewe û gelan de kir. Dûvçûna wî hat kirin.
Herwisa, xizmên wî bi destê waliyê Mûsilê yê eslkurd û dijberê kurdan Silêman Nezîf rastî zulm û zordariyê hatin. Di sala 1914an de li Parîsê hewla kuştina Şerîf Paşa hat dayîn lê bi awayekî mîna mûcîzeyê ji mirinê filitî. Hakimê Îttîhadî yê tirk ji bo kuştina wî tîmeke ji 8 kesan bi serokatiya rêveberê ewlehiya Stenbolê erkedar kir û şand Parîsê. Piştî kifşkirina rehendên hewldana kuştinê, vê bûyerê di rojnameyên wê demê de deng veda
Şerîf Paşa di heman demê de hem reformxwaz bû û hem jî lîberal bû. Ji ber vê yekê hin tirkên osmanî yên lîberal destûr dane wî ku nûnertiya wan di forumên navdewletî de bike. Bi taybetî jî piştî konferansa Cenowa ku li Îtalyayê hat lidarxistin. Piştî ku di 16 ê kanûna duyem a sala 1919an de beşdarî konferansa Osmanî ya ku li bajarê Genowa yê Îtalyayê hat lidarxistin bû û kesayetên kurd û tirk tê de beşdar bûn, Şerîf Paşa bû nûnerê gelê Kurd. Li gor nûçeya ku di 20-01-1919 an de di rojnameya New York Times-ê de hatiye weşandin: Konferansa lîberalên Osmanî li Cenowayê hat lidarxistin û Şerîf Paşa ji bo nûnertiya wan di civînên konferansa aştiyê ya li Parîsê de hat erkdarkirin.
Di vî warî de, van şandan desthilatên tam dan Şerîf Paşa û bi rêya telegrafê her yek ji serokê amerîkî Wilson û serokwezîrên Fransa, Brîtanya û Îtalyayê (Clemenceau, Lloyd George û Orlando) ji vê mijarê haydar kir. Lê piştî rijdiya Komeleya Te'alî ya Kurdistanê, Şerîf Paşa baştir dît kir ku nûnertiya kurdan bi tenê bike.
Piştî mehekê Şerîf Paşa ragihand ku ew êdî nûnertiya osmaniyan nake, lê belê serokatiya şanda kurdan dike û tenê nûnertiya wan dike. Li gor Kovara Jînê ya berdevka Komeleya Te'alî ya Kurdistanê, dema ku Şerîf Paşa ev biryar da, nivîsand û daxuyand ku ew nûnertiya kurdan dike û doza mafê wan dike, di nav derdorên kurdan de dengehing û kefxweşiyeke pir mezin derket holê. Ji ber ku Şerîf Paşa di biwarê dîlplomatîk de xwediyê karîn û jêhatîbûnên herî bilind bû.
Şerîf Paşa di konferansa aştiyê ya Parîsê de gelek tişt bi dest xist. Wî belgeyek bi awayê lêkolîneke puxt pêşkêş kir û tê de dîroka kurdan û deverên hebûna wan a zêde bi niştecihan şirove kir. Di heman demê de, bi navtêdana Amerîka û Brîtanyayê, bi ermeniyan re li hev kir û têkiliyên xwe yên baş bi wan re veguhert peymaneke siyasî.
Herwisa, di danîna bingeha qanûnî ya mafê serxwebûna kurdan de rola wî sereke bû. Lê mixabin berî ku konferansa aştiyê bi dawî bibe, şerê wî hat kirin û Paşa hat navnokirin. Di navbera serkirdeyên kurdan de nakokî derketin holê, xasma piştî ku Serokê Komeleya Te`alî ya Kurdistanê Seyid Evilqadirê Nehrî ji mafê serxwebûna Kurdistanê hate paş û tenê otonomî tercîh kir.
Nehrî ji Şerîf Paşa xwest ku dest ji kar bikşîne. Loma berî îmzekirina Peymana Sevrê di nîsana 1920an de, di bin zexta tevgera ku nûnertiya şêxên olî yên meyldarên osmaniyan di Komeleya Te`alî ya Kurdistanê de dikir, Şerîf Paşa destê xwe ji serokatiya şandê kişand. Çimkî Şêx Evdilqadir doza otonomiyê tenê dikir û meyldarê osmaniyan bû û ser bi wan bû.
Bi vî rengî, rola Şerîf Paşa bi dawî bû û kurdan di konferansa aştiyê de statûya xwe ya danûstandinê ya dîplomatîk ji dest da, nexasim piştî ku Evdilqadirê Nehrî da zanîn ku nûnertiya kurdan li Sêvrê nayê kirin...Ji bo çareserkirina doza Kurd jî, Nehrî baştir didît ku Kurd bi hikûmeta Tirkiyê re li hev bikin û red kir ku bi rêya konferansa aştiyê ya li Parîsê di qada navdewletî de ev doz çareser bibe.
Piştî ku Şerîf Paşa dest ji kar kişand, ji hêla teorîk ve, alternatîvek jê re hat danîn ji bo ku nûnertiya kurdan li Sevrê û piştre jî li Lozanê bike. Lê kesî bi vî alternatîvî nebihîstiye, dibe ku ew li hola konferansê jî amade nebûbe...loma jî Bedirxaniyên ku daxwaza serxwebûnê dikir û di nav serkirdeyên Kurd de yên herî radîkal bûn, ji Seyid Evdilqadir dûr ketin. Evdilqadirê ku berdêla hevsoziya xwe ya bi osmaniyan re û vekişîna xwe ya ji daxwaza serxwebûnê bi canê xwe da, ji ber ku paşê di sala 1925an de, di 75 saliya xwe de ji aliyê rejîma Kemalîst ve hat daliqandin.
Dest ji kar kişandin û ne amadebûna Şerîf Paşa bû sedemeke sereke ku bendên têkildarî nasîna mafên kurdan li Sevrê qels bibin, nemaze avakirina dewleteke serbixwe û dorfireh. Paşê li Lozanê ev maf di sala 1923yan de bi temamî ji bend û metnên peymanê hatin derxistin, bi wateya nebûna mafên siyasî û serwerî yên neteweya Kurd di serdema neteweyan de.
Kilîda serxwebûna Kurdistanê di destê Şerîf Paşa de bû, çunke ew li hemû Ewropayê bibandor û çalak bû. Bi gelek zimanan zanîbû û di astên herî bilind de xwedî toreke berfireh a pêwendiyên dîplomatîk bû. Paşa kar dikir, manevra dikir û dinivîsand û daxwaza serxwebûn û azadiya Kurdistanê dikir. Tewra di derdorên siyasî yên Ewropayê de bi navê Bavê kurdan dihat nasîn. Ji ber taybetmendî û jêhatîbûnên wî yên serkirdayetiyê, Brîtanya meyldar bû ku wî wekî serokê dewleta Kurdistanê ya serbixwe pêşniyar bike.
Lê şerê Şerîf Paşa bi awayekî sîstematîk ji aliyê tirkan ve hat kirin û wekî neşerîf û şampanyavexwer hat navnokirin. Bi propagandayeke organîzekirî şerê wî hat kirin, tewra hin derdorên Kurd jî li pişt wê propagandayê sekinîn û şerî Paşa kirin. Lê eniya ku êrîşî wî dikir Îttîhadîyên tirk ên şovenîst bûn ku Şerîf Paşa bi xwe berê ew destnîşan kiribûn û gotibû ku ew navdarî û dîroka kurdan çelexwarî dikin.
Di sala 1910 de, Şerîf gotarek li ser wekheviya di navbera miletan de, di rojnameya xwe ya (Meşrûtîyet)ê de nivîsandibû û weşandibû. Her wisa, di gotareke din de, di sala 1913an de: Bi lêkolîn û vekolînan, dabaşa mijara siberoja gelan li welêt dike. Di gotarê de, girêdayî doza kurdan gotiye ku yên ku wêneyekî xerab li ser kurdan belav dikin, Tirk in. Di heman çarçoveyê de, zextên ku li ser vî gelê ku bi xisletên xwe yên qenc fena rûmet, namûs û mêrxasiyê navdar e, tenê ji aliyê Komeleya Îttîhad û Terakkîyê ve tên kirin ku xwe dispêre hişmendiyeke toranî ya zikreş.
Bi vî awayî bi, bi hewldanên tirk û kurdan rûpela siyasî ya Şerîf Paşayî hat girtin. Heta bi temamî ji holê rabû û ji qada xebata siyasî hat qewitandin. Şerîf vegeriya Misrê da ku di erdên dorfireh ên jina xwe de li peravên Çemê Nîlê bixebite. Hin nîşanên din jî hene ku Paşa heta ketina Komara Kurdistanê li Mehabadê di sala 1947an de alîkariya çalakvanên Kurd dikir.
Xebînet ku Şerîf bi awayekî pir mezin hat paşguhxistin û zordarî jî lê hat kirin, tew nakokî li ser cih û sala mirina wî jî derket holê. Paşa di sala 1951ê de li Îtalyayê koça dawî kir. Bi mirina wî re, xetîreyeke jîrî û ronahiyê ku ji derve asîmanê Kurdistanê ronî dikir, vemirî. Paşa yekem kesayetî bû ku karibû çerxa serxwebûna Kurdistanê bi pêş ve bidehifîne, lê rê li ber wî hat girtin. Paşa ronakbîrê kurd ê yekemîn bû ku şerê wî ji hêla serkirdayetiyên Kurd ên nezan ve hat kirin, ev serkirdatiyên ku hîna jî şerê kesên fena wî dikin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは851表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.rudaw.net - 03-09-2023
リンクされたアイテム: 26
グループ: 記事
Publication date: 02-09-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-09-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 04-09-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 04-09-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは851表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.120 KB 03-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,791
画像 106,250
書籍 19,333
関連ファイル 97,276
Video 1,397
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.859 秒(秒) !