ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,075
画像 106,677
書籍 19,298
関連ファイル 97,292
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
MEMÊ ALAN
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

MEMÊ ALAN 2

MEMÊ ALAN 2
$MEMÊ ALAN (Şano, Kovara Jîn, Stenbolê, 1918)$
Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958)
(Tiyatroya Kurdan Fezîleta Kurdan Noşî Didit)
DU PERDE PIYES
Eşxas:
MEMÊ ALAN
LEWEND: Hevalê Memo, Xulamê Mîr
ÇAVREŞ: Dayika Memo
XEZAL: Jina Memo
PERDA YEKEM
(Odekê Kurmancî xemilandî, bi berr û maforan raxistî. Dîwarê wê, çekêt Memo pê ve hilawistî ne. Çar terefê dîwar doşek, balgî ne.)
MECLÎSA EWİL
(Memo, Çavreş)
MEMO:
(Tenê) Belê… Îroke Mîr emir kirîye, xeza ye. Neyaran Serhed girtine. Zaryê Kurdan, meazellah dê di ber dest û piyên dijnminan biçit…
Ez ji kî kêmtir im! Ma ez Kurmanc nînim! Ma namûsa her Kurdekî namûsa min nîne! Elbet…Elbet ezê biçim. Qiyamet rabit dîsa ez diçim. Xwîn seran bibit dîsa ez xwe nagirim. Hetta Xezal jî min meni’ biket dîsa ez nawestîm. Ez Memê Alan im. Mîrê Hekariyan emir kiriye. Hem Sultan Selaheddîn şîrê xwe kêşaye, li pêşîya temamê dinyayê westaya, Qudsa Şerîf muhafeze diket. Umûmê fileyan berhev bûne ku ewê ji İslamê bistînin. Cuhab ji Mîrê Hekariyan hatiye, em dê biçine harîkariya wî. Îslam hemî li wê berhev bûne. Ji bo çi? Elbet ji bo xezayê. Ma ez ji wan nazdartir im! Ma xêra xezayê dê her ji bo wan bit!
( Dayika Memo ji der da têt. Wekî kurê xwe weha pirr xeyalan dît.)
ÇAVREŞ:
Kurê min, Xwedê xêr ket! Te çi bihîstiye tu weha pirr hîddet î, çavêt te weha sor bûne?
MEMO:
Dayê, şîrê xwe l imin helal bike! Dijminan ser li me rakiriye. Hatine Qudsê ji Îslamê bistînin. Û Mîr emir kiriye, xeza ye; dê biçine xezayê. Madem ez jî Kurd im û ez jî Alan im, bab û bapîrêt min di vê rê da çûne, divêt ez jî di vê rê da biçim. Te şîrê sipî daye min. Şîrê xwe li min helal bike.
ÇAVREŞ:
Kurê min, di riya dînê xwe û di rêya welatê xwe da eger ez te helal nekim, Xwedê jî min helal naket. Eger tu îro neçî, sibê dijmin dê bêtin. Min tu ji bo rojekê weha xwedan kirî. Ku tu wî ciyî ji bo dîn û welatê xwe bigirî, navê Kurdîtiyê, Kurmancîtiyê î’la bikî, min şîrê xwe helal kir. Xwedê digel te bî.
MECLÎSA DUYÊ
(Memo, Lewend, Çavreş, Xezal)
(Dengê derî têt)
MEMO:
Dayê, wê derî diqutin(heman dibezit). Ew kî ye?
Ooo… Birayê Lewend, kerem ke… Kerem ke…
(Lewend ji der da têt.)
LEWEND:
Esselamu aleykum! ( Diçit milê Çavreşê.)
ÇAVREŞ:
Aleykumusselam, kerem ke rûnê xwarê (Lewend rûdinit). Ser serê min hatî, ser çavan. Tu qencik î, xweş î? Mal, biçûk çawa nin?
LEWEND:
Xwedê ji te razî bit. Mal, biçûk destê te radimûsin.
MEMO:
Ser serê birayê xwe hatî.
LEWEND:
Serê te hezarsalî bit. Te xwe berhev kir, dadê destûra te da?
MEMO:
Me jî heta nuha ew xeber dida. Dayika min şîrê xwe li min helal kir. Dê karê min biket. Xwedê hez ket em jî kengê biçin?
LEWEND:
Îroke mirovek ji Başgalan hatiye. Go “ Mîr heta Çolemêrgê çûye”. Lazim e di vê hefteyê da em li Çolemêrgê berhev bibin.
MEMO:
Îroke xwe berhev bikin, sibê zû ca em rê biçin.
LEWEND:
Destûra min bide, ez jî biçim xwe berhev kim.
MEMO:
Li ser serê min hatî.( Lewend diçit.)
ÇAVREŞ:
( Xwe bi xwe) Ya Rebbî, ewladê min emanetê te yê! Tu firset û silametîyê bidî yê!
( Temaşa Memo diket.)
Kurê min, Xwedê digel te bî! Ez biçim, karê zewada te bikim.( Çavreş diçit.)
MEMO
(Xwe bi xwe) Ey Xaliqê min, te çi lutfek mezin bi min ra kiriye, dayek xwedanhemiyet te daye min! Çi ya wicdana min emir diket, ew pê razî ye. Çu caran nabit maniê şolan. Ez wê diçim ba Xezalê… Bûka hefteyekê ye. Ez bihêlim di cî da ma însaf e? Belê, însaf e. Lewra evînîya welatî ji hemî evîniyan mestir e. Ew jî pê razî ye. Ez biçim xazî bibim, ca ew jî bibite herema xaziyekî. Lazim e ew jî fexrê biket.
( Piçek mulaheze diket. Wê wextê Xezal ji der da têt. Di destekî da desmal, çavê xwe paqij diket. Memo destî digirit, rûdinite xwarê.)
MEMO:
Xezal, te xêr e? Tu bo çi digirî?
XEZAL:
Ma hun naçin!
MEMO:
Belê. Ji ber çûyina min lazim e tu bigirî!
XEZAL:
Wekî tu çûyî, paş te ez dê çi bikim! Ma mimkun e jîna min! Wekî tu çûyî, rûhê min jî diçit. Min digel xwe bibe.
MEMO:
Di şerêt weha da şerm e jin digel me bên. Hem jî dayika min tenê ye. Tu dê çawa bihêlî!
XEZAL:
Ez şev roj xidamî ji dayika te ra bikim ez jê aciz nabim, ez jê têr nabim
( rohnikan îzhar diket.) Ez dê çawa te bidim destê felekê, dê çawa ji te dûr bibim!
MEMO:
(Bi anheng)
Îro heft e dawet kirî
Xezalê (Xezayê) ez ji te kirî
Ez diçime ber kafirî
Xezala min, delala min, bes bigirî
XEZAL:
Memo îro bû eskere
Evîniya me bû kesere
Tu min bibe digel xwe, here
Yan bikuje, yan bikuj paşê here
MEMO:
Tu bes rohnikan bibarîne
Îro dijmin li me kîn e
Westana min laiq nîne
Xezala min, delala min, bes bigirî
(Xezal nehişyar dikevit.)
(Perde Dikevit)
PERDA DUWEM
(Perde vedibit. Dîsa rayxistina berê. Xezal bi tenê ser doşekê rûniştî ye, milehezan diket û yekcar)
XEZAL:
Ah… ya Rebbî, eve bû salek çu cewab ji Memê nehat. Carek dîtir min Memê dîtiba, bila melekê mewtê hatiba, emanetê xwe ji min girtiba! ( Radibit pîyan) Ah… Ah… Eve çi jîn e! Ma mirov ji bo derd û eleman hatiye dinyayê!
ÇAVREŞ:
(Ji der da têt.) Xezal, Xwedê xêr ket, te çi ye? Dîsa tu wê digiriyan! Ji ber lawê min negirî, negirî! Mizgîna min li te, îroke mirovek ji ordûgahê hatiye, leşkerê me berdaye dijminan, dijmin teslîm bûne, Memê silamet e, van rojan dê bêt…
XEZAL:
(Bê xwe) Xwedê guh dengê te bî!
(Xwe berhev diket, gotina xwe poşman bû, pêş xesîya xwe şerm kir.)
ÇAVREŞ:
Xezal, Xwedê wekî Memê da min, tu jî ji bo Memê hatî dinyayê. Şerm neke.
Ez îftîxarê bi te dikim ku tu bûka min î. Memê çend law e, tu jî hinde delal î. Memê çend camêr û xwedan mêrînî ye, tu jî hinde xwedan îsmet î.
Ez li pêş te nabêjim, Xwedê şahid e, hemî cihan ez dibêjim. Çunkî rastîyê mirov înkar biket bêînsafî ye. Xwedê e herdukan bo min bihêlit.
(Dengê derî têt, Xezal diçit.)
XEZAL:
Ew kî ye?
DENGEK:
Ez im.
(Xulamek ji der da têt.)
XULAM:
Xaleta Çavreş, xanima min got bila heta lêre kerem biket.
ÇAVREŞ:
(Dibêjite Xezalê) Xezal, ez wê diçim, emanetê te ev der.
(Çavreş diçit, Xezal tenê diminit.)
XEZAL:
Ah… Ah… Xwesîya min mizgînî da min. Eceba rast e, carek dî em dê bigîhîne yek?
( Dengê derî têt, Xezalê dibezit.)
XEZAL:
Ew kî ye?
DENGEK:
Mêhvan e.
(Poşîya xwe bi devê xwe digirt, derî vediket.)
XEZAL:
Kerem ke!
MÊHVAN:
(Temaşe diket nas naket) Selamun aleykum.
XEZAL:
Aleykumusselam. Kerem ke, ser serê min hatî.
MÊHVAN:
(Rûdinêt) Xwedê ji te razî bit.
XEZAL:
(Tasek dew tînit, destê xwe didite sînga xwe) Kerem ke.
MÊVAN:
(Dew digirit, dewê xwe vedixut) Min gelek ji te minet e.
(Xezal diçit karê nanî biket.)
MÊHVAN:
Zehmetê nekêşe. Vê gavê ez westame, ez neşêm çu bixum.
XEZAL:
Mêhvan mêhvanêt Xwedê ne, çawan emir bikin em mecbûr in emrê wan bi cî bînin.
MÊHVAN:
Xwedê kêmasî neket. Pirsyar bêeyb in, ez dê tiştekî
ji te pirs bikim.
XEZAL:
Emir ke.
MÊHVAN:
Hun keça malê ne, yan bûka malê ne?
XEZAL:
Hun mêhvan neban, miqabilê vê suala te lazim tat ez bi çekan cewab bidim. Hinde qeder heye tu mêhvan î,qedrê mêhvaniyê ser me wacib e û çu Kurdan di mala xwe da deng mêhvanan nekiriye û daîma Kurmancan di riya mêhvanê xwe da can daye. Dijminê Kurmancan bibite mêhvan, dîsa qebûl dikin û qedrî digirin û xizmetê bo dikin.
MÊHVAN:
Xezala min! Sed aferîn bo îsmeta te! Ez fexrê bi te dikim! Te ez nenasîm, ez Memo me! Şîrê te xwarî li te helal bit
(Hema radibit, destê Xezalê digirit.)
XEZAL:
(Yekcar hereketa xwe tebdîl kir, bê îxtîyar) Ah…
(Her du xwe li stûyê yek didin, ser doşekê dikevin, nehişyar dibin.)
(Çavreş dert diqutit. Kes derî naveket. Derî dişikînit, ji der da têt. Bûka xwe di wî halî da dibînit. Temaşe diket, nanasit.)
ÇAVREŞ:
Ecaîb, qet mimjun e ev jî dê biba! Namûsa kurê min ma mimkun e weha di destê neyaran pamal bibit! Ev çi xaînî ye! Ne xêr, ne xêr! (Carek dî diçit temaşe diket.) Lazim e ez bibirrim, yan bikujim! Qet çu Kurd namûsa xwe weha bibînit, nawestit! Belê, ew namûsa min û emanetê min e!
(Carek dî diçit temaşe diket, tête xeleyan.)
ÇAVREŞ:
Belê, belê… Kuştin… Ji xêrê wê çu dîtir nîne…Xwedê jî ji min napirsit… Çunkî li ser namûsê ye…
(Heman dibezite. Rim anî. Tînit datîne li ser sînga kurê xwe.)
ÇAVREŞ:
Han bo te darba namûsê, ey canawerê namûsê!
MEMO:
…Dadê…
XEZAL:
(Heman hişyar dibit, rimê di sînga Memo dibînit, dibêjite xesîye xwe.) Way te çavê xwe kor kir (li nav serê xwe didit.)
XEZAL û ÇAVREŞ:
(Her du digel yek bi aheng)
Herê Memo, Memê Ebasî, Ebasî!
Birîndaro Memo, dayê kor bit, nenasî!
(Perde Dikevit)
Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958)
Helbestvan û nivîskarê navdar ê welatparêz ,di sala 1890 î de li navçeya Elbaka Wanê hatiye dinê. Hem ji aliyê bav hem ji aliyê dêya xwe ve ji binemalên mezin ê qedîmên Hekarya ye. Xwendina xwe ya seretayî li Elbakê, ya navîn li Wanê û ya bilind jî li Stenbolê di zanîngeha Teolojiyê de temam kiriye.
Evdirehîm Rehmî, hem ji binemaleke oldar hatiye,hem jî wî bi xwe xwendina olî dîtiye. Ji ber vê xwendina olî û her wiha jîrî û zanyariya xwe ya takekesîtî li Tirkiyê bûye teologekî navdar.
E. Rehmî hem berî dîliya xwe li Kurdistan û Stenbolê û hem jî di demên dîliyê de li Urisatê xebata nivîskarî hîndekariya olî dike. Lê belê, piştî vedigere Stenbolê di nav kar û xebata Kurdîtiyê de cîh digire. Ji destpêkê heta dawiyê di kovara Jînê de (1918-1919) dinivîse. Her wiha tevî xebata pratîk a polîtîk jî dibe û digel ronakbîrên navdar ên wê demê; Emîn Alî Bedirxan, Seyid Evdilqadir Geylanî, Seîd Kurdî, Memdûh Selîm Beg, Evdilwahid Berzencî û hwd. dibe endamekî karîger ê “Komela Pêşketina Kurdistan” û “Komela Xwendekarên Kurd-Hêvî”.
Di 09-02-1958 an de li Stenbolê çûye ser dilovaniya xwe û li wê derê hatiye veşartin. Evdirehîm Rehmî, xezûrê nivîskar Mûsa Anter e.û
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは787表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://cetoyezedo.blogspot.com/ - 06-08-2023
リンクされたアイテム: 26
グループ: 記事
Publication date: 31-07-2013 (11 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
ブック: シアター
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 06-08-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 21-08-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 21-08-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは787表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,075
画像 106,677
書籍 19,298
関連ファイル 97,292
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.328 秒(秒) !