ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,451
画像 105,204
書籍 19,475
関連ファイル 97,359
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Keçelê Kurdan: Keçelo û Qijik (Çîrok)
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Keçelê Kurdan: Keçelo û Qijik (Çîrok)

Keçelê Kurdan: Keçelo û Qijik (Çîrok)
Keçelê Kurdan: Keçelo û Qijik (Çîrok)
Carek nav cara, rihmet li dê û bavê hazir û guhdara, qedal şeytanê qûlê dîwara, nelet bê li bavê hakim û tehsîldara.
Hebû pîrek û neviyek û kerekî wan. Pîrê rojekî ji neviyê xwe re dibêje: “Lawo, here ji me re barek dar bîne. Tu barek darê baş bînî û werî ez ê ji te re qalibek hêrûn çêbikim.”
Kur jî wekî Qesîm derdê wî hêk bû, rabû çû çiyê, ecele ecele barekî dar çêkir, li kerî xwe kir, hate ba kaniya derewîn (1), kete pêşiya kerê û hate malê, ji xwe re got, ji xwe tê kerê min yê were…Rabû hate malê. Kur:
– Pîrê pîrê! Pîrê:
– Ha kurê min.
– Te ji min re hêrûn çêkiriye?
– Ka kerê te lawo?
– Kerê min vêga tê pîrê, ka hêrûna min çêbike, ez bixwim.
Pîrê rabû, jê re qalibek hêrûn çêkir, danî berî, ew jî kete ser hêrûnê, xwar. Kerê min û te jî rê da ye tê, cara tê Newala Beriyê (2), gur tê pêşiyê, xwe davêje kerê û wî dixe erdê, dikeve serî dixwe, kur jî hêj li ser sifra hêrûnê ye û dixwe…Pîrê: – Kurê min kerê te nehat, ka bi alê wî ve here.
– Tê were lê, ka ez hêrûna xwe bixwim, ez ê bi alê wî ve herim. Hêrûna xwe dixwe, xilas dike.
– Law, kerê te nehat, ka alê wî ve here, ka ev çend wext e ma li ku derê?
Kur radibe û diçe. Diçe ku çi bibîne, kerê wî guran xwariye, nav û dilê wî jî tev deranîn e. Û qijikan jî li serî hêlînên xwe çêkirine, diçin û tên.
Kur rabû çû ber kerê xwe, xwe çilizand, qijik jî hêj li ser serê kerê hêlîn çêdikin, hema ji nişkê ve kur dest davêje qijikekê, wê digire û qijikê re tê malê. Pîrê:
– Law ka kerê te?
– Pîrê wulleh, çi ji te veşêrim, ji Xwedê nahê veşartin, kerê min gura xwariye, hema min tiştekî jê çêtir aniye.
– Te çi aniye?
– Xwedê min ji xwe re li ser laşê kerê qijikekî girtiye û aniye.
– Wey min kîrê te û ê bavê te haşa haşa xiste qijika te, kerê gura xwariye, tu çûyî ji min re qijik aniye. Pîrê radibe kurê ji xanî derdixe, dibêje:
– Here piyê te îşev bi vî xaniyê nakeve.
Navê kurikê jî Keçelo ye. Keçeloyê min û te jî rabû qijika xwe da destê xwe û çû. Got: “Ya Rebbî ez ê bi kû de herim, wulleh barke, ez ê îşev herim mala xalê xwe.”
Bû mexreb, rabû çû mala xalê xwe, tiq tiq li derî da, jinxala wî derî vekir ku Keçelo ye. Jinxal:
– Keçelo law tu vê şevê ji ku ve tê yî?
– Pîrê min ji xanî deraniye, li min xistiye, nehiştiye ku ez bikevim xanî, ez jî hatime, min got ez herim mala xalê xwe.
– Keçelo law tu bi rê ve hatiyî, te vêga xwêdan daye, ser û cilên te jî qirêjin, ka here ji xwe re nav heywanan, li axûrê, heta sibê, ji xwe xalê te jî ne li malê ye, çûye aşê, ku xalê te sibê hat, paşê were serê xwe bişo.
Keçelo yê min û te rabû çû nav hewşê, ba heywanan. Xal jî çûye aşê.
Tu nabêjî dostê jinxala wî jî hene…Keçelo xwe xist di nava pez. Mela banga mexrebê da, pişt bangê qederekî ma, mela hat, sêniyek kutilk destê wî da ne, derî vekir û çû xanî, lezikekê xweş ma li xanî de, Keleşo fikirî ku îcar qazî hat, destê wî de jî qazekê xaşandî, ew jî derbas bû xanî. Bûne dido. Qederekî xweş ma, miftî jî hat, zebeşekî mezin di destê wî de, ew jî derbas bû, çû xanî. Êdî xanî de çi bû, çî ne bû me nedît. Çi kiribin jî ew û Xwedayê xwe ne.
Derengiyê şevê xalê Keçelo hat ber derî got, şşeewwşş, ew jî ji aşê hat.Ê ku xanî da bûn, gotin, ya Rebbî em ê çi bikin? Yekî got, “Em mela bixin kewarê, mela xistin kewarê, qazî jî xistin dergûşê, miftî jî xistin li cihekî, axirî hemûyan xwe veşartin. Jina wî derî jê re vekir.
– Malava yo tu mayî li kû derê heta vê çaxê?
– Wulleh min taze genimê xwe hêra ye, ez jî ji xwe hêj rê hatim e, ancax…Xal barê xwe danî, bêhna xwe ve da.
– Tiştekî tine ku em bixwin, wulleh dilê min ji birçiya diêşî?
– Ez çi ji te veşêrim ji Xwedê nahê veşartin, ça tu şeveqê çûyî ez jî rabûme ser xwe, sekin jî min neketî ye, pê ra negihiştime ku ji me re gezek nan jî çêbikim, çûme beravê, paqijiya heywanan, xanî, der û dor… ê ka êdî min çi ne kiriye…
Keçelo jî di nava axûr da guhdariya wan dike, ji nişkêva darikek quna qijika xwe da kir, qijik jî qişta qişt kir. Xal:
– Keçê law ev deng ji ku hat? Jinxal:
– Wîîîî eva wulleh xwariziyê me yê Keçelo bû, hatibû. Hêja mexreb bû, min got ser û cilên te qirêjin, hema here di nava pez, xalê te jî ne malê ye îşev, aqilê min nabirî ku xalê te were, ku sibê hat, tu jî ser û cilên xwe bişo û were li jorê, min jê ra got.
– Çav û ê neyarên te birêjî, xwarzî me hatiye malê te wî şandiye nava pez, ka gazî bikê bira were!
Gazî Keçelo kir, Keçelo hat, çû destê xalê xwe. Xal:
– Keçelo law tu bi xêrê xwedê hatî, li ser çavan hatî, tu çawanî?
– Baş im, bêhna min teng bûye, min jî got ez ê herim mala xalê xwe.
Rûniştin, xeberdan bi hevra, Keçelo yê min û te dîsa darekî qûna qijika xwe de kir. Xal:
– Keçelo law qijika te çi dixwaze? Keçelo:
– Xalo wulleh qijika min birçî ye, dibêje bêhna qaza xaşandî tê.
– Jinê vêga te gotibû, tiştekî tine? Jinxal:
– Wîîî wulleh mala mela şîva înê deranî bûn, ji me re jî anîn, min jî danîbû ser banê kewarê, bîra min jî lê neketiye. Xal:
– Ka zû bîne, ez û xwarziyê xwe yê Keçelo bixwin.
Jinê anît, ketin li serî xwarin, xweş bêhna xwe jî vedan. Keçelo dîsa darek qûna qijika xwe da, qijikê dîsa qişta qişt kir. Xal:
– Keçelo law qijika te îcar çi dixwaze?
– Wulleh xalo dibêje bêhna zebeşê li mala we tê, zebeş dixwaze.
– Min hewqas got ez birçî me, te got tiştekî tine?
– Wîîî ka hişê min maye, nizanim kî ji me re aniye, ew ji min daniye wê derê.
Zebeşê jî anî û ketin serî xwarin. Qederekî ma Keçelo dîsa darek qûna qijika xwe da. Xal:
– Keçelo law qijika te îcar çi dixwaze?
– Wulleh xalo îcar jî dibêje serê min qirêj bûye, em serê wî neşon tê heta sibê wusa qişta qişt bikî.
– Tu yê çawa bişoyî, Keçelo yê min?
– Ji xwe kewara we heye, bira jinxala min jî avê bi kelînê û bira hama kuleka kewarê de berde kewarê, tê ez jî xwar ve serê qijika xwe bidim ber wî kulekê.
– Jinê rabe alîkariya xwarziyê min bike, av deyne li serî, bira Keçelo serê xwe û ê qijika xwe tev bişo.
Mele jî di kewarê de ye. Jinê rabû avê keland û biqbiqand. Avê di kuleka kewarê de berda, mela li kewarê de xistin cendek.
Xal ji Keçelo re “law êdî ji xwe re razê, şeva te bi mîne xweş.” Keçeloyê me re razan vê şevê bûye qedexe. Rabû çû termê mela di kewarê de derxist û çû, Keçelo, mela bir li ser hêstira xalê xwe siwar kir, îç û ben tev lê ve pêça û wî bir ser bêdera Hecî Baqî (3), xwe xist di nav dirika û xwe veşart.
Hecî Baqî jî radibe, dibîne ku li ser hêstirê mêrekî heye, hêstir jî genimê wî dixwe. Gazî ê li ser hêstirê dike, dibêje; “Law tu qey kor bûyî, ev çi hêstir e, te berdaye ser genim, qey tu nabînî, Xwedê te çi neke!”
Mela miriye li ser hêstirê, hama ji nîşkê ve Hecî Baqî melhêvek dibe û diçe jor, wê mehlêvê dibe li serê mela dixe, wî li serê hêstirê de dixe erdê. Keçelo jî nav dirikan de derdikeve, dike hawar:
– Ay lawww, te çima bavê min kuşt? Hecî Baqî:
– Xwedê mala te û yê bavê te xira bike, hewqas min gazî kir, min kire qiyamet, te çima ne digota wusa hespê berdabû serî genim?
– Wulleh ez ê herim giliyê te bikim.
– Giliyê min neke! Hema ev genim, ev her tişt bira ji te ra bin.
Genim û tiştên din wê şevê saya xulaman de tê patos kirin. Keçelo di wê şevê de, hesp û keran bar dike, dibê “ez ê van her tiştan pîra xwe re bibim.” Tevî bar dikin. Keçelo, xulaman dixe pêşiya xwe û diçe li mala pîrê. Mexrebekê tarî xwe davêjin li ber deriye pîrê. Keçelo: “Pîrê pîrê, ka derî veke!”
Çaxa pîrê derî vedike, Keçelo bangê pîrê dike “Pîrê derî veke! Xwedê da û li ser hev da.”
Pîrê difekire ku Keçelo bar û barxana, genim û hêstira tev aniye li ber derî.
Barê hêstir û keran dadînin, dixine nav afir û kadîna.
Keçelo bang li xulama dike, dibêje:
– Hûn îşev mêvanên me ne.
– Eman fîzar em ê herin.
Lê Keçelo û pîra wê dibêjin carek li dinyayê hûn naçin, îşev mêvanên me ne. Radibin û diçin odê, ciya dadînin. Razana Keçelo vê şevê jî nayê, diçe ba pîra xwe. Jê re:
– Pîrê ka qazikek şorbeya tîr îşev ji min re çê bike.
– Law tu yê çi bikî şorbeyê?
– Ji min re lazim e.
Pîrê qazikek şorbeya tîr çêdike. Xweyê hestîr û kera jî dikevin nav ciya. Keleşo jî diçe ba wan.
– Gelî mêvanan ez ê ji wera tiştekî bibêjim, lê şerm nekin, ez mecbûrim ji we ra bibêjim.
– Ka bibêje birazî, me nexe nav meraqê.
– Hay ji xwe hebin, xwedê kî mîz bike xwe ve tê diya min bimrî, kî gû bike tê bavê min bimrî.
– Heyra bi xwedê bîra me nayê, ku me kengê xwe ve mîz û gû kiriye. Emê çawa îşev xwe ve bikin.
– Ez jî ji we ra dibêjim, îşê dinyayê ye, hay ji xwe hebin.
Dikevin di nav ciya, xew de diçin, pixa pix wan dikeve. Lê Keçelo hişyar e, çixa hebekî, her yekî qolikek şorbe berdide li ber derpêyên wan, her yekî jî qurkekî av berdide li ber çuçikên wan, tev wusa dike û diçe xwe dixe nav ciya.
Nav xulaman de yek ji xwe dihise ku tev derpê yên wî şil in, wî yê ba xwe re dibêje, “kuro rabe, serê te min bi xwe ve mîz kirî ye,” ew ê balê jî jê re jî dibêje, “min jî bi xwe ve gû kirî ye,” tev bi hevra wusa dibêjin ku xwe ve mîz û gû kirin e. Di nav xwe de “Vêga Keçelo rabe tê me hemûyan bikuje.” Hemû radibin serê xwe, Keçelo jî bi wan dihise. Keçelo: “Ay lawww! ava diya min û bavê min herdu jî mirin.” Xulam: “Xwedê mala te çi neke!”
Û hema wisa dibêjin û xwe li derî dixin, direvin. Xulam: “Ya rebbî ‘lingo me hilde.”
Keçelo yê min û te jî pişt wan de dibêje;
“Ya rebbî şikir ji te re, hêstir û ker û tiştên din tev man ji min re.”
Ava çîroka me çû li nav deriya, rihmet dê û bavê me hemû yan.
Amedekar: Qesîm Etmanekî
Çîrokbêj: Gulê Etmanekî (Diya min)
(1). Cihekî li gundê Şikarim
(2). Cihekî li gundê Şikarim
(3). Navê gundiyekî Şikarim
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは188表示された回数
HashTag
ソース
リンクされたアイテム: 2
グループ: 記事
Publication date: 26-05-2020 (4 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
ブック: ストーリー
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 94%
94%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 21-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 21-07-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 21-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは188表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1157 KB 21-07-2023 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,451
画像 105,204
書籍 19,475
関連ファイル 97,359
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 地図 - プロヴァンス - Kurdistan ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.953 秒(秒) !