ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,075
画像 106,677
書籍 19,298
関連ファイル 97,292
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Dİ 377 SALÎYA QESRA ŞÎRÎN DE, 100 SALÎYA SYKES-PİCOT
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dİ 377 SALÎYA QESRA ŞÎRÎN DE, 100 SALÎYA SYKES-PİCOT

Dİ 377 SALÎYA QESRA ŞÎRÎN DE, 100 SALÎYA SYKES-PİCOT
=KTML_Bold=Dİ 377 SALÎYA QESRA ŞÎRÎN DE, 100 SALÎYA SYKES-PİCOT=KTML_End=
Cano AMEDÎ

Îro li hemû beşên Kurdîstanê û li gelek deverên dunyayê Kurdîstanîyên hêja bi xwepêşandanên girseyî, bi konferans û daxuyanîyên civakî ev neheqî û zilma di bin bandora peymanên dagîrkerî de didome, şermezar dikin.
Rûreşî û berpirsîyarîya dîrokek tarî eşkera dikin. Bi helwestên netewî, mafê dewletbûnê û desthilatdarîyek Kurd, li rûyê dewletên Cîhanê diqîrin.
Ev helwestên netewî pirsa Kurd û Kurdîstanê di rojeva dunyayê de zîndî digire û rê li ber bersîvên çareserîyê vedike.
Di sed salîya Peymana Sykes-Picot de, em dikarin bi kurtasî vê mijarê binîrxînin, li ser encam û sirê vê peymanê bisekinin. Ev peyman ji bo gelê Kurd û ji bo netewên din çi bû, çi wate îfade dike?
Weke em hemû zanin: dabeşkirina Kurdîstanê, cara yekê bi peymana Qesra Şîrîn ku di sala 1639 an de, 17ê Gulanê de, di navbera Împaratorîya Osmanî û dewleta Safewî ya Ecem de, bi awayekî fermî hatiye îmze kirin.
Gelê Kurd di heman deman de, di bin êrîşên pir alî û pir îtîfaqî de li dijî peyman û rêkeftinên dagîrkeran bêdeng nemaye û peymanên wan pesend nekirîye û li dijî wan serî hildaye.
Belê, mafê dewletbûnê û desthilatdarîyê bi peymanên dagîrkerî û mêtîngehî hatîye asteng kirin. Lê gelê Kurd bi derfetên kêm, di pêvajoyêv teng û tarî de li dijî dagîrkeran hertim têkoşînek berdewamî meşandîye. Li gor îmkan û derfetên demê li hemberî dijmînê xwe serî netewandîye û berxwedanek nîşandaye. Ev jî rastîyek e.
Taybetî û girîngîya rêkeftina Sykes-Picot ew e ku, li alîyekî ji bo gelê Ereb û netewên din rê li ber dewletbûnê vekirîye û di encamên rêkeftinê de, bi dehan dewlet netew hatine damezirandin. Ev rêkeftina veşirtî, bûye dezgehekî statuyê, buye sîstemek dagîrkerîyê.
Lê belê, rêkeftina Sykes-Picot ji bo gelê Kurd bûye sedema dagîrkerî û bêstatuyê.
Ev rêkeftin, sinor di nav dewletên cûda de ava kirîye. Lê mixabin, di nava gelê Kurd de sînor hatîye sazkirin, erdnegarîya Kurdîstanê carek din hatîye perçe kirin.
Ev rêkeftin, ev sed sal e ji bo gelê Kurd bûye astenga azadîyê û rê li ber dewletbûna Kurd girtîye.
Dewletên dagîrker û sîstema emperyal, vê rêkeftina neheq wek dezgehekî bi kar anîye.
Di heman deman de, ji bo gelê Kurd nebin xwedî heq û hûqûkê xwe, ji bo mafê çarenûsa xwe bi destê xwe tayîn neke, li ser bingeha vê rêkeftinê peymanên nû îmze kirine. Gelê Kurd, bi van rêkeftinên dizî û vekirî, ji hemû mafên xwe yên çandî, sîyasî û netewî bêpar maye!
Sînorên di nava gelê Kurd de hatine kişandin, di kûraya salan de, di navbera perçên kurdîstanê de bûye sedemên pirsgirêkên dêrûnî û civakî.
Ziman û raman, li gor sînor û dorpeçkirina hereman, li gor perçekirina Kurdîstanê şekil girtîye.
Bi sînorên dagîrkerî, herdem xwestine di navbera perçên Kurdîstanê de cûdayan pêkbînin û alozîyan kûr bikin. Ji bo wê jî di heman deman de, bi bandora propagandayên îdeolojîk û olî, berjewendîyên netewa Kurd binpê kirine û ji xwe re dezgehên kedîkirinê avakirine.
Dewletên dagîrker û hevalbendên wan, hertim berjewendîyên şexsî û îdeolojîk bi qîymet nişan dane. Ji bo gelê Kurd, maf û berjewendîyên netewî weke qebehetek mezin dane nasîn.
Hevalbendên xirabîyê û simsarên kedîkirinê, wezîfa dagîrkeran herdem bicîh anîne. Di jiyana xwe de, di mêjîyên xwe de peymana Qesra Şîrin, rêkeftina Sykes-Pîcot, Sevrê, Lozanê, Sadabatê, rêkeftina Cezayîrê û hwd. bi cîh kirine.
Em baş zanin ku, sed sal derbas bûye, lê encamên rêkeftina Sykes-Picot li ser partî û rêxistinên îdeolojîk bandorek xirab, tesîrek negatîf kirîye.
Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, di bin bandora berjewendîyên şexsî û îdeolojîk de, bêdeng mane û di nav demê de ji xeta netewî dûr ketine. Ev rewşa hanê jî, dide xuya kirin ku ev rêkeftin di nav salan de, weke statuyek bindestîyê di jiyana me de bicîh bûye.
Hezên serdest, dewletên dagîrker û simsarên kedîkirinê li ser statuya bêdewletbûna Kurdan li hev kirine.
Qada sîyaseta Kurd, piştî bayên îdeolojîk, ji wargeha netewî dûr ketin û di bin sîwanên mêtinkarên serdest de paleya paytextên din kirin.
Li şûna, li ser astên berjewendîyên netewî û siyasetek hevkar tevbigerin, pirî caran li ser berjewendîyên şexsî û hîzbî tevgerîyane. Ev jî bûye sedemên nakokîyên nû.
Xeta olî û îdeolojîk, her dem xewstîye rê li ber xeta netewî bigire û sîyaseta Kurdî bifetisîne.
Referans û pîvanên xwe, li gor berjewendîyên alîgirên xwe hilbijartine. Pirî caran “pîrozgeh û qîbla” wan, paytextên serdestan bûye.
Pirî caran alîyên îdeolojîk û olî li dijî xeta netewî piştgirîya hev kirine û astengên mezin derxistine holê.
Ev jî tesîrek xirap li ser sîyaseta Kurd kirîye û aktorên sereke yên derketine holê, di bin bandora dîwarên îdeolojîk de ji rastîya welatê xwe dûr ketine.
Kadroyên wan deman, îro em dibînin ku gelek kadro û endamên salên 1980 an xwe ji referansên salê 1970 an azad nekirine. Em bi xemgîni dibînin ku ev derûdorên hane, li gor pêwîstî û girîngîya demê ne xwedî rojevek rasteqînin.
Piştî 100 sal şûnda em rêkeftina Sykes-Picot şermezar dikin û zirar û ziyanên li ser netewa Kurd diaxifin.
Lê belê tu kes cesaret nake ku qala sîyaseta perçebûyî, ya hîzbî û îdeolojîk ku di bin bandora dagîrkeran de tê meşandin îfade bikin.
Li ser dijîtîya hev, partî û rêxistinên Kurd, di navbera hevde dîwarên rêkeftina Sykes-Picot nûjen dikin û cûdayên navbera xwe bi ziman, bi raman û stratejîyên şaş her tim kûr dikin.
Rewşenbîr û zanayên Kurd, di bin bandora desthilatdarîya sîyaseta hîzban de, bêdeng in.
Beşek jê, lîstoka sê meymûnan dilîzin!
Metirsîya herî mezin avakirina sînor û dîwarên di nav gelê Kurd de, di nav partî û rêxistinên Kurd de ye. Ev metirsî ji peymana Sykes-Picot xirabtir e û nexweşîyek sereke ye.
Di 377 salîya peymana Qesra Şîrîn de, di 100 salîya rêkeftina Sykes-Picot de divê rewşenbîr, sîyasetmedar, partî, rêxistin û sazîyên Kurdîstanê carek din li ser berjewendîyên netewî rawestin û rê li ber helwestek netewî û ya hevpar avabikin.
Sîyaset û helwestên xîzmet û piştgirîya perçebûna Kurdîstanê dike, divê rojekî zûtirîn bê mehkûm kirin.
Ew kesên xwe Kurd bi nav dikin, divê rojek zûtirîn wê nexşeya gemarî û bi xwîn biçirînin!
Parastîn û pîne kirina nexşeya Sykes-Picot, ne karê rewşenbîr û rêxistinên Kurd in.
Mafê tû kesî tuneye perçebûna Kurdîstanê weke tiştekî sirûştî bi nav bike an nîşan bide.
Tu partî, tu serok, tu hêz, tu kes ji Kurdîstanê ne mezintir e!
Mafê tu kesî tuneye ku beje: “ez ji bo gelê Kurd dewlet an serxwebûn naxwazim”.
Ji bo xwe an ji bo partî û rêxistinên xwe dikarin tiştekî nexwazin, lê ser navê gelê Kurd ew mafê wan tüne ye.
Mafê azadîyê ne li gor daxwaz û berjewendîyên şexsî ne, azadî mafekî sirûştîye.
Lê mixabin di salên dawî de rêzlêgirtina al û sembolên dijmînên Kurd, parastina sînorên dagîrkeran, weke nexweşîyek şewbê bandorek xirab li ser civatê dike.
Ew nexweşî, bi alîkarîya rêya medya ragihandinê li dijî al û sembolên Kürdîstanê neyartîyek bê wate dide meşandin û bertekan avadike! Di nav perçên Kurdîstanê de û di nav civatê de dîwaran ava dike! Ev rewşa hane, neyarên gelê Kurd şad dike. Nîrxandin û tesîra rêkeftina Sykes_Picot divê li ser vê babetê em şîrove bikin û jê encaman derxin!
Di salên 1910an de, Mark Sykes û Goerge Picot mîmarê nexşeye rojhilata navîn û Efrika bûn. Kirasê wan li gelên rojhilatanavîn kir, mafê dewletbûnê û desthilatdarîyê bû, lê ji bo gelê Kurd, ev kiras ji xencî zilm, koçberî, trajedî, jenosîd û golê xwînê û pêve, tu tiştekî din bi xwe re neanî!
Gelê Kurd, di heman deman de, li hemû perçeyên Kurdîstanê, di nav pêlên qetlîam û jenosîdê de jîyana xwe domand û li hemberê dijmînê xwe serî netewand.
Herdem, dengê şoreşa Kurdî li bajar û çîyayên Kurdîstanê deng veda!
Dewletên dagîrker û yên emperyal, bi îtîfaqên sirî û eşkera piştgirîya hev kirin û xwestin rê li ber dewletbûna gelê Kurd bigrin. Lê gelê Kurd heta îro, tu carî ev nexşeyên bi xwîn û genî qebûl nekirîye.
Gelê Kurd li hemû perçan, bi dehan serhildan û berxwedanên dîrokî nexşeyên dagîrkerî çirandîye!
Îro derfetên zêrîn derketine holê, gelê Kurd bi îtîfaqek netewî, li astên serxwebûn û dewletbûnê, dikarin dîwarên dagîrkeran di nav me de kişandine hilweşînin!
Başûrê Kurdîstan gava yekê ye, dûre Başûrê-Rojevayê Kurdîstan li bende ye.
Ev derfetên hanê tu carî evqas bi hêsanî bi dest nakevin. Ji bo xewn û xeyalên dîrokî, pêwîstîya me bi hev heye û rêkeftinek netewî weke av û nan li benda sîyasetek netewî ye.
Divê partî, rêxistin, sazî, sîyasetmedar, rewşenbîr û serokên civata Kurd, xwe ji bin bandora sînorên îdeolojîk û hîzbî azad bikin!
Sînorên perçekirin û bindestîyê hilweşînin!
Sinorên dagîrkeran ava kirîye, divê ji holê bê rakirin û ji nû ve sînorên Kurdîstana mezin ava û nûjen bikin![1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは591表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 16-07-2023
リンクされたアイテム: 16
グループ: 記事
Publication date: 21-03-2016 (8 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 16-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 17-07-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 17-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは591表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,075
画像 106,677
書籍 19,298
関連ファイル 97,292
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.547 秒(秒) !