ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,107
画像 106,571
書籍 19,301
関連ファイル 97,360
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Dİ NAV GERAMBOLA HİLBİJARTİNAN DE, REWŞA BAKÛR
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
Dİ NAV GERAMBOLA HİLBİJARTİNAN DE, REWŞA BAKÛR
=KTML_Underline=Cano AMEDÎ=KTML_End=
Li seranserê bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê, bayê hilbijartinên şaredarîyan hêdî hêdî sar dibe! Encamên hilbijartinan her diçe zelal dibe û hemû alîyên beşdarvan serkeftin û serfirazîyên xwe binav dikin. Li gor daxuyanî û wêneyên encamên hilbijartinan weke hemû deman nîşan dide ku yên hundakirî dîsa gel e! Bi taybetî jî gelê Kurd e!
Berîya hilbijartinan û piştî dawîbûna hilbijartinan herkes li gor sekin û alîyên xwe di derheqê mijarê de nîrxandin û şîrovên xwe bi raya giştî re par kirin. Kî çi got, çi nivîsî, çi şîrove kir di rûpelên arşîvan de veşartîye. Kî bi serket, kî hunda kir dîsa cîhê gengeşîyê ye.
Sîstema dagirkerî ji roja damezrandinê heta îro sîstema hilbijartinê li ser tunebûna gelê Kurd û kêmnetewên din avakirîye. Sîstema li ser bingeha nijadperestî û yek rengî hatîye damezrandin. Ev sîstem tu carî li derîyê çareserîyê negerîyaye, bi darê zorê, bi çavsorî û sîyaseta bişavtinê hebûna xwe heta niha domandîye. Ev sîyaset êdî xitimîye û li ber têkçûnê ye; lê mixabin ji ber tunebûna alternatîfet rast, gel dîsa di nav xiraban de, xirabekî din bi hêvîya “baştirîn” hildibijêre. Ev nakokîyek mezine, ew hêz û qewetên doza guhertinê dikin divê li ser van nakokîyan bisekinin û bersîva çima bidin!
Di dema damezrandina Tirkîyê de, sîstem ji bo hilbijartinê du alternatîfên xwe danî pêşîya gel. Her du alî ji yek navendê dihat îdare kirin. Di salên 1920 an şûnda partîya CHP û partîya Serbest Firka bûn. 1946 an de Partîya Komara Gel (CHP) û partîya Demokrat (DP) bûn. Di sala 1961 an şûnda CHP û partîya Adaletê (AP) bûn. Di salên 1980 an şûnda ANAP û Halkçı Parti, di salên 1990 an de ANAP û CHP piştre DYP û CHP bûn.
Sîstem her ji deh salî dixetimî û problemên civakî zêde dibûn. Sîsitem ji bo nakokîyên civakî û sîyasî kêm bike, alternatîfên xwe derdixist pêş. Di salên 2000 an de AKP weke alternatîfek nû derxistin hemberî CHP ê. Ev partîyên hanê hemû li ser bingeha Îtîhat Terakî (Îttîhat ve Terakkî Fırkası) û Hurriyet îtîlafê (Hürrîyet ve Itilaf Fırkası) hatin avakirin. Sîstem weke destê rast û çep di hemû deman de, xwe alternatîf nişan daye û rê li ber alternatîfên rasteqîn girtîye.
Sîstem, li beranberî hişyarbûn û daxwazên guhertinan, alavên xapandinê zêde kir. Di hemû deman de hewldanên guhertinê û daxwazên sîyasî bi darê zorê têkbir. Sîstem bi alîkarîya kadroyên xwe yên “tûj û tundrew pergalên xapandinê zêde kirin. Ev sîstem, pirî caran bi argumanên çepitî, olî û lîberalî xwe “nû” kir. Nakokî û problemên civakî bi destê rêvebirîya leşkerî û burokratîk pirî caran paşve xistin an jî demkî ji holê vekişandine. Lê belê xuyaye sîstema Îtîhat Terakî, ew kirasê kemalîzmê li civatê kirîye jî têr nekir û her çû teng bû/li ber çirandinê ye.
Hewldanên guncavkirina sîstemê ji 2015 an şûnde, dîsa versîyonek kemalîzmê di bin navê “ sîstema serokatîya usûla Tirk” de, kirasek yek deng, yek reng li xwe kir û di wargeha dîktatorîyê de rolek nû girt ser xwe. Ev rol li ser dijîtî û tunekirina gelê Kurd hatîye damezrandin. Encamên wî kirasî îro em hemû bi hevra dibînin û dijîn.
Desthilatdarên dagirker li hemberî pêlên hişyarbûna gelê Kurd dest bi lîstokên osmanîyan û dafikên Jontirkan kirin. Ev lîstîka mezin jî bi destê beşek kurd xistin rojevê û xirabîyên mezin bi gel dan kirin.
Ji bo gelê Kurd bi sîstema îttîhat terakî re cardin li hev bike, dev ji daxwaz û hestên netewî berdin û bibin tirk, di bin navê “Demokratîk Cumhurîyet” de, jehra pûçkirinê bi girsaya xwe û gelê Kurd, dan qebûl kirin. Daxwazên netewî, çareserîya rizgarîya netew bi navê “kevneperestîya hov” bi nav kirin. Di bin navê “biratîya gelan” de çîrokên derewîn gotin û sîwanên xapandinê ava kirin. Partî, rêxistin û sazîyên sivîl li gor daxwaz û talîmatên nebîyên “Teşkîlatî-Mahsusa” ji nûve guncav kirin. Li dijî xeta netew û seroktîya netewî, li gor daxwaza dagirkeran şerê vekirî meşandin û dimeşînin.
Ev sîyaset û şerê dêrûnî hat merhalekî wusa, ew kesên ûjdan û mêjîyê xwe firotine, ji bo kemalistan, ji bo desthilatdaran ketin tayê. Beşek jê, bo CHP ê; beşek jê, bo AKP ê xwe perçe kirin ku ew bi ser bikevin. Sîyaset û sekna xwe li gor serketina wan partîyan dîzayn kirin. Ew sîyaseta xwfirotin û radestkirinê, weke dermanê nexweşîyê bi gel dan qebûl kirin. Ev rewşa hanê jî di nav civata Kurd rê li ber dabeşkirinê /darazandinê vekir. Ev sîyaseta bi mêjî û aqilê kemalîstan tê meşandin, rê li ber birînên nû vedike. Ev mêjîyê tevlîhev, dîsa sîyaseta serdest li ser qada sed sal bere, civatê dide reqisandin. Di bin serokatîya nebîyên ENVER, TALAT û CEMAL paşa de “zîya Gökalp, Süleyman Nazif”ên nû pêşkêşî civata Kurd dikin. Ev girrêneka gemarî, her ku diçe êş û birînan zêde dike.
Di 31-03-2019 an de hilbijartinên şaredarîyan pêk hat. Li Tirkîyê îtifakên çêbûn, li ser bingeha felsefa Îttihat Terakkî dîsa hat dîzayin kirin. Îtîfaqa beşa “millet” û ya beşa “cumhur” carek din kirasê Kemalîzmê bi yek reng û yek dengî boyax kirin. Di bin navê ewlekarî û “beka”yê de, kirasê reş û bi xwîn pêşkêşî raya giştî kirin.
Weke hemû deman, disa sîyaseta serdest ya gelê Kurd xistîye bin bandora xwe, kirasê kemalîzmê pêşkêşî gelê kurd kirin. Li metrepol û bajarên din dengê civata Kurd ji bo berjewendîyên civata Tirk bi kar anîn.
Sîstem, HDPê (Partîya Demokratîk ya Gelan) weke gopalekî bi kar anî. Li bakûrê Kurdistanê li ser navê sîstemê HDP ê, li gor berjewendîya xwe û ya sîstemê hinek partîyên navê wan “Kurdistan” bûn weke gopal bi kar anî. Di bin navê îtîfaqa Kurd de, li ser hesabên kursîyan, li ser bazara berjewendîyên kesayetî û hîzbî wêneyek îtîfakan pêşkêşî raya giştî kirin, lê belê ev wêne ne alîgirên wan îkna kir ne jî raya giştî.
Cardin derket holê ku alternatîfa sîstemê, dîsa sîstem e. Ew hêzên qaşo xwe li hemberî sîstemê nîşan didan, me carek din dît ku bi xewnên kursî û parlementerîyê dijîn. Di bingeh û wêneya îtîfakê de, ne daxwaza bernameyek nêzîk an dûrtirîn heye ne jî pîvan, îlke, li hevhatinek sîyasî heye. Tenê birayê mezin çend şekirên qulpik daye birayê biçûk.
HAK-PAR, weke partî, ji ber astengîyên yasayî û zextên dewletê, nikaribû beşdarî hilbijartinan bibe. Di hilbijartinên dawî de, bêdeng û bêhelwestî bijart. PAK û PSK bi nasnama partîyên xwe nikaribûn beşdarî hilbijartinan bibin. Ji ber vê yekê bi hev re Tifaqa welatper û demokrat avakirin û bi endamên serbixwe derketin kolanan. Tifaqa welatperwer bi welatparêzên derwayî xwe re pêwendî û têkilî danîn û bi dûrişmên “ne qayûm ne xendeq” sîyasetek meşandin. Li ser mijara organîzasyonê û pêvajoya propagandayê em dikarin gelek tiştan bejin, rexne bikin an jî pesnê wan bidin. Ev mijarek dinê ye. Lê belê nakokîyên di navbera partîyan de, rekabeta sîyasî û berjewendîyên rêxistinî rê li ber enîyek giştî, hevkarîyek fireh girt.
Di dema hilbijartinên parlementoyê de û di dema hilbijartinên şarederîyan de, li ser tora ragihandinê û medyaya civakî, alîgir û kadroyên wan partîyan sînor û pîvanên gengeşî û rexnan binpê kirin û li dijî hev zimanekî tawanbarî bi kar anîn. Ev jî tesîrek xirab li ser bingehên wan kir. Ew alîyên 45 sal bi hevra hevaltî kiribûn di salên dawî de ji hev dûr ketine û li dijî hev di nav hewldanên “serkeftinê”de ne! Ev bixwe nexweşîyek bê derman e.
Nakokîyên îdeolojîk, reqabeta di navbera “rêxistinan” û berjewendîyên kesayetîyê, rê li ber rêzgirtin û hebûna hev girtîye. Ji ber van sedeman, hinek alî hesabên xwe li ser biserneketina hev kirin û hêjî dikin. Ev helwest rê li ber tifaqên rasteqîn û hevkarîyek demkî digire.
Lê dîsa jî tifaqa welatperwer tevî kêmasî û tengbûna xwe ji ber ku derket kolanan, bi reng û zimanê xwe, bi bername û zimanê propagandayê gavekî erênî bû. Şîrovekirina encamên hilbijartinan, berî her tiştî erkên alîyên tifaqê ye.
Em dikarin bi hêsanî bejin, encamê hilbijartinê, carek din nişan da ku li ser bingeha kevneşopîyên kevn ne hêvî dibin ne jî xewnên îdeolojîk! Bi vî malzemeyî em nikarin dezgehek nû ava bikin. Ew quretîya “ez û ez” têk çû. Min got, me got tu wateya wê nema. Rewş li holê ye. Sazî, rêxistin, partî, grub, derdor, rewşenbîr û kesayetên serbixwe hemû mesûlên vê rewşê ne. Tu kes bila nebêje ez ne gunehkar im. Em hemû gunehkar û berbirs in li hemberî vê rewşê. Êdî bi gilî û gazinan, bi rexnên ne dicîh de, bi gotinên pûç em nikarin avahîyên nû ava bikin. Ji bo guhertinek mezin kadroyên nûjen û xwînek nû pêwîst e.
Ew kadroyên 40 salin hevdû nasdikin û li dijî hev ketine nav dijberîyek kor û vala, nikarin bawerîyê bidin hev. Bi şik û ekse, sîyaset nameşe. Ji ber vê yekê pêwîstîya me bi zimanek nû, bi mêjîyek, nû, bi vîtrînek nû, bi bazarek nû heye. Em hemû dikarin di bin sîwana berjewendîyên netewî de, li ser pîvanên xeta netewî bibin rêgeha sêyemîn. Ev jî bi bîr û bawerîyek zelal, bi fedakarîyek mezin çê dibe.
Weke hemû hilbijartinên berê ev hilbijartin jî, li ser bingeha bêhûqûqî û bêedaletê hatîye sazkirin. Bi tu awayî cîhê gelê Kurd di wê sîstemê de tuneye û çênabe! Gotinên demokrasî û îtîfaqan tenê ji bo derew û xapandinê bikar tînin. Ew alîyên hevokên xwe bi “demokrasî û mafê mirovan” dixemilînin, ne bi xwe re rastin ne jî bi gel re rastin. Tenê derdê wan bi destxistina kursîyê dîktatorîyê ye!
Ev hilbijartinên bêhuqûqî jî wan derfetan bi hêsanî radixe ber lingên wan. Ji ber van sedeman em dikarin bêjin hilbijartinên 31-03-2019 an, ji bo zelalbûna sîyaseta netewî û rewşa partîyên “Kurdistanî” wêneyek baş raxist ber çavan. Kî li “trênê” sûwar bû kî “trên” revand me carek din dît!
Jiyan ne tenê medyaya civakî ye. Rastîya jiyanê di kolanan de rêxistinbûn e! Bi xewn û xeyalên 40 sal bere, ne avahî tên damezrandin ne jî bersîva pêwîstîyên civatê tê dayin! Ev hilbijartin, carek din rastîya me raxist ber çavan. Êdî sîyaseta gilî û gazinan pûç bû, tu tiştek jê dernakeve û tiştekî li me zêde nake.
Kî çi digot, çi kir carek din derket holê! Em baş dizanin ku gotin û kirin li hevkirî nebin, tu wateya gotinê tune ye. Ger gotin û kirinên me, çalakî û sekna me; hewldan û tevgerên me bi encam û pratîkên xwe, xîzmeta dijber û neyarê me bike, divê em sed carî bifikirin da ku em çi dikin. Bi gilî û gazinan, bi rêxnên nedicîh de em nagihîjin derekî. Heta ku em çêkir û avakir nebin em nikarin bi ser bikevin.
Kirin û helwestên me li gor berjewendîyên neyaran be, destê wan xurt bike, cîhê sekna wan fireh bike, rexne û sekna me, me ji armancên me dûr bixe, divê em rojek zutirin rawestin û rê li ber dijmînê xwe teng bikin/bigirin.
Bifikirin ka em çi dikin, em li ku bûn gihîştin ku? Di nav denklema doh-îro-sibê de em çiqas bi serketin? Di nav vê denklemê de, me rolekî çewa leyîst? Bi kirin û hewldanên xwe em alîyek çêkir û guhertinxawz bûn an em alîyê xirabkirinê û paleyê desthilatdaran bûn? Divê bersîva wan pirsan li gor kûrahîya demê û destkeftîyên civatê em binîrxînin û ji gelê xwe re rêyek nûjen, rêbazek netewî peyda bikin. Ev jî erkek netewî û mîrovahîyê ye!
15-04-2019 Cano Amedi[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは459表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 15-06-2023
リンクされたアイテム: 6
グループ: 記事
Publication date: 19-03-2019 (5 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 社会
プロヴァンス: 北クルディスタン
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 15-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 16-06-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 16-06-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは459表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,107
画像 106,571
書籍 19,301
関連ファイル 97,360
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:5.422 秒(秒) !