ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,654
画像 105,733
書籍 19,411
関連ファイル 97,455
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Dewleta Tirk li Efrînê şêwazê mêtîngeriyê yê her xeter dimeşîne
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dewleta Tirk li Efrînê şêwazê mêtîngeriyê yê her xeter dimeşîne

Dewleta Tirk li Efrînê şêwazê mêtîngeriyê yê her xeter dimeşîne
Dewleta Tirk li Efrînê şêwazê mêtîngeriyê yê her xeter dimeşîne
MISTEFA ELO
Emperyalîzm bi giştî li ser esasê bihêzkirina aliyekî li ser hesabê aliyên jê lawaztir anku lawazkirina wan bi rêbazên cuda bi pêş ketiye, ku di encamê de li ser civakên pirreng, pirnetewe û pirmezheb tenê yek reng tê ferzkirin. Ji bo pêkanîna vê armancê jî dewletên emperyalîst ne tenê hêza leşkerî bi kar tînin, di heman demê de qikirina çandî li ser civakan didin meşandin û bi wê yekê desthilateke mayînde misoger dikin.
Gelek lêkolînerên di warê mêtîngerî û rêbazên wê yên cuda de, teqez dikin ku mêtîngeriya çandî mêtîngeriyê yê herî xirab, bi bandor û mayînde ye. Ji ber ku bi rêbazên nerm ku civakên asata zanabûna wan kêm e ferq nakin, tê meşandin. Bi wê yekê haya wan ji vê rengê mêtîngeriyê çênabe û tu refleksê li hemberî wê nîşan nadin.
Mêtîngeriya çandî xwe dispêre teşwîqkirin û ferzkirina çanda hêza serwer li ser civakê. Di gelek mînakên berz ên mêtîngeriyê de bi awayekî eşkere diyar dibe ku hêza mêtînger di radeya yekê de zimanê civaka ku dixwaze dagir bike, dike hedef.
Bo mînak, li Amerîka Latîn zimanê dayikê tune ye. Piraniya welatên wê bi zimanên spanî yan purtogalî diaxivin. Ji ber ku ew welat demên dirêj di bin dagirkeriya Spanyayê de man. Lê heta piştî bidawîbûna mêtîngeriya leşkerî jî zimanê spanî berdewam kir û bû mînakeke herî ber bi çav a mêtîngeriya çandî û xeteriya wê li ser civakê.
Heman rewş li welatên Bakurê Afrîkayê jî derbasdar e, ku nîna bi zimanê fransî diaxivin. Hin welatên din ên Afrîkayê jî wekî Nîjerya û hin welatên parzemîna Asyayê hîna bi zimanê îngilîzî diaxivin..
Paralelî ferzkirina ziman, hêzên mêtînger hewl didin ola civakan biguherînin, heke ola gel û ola hêza mêtînger wek hev be, wan di aliyê olî de bi kar tînin.
Li ser mêtîngeriya Ewropayê gotinek heye dibêje “Dêr bi wezareta derve re tevger dike.”
Ev hevkarî ji bo kişandina balê li ser mêtîngeriyê û rengê wê yê herî xeternak e.
Em bala xwe bidin Efrîna dagirkirî, kiryarên dewleta Tirk ên di 3 salên li ser hev de di çarçoveya fikirê emperyalîzmê de pêk tên û di radeya yekemîn de mêtîngeriya çandî tê meşandin.
Dewleta Tirk berî her tiştî şerê zimanê kurdî dike. Her wiha zimanê kurdî yê fermî li Efrînê qedexe dike, piştî ku kurdî di meteryalên Rêveberiya Xweser a Efrînê de zimanekî sereke li kêleka zimanê erebî yê fermî bû. Piştî demekê ji dagirkirina bajarê Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de, dewleta Tirk dest bi ferzkirina rengê tirkî li ser kantonê kir.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li nêzî 60 dibistanên kantona dagirkirî zimanê tirkî ferz kir, dîmenên zarokên Efrînê ku alên Tirkiyê li ba dikin belav bûn.
Rêber Abdullah Ocalan ziman wiha pênase dike “Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûye xwediyê îfadeye.
Bi vê pênasekirinê re, em dikarin balê bikişînin ser rastiya armancên dewleta Tirk ji ferzkirina zimanê xwe li ser civakê û înkarkirin û hewldanên rakirina zimanê civakê yê dayikê.
Armanc diyar e, kontrolkirina zihniyeta civakê ye. Bi kurtahî heke em zihniyetê wekî rênîşane hundirîn a mirov pênase bikin, wê di cih de be. Anku em zihniyetê kontrol bikin, em ê karibin însanan kontrol bikin. Ev aramnceke diyar a dagirkeriya Tirk e.
Hemwextî hedefgirtina ziman, dewleta Tirk hewl dide li Efrînê civakê di aliyê olî de bi kar bîne, ku berê li Efrînê mûzaîkeke kurdên Sunî, Elewî, Êzidî, Xiristiyan û bi taybetî Ermen û erebên Sunî hebû. Lê bi destpêkirina dagirkirina Efrînê ve nêzî 300 hezar kurdên ji hemû baweriyên olî hatin koçberkirin û nêzî 400 hezar çete û malbatên wan hatin bicihkirin, piraniya wan ji turkmenên alîgirên dewleta Tirk in.
Wekî ku mêtîngeriya Ewropayê propagandeya ola Xiristiyanê dikir, mêtîngeriya Tirk jî paropagandeya Îslamê dikin. Lê fikirên partiya AKP`ê di bin perdeya îslamê de ne, ew yek bi awayekî fermî nayê meşandin, lê belê gelek oldar di malan de wê yekê dikin.
Dewleta Tirk bi wê yekê hewl dide rengekî olî li dagirkeriya xwe zêde bike û hewl dide dagirkeriya xwe di aliyê olî de wekî karekî rewa û pîroz nîşan bide. Her wiha hewl dide baweriya bi dewleta dagirker (dewleta Tirk) û sultanê wê Recep Tayyîp Erdogan ferz bike.
Vê dawiyê agahiyên li ser vekirina Navenda Anadolê ya Çandî li kantona Efrînê belav bûn. Ev yek k di çarçoveya hewldanên berê yên dagirkeriya Tirk de pêk tê, teqez dike ku armanca dewleta Tirk mayîndekirina dagirkeriya xwe li Efrînê ye. Heta heger artêşa Tirk a dagirker ji Efrînê û ji herêmên din ên bakurê Sûriyê yên dagirkirî vekişe, dê li pişt xwe civakeke asîmlekirî ya girêdayî xwe, bihêle.[1]
(cx)
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,102表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 09-06-2023
リンクされたアイテム: 12
グループ: 記事
Publication date: 06-03-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: レポート
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Afreen
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 09-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-06-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,102表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,654
画像 105,733
書籍 19,411
関連ファイル 97,455
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - ブック - クルド発行 伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.375 秒(秒) !