ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,184
画像 104,651
書籍 19,254
関連ファイル 97,497
Video 1,397
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Evdalê Zeynikê, Pîrê Dengbêjan
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Evdalê Zeynikê

Evdalê Zeynikê
=KTML_Bold=Evdalê Zeynikê, Pîrê Dengbêjan=KTML_End=
İkram Oguz
„Temo Lawo, bila mirin heba, dilê rezîl, kalbûn, korbûn û feqîrî qet tuneba…“ dibêje Pîrê dengbêjan.
Dengbêjê Surmelî Mehmet Paşa, Deng û Avazê Serhedê, Siwarê Kuvî, Bavê Temo…
Evdalê Zeynikê di destpêka sedsala 18’an da, li Cemalvêrdîyê hatîye dinyayê. Cemalvêrdî gundekî girêdayî navçeya Tutaxê ye û Tutax jî girêdayî bajarê Qerekosê ye.
Navê bavê Evdal Mistefa, navê dîya wî jî Zeynê ye. Evdal di sê salîya xwe da bavê xwe winda dike, hêtim dimîne û dîya wî, wî mezin dike. Sedem vê yekê ye ku ew her tim bi navê dîya xwe tê nasîn û heta dawîya emrê xwe, heta îro jî wek Evdalê Zeynikê tê binavkirin.
Evdal 113 salî jîya ye.
Evdal heta 30 salîya xwe, di gundê xwe da kar û barê rênçberîyê dike. Heta tê ragihandin ku wî di wan salan xwe da tu car kilamek jî nehistiraye. Evdal di 30 salîya xwe da şevekê xewnek dibîne û di bin tesîra wê xewnê da dimîne. Nexweş dikeve, sedem nexwaşîyê, jîyana wî bi mehan di nav nivînan da derbas dibe.
Tê gotinê ku di dema nexwaşîya wî da stran û melodîyên ku heta wê rojê nehatine bihîstin, ji devê Evdal derdikeve…
Ji nexwaşîyê xilas dibe, lê ji wê rojê şûnda şev û roj distirê û bi sedan kilam û stranan li pê xwe dihêle. Piştî mirina Evdal, Dengbêjên Serhedê stranên wî distirên û bi deng û awazên xwe ekola wî hêîro jî didomînin.
Di kilam û stranên Evdal da evînî û hîciv bi giranîyek mezin û bi hev ra cîh digrin. Jîyana Evdal di nav feqîrîyê da derbas dibe. Evdal bi xwe jî mirovekî bejn kin û zirav e. Kêsên ku wî baş nasneke û ji hunerê dengbêjîya wî bêhayîdar be, rûmetê nade wî. Wek mêvantîya wî ya di gundekî Erzirumê da. Evdal rojekî bi ereba ga ji gundê xwe bi rê dikeve û diçe Erzirumê. Rê dirêje û di rojekî da xilas nabe. Di rêwîtîya xwe da li gundekî li serê rê da ereba xwe dadiwestîne û di malekî da dibe mêvan. Keça malê bejn û bala Evdal dibîne, bi bejn û bala Evdal dikene û qilfê xwe pê dike, ji ber ku Evdal mirovekî bejnkin, zirav û feqîr e.
Tesadûfeke baş, wê êvarê di gund da şahîya dawetê heye û Evdal jî wê êvarê weke mêvan beşdarî daweta gund dibe. Bi kilam û stranan şahî dest pê dike, govend bi kêf û eşq digere. Evdal li ser keç û xortên di govendê da çavê xwe digerîne û keçika ku biroj li ser bejn û bala wî qilfê xwe kiribû, dibîne. Hêdîka ji cîhê xwe radibe, diçe dikeve milê wê, destê wê dike nav destê xwe û di milê wê da direqise û stran li ser stranan dibêje. Evdal ji kêf û eşqê li alîkî distirê û direqise, li alîyê din jî destê keçikê di nav destê xwe da ew qas dişidîne ku heta xwîn ji nav neynikê wê da dinuqute, destê keçikê bernade…
Govend diqede, Evdal li keçikê dinêre û bi dilek rûken jê ra dibêje; „De tu here, bira her kes xêrê ji bazara xwe bibîne…“
Siyarê Kuvî, Bavê Temo
Evdal di kilam û stranên xwe da xwe wuha dide nasîn: „Siyarê Kuvî û Bavê Temo.“
Temo lawê Evdal nîne. Evdal wî di dema koçberîyê da, di nav pêçekê da li serê rêyekî dibîne. Pêçeka wî ji erdê radike, hembêz dike û bi xwe ra dibe. Wek lawê xwe wî mezin dike, ji zarên xwe yên heq venaqetîne û navê wî Temo lêdike. Jiber ku Temo xwe sêwî nebîne, di kilam û stranên xwe da, xwe wek Siyarê Kuvî û Bavê Temo bi nav dike.
Evdal di kaltîya xwe da nexwaş dikeve, kor dibe. Bi çavên xwe yê kor havîn, zivistan Qulungeke baskên wê şikyayî xwedî dike.
Roj tê bi awayekî ronîya çavê Evdal lê vedigere û Evdal wek berê pêşîya xwe dibîne. Tê gotin ku bi dîtina Evdal ra baskê Quling jî baş dibe.
Evdal mesela xwe û Quling di gelek kilam û stranên xwe da distirê û vedibêje.
Evdal Dengbê Sürmeli Mehmet Paşa ye
Evdal demeke dûr û dirêj, di Seraya Sürmeli Mehmet Paşa da dengbêjîyê dike. Di dema koçberkirina Avşarên Kozanê bi Surmeli Mehmet Paşa ra tevdigere.
Surmeli Memed Paşa, nebîyê Îshaq Paşa yê xwedîyê Seraya Bazîdê ye.
Di sala 1865’an da Dewleta Osmanî ji bo îsyana Kozanoglu yê Edenê alîkarî ji Surmeli Mehmet Paşa dixwaze.
Sürmeli Memed Paşa jî bi 400 suwarîyên xwe va, derdikeve serê rê û berê xwe dide Kozanê. Di nav wan suwarîyan da Evdal jî heye. Piştî têkçûna isyanê, ji 50 hezaran zêde kes ji cîhê xwe koçber dibin û pirranîya wan tên kuştin. Li alî ki şer û kuştinl, li alîyê din jî nexwaşî. Li herêma Edenê nexwaşîya kolerayê dest pê dike. Wek pirranîya leşkerên Dewleta Osmanî, 300 suwarîyên Surmelî Mehmet Paşa jî bi wê nexwaşîyê dikevin û dimirin.
Li ser trajedîya Kozanê Evdal jî destanek ji ber xwe derdixe û distirê. Destana Evdal ya bi navê „Wey Xozanê“ jî wek hemû stranên wî di nav gel da belav dibe û ew jî wek hemû stranên wî yên din hê jî tên guhdarî kirin…
Berîya çûyîna Surmelî Paşa ya ber bi Kozanê, Padîşah ji wan ra fermaneke dişîne ku tê da dibêje bila ew di Dersimê ra derbas nebin, ji ber ku kesên wir mirovên kuvî ne û ewê zirarê ji wan bibînin. Surmelî Mehmet Paşa gotina padîşah nake, di rîya çuyînê da, di nav Dersimê da derbas dibe. Zerar û zîyanê bidin alîki, bîlakîs ji kesên Dêrsimê mêvanperwerîyekî baş dibîne. Surmelî Mehmet Paşa li hember erdnîgarîya herêmê ya bedew û bê emsal şas û metal dibe. Evdal ji li ser dîmena erdnîgarîya Dersimê, strana xwe ya bi navê „Dersimê“ jiber dike…
Sedem nexwaşîya Kolerayê Surmelî Mehmet Paşa jî bi pirranîya suwarîyên xwe va nexweş dikeve û ew jî li wir dimire. Ew kesên ku sax dimînin, ew jî bi awayekî dikevin serê rê û bi zor û zehmet xwe davêjin welatê serhedê…
Tê ragihandinê ku, ew kesên ku bi Surmelî Mehmet Paşa ra çûne Kozanê ji wan tene 50 kes şûnda vegerîyane û Evdal jî ji wan kesan yek e…
Evdal di sala 1913’an da, di 113 salîya emrê xwe da, ji vê dinê koç dike û diçe ber rihma Xwedê…
Laşê Evdal dibin erdê sar da dibe xalî, kilam û stranên wî wek mîrateke bêhempa ji me ra dimîne û heta roja îro tên.
Nivîskar û Lêkolîner Ahmet Aras, bi salan li pê şopa Evdal dikeve, li herêma ku Evdal tê jîyaye, gund bi gund digere, di derbarê Evdal da bi gelek kesan ra diaxife û gelek agahîyan berhev dike.
Ehmet Aras, ev xebata xwe ya bi salan kirîye, di pirtûka xwe ya bi navê „Evdalê Zeynikê“ da diweşîne. Ahmet Aras, di wê pirtûkê da Evdalê Zeynikê ne tene wek dengbêjeke Kurd, wî wek Şairê Kurda yê Efsanevi bi nav dike.
Nivîskarê bi nav û deng, nivîskarê esilkurd Yaşar Kemal jî rûmeteke mezin dide Evdalê Zeynikê. Yaşar Kemal jî wek Ahmet Aras, Evdal wek Homerosê Kurdan bi nav dike, heta wî wek bavê fikrîyeta xwe dibîne.
25.03.2017
ikramoguz@navkurd.net
Çavkanî:
1 – Evdalê Zeynikê, Ahmet Aras, Weşanên Deng
2 – Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Mehmet Uzun, Weşanên Îthaki[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは311表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 06-06-2023
リンクされたアイテム: 4
グループ: 記事
Publication date: 25-03-2017 (7 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 06-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 07-06-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 07-06-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは311表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,184
画像 104,651
書籍 19,254
関連ファイル 97,497
Video 1,397
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 地図 - プロヴァンス - Kurdistan イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの 伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.282 秒(秒) !