ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,729
画像 104,782
書籍 19,310
関連ファイル 97,587
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
MUSTEFA BARZANI–DEME DIROKI
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست2
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

MUSTEFA BARZANI–DEME DIROKI

MUSTEFA BARZANI–DEME DIROKI
MUSTEFA BARZANI–DEME DIROKI
Wek tê zanin, 23-ê cotmehê sala 2013-an pisporeke bizava kurdî ya li cîhanê naskirî, kurdazana rûse bi nav û deng, doktora dîrokzanîyê, profêsor, seroka başa kurdzanîyê û pirsgirêkên herêmî ya Înstîtûta rojhilatzanîyê ya Akadêmîya Rûsyayêye zanîstîyê Olga Îvanovna Jîgalîna li Moskvayê, di oda xweye kar de ji ber zede dil di 67-salîya temenê xwe de çû li ser dilovanîya xwe.
Navê profêsor Olga Jîgalînayê di nava kurdzanîya cîhanê de zûva naskirî ye. Ew xudana bêtirî 200 gotarên zanîstê ye, gelek berhemên wê yên li ser dîroka kurdan îro ji hêla rojhilatzanan ve hesab dibin wek çavkanî û delîlên giring û rast, xasma ev berhem-xebatên wêye bingehîn: «Pêşveçûyîna civaka Îranêye netewî» (1996), «Xanedarîya kurda di dema Qecerên dawî de» (2002), «Kurdên qeza Îranêye Xoresanê li berî şerê cîhanêyî yekemîn û di dema wî şerî de» (2008), «Pirsa kurdî di nava sîyaseta Îrana dema nû de» (2011).
Îsal pirtûkeke Olga Jîgalînayê jî li ser berhemên wêye jorîne girnbaha da zêde bû, ya ku li Moskvayê bi navê «Mele Mustefa Barzanî. Dêmê dîrokî» bi rûsî ronayî dît.
Gerekê bê gotinê, wekî hetanî niha li ser mêrxas û rêberê gelê kurd Mustefa Barzanî û tevgera kurdaye azadarîyê gelek gotar, pirtûk û belgefîlm hatnine çapkirinê û weşandinê. Gelek lêkolînvan, di wê hejmarê de yên kurd jî (Mesûd Barzanî, Dilêr Hemed, Wezîrê Eşo, A. Hewremî û yên mayîn) berhemên cihê-cihê pêşkêşî kar û jîyana Barzanîyê nemir kirine. Bêguman, ew çavkanîyên pirqîmetin ji bo lêkolîna li ser şexsîyeta Barzanî.
Taybendmendîya vê berhema kurdzana emekdar Olga Jîgalînayê hema di wê yekê dane, wekî ewê ev pirtûk ji destpêkê hatanî dawî pêşkêşî dêmê dîrokî yê pêşîkêşê tevgera kurdîye salên 40-70-î yên sedsala XX Mele Mustefa Barzanî kirîye. Û tiştekî eşkere ye, ku ewî jî jîyana xwe bi temamî dîyarî têkoşîna serbestîya Kurdistana Îraqê kir û bi wê yekê ve di cîhanê da bi heqî navê serok û rêberê kurd qazanc kir. Xudana pirtûkê bêtir bala xwe rakişandîye li ser wan nîgar-xusûsîyên xeysetê Mûstefa Barzanî, yên ku tu caran destûr nedane wî biryar-prînsîpên xwe wek welatparêz û netewperwar bughêze, xasma di demên dîroka tevgera kurdaye here dijwar de. Lewra jî ew ne ku tenê di nava dorhêla xwe de, lê usan jî di nava gelê kurd de bû rêberekî herî hizkirî û mirovekî herî rêzdar.
Olga Jîgalîna di xebata xwe nû de li ber xwe daye, ku bi serî nirxandina nîgar-nimûnên şexsîyetê mezinaya Barzanî bîne li ber çavan. Û gerekê bi şêkirdarî em bêjin, ku ewê ev mijar bi hostatî pêk anîye û mîyaser kirîye.
Lê kîjanin taybendmendîyên şexsîyeta Barzanî?
Berî her tiştî, Barzanîyê nemir tu caran pêyî li ser şopa bêrûmetîyê û bênamûsîyê nekirîye. Ewî her dem nav û rûmeta xwe bilind xwey kirîye û demên oxirmên giran de jî xwe unda nekirye û biryara rast daye. Wek dibêjin, tirs û xofa wî tunebû. Hevalbendên wî bi serbilindî di şopa wî de diçûn, ji ber ku dizanibûn, wekî Barzanî bawerîya xwe ji roja sibê, pêşeroja gelê me tîne.
Xudana pirtûkê tîne li ser zar, ku Mustefa Barzanî tu caran biryar-prînsîpên xwe neguhastîye: ewî bi her teherî li ber xwe daye, ku bi derfet-mecalên xwe avtonomya kurdan li Îraqê saz bike, wek serokê heja kurdan nexwestîye xwe nuxsan bike. Û eva jî bû sedama wê yekê, ku ewî şert û mercên avtonomya kurdan nepêjiran û qebûl nekir, yên ku hukumeta Îraqêye navendî bi zordarî raberî kurdan dikir û ustyê wanva dialand.
Armanca Barzanî gulvedana herêma wî bû, firekirina sînor û goveka avtonomya Kurdistanê bû. Ewî dixwest Kêrkûk bikra serokbajar-paytextê Kurdistanê. Lê xîyala wîye here mezin–ew serbestîya Kurdistanê bû. Ewî ji bo vê xîyalê xîyanetî qebûl nedikir û tu caran xayînên bizava kurdî efû nedikir. Ewî berk ew kurd ceza dikirin, yên ku di nava refên eskerên Îraqê de li hiberî barzanîyan şer dikirin.
Ew di hindava şervanên azadîyê, xasma yên genc de xemxûr û dilovan bû. Gelek caran ewî xortên xweyşûret, zane û jêhatî di nava desteyên pêşmergan de wernedigirt û ew dişandine li ser xwendinê, digot, ku zanebûn û derfetên wana wê li Kurdistana serbixwe kêr bên û bi merdane bêne karanîn.
Mûstefa Barzanî kurdekî eynsî bû: ew dilsoz, kubar û serblind bû. Gilîyê wî gilî bû, sozê wî soz bû. Gava ewî sozê tiştekî dida, sedî sed sozê xwe danî sêrî.
Tu şik tê tune, ku dîroka tevgera kurdî ya netewî-azadarîyê û keseyetî-şexsîyeta Mustefa Barzanî îro jî bala lêkolînvanan dikşîne li ser xwe. Û roja îroyîn hinek lêkolîner, mixabin, rola Barzanî di nava tevgera kurdaye netewyê-azadaryê de dixwezin bişûk bikin yanê jî şaş binirxînin. Ji bo minak, ew dinvîsin, ku giva şorişa Mustefa Barzanî bî bingehên xwe ve ne ya gelêrî-azadarîyê bû û bi alîkarî û pişgirîya madî û sîyasî ya hinek dewletên bîyanî pêk dihat. Û wan dewletan dixwestin kurdan ji bo berjewendîyên xwe yên li Rojhilata Navîn bi kar bînin. Olga Jîgalîna di pirtûka xwe de nihêrînên usa bê bingeh hesab dike û bi delîlên dîrokî ve berbat û rexne dike. Bêfitîya, Mustefa Barzanî di nava dijîhevtîya dewletên cîhanêye mezin de (Amêrîka, Brîtanya, Yekîtîya Sovîyêt, heya Îran jî) kara dew û doza gelê xwe digerîya, lê tu caran nedikete bin hukmê wan dewletan.
Belîye, wekî Mustefa Barzanî li ser hev 12 salan li Yekîtîya Sovîyêtê jîyana xwe derbas kirye, ji wana 6 salan di dema Stalîn de. Barzanî çend caran dixwest, ku Stalîn wî pêşwezî bike, lê tê xuya, ku Stalîn bawerîya xwe ji wî ne danî. Lewra jî Barzanî (wek dû re bîr danî û digot) pirr ji Stalîn xeyîdî bu. Ew baş haj rêjîma Stalîn ya zulmkarîyê hebû. Û ewî baş dizanibû, ku modêla Sovîyêtê ji bo Kurdistanê dest nade. Raste, Barzanî nebû komûnîst, lê ew bi eşkere jî dijî Sovîyêtê dernediket. Ewî alîkarîya Sovîyêtê înkar ne dikir, lê di nava pêwendîyên xwe de yên tevî nûnerên hukumeta Sovîyêtê herdem xeta xwe dimeşand û gotina xwe dikir. Karmend û sîyasetmedarên Sovîyêtêye wê demê P. Sûdoplatov, A. Kîsîlyov, Y. Prîmakov di nava bîranînên xwe de li ser vî xeysetê Barzanî disekinin û dinvîsin.
Di destpêka salên 60-î de yên sedsala derbasbûyî Mele Mustefa Barzanî çend caran rastî serokvanîya Sovîyêtê hat, bi taybetî N. Xrûşov ew baş qebûl dikir. Çapemenîya Sovîyêtê ya wê demê pişgirîrîya tevgera kurdî dikir, di rojname û kovarên navendî de, bi radyoyê û têlêvîzyonê gotar û nûçe li ser Kurdistanê çap dibûn û diweşyan.
Tiştekî veşartî nîne, ku demekê Mustefa Barzanî li ser wê bîr û bawerîyê bû, ku pêwîste pêwendîyan tevî Amêrîkayî jî saz bikin. Hinek kurdan ev pêngava Barzanî rexne û gunekar kirin. Rêxistinên kurdî nama Barzanî, ya ku ewî li ser navê seroketîya Amêrîkayê ji bo alîkarîyê rê kiribû, çap kirin. Lê rexnevanên Barzanî bi xwe jî baş dizanibûn, ku peymana Misrê ya sala 1975-an bi xwestek û dilê Amêrîkayê û Sovîyêtê pêk hatibû ji bo rewşa statûs-kvo li heremê bê parstinê.
Bi gilîkî, pirtûka Olga Jîgalênayê ya «Mele Mustefa Barzanî. Dêmê dîrokî» çavkanîke kêrahtî û giringe ji bo rojhilatzanan, pisporên dîroka kurdan û xwendevan. Ew ji 8 serîyan pêk hatîye. Ji bo qîmet û giranîya vê pirtûkê baş bêne li ber çavan û rast bêne nirixandinê, em dixwezin wan hemû beşên berhemê li jêrê bidne rêzê:
Serê 1-ê. Destpêka doza Mustefa Barzanî ya sîyasî;
Serê 2-an. Mele Mustefa Barzanî wek serokê barzanîyan li dema şerê cîhanêyî duemîn;
Serê 3-an. Hatina Mustefa Barzanî û desta wî li Kurdistana Îranê;
Serê 4-an. Hatina Mustefa Barzanî li Yekîtîya Sovîyêt;
Serê 5-an. Mele Mustefa Barzanî – dameziravanê tevgera kurdî ji bo avtonomayayê di dema serokvanîya Ebdul Kerîm Qasim de;
Serê 6-an. Mustefa Barzanî – têkoşerê ji bo avtonomya kurdan (1963-destpêka 1968);
Serê 7-an. Mustefa Barzanî – têkoşerê ji bo mafê kurdan li Îraqê (1968-1975);
Serê 8-an. Salên Mustefa Barzanî yên dawî.
Bêfitîya, di goveka gotareke biçûk de em nikarin û ne jî derfet heye kemal û qîmetê vê pirtûka hêja tam binirxinin û bînine li ser zar, xasma ew kar pirr zor û zehmete, gava gilî tê li ser dêmê dîrokî yê mêrxas û rêberê gelê kurd Mele Mustefa Barzanî.
Mixabin, gelek nêt-meremên Barzanîyê nemir di saxîya wî de mîyaser nebûn. Lê îro gelek xîyalên wî li welatê wî Kurdistanê mîyaser dibin, ya ku bi seroketîya lawê wî Mesûd Barzanî xwe daye li ser rîya serxebûnê.
PRÎSKÊ MIHOYÎ
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは562表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | kurdist.ru 27-05-2023
リンクされたアイテム: 4
グループ: 記事
Publication date: 20-11-2013 (11 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: Kurdistan
都市: エルビル
Technical Metadata
アイテムの品質: 96%
96%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 27-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 27-05-2023
最近の( ڕۆژگار کەرکووکی )によって更新この商品: 17-06-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは562表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,729
画像 104,782
書籍 19,310
関連ファイル 97,587
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 記事 - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.421 秒(秒) !