ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,512
画像 105,504
書籍 19,430
関連ファイル 97,455
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Bûyerên Sariqamîşê- 4
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
=KTML_Bold=Bûyerên Sariqamîşê- 4=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Nameyên ku Y. Kamil Bedirxan û Abdurrezak ji giregirên kurdan ra rêkirine!
Li herêma Wanê dema di 1915 an da Ermen û kurdan hev qir dikirin, rusan ji Abdurrezak Bedirxan ra pêşnîyaz dikin da ku ew here herêma Botanê. Abdurrezak digel mamê xwe Yusuf Kamil Bedirxan, ji hin giregirên kurdan ra nameyan rêdikin da ku ew li ser navê osmanîyan li dijî rusan şer nekin. Tê zanîn ku van nameyan ji Reîsê Eşîra Haydaran Kor Huseyîn Paşa, Serokê Eşîra Pencînarê ya Garzanê Cemîlê Çeto, Serokê Eşîra Xoytê Hacî Musa Beg, Şêx Zîyaeddîn (Şêx Hezret), Şêx Mahmudê Zoqeydê, Şêx Abdulbakî Kufrevî û Mihemedê Elîyê Unusê Sasonî ra hatine şandin. Lê hemîyan bersivên neyênî dane û wek me di nivîsareka dî da dîtibû tevayê wan di bin fermana osmanîyan da li dijî rusan şer kirine.
Abdurrezak li gundê Xomarê girêdayê Wanê bi hin giregirên kurdan ra wek Serokê Eşîra Axlanan Hamîd Gorandeştê, Erdal Begê Xêşêtê û Serokê Eşîra Gravî Hecî Mehmed Axa civînek çêdikin. Di civînê da li ser têkilîyên kurd û ermenan, kurd û rusan û tohmetên ku hukumeta tirk jibo Abdurrezak avêtine meydanê, hatine rawestandin. Abdurrezak di encama civînê da nameyek (mirov dikare bêje manifestoyek jî) nivîsîye û wê bi rîya Şêx Xalid û Evdal Begê ji eşîrên Botan û Berwarî (Xaşkêrê) ra û bi rîya Elî Axayê Dêhlêlîyê ji Eşîrên Gravî (Gravya) û Ertûşî (Erdoşya) rêkirîye. Name weha ye:
”Çawa ku kalê min fermandarê we bû, ez jî bi eynê esasan dixwazim we ji bindestî û serwerîya Dewleta Osmanî rizgar bikim. Ji ber ku fermandarîya wan li dijê heqîyê ye. Hewildanên min ên digel rusan, wek ku tirk dibêjin, nîne. Ez xwedî gurur im ku welatê xwe nakim qurbana rusan. Semedê ku em digel rusan in, çekên wan ji xwe ra kirine amanc ku Romîyan biqewitîne û li dijî zorbarîya wan e. Jibo ermenan jî ez vêya bêjim: Divê em ji rêvebirîya ermenên dervayê Wanê netirsin. Bi taybetî divê em ji ermenên Botanê netirsin; ew di bin tesîra me da ne. Em daxwazên wan (yanê Eşîra Gravî ku berê doza şerîetê kiribû) ên şerîetê jî qebûl nakin., ji ber ku ez qet naxwazim xisar bigihîje wan (ermenan)” (Abdurrezak Bedirxan, eynê eser, r.68)
Bi îmzeya raporeka Wekîlê Walîyê Bedlîsê Memduh ku di 15 yê gulana 1916 an da rêkirîye Wezareta Hundûrî, fam dibe ku Y. Kamil Bedirxan, 2 nameyên bi erebî û 2 nameyên bi tirkî tevayî 4 name ji giregirên kurdan ra rêkirîye. Van nameyan ji herêma Bedlîsê ji Şêx Zîyaeddîn, ji Şêx Alaeddîn, ji Wekîlê Kaymakam Halef Efendî û ji Hecî Musayê Mutkêyî ra hatine şandin û wesîqeyên wê demê nîşan didin ku ew şêx û serokên eşîran bi dewletê ra xizmet kirine û loma wan nameyan dane berpirsê dewletê yê Bedlîsê. Dîsa li gora belgeyan, nameyên Abdurrezak û mamê wî jibo serokeşîr û kesayetên dînî hatine şandin, heta havîna 1916 an berdewam kirine. Kamil Bedirxan di 31ê temûza 1916an da daye xuyakirin ku li herêmên Erux, Şirnex û Perwarîyê dê hukumeteka kurdî were avakirin û pêwistîya piştgirîya giregirên kurd pê heye. Lê ev jî bêencam maye. Dîsa Wekîlê Walîyê Bedlîsê Memduh, wê nameya Bedirxan bi dest xistîye û di 7ê tebaxa 1916an da ji Wezîrê Hundûrî ra rêkirîye.
Nameyek jî ku Abdurrezak û mamê wî Kamil Bedirxan şandine giregirê kurd, Serokê Eşîra Haydaran Kor Huseyîn Paşa ye. K. Huseyîn Paşa, li xwe mikur hatîye ku wî şaşîyeke mezin kirîye ku bersiveka weha daye Kamil Bedirxan. Bersiva wi li jêr e:
”Eger tu kurê Bedirxan Paşa bûya, tu dê eskerên gawir rênekirina ser namûsa îslamîyetê. Ez bawerî dikim ku tu zarûkê ermen î. Dayîka te, tu ji ermenekî pîç girtîye.” (Kemal Süphandağ, Hamidiye Alayları, Ağrı Direnişi ve Zilan Katliamı, Pêrî Y. 2002, s. 289)
Balkêş e ku Kor Huseyîn Paşa, di 1916an da dema Koçberîya Kurdan despêkir, ew jî hat surgûnkirin. Dîsa balkêş e ku di 1918 an da jibo qirkirina ermenan, hukumetê ew paşve anî herêmê û li dijî ermenan da şerkirin. Ji wan numûneyan jî balkêştir ew e ku piştî serhildana Şêx Seîd ya 1925 an da ew careka dî jibo Antalyayê tê surgûnkirin û ji wir jî tê rêkirin jibo Kayserîyê. Kor Huseyîn Paşa, ji surgûna Kayserîyê bazdide Surîyeyê û li wir poşmanîya xwe dîyar dike ku yek ji wan şahîdan Cegerxwîn e. Seydayê nemir Cegerxwîn di derbarê poşmanîya K. Huseyîn Paşa da weha dibêje:
“Kor Huseyîn Paşayê Heyderî û Hecî Musa Begê Xwetî, digel malbatên xwe ji Tirkîyeyê revîyan û hatin Amûdê. Em çend car digel hev runiştin û sohbet kirin. Wî her tiştî eşkera eşkera axifî. Hin tiştên gotî, bi rastî tesîr li ser min kir. Wî, ´Seyda min gelek kes kuşt, gelek şeliandinan çêkir´ gotibû. ´Lê bersiva ku min dabû nameya Kamil Beg, zimanê ku min li dijî wî xebitandibû, qet ji bîr nakim. Li hemberî wî ez xwe pir gunehkar hîs dikim.´ Wî weha digot û li serê xwe dixist û porên xwe dikêşand. Wî bi destên xwe li serê xwe dixist û ´Ulan Huseyîn, Ulan Kor!..´ digot û heyfa xwe bi xwe dianî. ´Li dinya dî ez dê çi bersiv bidim Kamil Begê?´ Carna hesreta dilê xwe dikêşand: ´Xwezîya min di saxîtîya xwe da careka dî Heyderan bidîtîya…´” (Cegerxwîn Hayat Hikayem, s. 54- 55)
Divê mirov bide xuyakirin ku kesên ku li Suriyeyê Kor Huseyîn Paşa dîtine, ew ji her kesî ra behsa vê poşmanîya xwe kirîye ku me ji qelema seydayê gorbihişt guhast vir. K. Huseyîn Paşa, ji derdora xwe ra ´Ezê li axretê, çi bêjime Kamil Beg…tifkin rûyê min.´ dubare kirîye. Gelek zelal e ku piştî hew qas xisar û malwêranîya kurdan, yên ku ji wê sistema hovîtîyê ra xizmetê kirine, ew çi qas poşmanîyên xwe bidin zanîn û ´Me mala xwe bi destê xwe xirab kir û wd…” bêjin jî, tu qîmeta wan gotinan namîne û ji birînên me yên heyî ra nabin derman…
Tê gotin ku piştî demek ku Kor Huseyîn Paşa li Surîye dimîne; digel hin xismên xwe derbasî herêma Barzan dibin û dibin mêvanê Şêx Ahmed Barzanî. Di buhara 1929an da K. Huseyîn Paşa digel kurê xwe Abdullah, xwarzê xwe Ahmedê Zero û kurê Hecî Musa Beg, Medenî û du zilamên Medenî ji herêma Barzan dikevin rê ku herin alîkarîya serhildana Agrîyê bikin. Birayê Hecî Musa Nuh Beg, li nik Şêx Ahmed Barzanî dimîne. Li ser sînorê Îran û Îraqê dema ew bêhnvedana rawestandinê didin; kurê Hecî Musa Beg Medenî û du zilamên xwe, Kor Huseyîn Paşa û kurê wî Abdullah û xwarzê wî Ahmedê Zero bi gulebaranê dikujin. Wer xuya dibe ku ev bûyera kuştinê di nav pilaneka lihevhatî da qewimîye û loma piştî kuştina wan Medenî dizivire Turkîyeyê û teslîm dibe. Piştî vê bûyerê Şêx Ahmed Barzanî lêkolînek dike û li gora wê tespît dibe ku birayê Hecî Musa Nuh Beg bi tirkan ra lihevhatinek çêkirîye di encamê da Kor Huseyîn Paşa û zilamên xwe hatine kuştin. Loma Şêx Ahmed Barzanî, Nuh Begê îdam dike. Medenî jî di 1962 yan da li Muşê ji alîyê xismekî Kor Huseyîn Paşa ve tê kuştin.
Evdirrehmanê Alîyê Unis yê Sasonî jî yek ji wan kesan bûye ku nameya Aburrezak û Kamil Bedirxan sitandîye. Dema ew li Surîyeyê bûye, di civatek da weha gotîye:
”Name, ketibû destê birayê min Mihemed jî. Em digel hev çûn ba Cemîlê Çeto. Me nameyê xwend. Ew kenîya. ”Yahu, eynê name ji min ra jî hat, lê ez nizanim çi bersiv bidim. Ez bi serê bavê xwe sond dixwim ku, eger Şêx Mahmudê Zoqeydê erê nebêje, ev kar çênabe.” got. Em her sê çûn ba şêx û rewşê axifîn. Şêx ”piçek min tenê bihêlin ku ez li ser bifikirim” got. Nîv seet paşê wî bersîvê da: ”Wellah Cemîl, ez heftê salî me. Piştî vî emrî ez nikarim namûsa musulmanan bixim bin pîyên rusan. Eger hûn welatek ava dikin, kerem bikin çêkin, min têkilê wê mekin.” Piştî ku em ji mala şêx derketin Cemîl; ”Eger Şêx Mahmud nebêje erê, jinên me jî me naxin nav nivînan.” Li ser vê rewşê em zivirîn malên xwe û me rewşê jibîr kir.” (Cegerxwîn, eynê eser, r. 55)
Nuqteyeka balkêş jî ev e ku piştî Şoreşa Oktobrê li Rusyayê, ´Hukumeta Komunist´ dixwaze Abdurrezak erdê Rusyayê biterkîne. Wezareta Derve ya Osmanî jî di 22 yê gulana 1917 an da ji Wîlayeta Musulê ra nivîseka bi şîfre rêdike. Di nivîsê da dide xuyakirin ku Abdurrezak hatîye bexşandin, ev teblîxat divê jê ra bê dayîn û ew dikare di bin ´ewlekarîyê´ da bi awayeke serbest were Stanbolê. Piştî gelek bûyeran Abdurrezak di 1918an da li Musulê ji alîyê ÎTCyê ve bi jehrî tê kuştin. Wek encam li ortê ye, hukumeta Stanbolê bi dek dolaban canbazîyek kirîye jibo Abdurrezak da ku wî têxin kemînek û bikujin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは441表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 19-05-2023
リンクされたアイテム: 3
グループ: 記事
Publication date: 23-02-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 社会
プロヴァンス: 北クルディスタン
都市: ヴァン
Technical Metadata
アイテムの品質: 86%
86%
は、 ( ئاراس حسۆ 19-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 20-05-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 20-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは441表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,512
画像 105,504
書籍 19,430
関連ファイル 97,455
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの 地図 - プロヴァンス - Kurdistan ライブラリ - ブック - クルド発行 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.516 秒(秒) !