ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,999
画像 106,359
書籍 19,330
関連ファイル 97,305
Video 1,399
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
HETAWÎ KURD / YEKBÛN
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

HETAWÎ KURD / YEKBÛN

HETAWÎ KURD / YEKBÛN
=KTML_Bold=HETAWÎ KURD / YEKBÛN=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

HETAWÎ KURD (Stanbol 1913)
Piştî ku Rojî Kurd ji alîyê hukumetê ve hatîye girtin; Komela HÊVÎ, desyt bi derxistina Kovara Hetawî Kurd kirîye. Hetawî Kurd, kovareke mehane ya edebî bûye û bi Kurdî û Tirkîya Osmanî weşanê kirîye. Di rûpela ewil ya jimareya pêşîn da rismê Abdurrahman Paşayê Baban hatîye belavkirin. Li gora haydarîyên Tarik Zafer Tunaya ku jimareya pêşîn wî bi xwe dîtîye; xwedîyê îmtîyazê û mudûrê mesûl, Baban Abdulazîz e ku Celîlê Celîl jî dibêje ku sernivîskarê Hetawî Kurd Abdulazîz Baban bûye.
Li ser girtina Rojî Kurd ji alîyê hukumetê ve, tespîta Abdulazîz Baban gelek balkêş e ku bi Kurdîya Jêrîn derçûye û Cemal Xeznedar wê neqil kirîye, ev weha ye:
”Mezinê me Seyîd Ehmed Efendî…. Li ser daxwaza Şêx Evdilqadir Efendî weşandina Rojî Kurd hat sekinandin, nûha li şûna wê Hetawî Kurd tê weşandin.”
”Bi tevayî xwendekarên Kurd ên ku li Universiteya Stanbolê dixwendin, bi nivîsên xwe tê da beşdar dibûn û bi gotarên xwe yên edebî, tarîxî û bi honraweyên (menzûmeyên) Kurdî alîkarîya wê dikirin.”
Di jimareya pêşîn da di bin navê ”Ji nivîskarên Hetawî Kurd ra!” nivîseke Abdullah Cevdet derçûye ku weha şîretan kirîye:
”Jibo xortên Kurdan rîya herî rast ew e ku mamostatî yan jî muessîsîya dibistana seretayî (îbtîdaî) ya gundekî Kurdan, ji qeymeqamî û mudurîya cîyekî din tercih bikin.”
Ji ber ku Hetawî Kurd organa HÊVÎ bûye; dema serferberlig tê îlankirin, hukumet komelê digire û endam û rêvebirên komelê rêdike eskerîyê jibo şerê Cîhanî yê Yekemîn û bi vî awayî hem komele û hem Hetawî Kurd tên rawestandin ku ev rastê 1914´an têt. (Malmisanij û M. Lewendî, eynê eser, r. 61-64)
YEKBÛN (Stanbol 1913)
Ev kovar jî ji alîyê Komela HÊVÎ ve hatîye derxistin. Jimareya wê ya 2´yê di 19´yê îlona 1913´an û ya 3´an jî di 30´yê îlona 1913´an da derçûye. Yekbûn, bi Kurdî û Tirkî derçûye û tenê çend jimare derketine. Jimareya 3´yan 4 rûpel û bi Kurdî û Tirkî bûye. Abonetîya salê 35 quruş, abonetîya mehê 20 quruş û nusyek jî 10 pere bûye. Di hefteyekê da du caran derdikeve, têkilî siyasetê nabe. Mudurê mesûl: Îbrahîm Kurdî ye. Amanca wê: ”Di nav koma civata Osmanîyan da danasîna Kurdan û bilindkirina qedr û qîmeta wan e.” Di jimareyên 2 û 3´a yan da van îmzayan hatine xebitandin: F. N., M. H., M. S. Azîzî, M. Salih Bedir-Xan. Çend pasaj bi îmza Muncî Kurdî ji sergotara kovarê weha ye:
”1. Ji ber ku di nav Kurdan da hejmara xwendeyan gelek kêm e, divê alfabeyeke hêsan bête çêkirin. 2. Divê ku xort nekevin nav îhtîrasa siyasî. 3. Divê ku xort, xizmeta jibo milletê wek şerefa herî bilind bizanin.”
Dîsa Muncî Kurdî di jimareya 2´yan da ji ayetên Qur´anê numûne dide û weha şîret li xortan dike: ”Herkesê ku xwedî hişê Muhammedî be, divê wekî ku hîç namire, hertim xizmeta milletê xwe bike.”
Dr. Kemal Mezher Ehmed di derbarê kovarê da weha nivîsîye:
”… Xwendevanên Kurd ên li Stanbolê, Komela Hêvî´yê damezrandin û di sala 1913´an da dest bi belavkirina Kovara Rojî Kurd kirin. Her di wê dewrê da kovareke dî bi navê Yekbûn derket.”
”… Wextekê, berrêz Rewşen Bedir- Xan, jina Celadet Bedir-Xan, ew gotarên bi Tirkî yên ku di Kovara Yekbûn û Rojî Kurd da hatibûn belavkirin dan min. Piranîya wan gotaran ji alî bavê Rewşen Xanimê, Salih Bedir-Xan ve hatibûn nivîsîn.”
Di jimareya 2´yan da Yekbûnê weha nivîsîye: ”Her çiqas tu tiştekî me ji gelên dî nekêmtir e jî, hîna me nikaribûye desthelat û karîna xwe di jîyanê da nîşan bidin, çimkî bi carê da em nexwenda û nezan in.”
Di jimareya 3´yan da jî kovarê weha nivîsîye: ”Bi kêmanî divê ji %40 yan %50´yê Kurdan fêrî xwendin û nivîsandinê bibin û jibo bicîanîna vê mebestê jî Yekbûn xîtabî xortan dike û vê yekê ji wan dixwaze: `Destê xwe ji xweşîya jîyanê hilgirin` û berê xwe bidin ber bi çîyayên bilind û hênik ên Kurdistanê, bibin mamosta û rêberê milletê.” (Malmisanij û M. Lewendî, eynê eser, r. 58-60)
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは493表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 19-05-2023
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 16-04-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 社会
ブック: 文学
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 19-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 19-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは493表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,999
画像 106,359
書籍 19,330
関連ファイル 97,305
Video 1,399
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.453 秒(秒) !