ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,986
画像 106,356
書籍 19,330
関連ファイル 97,306
Video 1,399
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Di serî de Sosin, jinên têkoşer şerê DAIŞ`ê kirin, Erdogan jî nikarî meşleya têkoşînê vemirîne
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di serî de Sosin, jinên têkoşer şerê DAIŞ`ê kirin

Di serî de Sosin, jinên têkoşer şerê DAIŞ`ê kirin
=KTML_Bold=Di serî de Sosin, jinên têkoşer şerê DAIŞ`ê kirin, Erdogan jî nikarî meşleya têkoşînê vemirîne=KTML_End=
=KTML_Underline=Hêvîdar XALID=KTML_End=
Gelek caran em li ser dijminahiya serokê rejîma Tirk Recep Tayyîp Erdogan û siyasetên rejîma wî ya faşîst û ya dijberî têkoşîna jinên azad û mafên wan, dinivîsin. Pirî caran jî em qala diyardeya tundiyê û sûcên kuştinê yên li dijî jinên li Tirkiyê dikin. Di gelek boneyan de em tekez dikin ku kiryar û siyasetên şaş û yên derexlaqî yên rejîma Erdogan li dijî jinan li Tirkiyê û nebûna azadiya siyasî, sedema yekem û sereke ye ku jin rastî tundiyê û binpêkirinên mafên mirovan tên.
Hedefgirtina jinan û têkoşîna wan di dema niha de bûye armanca sereke ya Erdogan. Wekî min berê jî bi bîr xistibû, bi taybet jinên ku têkoşîna azadî û jiyana birûmet dimeşînin û li hember siyasetên desthildarî û hegemoniyê yên zihniyeta baviksalar li ser jinan û civakê ferz dikin, disekinin, dibin hedef. Serokê rejîma Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rejîma wî ya faşîst li Tirkiye, Iraq, Sûriyê û li her deverê jinan hedef digirin û her tim hewl didin kedê wan vala derxin û destkeftiyên bi dest dixin, têk bibin. Nexasim, ew jinên pêşeng ên ku karîbûn ji destpêka tevgera gel ve li hemû qadên jiyanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwe bi rêxistin bikin.
Haya her kesî jê heye ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka tevgera gel li Sûriyê ve karîbûn roleke mezin di bilindkirina têkoşîna şoreşgerî de bilîzin, xwe bi rêxistin bikin û saziyên xwe yên taybet ava bikin, wekî navendên perwerdeyê, komîteyên hiqûqî, rêxistinên sivîl, navendên jinûve amadekirinê û gelek destkeftiyên din. Ji bo wê yekê bikin, jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan destê xwe dan hev. Ji van destkeftiyan, avakirina pergala parastinê ya bi navê Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) bû ku ji bona jinên herêmê pêşengî kir, rastî eleqeyeke mezin hat û bi hejmarên mezin jinên ciwan tev lê bûn. Van yekîneyan di şerê li dijî terorê de ku li ser herêmê û cîhanê tevahî xeter bû, roleke sereke list. Bi wê ykê, jinan karîbû têgeheke nû ji bo jiyana azad biafirînin. Ev yek ne tenê ji bo herêmê bû lê belê vê destkeftiya dîrokî û gava bêhempa li cîhanê jî deng veda. Gelek mînakên bi vî rengî yên nayên jimartin, hene.
Li bajarê Kobanê yê Sûriyê, beriya 8 salan di şerê li dijî terora DAIŞ`ê de, Yekîneyên Parastina Jin çavê DAIŞ`ê ku hewl da bajêr dagir bike, şikand. Wan şervanên jin li hember êrişên hov ên #DAIŞ# `ê,berxwendaneke efsanewî ku nimûneyên wê di dîroka mirovahiyê de nîn in, raber kir û DAIŞ têk bir. Bi wê yekê, bi berxwedana xwe ya dîrokî efsaneyên lehengî û fedekariyê nivîsandin. Îroj, piştî ku ji bo mirovahiyê tevahî ew şer kirin, ji aliyê sponserê terorê, heval û hevalbendên DAIŞ`ê, Erdogan ve rastî êriş û hedefgirtinên sîstematîk tên. Erdogan ê ku bi hemû rê û rêbazên dermirovî hewl dide DAIŞ`ê li herêmê vejîne û zindî bike û têkoşîna bi zend û bendên jinên birêxistinkirî tê meşandin, têk bibe.
Çeteyên DAIŞ`ê ku dijminên jinan in, naxwazin bi destê wan bên kuştin, ji ber tirsa ji jinan heta naxwazin dengê wan jî bibihîsin, eger bi destê wan jinan bên kuştin jî nakevin cinetê. Erdogan jî heman kiryar û sûcan li dijî jinên pêşeng pêk tîne.
Rojane, li pêş çavên cîhanê, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker wan şervanên jin ên Kurd ên erdê xwe û herêmê diparêzin hedef digirin, bêyî ku tu deng ji cîhanê derkeve. Me dît çawa keşfên biçek ên dagirkeriya Tirk şervanên YPJ`ê li bajarê Kobanê hedef girtin û şehîd xistin. Piştre fermandara YPJ`ê û fermandara Yekîneyên Antî-Teror Jiyan Tolhildan hat hedefgirtin. Beriya wê bi salekê jî fermandara YPJ`ê Sosin Bîrhat di êrişa balafira biçek a Tirkiyê ya li djiî baregeha leşkerî de li bajarê Til Temirê tevî komek hevalên xwe şehîd bû, ku roja înê salvegera şehadeta wê ye. Lîsteya hedefgirtinan hîna jî dirêj dibe..
Fermandar Sosin Bîrhat piraniya temenê xwe di oxira rêwîtiya azadî, jiyan, edalet û rûmetê de bihurand û ji bo azadiya jinan û azadiya hemû gelên Sûriyê tiştê herî giranbiha feda kir. Nexasim ku wê di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk de cih digirt.
Fermandar Sosin Bîrhat ji beriya gelek salan ve tev li têkoşîna şoreşgerî ya li Rojava bû. Beşdarî gelek şerên li dijî terorê li herêmê bû û ji bo pêkanîna aramî, îstiqrar û ewlehiyê hewldanên dilsoz û wêrek da. Ew her tim li refên pêş bû û bi pêşengî û îsrara xwe bû şervan û fermandara xwedî rola pêşeng di vê jiyanê de.
Sosin Bîrhat, bi ruhê hevrêtiyê di nava hemû hevalên jin û xort de hat nasîn. Erdogan djiminê jinan û têkoşîna jinan, bi zanabûn û ji bo tunekirina têkoşîna jinan a ji bo azadî û jiyana rûmet, Sosin Bîrhat hedef girt. Ji ber ku Erdogan û sîstema wî ya faşîst azadiyê û jiyana bi rûmet ji gelên bindest re naxwaze. Bi taybet li dijî jinên azad in, ji ber ku li ser rejîma wî ya faşîst û zihniyeta wî ya nîjadperest ku yên din qebûl nake û tunekirina jinan û têkoşîna wan esas digire, xeteriyê çêdikin. Ji ber wê ye ku jin hêzeke sereke ya rêveberiya civakê û pêşketina wê ne.
Sosin, fermandar û şoreşgera Kurd ya bi têkoşîn, lehengî û berxwedaniya xwe ya bê westan dihat nasîn, bû semboleke nû ya jinên azad û hemû jinên şoreşger ên li ser rêça wê û rêça bi sedan jinên ku ji bo ala azadiyê li ba bibe û hemû jin bi aramî û azadiyeke bêdawî bijîn, şehîd bûne, dimeşin.
Bi şehadetên wekî fermandar Sosin Bîrhat, ruhê berxwedan, têkoşîn û biryardariyê yê hemiyan nû dibe, da ku rêwîtiya jiyana azad a hevrê şehîd Sosin û bi hezaran hevrêyên wê bi rê ve birine, dewam bikin û bersiva êrişên rejîma faşîst a Erdogan bidin û têk bibin. Bêguman, ev yek bi xurtkirina rola jinan di sîstema parastinê (YPJ) de ku li herêmê ava bûye û beşdariya têkoşîna efsanewî ya ku îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiyê jê re dikin û belavkirina nimûneya têkoşîna demokratîk, dîplomatîk, siyasî, civakî û çandî ya ku jin li vê cografiya biçûk bi rêve dibin, li seranserê Sûriyê û Rojhilata Navîn, pêkan e. Bi vê yekê dê rê li hemû hewldanên astengkirina têkoşîna jinên azad û hedefgirtina hebûna wê û mafên wê yên jiyanê, bigire. Her wisa bi tunekirina zihniyeta baviksalarî pêkan e, ya ku hewl dide nasnameya rastîn a jinan tune bike, rola wê ya aktîv di civakê de qels bike. Dîsa bi teyisandina têgeha têkoşîna demokratîk û civaka azad û mayînekirina pîvanên jiyana azad û bi rûmet, pêkan e.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,174表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
リンクされたアイテム: 15
グループ: 記事
Publication date: 19-08-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 女性
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 13-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئەمیر سیراجەدین ) på 13-05-2023
最近の( ئەمیر سیراجەدین )によって更新この商品: 13-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,174表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,986
画像 106,356
書籍 19,330
関連ファイル 97,306
Video 1,399
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.469 秒(秒) !