ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,384
画像 105,308
書籍 19,451
関連ファイル 97,494
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Bi rêbazên şerê taybet qirkirina çandî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

şerê taybet

şerê taybet
=KTML_Bold=Bi rêbazên şerê taybet qirkirina çandî=KTML_End=
=KTML_Underline=Orhan KENDAL=KTML_End=
Şoreşa bingehîn û esasî şoreşa çandî ye. Her şoreş heta şoreşa xwe ya çandî pêk neyînê nikare xwe mayinde bike. Divê şoreşa leşkeri û siyasî bi şoreşa çandî ve were temamkirin.
Çand û huner ji bo gelekî, ji bo civakekê ewqas giring û bi wate ye. Bêçand mayîn ji civakbûna xwe durketin e. Hemu dewlet bi çanda gelan ya resen dilîzin û dixwazin çandeke nu li ser wan ferz bikin. Dewletên dagirker êrişên xwe yên faşîst herî zêde li hember çand û hunera gelê me pêş dixin. Zanin ku heta çanda me tune nekin, nikarin encam bigirin.
Çanda netew dewletan yek reng e, yekperestî ye. Netew dewlet û netewperestî bingeh û çavkaniya faşîzmê ye. Qirkirina civak û çandê ye. Netew dewleta Tirk ev sed sala li ser gelê Kurd vê qirkirina bêhempa dimeşîne.
Hêzên desthilatdar yên hegemonik xwe weke xwedayê vê dinyayê dibînin. Ne tene biryarên di derbarên qedera mirovan de digirin, di derbarê qedera gelan de jî biryaran digirin. Di 1916’an de li Misrê bi peymana Sykes-Pîcot û li Lozan’ê di 1923’an de xwestin qedera gelê Kurd diyar bikin. Li gor van peymana di qedera gelê Kurd de mirin hatibu nivîsandin. Di pergala ku ava dikin de, ango di pêşeroja wan de cihê Kurdan tunebu. Bi lewhayên qederê ên weke Sykes Pîcot û Lozanê Kurdîstan xistin çar parçe û li çar dewletên dagirker belav kirin. Weke ku tu pezekî parçe bikî û bidî çar guran. Ev gur jî cewrikên vê pergala modernîteya kapîtalîst in.
Dema ku li çiyayê Araratê gotin ku xeyalê gelê Kurd di vê gorê de mefta ye, komara faşist ya Tirk ev biryar û qerara pergala hegemonîk pêk anîn. Ev her çar dewletên dagirker hebuna xwe li ser qirkirin û tunekirina gelê Kurd ava kirin. Heta îro jî di vê bîryarê de israr dikin. Gelek hikumet û diktatorên wan diguherin lê ev polîtîka û stratejiya wan ya li hember gelê Kurd ku weke xeta sor dibinin nehatiye guherandin. Polîtîka û êrişên ku îro em pê re rubiru ne ji vê dîrok û zihniyetê ne qut e.
Îro li hember Tevgera Azadiyê yên şer dikin Erdogan û Bahçelî an jî AKP/MHP xuya dikin. Lê ev polîtîka ên dewletê bi xwe ne. Demekê “plana Şark-Îslahat” bu, “kanuna Tuncelî” bu û hwd. Îro jî “plana çok danîne” ye. Zihniyet û polîtîka ên vê dewleta faşîst û qirker e. Zilamên xwe, hikumetên ku ji vê zihniyetê re xizmet bike wesifdar dikin. Ev heft sal in li gor vê zihniyet û konsepta tunekirina Tevgera Azadiyê û qirkirina gelê Kurd danine pêşiya xwe. Hemu derfet û hêza xwe ji bo serkeftina vê konseptê xistine meriyetê.
Dewlata Tirk ya faşîst hebuna xwe di tunebuna gelê Kurd de dibine. Di azadiya gelê Kurd de mirina xwe dibine. Ji ber vê jî bi hemu rê û rêbazan êriş dike û dixwazê gelê Kurd bê statû bihêle. Bi qirkirina çandî asimile dike. Ger ev têr nekê hewl dide Kurdên azad bi fizîkî jî ji holê rake. Dewleta dagirker ji bo bigihê van armancên xwe tu kerametê mirovahiyê nas nake. Bê exlaq tevdigere. Katlîaman pêk tîne. Hemu dewletên cîhanê vê rewşê dizanin. Lê bêdeng dimînin, temaşe dikin. Ji ber ku şirîkê van polîtîkayên qirker in. Xwediyê van polîtîka û bîryarên qirker in. heta bi hemu hêzan xwe alîkarî didin dewleta dagirker û faşîst.
Dewleta faşîst ya Tirk ewqas bê exlaqe ku êrişî gorên şervanê azadiyê dike. Di tu şerî de êrîşên bi vî awayî pêş neketine. Gor ji bo hemu gelan pîroz in. Li hember goran rêz girtin çand û exlaqekî civakî ye. Lê ji bo dewleta dagirker nirx û pîvanên wisa ne derbasdar in. Ji bo li ser gel tirs çêbike û Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd lewaz bike van êrîşên der mirovahî pêş dixe. Êrîşên li hember goran dide xuyakirin ku ev dewleta dagirker çawa tunekirina gelê Kurd hedef girtiye.
Dewleta Tirk ya dagirker hegemonya xwe ne tenê li Kurdîstanê, li hemu Rojhilata Navîn dixwazê belav bike. Xwe weke mîrateya Osmaniyan dibine. Osmanî împaratoriyeke dagirker bu. Axa Kurdîstan û Arabîstan dagir kiribu. Neha careke din dixwazin van welatan dagir bikin û li ser van gelan hegemonya xwe ava bikin. Vê hegemonyaya xwe bi du rêyan pêş dixin. Yek bi êrîş, katlîamên fizîkî, bi êrîşên leşkerî û siyasî. Yan din jî bi rêbazên şerê taybet, ango bi hegemonya çandî. Hegemonyaya çandî ji bo mayindekirina desthilatdariya xwe ji bo hemu dewletan pir giring e. Kî hegemonyaya xwe ya çandî li ser civakekê, li ser erdnîgariyekê çêbike emrê desthilatdariya xwe jî ewqas dirêj dike.
Dewleta Tirk îro bi sedan rêzefilman didê çêkirin. Bi rêya teknolojiya ragihandin û medyaya sanal dixwazê çanda xwe li ser gelan ferz bike. Wan bandor bike û di mêjiyên wan de xwe rewa bike. Di van rêzefilm û filman de rastiyê berovajî dike. Ew ruyên xwe yî bi qirêj, neheq, zalim, xayîn û bê exlaq bi kiras û maskeya diveşêrê. Xwe pêşketî, modern, baş û hwd. nîşan dide. Çanda gelên bindest jî paşketî û piçuk dîbîne û wisa nişan dide.
Şerê taybet şerekî îdeolojîk e. Şerekî çandî ye. Her civaka ku li gor berjewendiyên desthilatdaran tê çêkirin pêşî xwe di mêjiyên mirovan de ava dike. Pergaleke ku xwe di mêjiyê civakê û mirov de ava kir, bi rehetî karê xwe fizîkî jî ava bike. Îro dewleta Tirk jî vê dike.
Dewleta dagirker şervanên heqîqetê û têkoşerê azadiyê weke “terorîst” bi nav dike. Xwe jî yê li hember “terorîzmê” şer dike radigîhîne. Ev berovajiyeke herî mezin e. Terorîstê herî mezîn dewleta dagirker ya Tirk e. Hemu netew-dewlet li ser civakê hêzên terorê ne. Hebûna wan, felsefeya wan faşizm e. Lê belê xwe baş yên li hember xwe jî terorîst nîşan didin. Alîkariya herî mezîn yên dewletên cîhanê ku bi “lîsteyên terorê” van hewldanên dewleta Tirk rewa dikin e. Ev lîsteyên ku hatine çêkirin li gor berjewendiyên dewletan hatine amadekirin. Lî gor berjewendiyê AB, ABD, Nato û hwd. hatine çêkirin. Dewleta Tirk jî heta dawiyê ji vê sud digire. Hemu kiryarên xwe yên der mirovahî, qetlîam û neheqiyên xwe bi gotina “ez li hember terorê şer dikim” rewa dike.
Zihniyet û feraseta Baas’ê jî weke ya dewleta Tirk e, cêwiyê hev in. Zihniyeteke desthilatdar û netewperest e ku zanibe dawiya wê dê werê jî gelê bindest weke xwe nabîne û di vê çarçovê de li çareseriyekê nagerê. Îro tiştê ku rejîma Şamê dike jî ev e. Ger dev ji vê netewperestiya xwe ya hişk biqerê û bi Kurdan re li çareseriyeke demokratîk bigere wê ji hemû tengasiyên xwe rizgar bibe. Lê zihniyeta faşîst û dagirker nahêle ku bikeve nav lêgerîn û hewldaneke wisa.
Ji bo vê jî pêwiste gelê Kurd jî bibe hêzeke ku herkes hesabên xwe li gor vê bike. Rojhilata Navîn di nav kriz û kaosekê de ye. Demokrasî, hikuq, mafên mirovan û hwd. ne di xema tu kesî de ye. Herkes li pey berjewendiyê xwe ye. Kî xwe baş bi rêxistin bike, polîtîkayên xurt pêş bixe, bibe hêzeke xurt ewê serbikeve, ên din jî wê winda bikin.
Rêber Apo ew lewheya qederê ku bi destê hêzên hegemonîk hatibun çêkirin parçe kir û qadereke nu ji bo gele Kurd û hemû gelan nivisand. Di vê lewheya nu de azadî, wekhevî, jiyaneke bi rumet, adalet û hwd hene. Ji bo serkeftina wê jî çandeke berxwedanê, têkoşîn û tarzekî serkeftinê pêş xist. Bi vê paradigmayê gelê Kurd hate heta vê astê. Wisa xuya dike ku gelê Kurd armancên xwe jî bi vê feraset û zanabunê wê pêk bîne.
Çanda Netewa Demokratîk pir renk e. Di nava xwe de hemû çand, ziman, bawerî û her wekî din di hewîne. Çanda Netewa Demokratîk wekhevî, xwesertî, aştî û yekitî ye. Gelên Rojhilata Navîn wê çanda Netewa Demokratîk bi hev re pêş bixin û bi avakirina civaka demokratîk tacîdar bikin. Li hember şerê taybet û qirkirina çandî wê di çand û hunera xwe ya dîrokî de israr bikin. Jiyaneke alternatif bi çandeke nujen ku li ser koka xwe yî dîrokî şîn dibe wê ava bikin.
Welatparêzî li çand û hunera xwe xwedî derketin e. Gelekî ne li gor dijminê xwe li gor çand û hunera xwe bijî, gelekî ku welatê xwe, axa xwe ji bin lingên dijminê xwinxar derxîne û gelekî ku xwe li hember êrîşên fîzîkî û çandî biparêze hejayî jiyanê ye. Xwe parastin çanda civakbuyinê bi xwe ye. Îro gelê Kurd li çar parçeyên welatê xwe li hember êrîşên dewletên dagirker bi çanda xwe li berxwe dide. Bi gelên cîranê xwe re bi zanabuna çanda Netewa Demokratîk tevdigere. Bi vê çanda berxwedêr wê netew dewlet têk biçin û pêşeroj û azadî wê bibe ya gelan.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,134表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
リンクされたアイテム: 39
グループ: 記事
Publication date: 27-08-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 社会
ブック: 社会学
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 13-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئەمیر سیراجەدین ) på 13-05-2023
最近の( ئەمیر سیراجەدین )によって更新この商品: 13-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,134表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,384
画像 105,308
書籍 19,451
関連ファイル 97,494
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - PDF - ライブラリ - Publication Type - 伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.843 秒(秒) !