ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,775
画像 106,015
書籍 19,351
関連ファイル 97,452
Video 1,396
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
KURD DÎROKA XWE DINIVÎSIN
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Lokman Polat

Lokman Polat
=KTML_Bold=KURD DÎROKA XWE DINIVÎSIN=KTML_End=
#Lokman Polat#
Weke ku mamoste Îsmaîl Beşîkçî di gotareke xwe de dibêje ”êdî kurd dîroka xwe dinivîsin.” Di van panzdeh, bîst salên dawîn de gelek lêkolînvan û dîrokzanên kurd dîroka kurdan ya qedîm, ya dema nêzîk û ya nûjen nivîsîn. Bi dehan pirtûkên derbarê dîroka kurdan de derketin ku nivîskarên wan kurd in.
Nivîskarên dîrokzan yan jî dîroknas yên kurd bi dehan pirtûkên derbarê dîroka kurdan de weşandin û gelek cihên tarî yên dîrokî derxistin ronahiyê. Pirtûkên nivîskarên kurd yên dîrokzan, (nivîskarên kurdên bakur) herwekî nivîskar Seîd Veroj, Torî, Selhatîn Mihotolî, Hasan Yildiz, Malmisanij, Rohat Alakom, Cemîl Gundogan, Kemal Burkay, Murad Ciwan, Nacî Kutlay, Botan Amedî, Tahsîn Sever, Felat Ozsoy, Yusuf Zîya Doger, Mehmet Bayrak, û hwd, yên derheqê dîrokê de bi kedeke giranbiha û bi encama lêgerîn û lêkolînên berfireh hatine amade kirin. Lewre jî, di nav pirtûkên derbarê dîrokê de hemû pirtûkên nivîskarên dîrokzan yên kurd hêjayê xwendinê ne.
Weşanxaneyên kurdan jî di derbarê dîroka kurdan de gelek pirtûkên nivîskarên Ewropî, Amerîkî û yên kokkurd weşandin. Di hêla weşanên pirtûkên derheqê dîrokê de weşanên Nûbihar, Pêrî, Deng, Avesta, Doz, Komal/Nûpel, Jîna Nû, Roja Nû, Helwest, War, Sîtav, Peywend, J/J, Ronya, Pencînar, Na, Ar, Aryan, Lîs, Payiz, û hwd, kar û xebateke hêja pêk anîne û ji bo ronahîkirina dîroka kurdan xizmeteke baş kirine.
Di derbarê Serîhildana Şêx Saîdê nemir jî pirtûkên ku nivîskarên kurd nivîsîne rastiya serîhildanê derxistine holê. Lêbelê di derheqê serîhildana kurdan ya 1925-an de hinek nivîskarên kemalîst pirtûk nivîsîne û bi derewan xwestine rastiya srîhildanê veşêrin û dîroka kurdan serobin bikin, bi awayeke din bidine nîşandan.
Pirtûkên ku li ser serîhildana Şêx Saîd ji alî nivîskarên kemalîst hatine nivîsîn hemû jî derew in. Pirtûka nivîskarê kemalîst Hasan Îzedîn Dînamo ” Kutsal Îsyan” , ya Behcet Cemal ”Şeyh Saît Îsyanî” , ya Metîn Toker ”Şeyh Saît ve Îsyanî” , ya Ugur Mumcu ”Kurt islam ayaklanmasi” û hwd, hemû jî bi berçavika ramanên kemalîst hatine nivîsîn û nerast in.
Di van pirtûkên kemalîstan de îdîa wan ev e ku; tiliya îngilîzan di vê serhildanê de heye û kurd ji alî biyaniyan li hemberê Tirkiyê têne bikaranîn. Ev derewên bêbingeh in. Nivîskarekî kemalîst yê din – Yalçin Kuçuk ku zilamê ergenekonê û fermandariya leşkerî ye – mecbûr ma îtîraf kir û got ” Ez çûme min li arşîvên îngilîzan nêriyaye min tiliya îngilîzan nedîtiye. Tiliya îngilîzan di serîhildana Şeyh Saît de tune.” Bi rastî jî tunebûye. M. Kemal bi Fransa re peymana dizî çêkiriye, wan xeta trênê ya Halebê û Nusaybînê vekirine, ji wir ve wek taqviye leşkerên komara kemalîst hatine Diyarbekirê. Sazûmana kemalîst serhildana Şêx Saîd weke serhildaneke paşverû û piştgirê padîşahê Osmanî daye nîşandan û ji Îngilîzan, ji Sovyetê û ji Ewropiyan alîkarî wergirtiye. Partiya komunîst – TKP – ê jî bi derewên kemalîstan enternasyonala komunîst xapandiye û wan kiriye dijê serhildanê. Dewleta Sovyetê û serokê wê Lenîn jî piştgiriya komara T.C. û kemalîstan kiriye.
Nirxandina serîhildana Şêx Saîdê nemir ya rasteqîn, bi şêweyeke objektîf ji alî nivîskarên kurd ve hatiye kirin. Di kovara Ozgurluk Yolu – Riya Azadî – û Rizgarî de û herweha di pirtûkên Kemal Burkay, Murad Ciwan, Îsmaîl Beşîkçî, Osman Aydin, Hasan Yildiz, Botan Amedî, Cemîl Gundogan û yd, de rastiya serhildanê hatine nivîsîn. Çend nivîskarên Ewropî jî, herwekî pirtûka nivîskar Robert Olsun ya bi navê ”Kurt milliyetçiligi ve Şeyh Sait isyani – Neteweperestiya Kurd û Serhildana Şêx Saîd” û pirtûka Martîn Von Bruinessen – Axa, Şeyh û Dewlet” li ser serîhildanê nirxandinên baş û rast kirine.
=KTML_Bold=PIRTÛKA BERXWEDANA KURDAN YA SALA 1925-AN=KTML_End=
Li ser serhildana Şêx Saîdê nemir, pirtûkên ku ji alî nivîskarên kurd ve hatine nivîsîn hindik in. Niha yek li wan pirtûkan zêde bû. Ew jî pirtûka nivîskar Felat Ozsoy û Tahsîn Erîş e. Pirtûk bi tirkîye û navê pirtûkê ”Oncesi ve sonrasiyla 1925 Kurt Direnişi – Berî û piştê berxwedana kurdan ya 1925 –an” Pirtûk di nav weşanên Pêrî de li Stenbolê derketiye û sê sed rûpel e. Ez ê bi kurtahî naveroka vê pirtûkê bi xwendevanên kurd bidime nasîn.
Nivîskarê pirtûkê Felat Ozsoy newiyê Şêx Saîd Efendî ye. Wî pirtûkê li hepisxanê nivîsiye. Ew gelek salan hepis razaye, lê wî hepisxaneyê kiriye cihê xebata rewşenbirî û lêkolînî. Nivîskar ji sala 1993-an ve dest bi xebat û lêkolîneriya li ser serhildanê kiriye û heta sala 1998-an pirtûkê amade kiriye. Wî di sala 1999-an de jî ji bo pirtûkê pêşgotin nivîsiye. Lê çi heyf ku ev pirtûk ji ber sedemên curbecur hetanî sala (2007) nehatiye weşandin, di sala 2007 de hatiye weşandinê.
Naveroka pirtûkê pirhêlî ye û gelek dewlemend e. di pirtûkê de sedemên bingehîn yên serhildanê, pêvajo û berfirehbûna wê û encama wê hatiye nirxandin. Herweha di pirtûkê de rewşa kurd û Kurdistanê û rewşa rojhilata navîn û cîhanê ya dema berî û piştî serhildanê bi şêweyeke berfireh hatiye analîzkirin.
Pirtûk ji neh beşan pêk tê. Di beşa yekem de rewşa cîhanê ya piştî şerê yekem, di beşa duyem de meclîsa komara Tirkiyê ya yekem û helwesta kurdan, di beşa sêyem de ji hevûdu veqetandina kurd û tirkan û rêxistina azadî, di beşa çaran de ber bi serîhildanê ve, di beşa pêncan de dema serîhildanê, di beşa şeşan de têkçûna serhildanê û îdam, di beşa heftan de sedemên serhildanê, di beşa heştan de nêrînên hêzên curbecur yên derbarê serhildanê de û di beşa nehan – beşa dawî – de piştî serhildanê rewşa Tirkiyê hatiye şîrovekirin. Helbet di her beşê de bi dehan mijarên cure hene.
Di nav sermijarên pirtûkê de de hinek mijarên balkêş hene ku li ser van mijaran heta niha pir hindik nivîs hatine nivîsîn. Herwekî mijara li Kurdistanê Nakşîbendîtî, enîyên şer yên dema serhildanê, mahkemeya Xalid Begê Cibrî û Yusif Ziya Beg, mahkema Şêx Eyûb, Seyid Evdilkadir û rewşa rewşenbîrên kurd û serhildan, mijarên balkêş in û di derbarê wan de zanînên berfireh tunebûn, lê di vê pirtûkê de bi berfirehî li ser van mijaran agahdarî hene.
Di vê pirtûkê de du tişt bala min kişandin. Yek mesela li Kurdistanê Nakşîbendîtî û ya din jî di edebiyata tirkan de serîhildan. Ji bo ku meraqa min li ser edebiyatê û tarîqata Nakşîbendî heye, loma jî van herdu mijaran bala min kişand. Bi qasê ku ez zanim Nakşîbendîtiya kurdan û tirkan ne wekhev e. Nakşîbendîtiya kurdan di pêvajoya dîroka xwe de tim serhildêr bûye û hem di dema Osmanîyan de û hem di dema dîktatoriya kemalîzmê de li hemberê wan serîhildaye. Şêxên ku serokên serîhildanên kurdan bûne jî Nakşîbendî ne. Herwekî Şêx Ubeydulahê Nehrî û Şêx Saîdê Pîranî.
Li bakurê Kurdistanê tarîqata herî mezin, xurt û bi hêz Nakşîbendîtî ye. Ev tarîqat navê xwe ji Muhammed Baha’addîn al – Nakşbend (1318 – 1389 ) wergirtiye, lê ev zilam damezrevanê vê tarîqatê nîn e. Damezrevanê tarîqatê Abdalxalik al – Gueduvanî ye. Lê ji alî kurdekî bi navê Mewlana Xalid al – Kurdî ve hatiye belav kirin. Di dema Mewlana Xalid de ev tarîkat li alema îslamê belav bûye û hetanî Endonezyayê çûye. Mewlana Xalid al – Kurdî ruheke nû daye tarîkatê û wê pêşve xistiye, berfireh kiriye.
Di edebiyata kurdî de li ser mijara serhildana Şêx Saîdê nemir tenê du pirtûkên kurdî hene. Yek jê pirtûka min – Lokman Polat – ya bi navê ”Fîlozof – Katibê Şêx Saîd” û pirtûka din jî ya nivîskar Jan Dost ya bi navê ”Sê dar û sê gav” e. Ev herdu pirtûk jî roman in. Hinek nivîskarên kokkurd jî li ser serhildana Şêx Saîd bi tirkî berhem afirandine. Nivîskarê kokurd Metîn Aktaş bi tirkî romaneke li ser serhildanê nivîsiye. Navê romanê ”Nîşancî” ye. Helbestvanê kokkurd yê zimanê tirkî Yilmaz Odabaşî li ser serhildanê destaneke nivîsiye.
Di nav edebiyata tirkan de, di hinek berhemên edebî de behsa serhildana Şêx Saîd hatiye kirin. Nivîskarên ku di berhemên xwe de behsa serîhildanê kirine nivîskarên kemalîst in û xwestine serhildanê xirab bidin nîşandan. Nivîskara jin a kemalîst Halîde Edîp Adivar di romana bi navê ”Zeynonun Oglu – kurê Zeydo – ” de behsa serhildanê kiriye. Nivîskarê bi navê Kemal Bîlbaşar romana bi navê ”Cemo” de hîn bi berfirehî behsa serhildanê kiriye. Demîrtaş Ceyhûn di romana bi navê ”Asya” de, Kemal Tahîr di du romanên xwe de – yek jê navî ”Namuscular – Yên binamus- û ya din ”Kurt kanunu – Zagona Guran- de behs kiriye. Nivîskar Demîr Ozlu jî di novela xwe ya bi sernavê ” Cibranlî Halit Beyin Olumu – Mirina Xalid Begê Cibrî” de behsa darvekirina –îdama- Xalid Begê Cibrî kiriye.
Pirtûka Felat Ozsoy û Tahsîn Erîş ya li ser serhildana Şêx Saîdê nemir hêjayê xwendinê ye. Ji bo agahdarî û zanîneke berfireh ya derbarê serhildanê, divê her kurdê welatperwer vê pirtûkê bixwînin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,348表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 06-05-2023
リンクされたアイテム: 27
グループ: 記事
Publication date: 30-07-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
ブック: 社会
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 06-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئەمیر سیراجەدین ) på 06-05-2023
最近の( ئەمیر سیراجەدین )によって更新この商品: 06-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,348表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,775
画像 106,015
書籍 19,351
関連ファイル 97,452
Video 1,396
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.609 秒(秒) !