ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,027
画像 106,695
書籍 19,304
関連ファイル 97,313
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
DI DEVÊ MIN DE ZIMANÊ MIN ZENG GIRT
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DI DEVÊ MIN DE ZIMANÊ MIN ZENG GIRT

DI DEVÊ MIN DE ZIMANÊ MIN ZENG GIRT
DI DEVÊ MIN DE ZIMANÊ MIN ZENG GIRT.
#Abdurrahman Benek#
20-06-2021
Kêlîya ku dolmiş li bêndera gund sekinî, xortekî bejn tenik û drêj, ji wesaîtê peya bû. Li ser xanîyê xwe Apê Evdila, li hewşa xwe Xalê Mistefa, li paş mala xwe Meta Edûl û çend canik û camêrên din, bala xwe dabûne ew xortê di dest de çentek, ber bi mala Hesenê Xecê ve dimeşe. Apê Evdila got, ew xorta mamoste ye. Xalê Mistefa got, va xorta jî kî ye? Meta Edûlê got, min va cahila nas nekir, ma we nas kir?
Xortê bejn zirav rasterast derbasa hewşa Hesenê Xecê bû. Hemû gundîyên ku xorto dîtin li hewşa mala Hesenê Xecê û ku jina wî Fatê xwe lê werda, bi yek dengî gotin, wîîî. Wî va lawê Hesen û Fatê ye, va Cemal e.
Di gund de malbata herî xizan, mala Hesenê Xecê bû. Hîn Cemal diçû pola çara ya dibistanê, bav çû rehmê. Dê û du xişkê wî û ew, çar nufûs bê serîman man. Sala ku Cemal xwendina pola pênca dikir, di nav sê mehan de her du xişkê wî jî zewicîm. Her yek bû bûk, çûne gundên cîran. Ew û dayîka xwe tenê man. Her çiqas panzdeh donim erdê wan hebû jî, têra salek xwarin û vexwarina wan nedikir. Bi alîkarîya gundîyên xêrxwaz debara xwe dikirin.
Li dibistanê qafî Cemal mîna zihêrê dişuxulî. Berî gîştika wî tim tiliya xwe radikir. Dersên xwe hemû pekîyî bûn. Mamoste jî zehf jê hez dikir.
Sala ku dike dibistana serete biqede, mamosteyê gund Halîm Efendî, bi destê Cemalê jîrek girt û bire ezmûna dibistana navendî ya razandî. Di ezmûnê de nota herî bilind ya Cemal bû. Çend meha şunda, Cemal çû dibistana xwe û dayîka Fatê tenê ma.
Fatê ku çi bi dest diket, ji kurê xwe re dişand. Pirr cara diçû li pirêza simbil berhev dikir. Dianî, dikuta, genim jê derdixist û dibir difirot. Çend quruşê ku bi dest dixist, ji gewrîya xwe re heram didît, nedixwar û ji kurê xwe Cemal re dişand. Helbet bes nedikir. Ku mektep tatîl dibûn, Cemal jî di karên sivik de dixebitî ku mesrefê xwendina xwe derxîne.
Cemalê Hesenê Xecê û Fatê, her dibistana li pêş wî bi dereca bilind qedand. Bû mamoste. Tayîna wî derkete Çorlû'yaTekirdax'ê. Hîn ku neçûye cihê wezîfa xwe, hate gund ku dayîka xwe ya bi tenê jî bi xwe re bibe Tekirdax'ê.
Cemalê bejn tenik, ku çawa ji dolmişê hate xwarê, di nav awirên merakdar de çû mala xwe ku li hewşê dîya wî ew dî û bervê çû û hembêz kir. Cemal ku mizgînî da dîya xwe, perê wê kêm bûn ku bifire. Pirr neçû hemû gund pêhesiya ku kurê Hesenê Xecê û Fatê bûye mamoste.
Êdî ew li ku dê li wir. Heta niha dê xwe bona wî kiribû erd, êdî wî wê her xizmetekî dîya xwe ji xwe re bikira derd.
Piştî şeş rojan ji gund veqetiyan. Bi otobûsê çûne herêma Traqya. Li Çorlû'ya Tekirdax'ê li taxa bi navê Huzur ji xwe re xanîyek kirê kirin. Her lazimiyek bi teqsîda kirîn û mala xwe temam kirin.
Sê meh bûn ku Fatê li xerîbîyê bû. Roj bi roj diçilmisî, wek guleka ber bi bayê payîzê ketibe. Cemal, ji dîya xwe re xwe dikir erd. Bona kêfa dîya xwe bike, çi ji dest dihat teqsîr nedikir. Dîya xwe digerand, dibir der û deverên xweş, lêdikir, dida xwarin lê, kêfa dayîka wî qet bi tu tiştekî nedihat.
Pêşîyê heftê çend cara, dûra rojê çend cara ji lawê xwe dipirsî, ma hîn ji tatîlê re pirr maye?
Rojekê Cemal zû vegeriya mal ku, tam dike zengilê malê lêxista, dengê dayîka xwe bihîst. Rebena Fatê dilorand. Ar bi dilê Cemal ket. Ku çi ji dest dihat dikir lê dîsa jî dîya wî Fatê kêfxweş nedibû. Mîna ku di zindanê da be.
Kete hundurî malê û çû destê dayîka xwe. Got, dayê ka bibêje ma ez qiymeta te nizanim? Dayê got, ez ji te razî me, Xwedê jî ji te razî be lawo. Tu pirr qedrê min digrî. Cemal got, ma dereka te diêşe dayê? Fatê got, na ez gorî, tu dereka min naêşe. Şukir ez rehet im. Cemal got, pekî dayê çima tu her xemgînî? Dayê got, kurê min, berxê min di devê min de zimanê min zeng girt. Kesek tune ez bi wan re zimanê xwe xeber bidim. Di devê min de zimanê min verimî ez bi qurban.
Fatê, ji her tiştekî ew bajarê xerîb re çarek didît lê tu çare bi zimanê xwe re nedidît. Ne cîranek, ne nasek, kes tunebû ku bi wê re bi zimanê wê bipeyive. Wê bi zimanê wan, wana bi zimanê wê nizanibûn. Xerîbî zor bû lê xerîbîya ziman, ji ser her tiştekî re bû.
Gote lawê xwe Fatê'ya belengaz. Lawo, bila her wext şîva li ber min sar be. Bila ne sê dan, ev zika du dan pirçî danekî têr be. Bila fîstanê min tije pîn be. Heta bila tûrikê parsê li mil be. Bes ku ez li nav xelkê xwe bim û bi zimanê xwe xeber bidim.
Cemal roja din îzna xwe girt û dayîka xwe bire gundê wan. Dayîka Fatê mîna ku gîhayê kevir ji ser rabe, roj bi rojê kêfxweş û xweşhal bû. Îjar ku kî rastê dihat, zû zû bernedida, digot û digot. Heta ku zenga zimanê wê jê çû. [1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは766表示された回数
HashTag
リンクされたアイテム: 2
グループ: 記事
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: True Story
プロヴァンス: 北クルディスタン
都市: ウルファ
Technical Metadata
アイテムの品質: 92%
92%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 06-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 06-05-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 06-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは766表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1182 KB 06-05-2023 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,027
画像 106,695
書籍 19,304
関連ファイル 97,313
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.829 秒(秒) !