Hejmara kurdên Azerbeycan rojava.
Wîkîpediya cîhanî û agahiyên ne rast li ser hejmara kurdên Azerbaycana Roava li Rohilatî Kurdistanê (Îranê)
Şûnem Şûnem...
Wikipediaya cîhanî ya Google dide zanîn ku rêja Kurdên Azerbaycana Roava (20%) e.
Ev agahî an rapor li gor serjimêriya xwehermendî ya serjimêriya giştî ya niştechên Îranê, ango gel û gelên ku li gorî zagonên dewletê li Îranê dijîn hatiye veguhestin, û ji aliyê xwehermenda Îranê ve di sala 2016’an a zayînî de hatiye kirin.
Parêzgeha Azerbaycana Roava:
Parêzgeha Azerbaycana Roava Parêzgeheke kurdan e û kurde, kurdên tirkbûne, azerî, hindikahiyeke Ermenî û yên din tê de dijîn û piraniya şêniyên wê kurd in, lê ji ber konevaniyên nîjadperestî ên dij-kurd, agahiyên rast têne paşguhkirin û veşartin, ji ber ku ne di berjewendiya konevaniya dewletê, û welatên nîjadperest ên cîran de ye.
Hêjayî gotinê ye ku parlamenter yan nûnerên gel li parêzgeha Azerbaycana Roava hemû Azerî ne û hejmara wan ji deh kesan bêtir e û di encûmena gelê Îranê ya “Encûmena Rawêjeya Îslamî” de nûnerekî kurdên vê parêzgehê tune ye, û dema kurd hewl didin ku ahengekê li dar bixin yan jî peykerê kesayetiyek kurd yan wek wan deynin, azerî û cîgirên wan di encumenê de li dij derdikevin, ji ber ku nûnertiya kurdan di Encûmena Rawêjeya Îslamî ya Îranê de nîne!
Hejmara niştechên vê parêzgehê 3 milyon û 265 hezar kes e, ango bêtirî sê milyon kes in.
Parêzgeha Azerbaycanê ku navenda wê Wirimyê (Urmiye) ye, ji 17 bajaran pêk tê, û 5 ji van bajaran (100%) kurd in û ew bajaran: Bûkan, Mehabad, Pîranşar”, Serdeşt, û Şino (Eşnaviye) ne.
• Hejmara niştevanên kurd li van bajaran (820,000) kesin, ango bi rêja (25%) ji niştevanên hemû Azerbaycana Roava, ango ji rêja (20%) ku agahiyên nerast ên Google-ê diyar kiriye,bêtir e!
- Li gora vê serjimariyê tenê bajarên “Miyan Duwab û Xoyê, Azerî ji kurdan bêtir hene û hejmara wan li gor serjimariyê 622 hezar kes in.
Herdû Bajarên Mianduwab û Xoyê tenê hejmara rûniştvanên wan diyar kirine, û hejmara rûniştvanên gundên Kurdan ên girêdayî wan nehate hejmartin û bi vî awayî hejmara rûniştvanên van bajaran û gundên wan dibe yek be, di warê neteweyên Kurd û Azerî de, ji ber ku piraniya gund û gundên wê deverê Kurd in.
Niha em hejmara niştechên ji Kurdên Azerbaycana Roava li gorî serjimêriya xwehermenda Îranê ya sala 2016an bîrkar dikin:
- 5 bajarên kurdan (100%) kurd in, ew jî: (Mehabad, Pîranşar, Bûkan, Serdeşt, Şino (Eşnaviye)) bi hejmara 820.000 welatiyên kurd.
- Bajarên ku hejmara niştecihên kurd bi hejmara niştecihên Azeriyan re ye ev in: Mako, Şut, Serdeşt (Pladaşt), Çildêran (Çaldêran), Çapyareh, Salmas, Wirimiyê (Urmiye), Naxda, Tekab û Şahîn Dez, hejmara rûniştvanên van bajaran 1.823.000 kes in.
- Bajarê Mako, belkî Azerî piraniyê pêk tînin, lê eger em hejmara niştecihên gundên kurdan berbiçav bikin, dê encam li gorî herdu neteweyan wek hev be.
Niha em hejmara niştechên ji Kurdên Azerbaycana Roava li gorî serjimêriya hikûmeta Îranê ya sala 2016an bêrekar bikin:
- 5 bajarên kurdan (100%) kurd in, ew jî: (Mehabad, Pîranşar, Bûkan, Serdeşt, Şino (Eşnaviye) bi hejmara 820.000 welatiyên kurd.
- -Li deh bajarên ku Kurd û Azerî lê dijîn, bi navên (Mako, Şut, Serdeşt (peladeşt), Çaldaran, Çepyarah, Selmas, Wirimiyê (Urmiye), Nexde, Tekab, Şahîn Dz) hejmara giştî ya Kurdan (50%) ye, û hejmara wan (911) hezar hemwelatî ne.
Li vir em berbiçav dikin ku Azerî dipejirînin ko li piraniya bajarên navborî wek Çaldaran û yên din kurdin.
- Hejmara giştî ya rûniştvanên Kurd li bajarên Xoyê û Mîan Duwabê (40%) e, yanî 249 hezar welatiyên Kurd.
Hejmara giştî ya nişteciyên parêzgehê yên kurd, azerî û xelkên mayî 3 milyon û 265 hezar welatî ne, û li gor vê hejmaran hejmara rûniştvanên kurd li gor vê serjimarê 1 milyon û 980 hezar welatiyên kurd in. , û bi vî awayî ew piranî ne, yanî ew didu ji sê parên welatiyan pêk tînin, ango bêtir ji (60%) ji welatiyên Azerbaycana roava, û hejmara Azeriyan 1,285,000 welatiyên Azerî ne, ku ji kurdan kêmtir e, û li vir divê em bibêjin ku bi hezaran kurd hene ku bi azerî diaxivin û mixabin ji ber gelek sedeman di nav welatiyên azerî de têne hejmartin.
Ya bi kengirînî, rûpela tora Google ya cîhanî dibêje ku hejmara Kurdên vê parêzgehê tenê (20%) e û helbet wek her car rûpela google ya îranî ji ber sedemên ku em dizanin û hejmareke mezin ji nezan û nijadperestan van agahiyan vedişêre. mirovin û nivîskarin Kupiyayî û pistî dikin bo agahiyên Google û radigihînin, û ew rastiya wê piştrast dikin, û ji Bêyî zanîna erdnîgarî û dîroka vê herêma kurdewarî.
Pirsa min ev e: rûpela kurdî ya Google-ê ku bi hemû zimanên cîhanê hatiye wergerandin li ku ye, da ku dinya rastiyê bizane!?
jêderan:
- Enstîtuya Kurdistan Farhangi Henry - Navenda Dîroka Kurd û Kurdistanê - Enstîtuya Çand û Hunerê ya Kurdistanê - Navenda Lêkolîn û Lêkolînên Dîroka Kurd û Kurdistanê ... saziyek kurdî ya bingeh li Îranê - Ev raport li ser bingeha Serjimêriya giştî ya welatiyên Îranê ya sala 2016`an a Zayînî, û ji jêderên fermî yên xwehermenda Îranê, derbarî serjimariya giştî ya gelên Îranê bû.
- Wergerandin û biserxistina agahdariya gelemperî (Shunem Shunem). [1]