ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,076
画像 106,680
書籍 19,299
関連ファイル 97,295
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
ERDHEJ Û ÇIYAYÊ KURMÊNC
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ERDHEJ Û ÇIYAYÊ KURMÊNC

ERDHEJ Û ÇIYAYÊ KURMÊNC
#MERWAN BEREKAT#
Ji alîyê jîyolojî ve, Çiyayê Kurmênc-Efrîn ji yekînîyeka jîyolojî ya taybet pêk tê. Li ser beşa livok ji rûberê erebî hewzekî lihevhatî û xweşik e. Latên wê ji yên afyolîtî, balyocînî û nîyocînî pêk tên.
Çiyayê Kurmênc-Efrîn herêmeka çiyayî li Rojavayê Kurdistanê ye. Lê deştên wê jî hene. Li bakurrojhilatê Deryaya Naverast dikeve. Li gorî nexşeya dewleta Sûrîyayê li quncê bakurrojava dikeve. Li gorî xêzên dirêj û pehn di navbera dirêjahî (36, 33 E – 37, 30 E) pile da ye. Pehnahî jî di navbera (36, 21 N – 36, 50 N) pile da ye. Gundê Qermîliqê ku li rojavayê bajarokê Şîyê ye, bi pîvana xêznihêrînê /36 km/ nêzîkî Deryaya Naverast e.
Herêma Efrînê ji heft navçeyan pêk tê: Cindirês, Şîyê, Mabata, Raco, Bilbil, Şera û ya Navendî. Li herêma Efrînê jî /65/ gund hene, jê /47/ gund bi ser navçeya Cindirêsê ve ne. Navenda navçeyê Cindirêsê bajarokê Cindirêsê ye.
Li gor serhejmara dewleta Sûrîyayê ya sala 2004an, tevahîya niştecihên herêma Efrînê /475939/ kes bûn. Jê 3% ereb û yên din hemû kurd bûn. Niştecihên bajarokê Cindirêsê /32000/ kes bûn. Piştî ku Fransa li sala 1947 an ji Sûrîyayê derket, dewleta Sûrîyayê nemaze di serdema desthilatdarîya partîya El-Beisê da, gelek pilan gerandin û bi şêweyên cur bi cur hewildan kirin ku demografîya herêma Çiyayê Kurmênc-Efrînê biguhêre. Armanc ew bû ku rêjeya ereban di herêmê da pir bike. Lê girêdana kurdan bi axa welatê xwe ve, nehişt ku ew pilan bi ser bikevin.
Li 20.01.2018 an, dewleta Tirkîyayê bi hemû hêza xwe ya leşkerî li gel komikên çekdar ên opozîsyona sûrîyayî ku bi ser Tirkîyayê ve ne, êrîş bir ser herêma Efrînê. Piştî /58/ rojên berxwedana bêhempa ji alîyê hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG, YPJ û gelê Efrînê ve, li roja 18. 03. 2018 an, artêşa Tirkîyayê herêma Çiyayê Kurmênc-Efrîn dagîr kir. Di encamê da bi hezaran niştecihên kurd ên sivîl şehîd û birîndar bûn. Bi hezaran jin, keç, xort û mêrên kurd ji alîyê dewleta Tirkîyaya dagîrker û çeteyên wê yên terorîst ve hatin girtin û heta niha çarenûsa hejmareka mezin ji wa ne dîyar e. Bêhtir ji /300000/ kurd bi darê zorê ji gund, bajarok û bajarên xwe hatin derxistin. Derdora /400000/ ereb û tirkumenên Sûrîyayê ji parêzgehên Deraa, Şam, Hema, Hums, Heleb, Reqa, Dêra Zorê û Idilbê kom kirin û li herêma Efrînê di xanîyên kurdan da bi cih kirin. Çete û komikên çekdar ku niha li Efrînê ne, bi hemû şêweyan zor û tewanan bi serê malbatên kurd ên ku li Efrînê mane dikin. Dizî, kuştin, talan, destdanîna li ser mal, milk û erdan. Ew hemû kiryarên hovane di dermafê kurdan bi serperiştîya dewleta Tirkîyaya dagîrker dibin.
Koçkiriyên Efrînê pênc sal in li herêma Şehbayê li kampan di konan da dijîn. Pênc sal in û bêrawestandin bi roj û şev dewleta Tirkîya û çeteyên wê seranserî herêma Şehbayê û kampan bombebaran û topbaran dikin. Di encamê da koçberên Efrînê bi sedan şehîd bûne.
Li roja 06.02.2023 an, saet 04:15 bi dema Rojavayê Kurdistanê du erdhejên mezin ku ji sedslan ve wek wê çê nebûne, li gelek herêmên Bakur û Rojavayê Kurdistanê çê bûn. Ji wan herêman Çiyayê Kurmênc-Efrîn, Meraş, Dîlok, Semsûr, Meletî, Amed û hin navçeyên din bû. Di encamê da bi sedhezaran avahî û xanî kavil bûn, bi dehhezaran mirov mirin û bi milyonan jî derbeder bûn.
Erdheja ku pileya wê /7,8/ bû, zîyaneka pir mezin bi herêma Efrînê nemaze navçe û bajarokê Cindirêsê kir. Di encamê da 75% ji xanî û avahîyan bi ser niştecihan da hilweşîyan. Her wiha gelek gundên Efrînê nemaze yên navçeya Cindirêsê û Şîyê hilweşîyan û zîyaneka pir mezin pê bû. Bêhtirî hezar kesî bûn qurbanî û bi hezaran birîndar bûn.
Pirs ew e, di encama erdhejê da, gelo çima li bajarokê Cindirêsê û gundên bi ser ve ewqas xanî hatin xar? Ji bilî erdhejê, sedema sereke ew e ku li her du mehên rêbendan û reşmehê yên sala 2018an, dewleta Tirkîyayê bêhtirî hezar carî bajarokê Cindirêsê û hawîrdor topbaran û bombebaran kir. Hîngê piranîya avahî û xanîyan seqet bûn. Lewra jî, ev bobelata ku bi ser navçe û bajarokê Cindirêse da hatiye, parek jê gunehê dewleta Tirkîyayê ye.
Piştî ku erdhejê 75% xanî û avahîyên bajarokê Cindirêsê kirin kavil, hejmareka mezin ji mirovan di bin kavilan da man. Hin mirin, hin birîndar bûn û hin jî zindî mabûn. Di nav wan kavilan da dengê hawara mirovên zindî dihat. Çeteyên dewleta Tirkîyayê bi nijadperestîyeka kor û nemirovatîyeka ji kînê têr, li seranserî Efrînê nemaze li Cindirêsê li hember qurbanîyên kurd bi kar anîn. Xwedî li hawara malbatên ereb derketin û dest bi xilaskirina zindîyên di bin kavilan da mane kirin. Nediçûn bi hawara malbatên kurdan. Dema ku hawara bi kurdî dibihîstin, pişta xwe didan wan û diçûn. Ji alîyekî din ve, girûpên çekdar dest bi talan û dizîya tiştên malbetên kurd kirin. Ji bo binaxkirina mirîyên xwe bi bagiran gor kolan. Ji kurdan ra jî digotin biçin bi destan goran ji qurbanîyên xwe ra bikolin. Ji bo dizîya tiştên kurdan taxên bajarokê Cindirêsê li hev parve kirin û bêhtirî carekê şer di navbera wan da rû da. Ji hin gundên Efrînê kurdan berê xwe da Cindirêsê ji bo alîkarîyê bikin, lê rêbendên leşkerî yên tirkan û yên çekdarên çeteyan nehîştin biçin.
Hin sazî û dezgehên xêrxwezîyê xwestin derbasî herêma Efrînê bibin, lê dewleta Tirkîyayê li ser sînor rawestan û nehîşt ku derbas bibin. Piştî ku zindîyên di bin kavilan da mirin û çeteyan tiştên malbatên kurdan talan kirin, tirkan biryar da ku Dezgeha Barzanî ya Xêrxwezîyê derbasî Efrînê bibe. Bêguman pilaneke siyasî li paş wê derbaskirinê hebû. Ji ber ku ji roja yekem a erdhejê da Birêveberîya Xweser karwanekî mezin ji alikarîyê amade kir da ku bigihîne herêma Efrînê. Lê Tirkîya û çeteyên wê rê nedan ku derbas bibin.
Dema ku Dezgeha Barzanî ya Xêrxwezîyê derbasî Efrînê bû, giropên çekdaran ên bi ser dewleta Tirkîyayê ve rê lê girêdan. Bi darê zorê parek ji wan alîkarîyan jê standin û ji xwe ra birin. Erebên hawirde yên li parêzgeha Idlibê û cihwarvanên ereb ên li Efrînê hatine bicihkirin, agahdar kirin ku biçin li tenişt rêyan û li bin daran rûnin. Da ku wan alîkarîyan talan bikin. Ew alîkarîyên ku derbasî herêma Efrînê bûne 90% bi şêweyên cur bi cur ji alîyê wan û çekdaran ve talan bûn. Ango 10% alîkarîyan negihaşt malbatên kurd. Kurdên efrînî yên ku li welatên Ewropayê dijîn, di roja erdhejê ya yekem da û heta niha ji bo malbatên ku zîyan dîtine pereyan dişînin. Lê çeteyên çekdar ên dewleta Tirkîyayê li pêş derîyê ofîsên veguhaztinê disekinin û nîvê wan pereyan ji xwe ra dibin.
Pênc sal in herêma Efrînê di bobelateka pir mezin da ye. Zîyana ku komikên çekdar û terorîst bi serê herêma Efrînê kirine, dehqatî ji ya erdheja 6ê sibatê bêhtir e. Pênc sal in kurdên Efrînê di nav agirê kîna dewleta Tirkîyaya dagîrker û çeteyên wê da ne. Her rojek ji dagîrkerîya dewleta Tirkîyayê ji erdhejekê dijwartir e. Metirsîya mezintir ew e ku piştî vê erdhejê pilanên guhartina demografî li Efrînê bêhtir bibin. Herêma Efrînê bûye meydana jînosîdê ya dewleta dagîrker. Sed sal e, tirk dixwezin vê herêmê ji rastîya wê bidûr bixin û bikin parçeyek ji welat û miletê tirk. Ji ber vê yekê ev erdheja mezin bo dewleta Tirkîyayê ya faşist fersendeke siyasî ye.
Ne tenê li herêma Efrînê, lê belê li seranserî beşê Kurdistanê yê ku tirkan dagîr kiriye, tu carî kurd ewlehî û aramîyê nabînin. Bi qewitanda wê ji ser axa Kurdistanê dê aramî û hem jî ewlehî çê bibe.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,049表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/- 14-04-2023
リンクされたアイテム: 22
グループ: 記事
Publication date: 21-02-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Afreen
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 14-04-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 17-04-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 17-04-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,049表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,076
画像 106,680
書籍 19,299
関連ファイル 97,295
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.562 秒(秒) !