ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,411
画像 104,866
書籍 19,372
関連ファイル 97,508
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Cejna Çarşema Sor
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English1
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cejna Çarşema Sor

Cejna Çarşema Sor
#Ayhan Erkmen#
Rojhilata Navîn dergûşa mirovahî û şaristaniyê ye. Ev ax çavkaniya gelek bawerî, ol û mezhebên pîroz e. Ji wan olên herî kewnar yek jî êzdiyatî ye.
Ola êzdiyatiyê li ser bingeha hezkirinê hatiye afirandin; êzdiyatî xwedahez, xwezahez û mirovhez e. Ji hemû bawerî, ol û mezheban re rêzdar e û aşitîxwaz e.
Nîşaneyên vê yên herî mezin; mirov ji pey re nabe êzdî, ji dayikê bi êzdî tê rûyê dinê. Êzdî ji bo baweriya xwe belav bikin, di nav olên din de xebatê nakin.
Dîsa êzdî ji dervayî civaka xwe bi civakên dinê re zewacê çênakin. Neyarên wan be jî dest navêjin jinên wan.
Di dîroka vê ola qedîm de gelek cejn û rojên pîroz hene. Ji wan yek jî Çarşema Sor ango Çarşema Serê Nîsanê ye; li gorî salnameya îrohîn, li çarşema ewil a ji pey 13’ê nîsanê, wekî cejna Tawisî Melek û wek Sersal tê pîroz kirin. Li gorî baweriya êzdiyatiyê gerdûn roja çarşemê ango roja çaran hatiye afirandin. Li wê rojê Tawisî Melek xwe berdaye ser axê û afirandina gerdûnê temam bûye. Roja detpêka jiyanê ye. Ev di qewlekî êzdiyatiyê de wiha tê ziman ‘Te dinê xemiland hezar avaz û reng e/ Ya! Melekê Qenciyê xweş tê ji te deng e’.
Di Çarşema Sor de guneh tên efûkirin, dawî li şer û pevçûnan tê, rijandina xwînê guneh e, teqez can nayê girtin, wek roja aştî û xwişk û biratiyê ye. Hem jî despêka şênbûna xwezayê ye û di meha nîsanê de êzdî bûka dernaxin, ji ber bûka salê nîsan bi xwe ye.
Hin rêûresmên Çarşema Sor hene; di vê cejnê de hêk tên xwaşilandin û bi rengên xwezayê tên boyaxkirin. Di vê veguherîna hêkê de mena afirandina dinyayê heye. Hêk dema xav e; nîşaneya halê dinyayê ye dema ku av e. Bi xwaşilandina hêkê re dema ku dinya dibe ax û bi rengên biharê ve dema ku reng bi reng tê boyaxkirin jî tê mena, dema ku milyaketan dinya reng bi reng xemilandiye. Qalikên hêkan ên reng bi reng nîşaneya xêr, xweşî û bereketê ye. Di cejnê de, bi serdaniya goristanê, ev qalik li dora goran tê danîn. Di nav zevî û mêrgan de tê belavkirin û dîsa ev qalik bi gihayên biharê re tê hasilandin û ev hevîr bi dergehên avahiyan ve tê zeliqandin.
Reûresmek din jî çêkirina ‘basimbarê’ ye; basimbar bi benikên zirav ên rengîn tê honandin. Wateya basimbarê jî xêr, bereket û girtina pêşiya qeda û belayan ye. Basimbar bi destên jin, mêr, keç û zarokan tê girêdan.
Her wiha di vê cejnê de kulîçe û gelek cûreyên şîrînayan jî tên amadekirin. Li gorî bîranînên nivîskar Ezîzê Cewo, dema ku kebanî kulîçeyan çêdikin moriyekê dikin nav wê. Mezinê malê di taştêya serê siba cejnê de kulîçeyê bi gotina ‘ev para Mêrê Rojê, ev para Xudanê Malê, ev para Ziyayê Zer, ev para Mamereşan, ev para Mamê Şivan, ev para Gavanê Zerzan, ev para xeta cot, ev para malxiyê malê, ev para rêwiyê me, ev para xwendekarê me…’ yeko yeko dijmire û kerî dike. Her kes bêsebir li bendê ye ku ka morî di para kê de derkeve.
Moriya mala me di kulîçeya para Zal’ê biraziyê we de derket, de ya bi xêr. Bila Çarşema Sor bi gelê me û hemû cîhanê pîroz be. Bibe wesîleya aramî, aştî û azadiyê û ev nexweşiya kambax ji pêsira mirovahiyê bikeve.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは974表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 19-02-2023
リンクされたアイテム: 11
グループ: 記事
Publication date: 20-04-2020 (4 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 96%
96%
は、 ( ئاراس حسۆ 19-02-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 19-02-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは974表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,411
画像 104,866
書籍 19,372
関連ファイル 97,508
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 伝記 - 方言 - クルド - Badini 地図 - プロヴァンス - Kurdistan ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.594 秒(秒) !