ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,076
画像 106,683
書籍 19,299
関連ファイル 97,295
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Paranomayek ji siyaseta Tirkîyeyê û rewşa Kurdan
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Paranomayek ji siyaseta Tirkîyeyê û rewşa Kurdan

Paranomayek ji siyaseta Tirkîyeyê û rewşa Kurdan
Muhammed Ata Yuksel
Paranomayek ji siyaseta Tirkîyeyê û rewşa Kurdan
$I. Referandûm û Hevbendî$
Di Nisana 2017’an de li Tirkîyeyê ji bo guherîna sîstema rêveberîyê, referandûma guherîna destûrnameyê pêk hat. Bi vê referandûmê Tirkîye hewl da ku sîstema Parlamenter biguherîne û derbasî Sistema Serokatîyê bibe. Referandum ji aliyê Ak Partî û MHP’yê ve hat piştgirîkirin. CHP û İYİ Parti li dijî vê guherînê bi xurtî helwesta xwe danîn. Ji raydaran 51,41% dengên “erê” 48,59% dengên “na” bikaranîn û di netîceyê de sîstem hat guherandin. Netîceya referandûmê bandor û tesîreke xurt da ser guherîna sîstema kêşverê jî. Kêşver bi vê netîceyê ji her aliyan ve qilubî ser asteke din.
Piştî referandûmê ji bo hevbendî û tifaqên partîyên siyasî qanuneke berteng jî hat pêkanîn. Ku di vê sistemê de bi misogerî pêwistî bi hevbendiyan çê bû. Her wiha di hilbijartinan de derbendên li ber hevbendîyên siyasî hatin rakirin. Ji wê şûnda qada siyasî ya Tirkiye’yê ji nuh de ava bû. Êdî rewşa hilbijartinan ji binîva hat guhertin. Bandora guherîna pergalên rêbaza hevbendî ya herî girîng ya li ser dahatûya sîstema siyasetê ew bû ku ji derudora hilbijartinan ray û dengên ku hatine girtin, pêşi wê li partîyên hevbend bihatana parve kirin. Di merhaleya duyemîn de partiyên tifaqê ev deng wê di nav xwe de li gor “sîstema d’hont”ê parve bikira. Bi vî awahi, êdî ji bo partiyan pêwistî bi derbasbûna benda hilbijartinê nemabû. Ji wan partiyên ku di nav hevbendîyekî de cihê xwe girtine ger benda hilbijartinê derbas nekiribana jî êdî ev yek pirsgirêkek nîbû, lewra hevbendî di yekunê de benda hilbijartinê -ku vê dawîyê bend ber bi %7 ve şûnda hat kişandin- derbas bikira dê têr bikira. Yanê êdî partiyên ku nikarin bendê derbas bikin dê bikaribana li gor rêjeya xwe vekil derxînin. Ji ber wê, partiyên biçûk ji ber ku benda hilbijartinê li wan astengî neke, her yek li hevbendîyekî cihê xwe vedan. Tenzîmata tifaqê, partîyen siyasî bêtir ji hev cuda kir. Zîra da nîşan ku partiyên ku di hilbijartinan de rêjeya wan %1 bin jî bandora wan a li ser hilbijartinan ji yekûna rayên wan girantir dike. Hem bi saya vê yekê partiyên biçûk ehemmiyeta wan ya li ser siyasetê jî zêde bû, pozisyona wan ya li qada siyasetê jî her wiha xurttir bû. Êdi ew ne li kinarê siyasetê bûn, li navenda siyasete bi hewleke jixwebawerî karibûn siyaseta xwe bimeşînin.
Di sistema nuh de bêtir ehemmiyet li hilbijartina serokkomarîyê hat dayîn. Ji ber ku di vê sistemê de serokkomar kabîneya xwe bi serbestî hem ji derveyê meclîsê/fermangehê karibû pêk baniya û ji bo karûbarên hêza rêvebirî bi tena serê xwe karibû biryar bigirta û li gor biryarên xweyên xweser karibû tev bigeriya û wan biryarên xwe bixista icraatê. Wekî ku desthilatîyeke xurt u serdest, qada xwe ya faaliyetê karibu berfireh bikira. Ji bo vê serdestî u serbestîyê diviyabu ku di hilbijartinên serokkomarîyê de di merhaleya yekemîn de ji teva rayan ji %51 rêje deng bidestxista. Ji bilî vê tu şert û mercek jê re ne pêwist bû. Li ser vê yekê bêtir giringîya hevbendîyan jî her wiha eşkere dibû.
Di nava vê çend salên dawî zêde tişt ser hev de qewimîn helbet. “Gelecek Partisi” û “Deva Partisi” ji Ak Partî der hatin. Li dora koma mixalefetê cihê xwe girtin.
$II. Hevbendîya Cumhur (Cûmhûr Îttîfaki)$
Ji bo ku di hilbijartina giştî ya 2018’an de bi hev re tevbigerin, ji aliyê Ak Parti (Adalet ve Kalkınma Partisi- Partiya Edalet u Rageşî) -partiya serdest bû- u MHP (Milliyetçi Hareket Partisi- Partiya Tevgera Nijadperwer-) -ku partiya muxalefetê/opozîsyonê bû- Hevbendîya Cumhur pêk hat. Piştî wê BBP (Büyük Birlik Partisi- Partiya Yekitîya Mezin) tev li tifaqê bû. Yeniden Refah Partisi (Partiya Ji Nuh De Refah) ji bo hilbijartinên heremî-şaredarî yên 31’ê Adar 2019’an de pêk hatin, piştgirî da vê tifaqê. Her wiha Partiya Vatan jî piştgiriya xwe li Hevbendîya Cumhur da destnîşan. HUDAPAR (Hür Dava Partisi-Partiya Doza Azad) di referanduma guhertina sistemê ya 2017’an de bi awayekî eşkere, piştî wê di hilbijartinên herêmî-Şaredarîyan de bi awayeki veşartî piştgirî da vê tifaqê.
$III. Hevbendîya Millet (Mîllet Îttîfaki)$
Li hêla din piştî çend tûran 3’yê Gulana 2018’an de Hevbendiya Millet, ji aliyê Cumhuriyet Halk Partisi (CHP), İYİ Parti (İYİP), Saadet Partisi (SAADET) u Demokrat Parti (DP) hat damezrandin.
Demokrat Partî di banê İYİ Partiyê de tev li hilbijartinan bû. Di hilbijartinên Serokkimarîyê de jî piştgirî da Seroka İYİ Partî M. Akşenerê. CHP u İYİ Parti, 12 Berfanbar-Aralık 2018an de ji bo hevkarîya hilbijartinên herêmî ya 31ê Adarê 2019an, piştî çend hevdîtinan li ser 21 şaredarîyên mezin u hinek bajar u navçeyan li hev kirin. HDP (Halkların Demokratik Partisi- Partiya Demokratik Ya Gellan) di hilbijartinên herêmî de ji derve li bajarê Stanbol, Enqereyê u hwd. bajarên mezinên din piştgirî da vê tifaqê. SAADET di hilbijartinên giştî de ji nav lîsteyên CHPyê 3 heb vekîl şandin Meclîsa Mezina Tirkîyê.
Piştî damezrandina Gelecek Partisi (Partiya Pêşerojê) u Deva Partisi (Demokrasi ve Atılım Partisi- Partiya Demokrasi u Pêngavê) maseya gilover pêk hat. Bi dawet û vexwendina Serokê Giştîyê CHP’yê K. Kiliçdaroxlû, bi munasebeta li ser lihevkirina Sistema Parlamenterî ya xurtkirî, Seroka İYİP’ê M. Akşener, Serokê Giştî yê SAADET’ê T. Karamollaoxlû, Serokê Giştî yê GELECEK’ê A. Davutoxlû, Serokê Giştî yê Demokrat Partîyê G. Ûysal û Serokê Giştî yê DEVAyê A. Babacan, li Tesîsa Ahlatlıbelê ya Şaredariya Çankayayê li dora maseyeke gilorek li hev rûniştin. Piştî çend seetan li ser metin û teksta Sistema Parlamenterî ya xurtkirî mutabiqê hev bûn u ev metin bi hev re dan ber îmza u muhrê. Piştre 28 Sibata 2022an de ev metin bi awayekî giştî û eşkere hat li darxistin. Ev metin di Berfanbara/Aralık 2021an de ji aliyê Aligirên Serokên giştîyên 6 partîyan bi xebatekî hevpar hatibû amadekirin. Di vê metinê de li ser dahatû u îstiqbaleke hevpar de li hev hatibûn û ji bo avakirina “Tirkîyeya Siberojê” “ne bendbendî, lihevkirin” wek dirûşme hatibû girtin. Metin, li ser normên Lijneya Ewropayê û Yekitiya Ewropayê rawesta bû. Li hêla din metin, Qanûna Etik û Exlaqzanîya Siyasetê jî dida ber çavan. Piştî li hev runiştina çaran, serokên partiyên muxalefetê daxuyanîya distûrên bingehîn û armancan ya ji 10 maddeyan pêk hatî dan ber muhrê. Niha ev kom, wek “Altılı Masa- Maseya Şeş alî” tê binavkirin.
Niha bi belên û weedên şûndavegera sistema Parlementerê li qada siyasetê tevdigerin. Di periyotên diyar de li hev dicivin u piştî van civînan bi mitabaqat u beyanên nuh derdikevin peşberî milletê. Wer xuya ye ku ev maseya şeş alî, li ser namzetê Serokkomarîyê li hev kiriye. Namzet wê ji partiya CHP’yê be. Lê li ser namzeteke navdiyar hê li hev nekirine. Heta vê wextê li qada siyasetê li ser sisê navan şîrove û niqaş hatin kirin. Ji van yek Serokê giştîyê CHP’yê K. Kiliçdaroglû, yê din Şaredarê bajarêmezin Stanbolê Ekrem Îmamoxlû, yên dine jî Şaredarê Enqereyê Mansûr Yavaş. Koma maseya şeşlibî li ser serkeftina hilbijartinên Serokkomarîyê hişk bûye. Ji wê belê li ser xebatên xwe yên bo hilbijartinê bênavber u bêsekin bisurat berdewam e.
$IV. Hevbendiya Ked û Azadî (Emek ve Özgürlük Îttîfaki)$
Emek ve Özgürlük Îttîfaki, bi navê din Üçüncü Îttîfak (Tifaqa Sêyemîn) 25 Tebax-Axustos 2022an de ji aliye Halkların Demokratik Partisi (HDP), Türkiye İşçi Partisi (TİP), Emek Partisi (EMEP), Emekçi Hareket Partisi (EHP), Toplumsal Özgürlük Partisi (TÖP) ve Sosyalist Meclisler Federasyonu (SMF) ve hat damzerandin. Bernameya Siyasî u plansazîya tifaqê 24 îlonê 2022’an de li Nabenda Kongreya Halîçê hat îlankirin.
Gelo ji bo HDP’yê pêwistî bi hevbendîyeke bi vî awayî hebû? Teqez na. Bi ya min hevbendiyeke bi çepgirên Tirk re bendê ber nigê HDP’yê ye. Ji ber ku çepgirên Tirk rijît in û ji rojeva milletê dûr in. Hem gotinên wan û hem kirinên wan li pirs û rojeva milletê nayên. Di tûrikê wan de ji bo çareseriya pirsên giştî tu hêmanek tune. Tenê bi xêra HDP’yê re li Meclîsa Tirkîye’yê cihê xwe dadigirin, hew. Dişê bê gotin ku ew li pişta HDP’yê bar in. Li ser rojeva siyaseta HDP’yê bandorke wan ya berbiçav heye. Pir caran bir rojevên beredayî hêz û qeweta wê pûç dikin. Ji ber wan HDP bi navendê re siyaseteke hevseng nikare pêk bîne. Lewra çepgir bi siyaseta navendê re tu carî lihev nayên. Qada siyasete weke şoreşgerîyê dadigrin. Siyasetmedar nînin û ji ilme siyasete dûr in. HDP jî pir caran li kere wan sûwar dibe mixabin. Siyasetmedarên wê pir caran ne wek siyasetmedar, wek aktivîstan tevdigerin. Wekî HDP ne partî be, komeleyeke sîvil be. Helbet di vê de bandora paşxaneya wan jî heye. Ji ber ku pirên siyasetmedarên HDPyê ji qada sivîl, ji civaka sivîl tên. Lê ilmê siyasete tiştekî din dide ber mirov.
$V. Dîmena Siyaseta Kurd$
Piştî Derbeya leşkerî ya 15 Tirmexa 2016’an, Siyaseta Kurd jî ji rewşa awarte para xwe wergirt. Dadan û destpêşxwerîya derbeyê, li ser Dewleta Tirkîyeyê, bi taybet li ser Hikumetê, travmeyeke rêvebirîyê pêk anî. Sîstemê xwe paşta kişand û derudora xwe bi tevdîrên curbicur pêça. Weke encameke sirûştî Siyaseta Kurd bi hemû rengên xwe ji Enqereyê veder bû. Têkçûna demajoya çareserîyê ya di navbeyna salên 2013-2015an; hem destê siyasetmedarên HDP’yê û hem jî siyasetmedarên Kurd yên ku di nav partîyên Navendî de -di serî de weke Ak Partî- siyaseta xwe dimeşandin, ji xurtîyê xist. Ji 15yê Tirmexê virda li Tirkîyeyê sînorên qada siyasetê bi taybet milliyetperwerên/neteweperestên Tirk diyar dikin. Rejima nuh ku niha li ser hevparîya Ak Partî û MHP’yê ava ye, bi awayekî xurt hewl dide ku di qada siyasi u civakî de Kurdan bêkarîgerî bike. Ji xwe hevpariya van her du partiyan ya di hilbijartinan de hevbendîya Cumhurê jî bi xwe re ava kiribû. Li hêla din aliyê mixalefetê/opozisyonê dijberê vê hewildana Hevbendiya Cumhurê, hê jî bi awayekî xurt helwesta xwe dananîye. Dişê bê gotin ku İYİ Parti ku yek ji endamê vê hevbendiya Millet e, ji vê helwesta deshilatê qaîl e. Nêrîna serdest, ya ku li ser vederkirina Siyaseta Kurd ava bûye, tesîr hem li desthilat û hem jî li mixalefetê kiriye. Ji vê belê qada siyaseta Kurd bi her awayî dorpêçkirî û sînordar e. Xwestin û daxwazên Kurd bi awayekî zelal mixabin nagihijên navendê û li hêla din ji bo temsilkarîya Kurd berbendîyeke pêt heye. Her du hevbendîyên siyasî jî hewes nakin ku Kurdan di siyaseta xwe de bihewînin. Her du hevbendî jî dixwazin rayên Kurdan bistînin, Lê li ser xwestin û daxwazên wan kor û ker in. Helbet di vê rewşê de faktor u hêmana PKK heye. Ji ber ku HDP hê ji bandora wê derneketiye. Bi awayekî zelal berteka xwe di vê warî de nişan nedaye. Ji vê bele her du hevbendî jî ji wê dur dikevin, bi awayekî tund li ber HDP’yê helwestê digrin. Ev dijbertî mixabin ji vê yeke pêk tê. Dişê bê gotin ku li ber siberoja siyasî ya HDP’yê ev berbendî radiweste. Kurd, baxusus HDP ku niha ji sedi 10-12 rêje rayan dest xwe de dihewîne, bi vê hêza xwe karin ku bandorê hem li ser desthilatdar û hem mixalefetê bikin. Cihê ku ew lê ne teqez cihekî stratejik e. Lê ew niha ji vê cihê xweyî stratejik îstifade nakin û ji bo mebestên xwe yên sîyasî nikarin tevbigerin. Kurd, hina mafên xwe yên xwezayî bidest nexistine. Wek perwedehiya bi zimane dayikê, şundagirtina navên cih û warên erdnigara Kurdistanê, di demudezgehên dewletê de xizmetên bi zimanê Kurdî u wd…
Feqet ev rewş bi vî rengî nabe. Divê ji serî heta binî guhertinek çê bibe. Kurd dişên îstiqameta siyaseta Tirkiyê biguherînin, aliyê xwe de badin. Lê tevî vê rastiyê nikarin xwestinên xwe têxin rojeva Siyasetê. Dengê wan weke her carî li holê qels û tazî dimîne. Welhasil di destê Kurdan de mifteheke xurt heye. Ji bo ku ji wê îstifade bikin hem Tirkîye û hem HDP hem partiyên Kurd yên din u siyasetmedarên Kurd yên ku di nav partiyên din de ne divê hinek berbendîyan derbas bikin. Di nêzdîrokê de ev tişt muhal e, nediyar e. Lê ev rastîyeke li holê ye ku ji bo pêşketina demokrasîya Tirkîye’yê divê zûtir demê de pirsên Kurd u Kurdayetîyê bên çareserkirin. Loma Kurd, ne ji bo Demokratîkkirina Tirkîye’yê, divê ji bo maf u pirsên xwe tevbigerin. Ger mafên xwe bidest xistin u pirsên xwe çareser kirin, jixwe wê demê Tirkîye jî dibe welatekî demokratîk.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは623表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://www.kurdistan24.net/- 18-02-2023
リンクされたアイテム: 8
グループ: 記事
Publication date: 03-11-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
プロヴァンス: トルコ
プロヴァンス: 北クルディスタン
Technical Metadata
アイテムの品質: 98%
98%
は、 ( ئاراس حسۆ 18-02-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 19-02-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 18-02-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは623表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,076
画像 106,683
書籍 19,299
関連ファイル 97,295
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.344 秒(秒) !