ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,429
画像 105,539
書籍 19,424
関連ファイル 97,460
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Derwêşê şopdarê Tirba Derwêş
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Derwêşê şopdarê Tirba Derwêş

Derwêşê şopdarê Tirba Derwêş
#Agîd Yazar#
Hooo vebêjerê bêmirin, ê miqîm guhên guhdar ji gotinên xwe yên sêhrawî re kiriye dexlikdaneke şîfonî! Hooo vebêjerê kirasê pîrozmendiyê li gotinê kir, gotin kir stran û stran jî kir berbejneke pîroz û diyarî
şagirtiyên xwe kirî! Hooo dersdarê gotinên ji roja afirandinê û ber bi vir ve, her sewta te di kokevaniya ezmana dinyalikê de deng vedide! Hooo tercûmanê hest û hîsê rewanpakên xasemêr û jinxasan! Gelo hûn ê destê xwe yên bi tiberk li pişta vî şagirtê xwe bidin? Daku arê di bin xweliya sedsalande razayî, ji nû ve har bike.
Ez di rê de dimeşim, diçim li ser tirba Dewrêş. Lê ez ne bi tenê me; hemû vebêjên ku sewta wan di pîstika mejiyê min de deng vedidin, tevdek hevriyên min in. Tevdek bi hev re ketine lecê û yek davêje li ber yekî din. Nola qaz û qulingan, wanî yek li yekî vedigerînin. Ez nola di xewnekê de bim, an jî xilmaşiyê xewnekê bim. Xwe bixwe ji xwe re dibêjim: ev jî cureyî rê û resmê destdayina hosteyane, ji bo şagirtiyên xwe.
Yek caran, nola teyrikekî ferxik, nû bi bangdanê ketibe, wanî şermokî ez jî bi hosteyên xwe yên şareza re, dikevin lecê. Lê pirtir dixwazim li hosteyên xwe yên vebêjer guhdarî bikim. Her yek ji wan li ber çavê min dibin dêw; taca serê wan, ji çiyayê herî bilind jî, bilindtir dibin. Yekî digot: Evdiyê bavê Dewrêş jî egîd bû û Milhimê bavê Evdî jî egîd bû. Yê din davêt li ber û digot: Belê Eyşa diya Dewrêş jî şepaljineke ji malbata şêran bû. Jê re digotin Eyşa Weliyê Polêt. Ji binemala Boyî Begê ji eşîra Dena bû. Yekûna xalanê Dewrêş, egîd bûn. Hêk datanîn naverastê û rim davêtin binê hêkê. Hêk bilnd dibû û dîsa li şûna xwe diket, bêyî bişkê. Loma, Dewrêş cewrê şêr ji pişta şêran bû.
Vebêjekî din, bi rêzdarî gotinê ji devê vebêj werdigire û dikudîne: Evdiyê Milhim, bi qewlê Tawizî Melek, Eyşa Welê ji xwe re dixwaze û li gor edetê tîne dike bûk… Vebêjek radibe û bê destûr, gotinê nîvqurmiçî ji dev digire û dajo: şeva gerdegê, Eyşa Welê xwe ji zavê re vedike. Biskan ji ser eniya xwe ya nola mahdena zêr û cewherdaşan, dide alî. Kulora guliyên xwe, ji bin tacegulan serbest berdide; guliyên mor, nola lengera keştiyan li topikên lingan dikevin.
Hemû vebêjên hoste, di dorê de ne. Hedama wan ji bo seknê tine; edetî xwe dixwin; sêwirandinên di berkurka xwe de, dicûn; nola bê çawa hêştir, giha guwrizê/gûrizê di devê xwe de dicû, her ku wê giha bi strî dicû devê hêştirê xwîn dibe, her ku xwîna şor tev li guwriza tahl dibe, çêjeke bêbilhet pêk tê û pişt re wê di firşikê xwe de dihêre, aha vebêjên di dora stranê de jî wiha sêwirandinên xwe yên sêhrawî di hest û hîsê xwe de dicûtin. Vebêj, gotinê ji devê yê berî xwe digire û dikudîne: Evdiyê Milhim dibê, min dên û bala xwe dayê ji min re filitand bişkokê sîng û bera. Ji min re di navberê çiqilê pêsîran de deqeke lê kuta ne…
Ji edetên kurdên dêrîn bû. Keçên xama, li ser bedena xwe, cîhên herî veşartî deq dideqandin. Hinekan xezal, hinekan xêzên biraz û hinekan jî dara jiyanê lê dideqandin. Rehên darê xwe berdidan heta li ser mûyê heram û guliyên darê li ser pêsîran şax vedida. Deng-vebêjên kurdan jî, nola qaz û qulungan li hev vedigerandin û ew deqên bi raz, yên navberê çiqilê pêsîra dişibandin “sayikê navbera du ewran”
Di ser şeva gerdega Evdiyê Milhim û Eyşa Welê re neh meh, neh roj û neh saet derbas dibin. Eyşa Welê, çongan berdidin li ser gulên berikan. Xwedê cotek bazên li ser destan li ber dawa wê dixîne. Navê yekî datîne Dewrêş, navê yê din datînin Sehdûn.
Ji destpêka deng-vebêj, bi henaseya xwe ya sêhrawî, qîjîniyê bi her du birayan dixîne û her du çêle-bazan ji diya xwe diwelidin û heta şerê wan yê li ser girê Uzun Alçanê, navê xwe yê din girê Edşanê, xwediyê van reşbelekan, nola kerengperekî li ber bayê henaseya sêhrawî ya deng-vebêjan dikeve û bi wan her du çêle-bazan re dibe hevrê. Ma tê ji bîrkirin, gava Dewrêş, serê Sehdûnê bira yê birîndar datîne li ser çonga xwe û zêmara berxê çargurcik li ser dilorîne. Û dîsa ma tê ji bîrkirin ku gava Edûlê serê Dewrêş datîne li ser çonga xwe û strana delal li ser delalê ber dilê xwe dilorîne. Ev e serpèhatiya cot çêle-bazên li ser destan, berxên berên ên çargurcik û hogirên xwe yên cangorî.
Hooo xwîner! Ma çima hûn ji xwediyê van reşbelekan napirsin ka gelo Dewrêş, Sehdûnê bira û hogirên xwe niha li ku derê radizên?
$Li Gundê Oxlakciyan$
Gundê Oxlakciyan, gundê Dewrêşê Evdiyê Milhim e û niha bi Wêranşarê ve, li hêla rojhilatê navçê ye. Dem, sala 2019, demsal çileyê virnî ye. Wext, êvara teng e; roj li ber rojava ye. Bi mebesta ez hin kesên ji binemala Dewrêşê Evdiyê Milhim bibînim û ji wan hîn bibim ka gelo girê Uzun Alaçanê, ango girê Edşanê li ku derê ye jê hîn bibim, ez bi nenasî li nava gund digerim. Digel gund şên e jî lê dîsa li tu kesî rast nayêm. Mijeke tîr û kurîşk kurîşkê girtî ye li ser gundê Oxlakciyan. Noşa gund di şîmê de be, wanî melûl û bê deng e. Ê ku perdeta bêdengiyê diçirîne, reyandina seyekî ye. Li pişt hewşeke bilind, seyekî qilçix-şîn, qurmê devê xwe reş min pêşwazî dike. Bi dengekî bi teqil û qelew direyê. Her ku direye, golokek keldixana ji gewriya wî hildibe. Noşa qelûnkêşekî qerase gulpeke kûr li qelûnê bixîne û dixana qelûnê bipifîne, aha wanî keldixaneke kurîşk kurîşkî bi ser serê xwe dixîne. Seyê qilçixşîn, ne mîma bi xêrnexwazekî de bireyê, direya. Nola xêrhatina dostekî bike, wanî bi xerîbdostî li min direya. Mina bibêje, tu bi xêr hatî, hogirê Gurzo yê lehengê romana Gurzo. Hîna ez û seyê qilçix-şîn em wanî li hemberî hev rawestiyabûn, min dît wa ye xortek ji nava mijê derket û hat ba me. Bi xeydeke nerm, hoştî se kir û ez pêşwazî kirim. Min merama xwe ji wî re got û min ji wî tika kir ku ew girê Uzun Alaçanê, ango girê Edşanê raber min bike. Xortê êzdî yê ji binemala #Dewrêşê Evdî# ji min re got: “bira ew girê tu qal dikî, deh kîlometre dikeve jêra Wêranşarê. Her wiha di mava gundê ereban de ye. Heke erebên gund bizanibin tu ji bo dîtina Dewrêşê Evdî çûye wir, ew ê serê te têxin teşqeleyê. Heke tu bi gura min dike, neçe.”
Min lê vegerand, mala te ava be biracan. Lê welê ez bi ya te nakim.
Xort got: “hey tu bi ya min nakî. Qene vê êvarê neçe. Bila bibe sibe, hingê nasekî jî bi xwe re bibe û wiha biçe.”
Ez malavatiya wî dikim û ji gundê Oxlakciyan vediqetim.
Şev li min geriya
Roja li ber ava, nola çavê marê kefen li ber avêtinê, wanî di pişt ewrê zivistankî geryayî, pencê tîrêjên xwe yên bihêbet, berdabû pişt xêzika asoyê. Berê xwe didim dostekî xwe yê gundê wî di navbera Dêrika Çiyayê Mazî û Qerejdaxê de bû. Dostê xwe, ji hatina xwe agahdar dikim. Dostê min riyeke qutebir bi min dide tarîfkirin û piştre bi ken, dibêje “goştê dîkê eloka, li ser savarê sar meke!”
Lo gorî tarîfkirina riya dostê xwe, ez ji riya Hevirmêş dadigerim riya gundên Qerejdaxê. Lê ez rebenê xwedê, ma min çi zanîbû ku bendava gundê Quruxwuyê teqyabû û riya gunda mabû di bin herî û çiravê de! Êdî sawgira êvarê ye, gur û kûçik ji hev nayê kifişkirin. Ez berê xwe didim kîjan riyê, tekerê erebeya min heta nêvî dimîne di heriyê de. Li wê herêmê, komtora vodafonê qet naxebite. Ez li dostê xwe digerim, komtora telefonê nakşîne û ez mame li derveyî bazinê komtorê. Ti rê nema min xwe lê nexist. Li çend cîna, erebe di heriyê de ma. Bi diayê dewrêşan, bi tirên gamêşan min bi zorkê erebe ji heriyê derxist. Ez di nava çend gundan re derbas bûm. Ez li gundekî, li maleke li kêleka rê sekinîm. Bêhna dûyê sergîna ji taqa xanî hildibû. Jineke ciwan ji malê derket. Min riya gundê ez diçimê, jê pirsî. Jina ciwan dudil bû. Ji heşweşa wê ez têgihiştim ku ez gelekî ji gundê ez ê biçimê, bi dûr ketime. Hîn jina ciwan hewl dida rê bi min bide tarîfkirin, pîrejineke nola cendermeyekê hat li pişt wê sekinî, nola marê teyar xwe kokevanî kir, gotin ji devê jina ciwan girt û rê tarîfî min kir. Hasilîkelam heta min xwe gihand gundê dostê xwe, goştê elok, li ser sêniya savara te digot qey zêrê zer e, sipisar bûbû. Lê dîsa jî bi babetê Erol Taş, ez kumişîm ser sinya savara bi goşt.
$Çûyina li ser tirba Dewrêşê Evdî$
Bû sibe piştî me xwurêniya xwe kir, bavê dostê min bi min re ket rê û me berê xwe da gundê Edşanê, li ser tirba Dewrêşê Evdî.
Bavê dostê min, merivekî xwuya û zana bû. Camêr di rê de kir û bira xwe kir. Qutiya xwe ya tûtinê derxist, cixareyek sitûr pêça, qurta ewil li cixarê xist. Bi maqûlî tûtina bi lêva xwe ve zeliqandî, bi tifeke zuwa tif kir. Telefona xwe ya Nokia ji bêrîka xwe derxist dirêjî min kir, got: “Birazê. Ji apê xwe re telefona bixaltiyê min Hecî Brahîm derxîne û li têla wî xîne”
Mîna meriv ji pêxemberekî re xizmetê bike, wanî bi rêzadarî min telefona wî ya ku sêzdeh sal berê min ew emilandibû, peland. Jixwe çend nav bi tenê di telefona wî de qeyd kirîbû. Navekî ku min texmîn kir ew navê “Bixaltî Hecî Brahîm”e, li ber çavê min ket. Nav, wanî hatibû qeydkirin: “Bığalti heji bırim.”
Min pêl li bişkoka telefonê ya hewka rengê kesk lê dixwuye, kir. Telefona Nokia ya bi qasî mîrkutekî, hîn jî nola zengil dixebitî. Min telefon dirêjî apê Simeîl kir. Pêşikê, apê Simeîl bi henekî çend gotin daweşand ji bixaltiyê xwe de. Paşê jî melemê hatina xwe ji wî re got. Ez wer ji axaftina wan fam dikim, ez ê bigihêjim mexseda xwe. Bi malavatî telefon dada. Apê Simeîl, şirqînî ji tizbiya xwe ya kehrîbar anî û tizbî li ser tiliyên xwe reqisand. Got “bajo birazê! Yeqîn bike ez jî bi qasî te bi kelecan im; ez ê jî bi saya serê te tirba egîdê kurdan, Dewrêşê Evdî bibînim”.
Me bixaltiyê Apê Simeîl, ji çarşiya genim hilanî û me berê xwe da gundê Edşanê. Di rê de ez tê derdixînim, bavê bixaltiyê Apê Simeîl, ereb e. Ji ber Apê Simeîl kurd bû, jixwe jixweber dihat famkirin, diya wî jî kurd e. Hingê dilê min qenc ket cî. Yek û dudu, em gihaştin gundê Edşanê.
Bixaltiyê Apê Simeîl, H. Birehîm got, erebeyê bajo hewşa filan malê.
Ew mal, mala dostekî wî bû. Dostê wî, em li ber devê hewşa xwe pêşwazî kirin. Piştî xweş û bêşê, H. Birehîm li ser niga tiştek di guhê dostê xwe de kir kurtepist. Ne bikurtepistîn, bi dengê hêla jî bipeyiviyana jî, dîsa min ê ji wan fêm nekira. Lê ne ji bo min, ji bo ku deng neçe gundiyan, lema bi dengê nizm dipeyivîn. Tevî wî kesê ji gundê Edşanê, hejmara rêberên min derketibû sê kesan.
Li wê malê, kalemêrek rûniştibû. Bi kurkê xwe yê erebî, bi kefî/çefî û egale xwe, te yê sond bixwara ev e Hiwêd Begê Kal ê bavê Eferê Gêsî bi xwe ye.
Girê Uzun Alçanê / Girê Edşanê
Girê Uzun Alçanê / Girê Edşanê, di navenda gundê Edşanê de ye. Tirba Dewrêşê Evdî û hogirên wî jî, li ser qotê gir e. Meriv dibèje qey wî gundî, Girê Uzun Alçanê / Girê Edşanê ji xwe re dîl girtiye. Çarhawêlî gir, xanî lê hatine çêkirin. Bi qasî ez fam dikim, tevdekê niştecîhên gund, ereb in. Him bi kelecan im û him jî nola gaboxeyekî hatibe cixirandin, wanî bi hêrs im; edetî firnik li min vajî dibe. Di dilê xwe de ez nahletê li vê [1]çarenûsê dibarînim. Çawa çêdibe ku ez li ser erda kalê û pîrên xwe, bi minet, bi helahela, bi berger û bi rêber, xwe digihînim li ser tirba pêlewanekî miletê xwe.
Derdikevim li serê Girê Uzun Alçanê / Girê Edşanê. Bi hêrs, bi kelecan, bi hestên kelogirî xwe davêjim li ber serê tirba Dewrêşê Evdî û her deh hogirên wî. Ez henaseyeke kûr li nava dil û hinavên xwe dixînim. Ez kevirê li ber serê Dewrêş xweş dikim û nola leşkerek li hember fermandarê xwe raweste, wanî bi rêzdarî li hember wî radiwestim û silaveke leşkerî ji wî û hogirên li dor wî çeper in re, pêşkêş dikim.
Tenê derfetê min ji vîdeoyeke 5 xulek 50 çirke re çêbû. Dengê rêberê min tê, dibêje “de bes e, de bes e! Va ye panzêrek ket nava gund!” Hestên min, gotinên min, di gewriya min de dibin girêk. Şilaviyeke tûj dadiwerive pozê min û aveke şor li qibaxê çavên min werdigere. Li dûr, li nêzîk, li bin xetê li ser xetê, nas nenas, dengê tivingan tê.
Ê de rabe Dewrêşo! Şer hîn jî li dar e û şer hîn jî giran e!..[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは934表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 04-02-2023
リンクされたアイテム: 9
グループ: 記事
Publication date: 15-01-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 04-02-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 04-02-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 04-02-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは934表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,429
画像 105,539
書籍 19,424
関連ファイル 97,460
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの 伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.406 秒(秒) !