ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,425
画像 105,451
書籍 19,430
関連ファイル 97,433
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Mardîn Penaber - Beybûn Kara
グループ: 殉教者 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mardîn Penaber - Beybûn Kara

Mardîn Penaber - Beybûn Kara
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mardîn Penaber
Nav û paşnav: Beybûn Kara
Cihê jidayikbûnê: #Mexmûr#
Navê dê û bav: Medîne – Cemîl
Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2022’an / Metîna

$Kurtejiyana şehîd:$
Dewleta Tirk a qirker di salên 1990’î de bi komkujî, şewitandina bi hezaran gund û pêşxistina sîstema cerdevaniyê hewl da gelê me yê îro li Mexmûrê dijîn teslîm bigire. Lê gelê me yê Mexmûrê jî li hemberî van polîtîkayên bêrûmet ên dijmin bi qîmeta koçberbûna ji warê xwe jî serî netewandiye. Çanda xwe ya erdnîgariya Botanê ya kevnar a xwe dispêre serdemên yekem ên mirovatiyê parastiye û gihandiye heta îro. Gelê me yê Mexmûrê bi salane li hemberî her cure zehmetiyan li berxwe daye û karîne jiyana bi rûmet a îro ava bikin. Bê guman ev jiyan bi hêsanî ava nebû, bi ked û fedekariya bi sedan şehîdan ava bû. Bi vê zanebûnê gelê me yê Mexmûrê tevî her cure zext, êşkence û êrîşan bêyî ku ji berxwedana xwe ya bi rûmet gav paşve bavêje, xwedî li têkoşîna azadiya Kurdistanê derdikeve.
Rêhevala me Mardîn weke zarokê gelê ewqas welatparêz û berxwedêr ê Mexmûrê ku qada jiyanê ya ji tunebûnê hatiye afirandin, di malbateke ji eşîra Goyî ya welatparêz de ji dayik bûye. Hevrêya me Mardîn ji ber tevlîbûna xizmên xwe û şehîdên xwe û bi tevlîbûna malbata xwe di nava têkoşînê de di temenê xwe yê biçûk de dest bi naskirina PKK’ê kir. Rêhevala me Mardîn ku di ciwaniya xwe de li hemberî pêvajoya şer a li welatê me Kurdistanê xemsar nebû, ji Berxwedana Kobanê û Pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê gelekî bandor bû. Rêheval Mardîn xwarziya rêheval Zehra Penaber ku yek ji sembolên Berxwedana Kobanê ye, piştî şehadeta rêheval Zehra hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi biryara tevlîbûna nava refên gerîla nîşan da. Hevrêya me Mardîn ku bi çîrok û bîranînên rojên trajîk ên gelê me yê Mexmûrê mezin bû, di sala 2016’an de bi zanabûna ku dewleta Tirk a qirker berpirsyarê van êşan e, tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Mardîn piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, ji ber şehadeta xwişk û birayên bi navê Mardîn û Zîndan ên ku li Cizîr û Şirnexê di Berxwedana Xwerêveberiyê de de şehîd bibûn, navê Mardîn li xwe kir. Bi vî rengî bi navê ku piştî tevlîbûna xwe di nava refên gerîla de girtiye, hem ji bo tevlîbûna gerîla kir sedem, hem jî dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nîşan da. Tevlîbûna rêhevala me Mardîn ku tevahiya meşa şoreşgerî li ser vê bingehê ava kir jî bi rengekî fedayî bû. Piştî tevlîbûna nava refên gerîla, destpêkê awayê tevlîbûna rêhevalên jin bala rêhevala me Mardîn kişand. Her çiqasê di destpêkê de ji wê yekê ku ji xeynî karên diyarkirî yên di civakê de ji bo jinan hatine destnîşankirin, di nava refên gerîla de jin dikarin hemû karên xwe pêk bînin matmayî mabe, lê piştre pê hesiya ku hêza jinê têra her karî dike û ev yek derxist zanabûnê. Dîsa di jiyana gerîlatiyê de têkiliyên hevaltiyê bandor li rêhevala me Mardîn jî kir û bû yek ji mijarên herî bingehîn ku wê bi gerîlatiyê ve girêdide. Her wiha bi hemû hêza xwe hewl da ku bibe rêhevalekî baş û encama van hewldanan jî girt. Tevî ku tevlîbûna rêhevala me Mardîn di nava gerîla de bêhtir bi hestyarî bû jî, lê bi perwerdehiya ku piştre dît, hîn bêhtir asta zanabûna tevlîbûna xwe pêş xist. Ji bo vê jî di her xebatên ku tê de cih digirt de bi ser ket û bû milîtanek a ku hemû rêhevalên wê ji xwe re mînak girtin. Bi teybetî ji gelek aliyan ve di Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêbertiya me de kûr bûye û rola sîstemê ya li ser jinê dahûrandiye û derxistiye zanabûnê. Bi vî rengî rêhevala me Mardîn a ku ji bo bikaribe bibe gerîlayeke PAJK'ê ya azad gava yekem û rast avêt, lêhûrûbûna xwe domdar kir û her kêliyê di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand.
Hevrêya me Mardîn a ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla demekê di nava xebatên Komalên Ciwan de cih girt, bi keda xwe alîkariya gelek ciwanan kir ku zana û tevlî nava refên azadiyê bibin. Bi şêwaza xwe ya bibandor karî bibe mînakeke baş a milîtaniya jin a Apoyî û bi vî rengî şopên kûr li ser gelek rêhevalên xwe hişt. Lê rêhevala me Mardîn a ku ji bo bersivê bide zext û êşkenceyên giran ên dijmin ên li ser gelê me û Rêbertiya me ferz dike, derbasî HPG’ê bû, di demeke kin de di warê leşkerî de perwerde dît û xwe jêhatî kir. Bi perwerdeya ku dît, karî ezmûna salan a gerîlatiyê bi dest xist û di taktîk û şêwazê gerîlatiya serdema nû de xwe kûr kir. Rêhevala me Mardîn a ku xwedî kêrhatiya bikaranîna gelek teknîkên leşkerî bû, her tim dixwest biçe herêmên ku bikare li dijî dijmin şer bike. Li ser vê bingehê rêhevala me Mardîn a ku di sala 2020’an de derbasî herêma Metîna bû, di vê qadê de di gelek xebatan de cih girt û derfeta pratîkkirina perwerdeyên leşkerî yên dîtibû peyda kir. Di gelek çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin di sala 2021’an de li dijî Metîna dabû destpêkirin de cih girt û guleya yekemîn li dijmin xist. Rêhevala me Mardîn piştî ku li hemberî qetlîam û hewldanên qirkirinê yên dijmin, di serî de li hemberî gelê Mexmûrê, yên li dijî gelê me pêş dixe, bi zanabûna wateya guleya yekemîn a bersivdayînê de ye, piştre tevlî gelek çalakiyan bû û ezmûna xwe ya leşkerî pêş xist.
Rola rêhevala me Mardîn a ku di êrîşên dijmin ên li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî de da destpêkirin, di nava tîmên ku dijmin pêşwazî kir de cih girt û di derbên destpêkê yên li dijmin hatin xistin de bû xwedî roleke diyarker. Hevrêya me Mardîn ku bi cesareteke mezin bi ser dijmin de çû, karî tola salan ji dijminê qirker hilîne. Artêşa dagirker ku li hemberî berxwedana bi rûmet a li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bêçare mabû, dîsa xwe sipart kevneşopiya xwe ya hovane ya li dijî mirovahiyê û bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li hemberî hevrêyên me bi kar anî û bi vî rengî hesab kir ku wê karibin berxwedana rêhevalên me bişkînin. Lê belê rêhevala me Mardîn ku bi şêwazê berxwedana Apoyî ya ku heta bi her hucreyê xwe jiyan dikir li gel rêhevalên xwe, ji vê kevneşopiya berxwedanê paşve gav neavêtin û bi qehremanî ber bi şehadetê ve meşiyan. Weke şopdarek a dilsoz a Bêrîtan, Zîlan, Sema û Zehra Penaber’an, rêhevala me Mardîn ku ji bilî jiyana azad ti vebijarka jiyanê qebûl nekir, karî bi berxwedana xwe layiqê van rêhevalên pêşeng bibe.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは447表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/- 02-02-2023
リンクされたアイテム: 1
日程&イベント
グループ: 殉教者
Cause of death: No specified T4 640
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北クルディスタン
No specified T3 82: Makhmur
No specified T3 85: 南クルディスタン
ネイション: クルド
パーティー: No specified T4 1515
人タイ: ミリタリー
性別: 女性
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 02-02-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 02-02-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 02-02-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは447表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.157 KB 02-02-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,425
画像 105,451
書籍 19,430
関連ファイル 97,433
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 伝記 - 方言 - クルド - Badini 地図 - プロヴァンス - Kurdistan ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.313 秒(秒) !