ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,484
画像 105,322
書籍 19,454
関連ファイル 97,498
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Ayşe Muhammed - Dîcle Rohat
グループ: 殉教者 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
1 投票 4
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dîcle Rohat - Ayşe Muhammed

Dîcle Rohat - Ayşe Muhammed
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dîcle Rohat
Nav û paşnav: Ayşe Muhammed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dê û bav: Hîlale - Muhammed
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2022’an / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Kobanê ku sembola Kurdayetiya azad e û her wiha bi berxwedana dîrokî ya ku li hemberî dijminê mirovahiyê, çeteyên paşverû, mirovahî ji tengasiyên mezin rizgar kir. Hevrêya me Dîcle weke jineke qehreman a Kobanê li gundê welatparêz Berxbotan ji dayik bû. Malbata hevrêya me Dîcle ji serdema yekemîn a têkoşîna me ya azadiyê ve li qada Rojava di nava têkoşînê de ye û bi van taybetiyan bûye malbateke mînak. Ev malbata me ya hêja di berxwedana Kobanê ya dîrokî de li hemberî çeteyan xwe kir mertal.Di têkoşîna destanî de birayê hevrêya me Dîcle gihişt şehadetê û bû yek ji lehengên Berxwedana Kobanê. Ji malbateke bi vî rengî ya têkoşer bû, dilê hevrêya me Dîcle ji biçûkatiya xwe bi agirê azadiyê lêdixist û li benda hevdîtina bi gerîlayan re bû. Hevrêya me Dîcle dema ku tovên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava hatin çandin, di nava refên şoreşê de cih girt. Dema ku gelê me yê Rojava gelekî nêzî azadiya xwe bû, bi hişmendiya ku divê weke jineke ciwan a Kurd erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne beşdarî çalakiyan bû. Piştî demekê li dijî êrîşên çeteyan ên li dijî gelê me pêş dikevin, di nava yekîneyên parastina gelê me de cih girt. Di vê pêvajoyê de di şerê dijwar de bi awayekî çalak cih girt. Hevrêya me Dîcle ya ku ji bo gelê me ji êrîşên çeteyan bi lehengî şer kir, ji lingê xwe birîndar bû, lê di demeke kin de rabû ser xwe û dîsa cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt. Dema Kobanê bû keleha berxwedanê, wê jî ked da. Hevrêya me Dîcle ku di Berxwedana Kobanê de bi dehan hevalên me re di heman çeperê de têkoşiyan, cewhera felsefeya Apoyî ji van şehîdên ku bi şehadeta xwe dîrok nivîsandine girt û xwest bibe şagirtê vê felsefeyê. Li ser vê bingehê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Dîcle ya ku di nava refên gerîla de ku xeyala wê ya zarokatiyê bû, bi coş û heyecaneke mezin tevlî jiyanê bû û hewl da hesreta bi salan ji holê rake. Jiyana gerîlatî weke cihê naskirina xwe, hebûn û jiyana xwe dihesiband. Dîsa tevlîbûna nava refên gerîla ku weke deriyê azadiyê didît, ji bo xwe şoreşek nirxand û di vê pêvajoya şoreşê de kêlî bi kêlî ji bo xwe biafirîne kedeke mezin da. Hevrêya me Dîcle ku xwedî ezmûna şer e, ji bo şopandina rêhevalên xwe yên ku li Kobanê şahidî ji jiyana derwêşiyê re kiriye, pêdivî pê dît ku xwe bi îdeolojîk perwerde bike. Li ser vê bingehê li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan li gel komek rêhevalên jin perwede bû. Perwerdeya ku li vir girtiye weke xala veguherîna jiyana xwe nirxand, keda hevrêyên xwe yên ku bi wan re perwerde bû û bi wan re jiyanek hevpar ji bîr nekir. Hevrêya me Dîcle piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, li qada Avaşînê bi ezmûna xwe ya leşkerî û bi zanebûna bîrdozî ya ku girtibû, bi xurtî beşdarî pratîkê bû. Li herêma Avaşîn a ku nêzî 2 salan lê ma, bi tevlîbûna gelek çalakiyên li dijî dijmin, peywira pêşengiyê ya ku ji gerîlayekî YJA Starê jê dihat hêvîkirin, bi serkeftî bi cih anî. Piştre jî ji bo gerîlatiya serdema nû, taktîk û şêwaza wê bi awayekî serkeftî nîşan bide, di nava tîmên çalak de cih girt. Di çarçoveya hewldanên dagirkeriyê yên dijmin ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê de, li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê taktîkên gerîlayên gerok bi awayekî serketî pêk anî. Tecrubeyên xwe yên şer bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl dida ku erka xwe bi rêk û pêk bîne.
Ji destpêka Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş ve ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li ser herêma Metîna hate pêşxistin, bi tîmên gerok derbên giran li dijmin xist. Di bikaranîna gelek taktîkên gerîla de pêşengî kir û bi vî awayî têkneçûn û israra gerîlayê Kurdistanê careke din nîşanî dijmin da. Hevrêya me Dîcle ya ku di êrîşa dijmin a 27’ê Cotmeha 2022’an de dema li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî şehîd bû, mîrateyek mezin a têkoşînê li dû xwe hişt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li mîrate û armancên heval Dîcle derkevin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは784表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 28-01-2023
リンクされたアイテム: 3
日程&イベント
殉教者
グループ: 殉教者
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 南クルディスタン
No specified T3 82: Kubanê
No specified T3 85: 西クルディスタン
ネイション: クルド
パーティー: No specified T4 1515
人タイ: ミリタリー
性別: 女性
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 28-01-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 28-01-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 12-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは784表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.139 KB 28-01-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,484
画像 105,322
書籍 19,454
関連ファイル 97,498
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - ブック - その他

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:6.344 秒(秒) !