ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,484
画像 105,322
書籍 19,454
関連ファイル 97,498
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Delalê li ber dilê Edûlê-VI
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Delalê li ber dilê Edûlê-VI

Delalê li ber dilê Edûlê-VI
#Agîd Yazar#
Hooo xwîner û guhdarvan! Bizanibe kal pîrên te, gotin di kêferata pîrozmendiyê de ji te re mîrat hiştiye. Tu jî wan gotinan di bîrdanka xwe de himet bike. Piştre jî bi rêûresm radestî dûhatiyên xwe bike. Da ku guhê
dinyalikê, ji dengvedana tingîniya sewta zimanê afirandinê, mehrûm nemîne.
…Dewrêş, çav li wan herdu qîzên xemilandî dikeve, ji wan re dimîne hijmekar. Lê herdu qîz silava Dewrêş lê venagerîne û bi lez ji ber Dewrêş dixişikin, xwe ji ser gir berdidin xwarê. Dewrêş, li dû wan e. Yek ji wan qîzan di ser stuyê xwe re difitile, awireke tîravêj davêje Dewrêş.
Binêrin xwînerên ezîz, bê vebêjerê destanê, awireke bi tenê çawa bi dehan hevok, bi wê kurdiya xas-xaşêlî ku bi hezaran sal in li girbêj û hûrbêja dengbêjan ketiye, piştre di parzûnkê vebêjeran de hatiye parzinandin û di bîra guhdarvan de hatiye havênkirin, çawa diwesifîne:
“Dibê wan qîzan yekê li ser pî xwe ra nêhirî, siwarek li pê wan tê, hespî di bin da padîşakî hespan e/Siwarî li ser padîşakî xortan e/Ji sêrî şara keserrewanî, i’gala muê’lî xar kirî avêtî çatê biriyane/Di istu da melûl bî qeytana nêrûz û dabanê girane/Simbêl badane kirine perê ne’imane/Ji pêsîrê bişkok filitiyane, di binaniyê de dixewîne çaqê zirxliyane/Bi qapûtê Şamêyî giran, bi şerwelê qeremdîlî, bi zoyê cûzman, şabûrê zîvîn avêt’ne pehniyane/Li hêlekê şûrê qabilme dibrûsê, li tertîba brûskê ezmanan, li kêlekê dibê xewane/Heywan di bin da zirav bî, bî têla qeytane/Nehl û bizmar di bin nigê heywên da nemane/Gem li aziyan tenge, li parsiyan dikojê damaxa dizgînê polêt û lîwanê/Kêlekê heywên ji kutanê şabûran bûne goştê devî kêran û qîmane/Parsî wî heywanî gewr dikin li tertîba berfa li sirega çiyane.”
$Dewrêş û hiwêd begê kal$
Gava Dewrêş li dû wan herdu qîzan diçe û derdikeve li serê gir, dên û bala xwe didê haylooo! Li wî alî gir, qebîleyekê lê daniye; kon vegirtiye, ne serî heye, ne jî dawî; nola qirik û qertelên çolan ku xwe datînin û dikumişin li ser kelaşên miraran. Kon, bi çar hêlan, li kêleka hevdu hatine vegirtin. Her hêlek ji wan konan, bi qasî 500 konîn in. Li pêşiya her hêlekê, konekî ezamet yê serdarê wê hêlê vegirtiye û li pêş wî konê serdêr, sencqa cengê lidarxistî ye.
Dewrêş, çi bibîne?! Li nav wan konan jin henin, mêr tunenin; cahnî henin, makên wan tinenin. Jin, xwelî li serin û di şînê de ne; rû bi nahperrûkan qelaştî û kezî birîne.
Gava Dewrêş xwe ji ser gir berdide nava konan, dinêre herdu qîz her yek ji wan berê xwe dide konê serdarekî. Hingê, şih’înî bi Hedbên dikeve. Cahniyên di gironekan de jî Hedban dibersivînin û nola qîzikên li ber xama bilîrîne, ew jî wanî dişih’in û di gironekan de radibin li ser nenûkan direqisin. Dinya dibe erdê eresatê; toz, dûman hildibe dikişe di kokevaniya ezman de digewime. Dibê wê çaxê yekûna qîz û bûkên tirk û gêsan radibin temaşeya Dewrêş û Hedbanê bi hêbet. Kalemêrek jî ji bin konekî serdaran derdikeve û diçe Dewrêş pêşwazî dike.
Dewrêş ji kalemêr dipirse, dibêje hûn çi kesin û li wê derê çi dikin. Lê kalemêrê zemana bi wezin Dewrêş hilditeqilîne û dixwaze pêşîkê ew xwe bi wî bide naskirin, ka ew li wir li çi digere.
Dewrêş ji kalemêr re dibêje kalo, ez kurdekî li binê beriyê me. Du hêştir/deve yên min ên hêçbûyî ku ew herdu hêştir bi sewdê/eşqê ketine; herduyan hevûdu hilanîne û bi çolê ketine. Ev sê roj in ku ez jî ketime li dû wan. Gaveka din li serê gir ez li du qîzên xemilandî rast hatim. Piştre jî min xwe di nava konên we de dît. Du qîzên xemilandîne, lê jinên we di şînê de ne, cahniyên we bê mak in. Ka bêje. Çi ecêba giran li we qewimiye û ev çi rewş e?
Kalemêr, bersîva Dewrêş dide û xwe bi wî dide naskirin ku ew Hiwêd Begê Kal, bavê Efer û Utman ê serdarê gêsan e. Kalê bernas, Hiwêd Begê Kal dikudîne:
“Ew herdu qîz, yek a bi kincê kurmancî, Eyşa xwişka Çîl Îbramê Begdilî yê tirk e(vebêjer bi me dide hînkirin ku kincê jinên kurd, moda bûye ku qîzeke tirk kincên kurmancî/kurdî li xwe kiriye) Ew a din jî, ji hestî û hinava vî kalî ye. Ger dinya wêran bibe, yaxwud ava bibe, ew ti caran dev ji xemla xwe bernadin.”
Piştre, Hiwêd Begê Kal gotinê dajo û ji Dewrêş re ta bi derziyê ve dike; rewşa jinên di şînê de, ya cahniyên ji ber makên wan girtî, yek bi yek ji Dewrêş re dibêjin. Her wiha ew derawayê konan û senceqa li pêş konê serdaran jî, ji Dewrêş re rave dike ku Eferê serdarê gêsan, Çîl Îbramê serdarê tirkan, Kose Weys û Eyûbê Mistefa, bi sê hezar û 700 siwaran, bi dowazde zo hiropçiyan, bi dowazde defan, bi dowazde bêraqan û bi pêncî qîzên serdaran derketine cerd û bêregê sî du hezar malên Milan.
Dewrêş, ji Hiwêd Begê Kal rica dike ku ew bergiya/guzergeha 3 hezar û 700 siwarên derketine cerd û bêrega Milan, raber wî bike.
Hiwêd Begê Kal, dibêje: ez Hiwêd Begê Kal im, ne dînim û ne jî harim. Ez bala xwe didim te, tu ne tirk e, ne jî ereb e; tu kurd e. Û tu Dewrêşê Evdî ye. Ev hespê di bin te de jî, Hedban e. Ez pê dizanim ku wextekê tu û Eferê lawê min, bûnin birakên hev û te cahniyê birayê Hedban diyarî Efer kiribû.
Hiwêd Begê Kal, hemû peyvên pê meriv dixape yên bi salan e di bîrdanka xwe de hilaniye, bi ezmûna salan, nola teyrika şevxapînok, yek bi yek ji zimanê xwe ber bi guhê Dewrêş ve difirîne. Jê re dibê: kuro lawo tu bi ruhstîn be jî, tu nikare ruhê 3 hezar û 700 siwaran jê bistîne; jê re dibêje, kuro lawo tu bi gurekî sibatê be û têkeve nava sê hezar û 700 mîhan jî, tu nikarî bi wan; jê re dibêje, kuro lawo dev ji Edûla Zortemîr Paşa berde, were ez qîza xwe li te mahr bikim; jê re dibêje, kuro lawo tu êzidî ye, ew milîn e, ma dawa milan bi te ketiye?!..
Dewrêş, bi gotinên Hiwêd Begê nola keftarê pîr kone, naxape. Jê re dibêje: bavî kalo malî ava. Bila qîza te jî li te pîroz be. Ez rica dikim ji te, tu yê cihê cerd û bêregê xwe ji min re bibêje.
Hiwêd Begê Kal, ji ber Dewrêş nake der. Radibe cihê cerd û bêregê gêsa û tirka jê re dibêje ku ew li derdora Girê Uzun Alçanê ye (girê uzun alçanê 10 km. dikeve başûrê wêranşarê)
Dewrêş, malavatiya wî dike û Hedbên li ser stu paş de dizîvirîne; berê xwe dide hogiran.
$Dewrêş û Eferê Gêsî$
Vebêjerê destanê dibêje: Eferê Gêsî bihîstiye Dewrêşê destbirakê wî, li gel yazde hogirên xwe derketiye cerd û bêrega tirk û gêsa. Efer, dixwaze berî şer destpê bike, biçe xwe bigihîne Dewrêş û wî serwext bike, da ku ew xwe ji navbêna wan û Milan bide alî. Efer, bi hinceta hespê xwe yê gewî rake çargaviyan û hinekî wî biwestîne, ji siwaran vediqete.
Ê de çawa be, hespê di bin Efer de jî birayê Hedban e. Hesp, dêlê li xwe badide û dibe mîna birûska ezmanan û ji ber çavan wenda dibe.
Ji dûr ve, firqeyek siwar li ber çavên Efer dikeve. Jixwe re dibêje, hebe tinebe ev Dewrêş û hogirên xwe ye. Hesp, ber bi wan ve dibezîne. Efer dinêre waye siwarek ji wê firqeya siwaran veqetiya û ber bi wî ve hat. Siwarê te, Dewrêş bi xwe ye. Efer û Dewrêş digihêjin hev. Ê de çawa be, ew herdu jî wextekê ji hevdu re bûnin bira û Dewrêş, birayê Hedbên ê niha di bin Efer de diyarî wî kiriye. Herdu li hal û wextên hevûdu dipirsin. Efer jî nola wî û bavê xwe Hiwêd Begê Kal tif kiribin bin zimanê hevûdu; ew jî gotinê nêzîkî yên bavê xwe, ji Dewrêş re dibêje.
Dewrêş, pêşniyarên Efer red dike. Efer dibe benîştê mezeloq û bi Dewrêş ve dizeliqe; gotinên xwe yên pê Dewrêş serwext bike dikudîne û bi israr jêre dibêje tu êzidî ye, ew milî ne û ji pêxîla Dewrêş venabe. Di wê hênê de, Sahdûnê bira jî xwe digihîne li ba wan. Mihîna wî ya qere-kumêt di binî de natebite; nola çivîka çikçiga ê hey li dora wan doş dibe. Sahdûn, pê nizane ku Dewrêş û Efer destbirakên hev in. Dewrêş, bi mexseda Sahdûn xwe bi Efer re hinekî tirş û tahl bike, çavên xwe ji Sahdûnê bira re dişkîne, da ku Efer ji pêxîla wî vebe. Lê Sahdûnê bira naşî ye; baş li ber nakeve û bi xişim xarî Efer dike, rima xwe bi şûrikî li serê wî dixîne û serê wî dişkîne. Dewrêş, gelekî bi Sahdûnê bira re hêrs dibe û ew wê bêbextiyê qebûl nake.
Efer, xeşîmiya Sahdûn dide xatirê Dewrêş û pêşniyareke nû ji dewrêş re pêşkêş dike. Ka em biçin ba vebêjerê xwe yê xwediyê henaseya sêhrawî û gotinên nola kilîta devê gencîneya destanan, bê ew ê çawa guhên me ji gotinên xwe re bike du qet qumaşê şîfon.
Dibê Efer got: “E’ ji te ra yeke din bibêjim: Te ji paşî milan ra sond xwarî ku tu îlleh aktarman rast kî ber konî paşî milan û tu cilên egîdan çengî ber nigî wî/Brawo, rabe ser xwe/Cilî mi ji mi bike û di xwînê bide, bike gilok li tergî Hedbên girêde/Û hespê mi jî birî hespê tê, wî hane sekinî/Wî jî big’re, hefsêr di istî mi ke/Mi bi tenî kirês, xwas, tevî vê birînê, serqot, min bibe li ber hevala bisekinîn/Bê va Eferê Gêsî, min axtirme kir li meydana mêran û dikim bikujime jî/Ez e dexaletî hevalê te bim/Merî dilpak pirr in, lawê mêrane pirr in/Tu mi baxşîşe wan ke/Tu hespî min û va çek û sîlehe min bibe û here bin konê paşê millan/Wan çeken bin nigê paşê millan û bibê: vana ê Eferê Gêsî ne/Mi axtirme kir li meydana mêran û bêyî dexaletê hevalê min bû/Hevalê te wê gîh ji te ra bi şehde bin/Bibê min ew baxşîşî wan kir û ew bi wê birînê, bi wî halî çû nêv tirk û gêsan/Tenê bira dîndarê Edûlê bi te ra me’rê diyarê qebrê/E’ jî wê bi serê serqot, bi nigê’ xas, bi tenê kerês, bi vê birînê hereme nêv tirkan û gêsan/Qerezdarên min jî pirr in ji tirk û gêsan/Wê li dora mi bigihê’ne hevdi/Wê bibê’n va çi bû bi serî te de hat?!/Ez e bibê’m ‘willa kurrê Evdoyê Şerqî li mi rast hat, ez û wî daket’ne trada mêran/Mi bi kurrê Evdoyê Şerqî nikaribû/Va feleketa bi serî mi da hanî û mi xwe havête hevalê wî/Wî ez baxşîşe hevalan kirim/Ez e vê kêmayî di dawê xwe kim, seba xatirî ku Edûl bi dest te kevê.”
Dewrêş, vê lehengiya sixte ne li xwe datîne û ne jî wê têkçûnê li Efer datîne.
Heçî Efer e, bi dilekî şikestî û bi çavên hêsir, pişta xwe dide Dewrêş û berê xwe dide cerd û bêregên tirk û gêsan.
Dewrêş ji pare bangî Efer dike, dibêje: Efer, li qada cengê tu derkeve li pêşberî min, ez ê bi te re şer bikim, nola dijminekî qane qan. Li xwe miqate be.
Têbinî: hooo xwîner! Xeleka tê, ya tewra dawî ye û dê şerê Dewrêş û hogirên wî destpê bike. Heçî kesê/a nexweşiya dil pê re hebe, ji niha ve ji we re dibêm, nexwîne. Yan jî çi zanim, bixwîne de hema çi ji dil tê bila bê, lêêê looo![1]
(Dê bidome)
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは948表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 27-12-2022
リンクされたアイテム: 13
グループ: 記事
Publication date: 11-12-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
ブック: 社会
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 96%
96%
は、 ( ئاراس حسۆ 27-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 27-12-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは948表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,484
画像 105,322
書籍 19,454
関連ファイル 97,498
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行 ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.547 秒(秒) !