ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,484
画像 105,322
書籍 19,454
関連ファイル 97,498
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Delalê li ber dilê Edûlê-III
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Delalê li ber dilê Edûlê-III

Delalê li ber dilê Edûlê-III
#Agîd Yazar#
…Çileyê virnî yê sala du hezar û nozdeh bû. Ez li ser medya dijîtal li agahiyên derbarê destana #Dewrêşê Evdî# û Edûla Zortemîr Paşayê Milanî digeriyam. Çiqas dengbêjên li ser vê destanê strabûn, min li wan tevan
guhdarî kir.
Gelekan ji wan destan nîvqurmiçî dikir. Lê dengbêjekî bi navê Baqî Xwudo destana Dewrêşê Evdî ji destpêkê heta dawiyê distira. Ji sewta dengbêj Baqî Xwudo eyan bû di taliya temenê xwe de strana destanê tomar kiribû. Lewra sewta ji devê wî yê bêdiran derdiket, mîna sewta zarokekî hîn diranê şîr derneketî bû; wanî sewta wî zarokane derdiket.
Meriv pê dizanî bû ku zimanê wî di devê wî yê bêdiran de, mîna morîka di hundirê pîzpîzkê de wanî li ezmanê devê wî de doş dibû. Dengê kovan ji devê dengbêj yê bêdiran hildibû; hecko hinekî jî li ser zelûliya xwe li ser tah’lî û tengasiya xwe ya jiyanê lorandibû. Ev dengbêjê kal bi wê sewta xwe ya nola per û pîşo nermik guhdarvanên xwe bi xwe re derdixist cerd û bêregên giran yên serdema lehengên hur, lehengên xas û serdemên dêrîn.
$Babetê dengbêj Baqî Xwudo$
Di xeleka berê de, bi babetê dengbêjê nemir Bavê Seleh min ji we xwînerên ezîz re pêşkêş kiribû, bê çawa Dewrêşê Evdî nameya gefxwarinê ya tirk û eşîrên ereban dixwîne, dîn û har dibe û piştî bavê xwe Evdiyê Milhim jî serwext dike şûnve, lêdixê berê xwe dide bin konê Zortemîr Paşayê Milanî.
Niha jî, bi babetê dengbêj Baqî Xwudoyê gorbuhişt, ka em bala xwe bidinê, bê gava Dewrêş diçe berê xwe dide li binaniya konê Zortemîr Paşayê Milanî û rahiştina wî ya fîncana qehweya serbixwîn, dengbêj Baqî Xwudo, wê rewşê çawa disêwirîne:
Ê de Edûlê dizane bavê wê kemîn daniye pêşiya Dewrêş û wê bihîst ku Dewrêş wa ye tê. Edûlê jî zane gava Dewrêş bê, ew ê fîncana serbixwîn rake û wê îlleh here cerd û bêregê tirkan û gêsane. Ku çû wê ji cerd û bêregê tirk û gêsan jî venagere! Edûlê ji xwe re got: “Berî Dewrêş were bin konê bavê min, ka ez çend şoran bavêjim ji cimetê de. Belkî xîret bê yekî Miliyan û rake fîncana serbixwîn”.
Edûlê pê nizane ku berê bavê wê yekûna egîdên Miliyan temî kiriye, daku yek ji wan ranekin fîncana serbixwîn. Zortemîr Paşayê Miliyan mexsed dike ku bi vê planê, tifaqa di navbera şerqî/eşîra êzdiyan û milî a xerabûyî, cardin wan bînin li ba hev. Ev jî plana xinz a aqilê kone yê pêşengtiyê ye)
De ka lê binerin bê vebêjerê destanê, Baqî Xwudo gotinên xwe çiawa di mava hingiv de dike û wê rewşê çawa disêwirîne:
“…Çi ji destê Edûlê tê dike ku belkî hinekan ji Miliyan li şûna Dewrêşê Evdî bişîne cerd û bêregê tirkan û gêsan: Dibêje ew ê biçin şerê tirkan û gêsan bikin/Ez ê ji wana re konekî vegirim bi ser konê bavê xwe bi dîregekî bi duduyan/Ez ê ji wan re pênc kozan li gêdûka bayê xerbî vegirim bi meqamê bûk û zavan/Yek, koza Fetûma Elosîncar, yek koza Beyza Emmo hîva li cardan, yek koza Gozel Xatûn tercûmana pênc xwehengan, yek koza Edûla Kîkî xwedana çelengî û cemala giran, yek jî koza guliyê min î mor serfiraza sîh û du hezar malê Miliyan/Ez ê ji wana re perdakê pêxim şuxulê ecem e/Dowazdeh salan dowazdeh keçikên ecem li ser şuxulyane/Qorê zêran û cewherdaşan tê de danîne/Ez ê rastkim ber konê wan xarê miyan, êxliyên bergîran, boşê devan, tewlê mijdiyan, sindoqên zêran, ez ê wardata bavêm binaniya konên wan/Û ez ê wardata pêncsed malên neyêr jî bavêjime bin destê wan…”
Çend caran Edûlê bi vî awayî bang li Cimeta Miliyan dike. Her çiqas kirekir dihat ji navdil û hinavên egîdên Milliyan jî, lê ji tirsa Zortemîr Paşê Miliyan, deng ji kesekî dernakeve û yekûna wan dibin nola kurkurkên şevan ku pêjnek bi ser wan bikeve; wan î bêdeng dimînin û kur-hildiçinin. Bala xwe bidinê bê vebêjer vê rewşê çawa li hev tîne û disêwirîne:
Wexta Edûlê va şora kir, şora wê li cim’ata paşê milan geriya/Şora Edûlê gihaşt kal û ixtiyaran jî, li talî cimeatê rûniştine/Hineke ji wa ker in, hinek lal in, hinek kor in, hinek kût in/Ixtiyar in, emrê xwe heyştê sal in/Kal û ixtiyaran xwe di ser hev de xwar kirin, şora Edûlê bi qurçkirina çavan, bi gezkirina lêvan, bi kutandina biriyan, bi işareta pêçiyan bi hevdi fehmkirin dan/Wê çaxê kal û ixtiyaran destê xwe li dîz û çongên xwe xistin, gotin ‘çavê me birijin û gerdenê me birizin, para erdê bin!/Di zemanê me da ro’kê wanî gul nebariyan; van qîzana neketin mazat û heraca mêran!/De bira niha paşê milan ra bi me da, me yê va fîncana va rakira û em ê derketana erdî berî, me yê pêsîrê xwe bida cerd û bêregê tirk û gêsan/Ya me yê tê da serî xwe bida diyarê qebrê, axa kendal û gornan/Me ne gereke va çar salê me yê ji par re diman/ Yan jî me yê cerqînî lêxista li cerd û bêregê gês û tirkan/Li vegerê em ê bihatana , dest bavêta gulî va pênc qîzan, me yê ew bavêtana binaniya konê mezinî dibê xan, em ê raketana li yataxa derd û kulan/Me dikira çi bikira cinneta alî, bavê ezem, govenda horiyan!/Lê em çi bikin!/Çavê me birijin, gerdenê me birizin, emrê me ketî heyştê salî, taqet di me de nemaye!Emrê çûyî dobeke din venagere li meriyan…”
$Dewrêş tê binê kon$
Hîn Edûlê li ber xwe dide û dilepije, bê yekî milî di şûna Dewrêş de naşîne cerd û bêregê tirkan û gêsan! Hew bala xwe didê, yek gazî dike, dibêje va ye koma şerqiyan hat û Dewrêş jî va ye di nav de ye. Edûlê, nola dotmîrekê, her pênç qîzên Miliyan ên navdar, Beyaza Emmo, Fetûma Elosîncar, Edûla Kîkî, û Gozel xatûn dan pişt xwe û xwe ji pêşwazkirina Dewrêş re amade kir.
Vebêjer, wê rewşê wiha ji guhdarvanên xwe re, gotinan bi hostahiyeke ji hostayê têlkarîyê wan î li hev badide û disêwirîne:
“…Edûlê bala xwe dayê, Evdoyê Şerqî û Umer Axayê Şerqî di pêş wan de ne û egîdê şerqiyan xwe dane pişt herdu kal û ixtiyarane/Lê Dewrêş ji wan î bi der e, bi tenê ye/Li sêrî şe’ira keserrewanî, i’gala mûy’êlî xar kirî, avêtî çatê biriyane/Bi kurkê hewran, bi e’ba duruziyane, bi şelwerê qeremdîlî, bi qapûtê şamê, adilî giran e, bi zoyê cûzman e, şawirê zîvîn avêtine peiniyane, ji pêsîrê bendik difilityane, di bin da dixewînîne çapê zirxane, di hustuda melûl bî qeytana nêz û dabanê giran e…”
Gava Edûlê çav li bejn û bala Dewrêş a tîtal û lewend dikeve û Dewrêş bi wurşedar ji wê de tê, dilê wê dibe mîna mirîşka meriv serjêbike û berde, bê ronî xwe li defa sînga wê dixîne; dilê wê yê delodîn û şeyda wan î çargope di qefesa sîngê de ji xwe re hildigupe. Û ji ber xwe ve vê dûrikê davêje li ser delalê li ber dilê xwe.
Vebêjer, bi gotinên sêhrawî, taximê sîng û berê Edûlê dike şîfreya qutîkek girtî û nifteya wê dide destê Dewrêş. Binere li vebêjeriya kurdî ya ji dewlemendiyê jî dewlementir, biner bê çawa disêwirîne:
“Taximê sîng û berê min ji derbendan derbendekî pir çetîn e, wek Derbendê Çeneqelê di destê hikûmeta tirkan de/Çiqas dewlet û hikûmetên bi hêz hene, dikin xwe lê biqelibînin, nikarin/Hema kilîda wê derbendê di destê kurê Evdoyê Şerqî de ye, siwarê Hedban e/Eger hûn vê jî îna nakin, taximê sîng û berê min ji baxçan baxçeyekî gulan e, bekçiyê xwe hindîkî Hindistan e, ne pê re hê dile, ne wijdan e; ji mêrê Milî re girtî ye heta roja serê xwe didinê diyarê qebrê, axa kendal û gornane/Hema kilîta xwe di destê kekê Sahdo da ye; taximê sîng û berê min jê ra meqamê horiyane; bira tê de rakevê, rabê û rûnê, heta roja serî didê diyarê qebrê, axa kendal û gornane; dike çi bike cinneta alî û govenda horiyane!/Hema pergala bavê min belav bê, ji wî ra feq vedane, dike Dewrêş bişîne ser kendalê tirbane/Ez zanim çûna kekê Sehdo hê, vegera xwe tine li mal û xwediyane…” (Dê bidome)[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,202表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 27-12-2022
リンクされたアイテム: 13
グループ: 記事
Publication date: 22-10-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
ブック: 社会
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 96%
96%
は、 ( ئاراس حسۆ 27-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 27-12-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,202表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,484
画像 105,322
書籍 19,454
関連ファイル 97,498
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 記事 - ブック - クルド発行 地図 - プロヴァンス - Kurdistan

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.562 秒(秒) !