ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,822
画像 106,151
書籍 19,344
関連ファイル 97,365
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Xezal Temel - Agirî Gabar
グループ: 殉教者 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xezal Temel

Xezal Temel
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Agirî Gabar
Nav paşnav: Xezal Temel
Cihê jidayikbûnê: #Şirnex#
Dayik-Bav: Ayşe-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Mijdara 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Agirî ku ji eşîra Botî ya welatparêz e, li gundê Gordila yê Şirnexê ji dayik bû û bi çanda berxwedanê ya Botanê ya qedîm mezin bû. Li cihê ku fîşeka destpêkê hate teqandin, li rêyên ku Egîdan lê meşiyan, li xaka ku Adilan, Gulbaharan lê têkoşîn meşandin, bi rastiya têkoşînê ya xelkê Botanê yê esîl mezin bû. Ji ber welatparêziya malbata wê û hezkirina ji çiyê û hevrêyan, berê wê da jiyana gerîla ya pîroz. Bi dilê xwe yê ku nekarî xwe li zilma dijmin a li ser gelê me rabigire, sala 1998'an tevlî nava refên gerîla bû, di meşa xwe ya azadiyê de timî xwe bi îdeolojiya Rêbertî gihand û bi biryardarî têkoşiya. Hevrêya me Agirî di têkoşîna gerîla de li gelek qadan ked da, bi eşqa xwe ya li çiyê bi taybetî jî Zagrosan, berê xwe da çiyayên bi heybet ên Zagrosan. Hêrsa xwe ya li hemberî xiyanetê, dilsoziya bi hevrêyên xwe re, ji bo hilanîna tola şehîdan û zilma li gel tê kirin, veguheran têkoşînê û bi coşeke mezin dest bi bicihanîna vê wezîfeya pîroz kir. Bi tevlîbûna xwe ya ji dil û xwezayî, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî, Partiyê û gel re ji bo xwedî li keda rêxistinê derkeve kete nava hewldaneke mezin.
Bû şopdara pêşengên me yên partiyê ku xwe deyndarê gelê xwe didîtin û her tim hewl da ku wezîfeya jê re hatiye dayin bi rengekî hêja bi cih bîne û têkoşîn û biryardariyeke bi vî rengî ji xwe re kir esas. Bi armanca xwegihandina Rêbertî, rojekê hembêzkirina Rêbertî têkoşiya û ji bo şikandina tecrîdê gihîşt wê baweriyê ku divê têkoşîneke hîn xurtir bê meşandin, lewma timî dixwest biçe qada pratîkê. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li herêmên Gabar, Besta û Qendîlê weke fermandareke pêşeng a YJA Starê li her qadê têkiliyeke xurt a hevrêtiyê danî û bû hevrêya hevrêyên xwe. Di mijarên leşkerî de timî xwe kûr kir û her tim hewl da ku xwe perwerde bike. Ji bo vê kûrbûna xwe mezintir bike, ji bo bibe xwedî pratîkeke encamgir û di xeta Rêbertî de bêhtir kûr bibe, sala 2000'î tevlî nava Hêzên Taybet bû. Di xeta Zîlan de li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me, weke milîtaneke #PKK#-PAJK'ê çanda Apoyî li cewhera xwe neqişand û bi kûrbûna xwe ya fedîtiyê li her qada jiyana xwe sekneke fedaî nîşan da, bû fermandareke pêşeng. Hevrêya me Agirî ku şervaneke xurt a Xeta Azadiyê ya Jinê bû, hişmendiya azadiya jinê kir rêgeha bingehîn a jiyana xwe, kesayetî û sekna xwe li ser vê bingehê da rûniştandin. Di pêvajoyê zehmet de ku hewl dihate dayin hêviya azadiyê ya gelê me PKK bi tasfiyekariya navxweyî teslîm bê girtin û tunekirin, hevrêya me Agirî di xeta milîtaniya Apoyî de israr kir, bi sekn û têkoşîna xwe ji bo têkbirina van hewldanên tasfiyekar kedeke mezin da.
Piştî banga Rêberê me ku li hemberî van êrîşên tasfiyekar digot, 'Yên ji min hez dikin bila berê xwe bidin Botanê', hevrêya me Agirî jî careke din weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng berê xwe da xaka Botanê. Di çarçoveya Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî de gelek çalakî bi rêxistin kir ku derbên giran li Botanê li dijmin hate xistin û tevlî van çalakiyan bû. Hevrêya me Agirî bi kesayetyia xwe ya şervanî tirs berda dilê dijmin, bi van taybetmendiyên xwe hêz da hevrêyên xwe. Piştî ku demeke dirêj li qada Botanê gerîlatî kir, vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, li vir tevlî perwerdeya Ocaxa PKK'ê bû, derfet dît ku pratîka xwe ya Botanê binirxîne û dersan jê werbigire. Ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî rast fêhm bike û bi cih bîne, hevrêya me Agirî kedeke mezin da û sala 2015'an ku kiryarên qirker ên dijmin ên li ser gelê me gihîşt asta herî bilind, careke din derbasî #Bakurê Kurdistanê# bû. li hemberî êrîşên dijmin di xeta milîtaniya fedaî de şer kir û taybetmendiyên fermandariya serdema nû temsîl kir. Hevrêya me Agirî bi têkoşîna xwe sekna jinên Kurd a li dijî dijmin bi şênberî raxist pêş çavan.
Taybetmendiya herî li pêş a hevrêya me Agirî ew bû ku dijmin fêhm kiribû. Ev têgihiştina wê kir ku li gel hevrêyên xwe, mil bi mil têbikoşe û xwe ji nû ve biafirîne. Li xaka Botanê ku dergûşa berxwedêriya Kurdistanê ye, pêşengî ji têkoşîna leşkerî re kir, her bihosta xaka wê şahidî ji dîroka lehengan re kiriye, li warê Çîçek, Gulbahar û Adilan bû şopdara wan. Hevrêya me Agirî tevî ku di têkoşînê de 2 caran birîndar bû, bi îradeya xurt a Apoyî zû rehet bû, vegeriya têkoşînê û careke din cihê xwe li nava refên hreî pêş girt. Ruhê serketinê di kesayetiya xwe de afirand, ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe li qadên şer ên herî giran wezîfeya fermandariyê bi rengekî hêja bi cih anî.
Bi pênaseya 'Fedaîtî cehwera jiyanê ya PKK'ê ye' ya Rêbertî, ji tevlîbûnê heta şehadetê bû xwedî sekneke fedaîtiyê, têkoşîna xwe timî bilind kir û bû xwedî tevlîbûneke mînak.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは355表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/- 27-12-2022
リンクされたアイテム: 2
日程&イベント
殉教者
グループ: 殉教者
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北クルディスタン
No specified T3 82: Şirnax
No specified T3 85: 北クルディスタン
ネイション: クルド
パーティー: No specified T4 646
人タイ: ミリタリー
性別: 女性
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 27-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 28-12-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 07-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは355表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,822
画像 106,151
書籍 19,344
関連ファイル 97,365
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.578 秒(秒) !